Zimanê îbranî

Zimanê fermî yê Îsraîlê îbranî ye (bi kurmancî herwiha îbrî jî tê gotin; bi îbranî: Ivrît) e. Zimanê Tewratê ku pirtûka pîroz a Cihûtiyê ye, jî îbrî ye.

Akademiya Îbranî

Akademiya Îbranî (Academy of the Hebrew Language - הָאָקָדֶמְיָה לַלָּשׁוֹן הָעִבְרִית‎) saziya sereke ya zimanê Îbrahîm e. Akademiya di sala 1890 de wekî "Komîteya Zimanê Îbranî" di Orşelîmê de dest pê kir. Di sala 1953 de ji aliyê "Akademiya Îbranî Îbranî" ve hate guhertin, ku li Zanîngeha Îbrahîm li Orşelîmê li Givat Ram hat saz kirin.

Aşûra

Aşûra yan jî eşûra di salnameya koçî de dehê meha muheremê ye. Aşûra di zimanê îbranî de wek ʿāsōr (assor) tê binav kirin û wateya wê dehemîn e.

Ji şeva ku 9'ê meha muheremê bi 10'ê mehê ve girê dide re, roja Aşûrayê yan roja Eşûrayê tê gotin. Meha muheremê li gora Quranê, meheke bi qîmet e. Roja Aşûrayê jî, rojek vê mehê ya herî bi qîmet e. Lê di baweriya mislimanên Şîede rojeke şînê ye û bîranînan şehadetê Husên bin Elîye.

Li gora baweriyê, Xwedê gelek dia di vê şev û rojê de qebûl dike. Dîsa li gora baweriyê, di vê rojê de Aşûra nayê çêkirin. Di vê rojê de, çêkirina şêranî ziyafet dayîn, sedeqe dain sinet in. Di van rojan de girtina rojî yê jî pir sewab tê hesibandin. Rojî, ne tenê di Roja Aşûrayê de, lê belê an tevî rojek berî wê, an jî tevî roja pişt wê, tê girtin. Di hedîsan de, behsa sewaba Roja Aşûrayê tê kirin.

Elîezer Ben-Yehuda

Elîezer Ben-Yehuda (bi îbranî: אֱלִיעֶזֶר בֶּן־יְהוּדָה‎‎; z. 7'ê rêbendanê 1858 – m. 16'ê berfanbarê 1922), Jîn kirina Îbranî yê nûjen bi saya wî ye û Îbranî ya Nûjen herî yekem zimanê zikmakî yê Ben-Yehuda ye. Ew nivîskara ferhenga Îbrankî yê Nûjen ê herî yekem e.

Kurdên cihû

Kurdên cihû yan jî Cihûyên Kurdistanê (bi îbranî יהדות כורדיסתאן; Yehûdot Kurdistan) navê cihûyên ku ji berê ve li herêma Kurdistanê ne. Cil û çandeya wan wek ya kurdên misilman in. Berî ku di sala 1940an de koçberiyên mezin ên hêla Îsraîlê çêbûn cihûyên Kurdistanê di nav xwe de dijiyan. Kurdên cihû girêdayî Mizraxîmê ne.

Lîsteya dewletên cîhanê

Li cîhanê de 193 dewletên serbixwe hene. Ji van 192 endamên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ne. Herweha Vatîkan jî dewleteke lê ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye.

Di vê lîsteyê de çend herêmên otonom jî hene yên ku bi eşkereyî daxwaza serbixwebûnê dikin û di dawiya lîsteyê de jî van dewletên ku serbixwebûna xwe diyar kiriye lê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve nehatin pejirandin an jî di riya serbixwebûnê de ne bi nivîsa xwarik (îtalîk) tên nivîsandin.

Nûh

Nûh ankû Nebî Nûh (îbranî: נֹחַ,‎ נוֹחַ, Noaẖ; tîberî: Nōăḥ; erebî: نُوح‎, Nūḥ; yewnanî: Νῶε, Noe), di her çar olên mazin ên yek-xwedayî (olên birahîmî) de kesê sereke yê efsaneya tofanê ye.

Li cîhanê rojava, xiristiyanî ola ku herî zêde pê tê bawerkirin. Xiristiyanî, bi sereke, ku çend mezhebên wê hebin jî, mezhebên sereke ên katolîk, protestan, û her wusa, li welatên weke Rûsya û hwd jî ortodoksî pêşketiye û heye. Hemû mezhebên wê de jî navê Nûh pîroz e. Li gorî îslamê jî Nûh pêxember e.

Dibêjin Nûh ji dûndana kurê Adem Sêt bû, navê bavê wî Lamex e. Li gorî efsaneyê, Nûh bû bavê çar kuran: Sam, Ham, Yafet û Kenan (Yam). Li gorî Tewratê sê kurên Nûh hebûn û Kenan kurê Ham e (Destpêkirin 9:19). Li gor efsaneyê diya kurên Nûh Waliye bû. Li gor Tewratê di dema tofanê de Nûh 600 salî bû û di 950 saliya temenê xwe de miriye (Destpêkirin 7:11; 9:29). Li gor Mihemed pêxember (Al-Ankabut, 14) Nûh pêxember di destpêka tûfanê de 950 salî bû û li gor Kitab al-muamarîn a ji Abû Hatîm al-Sicistanî, Muhamed pêxember bi tevahî 1450 sal kir û mir

Peymana Kevin

Peymana Kevin navê çîrokên olî û pîroz ên ayîna filehtiyê ne û beşa pêşîn a Kitêba Pîroz e. Beşa wê ya diduyan Peymana Nû an jî Încîl e.

Samuel Agnon

Samuel Josef Agnon (bi îbranî: שמואל יוסף עגנון; navê berê Samuel Josef Czaczkes; * 17'ê tîrmehê 1888 li Buczacz, Galîçya, îro Ukrayna; † 17'ê reşemiyê 1970 li Rexovot a li ber Tel Avîv) yek ji navdarên nivîskarên bi zimanê îbranî yê sedsala 20emîn tê naskirin.

Ew di berhemê xwe de Cihûtiya rojhilatê radixe ber xwendevanan. Hin rexneger wî dişibînin, Franz Kafka. Di sala 1966'î de bi tevî Nelly Sachs guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê tê dîtin.

Tewrat

Tewrat (bi îbranî: תּוֹרָה, torah) pirtûkeke pîroz ya cihûyan e.

Bi zimanê îbranî navê her pênc pirtûkên pêşî yên Peymana Kevin bi hev re Tewrat (yanî "hîndarî") e. Navê wan pênc pirtûkan jî ev in:

Destpêkirin (Genesîs)

Derketin an pirtûka Derketina Îsraêlê ji Misrê (Eksodus)

Qanûna Kahîntiyê an pirtûka Lêwiyan (Levîtîkus)

Hijmartin an pirtûka Hijmartinê (Numerî)

Dubarekirina Şerîetê an pirtûka Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom)Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serhatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Ya’qûb, Esaw, Yûsif, Mûsa, Harûn û Meryemê tê gotin.

Ji bo Tewrat, Zebûr û Kitêbên Pêxemberan, bi hevre "Peymana Kevin" tê gotin. Berî Zayînê di sedsaliya 14'an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan dewam kiriye.

Xaxam

Xaxam, malim, hêris an jî rabî di cihûtiyê de navê mamosteyên Tewratê ne, weke meleyên misilmanan û keşeyên filahan. Ew jî, weke meleyên misilmanan, kûmekî ku tenê qahfê serê wî bigirê dide serê xwe. Heta nahaka bi cilên reş û riha wan ya dirêj, dihêne berçav.

Wateya bêjeya xaxam jî tê gotin tê wateya "mirovê zane". Peyva rabî jî bi zimanê îbranî tê wateya "mîrê/efendiyê min". Xaxam, di nav xwe de, ji xwerê bi berjor ve diçin. Li jor jî ku jê re "serekxaxam" heye, hemû li gotina wî dihênin.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.