Ziman

Ziman awayê gotin û ragîhandina di navbera mirovan de ye.

Mînak

Kurdisch.jpg

Etîmolojiya peyva ziman

Li gorî nivîskar Abdusamet Yigit, gotina "ziman" bixwe jî ji dema hûriyan maya û di dema hûriyan de bi rengê "za-am-ma-an"[1] û "zamni"[2] hebûya. Bi rengê "za-am-ma-an-ti"[3] û "zú-wa-i-ni"[4] jî hebûye.

Çêbûn û pêşketina zimên

Ku ne zimanê mirovan bûya dê gelek cudatî di navber mirovan û lawiran de nebûya, ne tenê ji alî mejî ve, lê belê ji alîiyê fîzîkî ve jî. Ji ber ku bikaranîna mirovî ji zimanî re hiştitbû dev û rûyê wî bên guhartin, wek valatiya di ezmanê devê mirovan de, çenga mirovan kurt e, ne wekî çenga lawiran e.

Ji ber ku jiyana mirovên destpêkê pêşket û di komên biçûk de jiyan kirin lewra neçar man ku gelek dengan derxin. Pêwîste ku mirov bizanibe ku ziman ne tenê li ser bingehî dengan derketêye, lê belê li rex deng, gelek hêman û nîşanên cuda hebûn. Girîngiya hereketan gelek hebû. Em vê yekêjî heya niha di hemû civak û zimanan de dibînin, ji ber ku arîkariya me ji bo danasîna tiştekî, peyvekî, navekî, pîvanekî û gelek wate û awayên ku em dixwazin bidin nasîn. Bi taybet jî hereketên destan, çavan û serî, ev hereketana li gel hemû gelan heye, û hemû kes dikarê bikar bîne, mînak: demê ku tu tiştekî naxwazî, tu serê xwe paşvadibî yanjî tu destê xwe didî pêş xwe.

Ji bu ku em çavkaniya derketina ziman nasbikin, pêwîste em di destpêkêde zimanên Meymonan û zarokên biçûk lêkolîn bikin. Her wiha pêwîste em zimanên kevin û zimanên vê demê bi hev re kêşe bikin. Cudatî û hevbeşiya di navber wan de nasbikin. Em dizanin ku em û Meymonan (bi taybet jî Şampazî) rebi çend gotinan par dikin, wek gotina ( KİX) ku ji bu tirsandina zarokan tê bi karanîn. Ev peyva di hemû zimanên cîhanêde heye. Her wiha peyva (Ba) û (Ma) ku zarokên yek Salî pê bangî bav û dayka xwe dike.

Gelek peyvên hevbeç di nav ber mirovên cîhanê de hene, tû dibînî ku gelek peyvên Îngilîzî di zimanê Misrî yê kevin de heye. Herusa gelek peyêv ku di gelek zimanan de yek wateyî didê heye wek ( na-no-nîst, nû-new-yeni, qut-cut- qet......û hwd). Ev tê wateya ku hemu ziman ji yek yan jî çend çavkaniyan çêbûne.

Tê gotin ku rolek mezin ya agir di pêşketina ziman de heye, bi taybet jî bandora vê yekê li ser jinan kiribû. Çawa rola agir ? Û çima bi taybet jî jin? Wek tê zanîn ku bi karanîna mirovan ji agir re hîşt ku mirov bi şev li dora agir ronin. Lê ji ber tarîtiyê ku hêl nada ku hereketan û hêmanan bi karbînin, mirov neçar dibûn ku peyêv û dengan derxin. Ev yeka bi taybet jî jinan dikir, ji ber ku jin bi karên çandiniyê dikirin û bi şev li hev dicîvan û ji hevre dipeyêvîn.

Gelek peyêv bingehê xwe ji dengê ku derdixînê nav lê hatine kirin, wek: Ba, Qijok xirxirk, çirçirk, firok, Baq, xûçxûşa avê, himhima Aş........hwd.

Zorahiya herî mezin ku mirovan di afirandina zimande kêşeya navên hêjmara (reqem) ne. Di zimanê gelê daristanên Awûstralyayê de ji bilî hêjmara Yek (1) û Dû (2) tû hêjmarê dîtir nîne. Mînak : Ji bu ku hêjmara Sê (3) bînin ziman, wiha dibêjin “dû(2) û yek(1)”, û ku bixwazin bêjin deh (10), wê bêjin “ 2 û 2 û 2 û 2 û 2”. Ev yekajî dide xûyakirin ku çiqasî ziman pêşketiye û roj bi roj berfereh dibe. Li rex wêjî gelek ziman ji holê tên rakirin û wek zimanê gelên Amazon û gelek gelên ku bi komkûjiyan ji holê hatin rakirin, bi wan re jî ziman û hûnera wan hate kûştin. Her wiha gelek milet bi zimanê xwe yê zikmakî naxifin, di vî milî de zimanê Îngilîzî di pileya yekê daye ku bandora xwe li hemu cîhanê dike. Niha nêzikî 4000 zimanî zindî di cîhanê de hene.

Em dixwazin di despêkê de beş û şaxên zimanên Cîhanê bidin xuyakirin. Li gorî zimanzanên cîhanê ku zimanên zindî dabeşkirine û bingehê wan vekolandine, û li ser vî bingehî ku rêziman, koka ziman, devoka ziman û şêwayê pêşketina zimanan, hemu ziman hatine dabeşkirin.

Destpêka peydabûna zimên

Heta niha ji bo şarezayan nediyar e ku cara yekem mirov li ku dera cîhanê peyda bûne yan ji wir çûne ku û li ku niştecih bûne? Ya ronî û eşkere ew e ku mirov di li cihekî jiyane û bi zimanekî axivîne. bi derbasbûna demê hêdî hêdî zêde bûne, bi neçarî ber bi vî alî û wî aliyê cîhanê ve çûne û berbelav bûne. Bi vî awayî wekî civak, kom û deste hatine dabeşkirin. Her komekê jî ji xwe re şêwe û zimanekî taybet peyda kiriye. Hemû zimanzan li ser vê li hev dikin ku ziman di destpêkê de sade bûye û dibêjin ku ziman ji dengê ba, baran, giyandar (jîndar) û kar û tevgera mirovan derketiye holê; paşê ku mirov bi pêş ketine û şaristanî bi dest xwe ve anîne, zimanê wan jî bi pêş ketiye. Ew şareza li gorî bîr û baweriyên xwe dengên ku di zimanê kurdî de hene bi vî awayî rave dikin: kalîna mîhê, lorîna gur, heftîn (hewtîna)a se, hêrîna bizinê, nirîna şêr, şêyîn-hîrîna hesp, waqîna rovî, qareqara mirîşkê, qebîna kewê, xuşîna avê, vizîna bayê, gurmîna topê, teqîna tifingê, çîkîna cûcikê, çîrîna derî, kilîna meşkê, xirçîna zebeş, zimîna pê, hirîna ewran, mewîna pîsîkê û hwd. ku di kurdî de mînakên bi vî awayî pir in. Tê zanîn ku mirovan di destpêkê de nekariye binivîse û alfabeyek jî ji bo nivîsandinê tune bûye. Dîroka alfabe û nivîsînê nayê zanîn lê wisa tê xuyakirin ku yekem xet nivîs pir sade û zakokane bûye û ji wê xetê re "Xeta Wêneyî" hatiye gotin. mirovan bi xêzkirina wênayan helwesta xwe ji hev re diyar dikir. Hêdî, hêdî di nava neteweyan de xet guheriye û jê re alfabe hatiye diyarkirin û navê "Alfabeya bizmarî" lê hatiye kirin. Bûyerên şerên xwe li ser kevir û zinaran bi vê xetê kolane. Xetên bizmarî yên îranî jî hemû xetên bizmarî yên babîl û Aşûrî sadetir û xweştir bûne û her wiha cudahiyeke mezin di nav vê xetê û xetên navborî de hebûne. Çima ku gelê îranê alfabeya bizmarî ya babîlan guherî û elfabeyeke bi rêk û pêk damezirand. Ew kevirên nivîsî ku li Textê Cemşîd, Bêstûn, Hemedan û hin cihên din ên Îran û Kurdistanê hatine dîtin, nimûneyên ji wan xetên bizmarî ne. Hemû kevirên nivîsandî yên dema Hexamenişiyan bi xetên bizmarî hatine nivîsîn ku alfabeya wan 36 tîp in. Diyakonof di perawa "Dîroka med" de dibêje: Pêkanîn û şêwenivîsîna kevirên nivîsandî yên parsiya kevin bi taybetî dema ku mirov wan li çend beşan par dike derdikeve holê ku wan alfabeya xwe ji babîl û îlamiyan wernegirtiye, dibe ku wan ji ûrartûyan xwestibe. Ev yek jî nîşanî me dide ku parsiyan tîpên bizmarî ji medan wergirtine. Diyar e ku zimanê medan bandoreke mezin li ser zimanê parsî kiriye û bi vê yekê re mirov dikare bibêje ku û bi v3e yekê re mirov dikare bibêje ku wan alfabeya xwe jî ji medan wergirtiye. Lê heta niha kevirekî ku bi tîpên medî hatibe nivîsîn peyda nebûye ku vê rastiyê derxîne holê.

Komên zimanan

Zimanên hind û ewropî

Zimanên Hind-Ewrupî ku ki Asiya navîn heya beravên Rojavayê urupa,ev beşa di hindirê xweda dibê dû perçe,

Malbata rojhilatî

Malbata rojhilatî ku bi navê Zimanên hind û arî tên nasîn, ev perçeya di hindirê xwedajî dibe gelek zimanên bingehên, wek Mîtanî, Sinsikirêtî, Exmînî (Farisiya despêkê), Medî (Kurdî) ji zimanên herî kevin di Cîhanê da ye. Zimanê Kurdî beşeke ji malbata zimanên Ariye.

Malbata Rojavayî

Malbata Rojavayî ku gelek caran bi navê kentum tê naskirin, ev perçeya di nav gelê Asiya, ên ji nejada hind û ewropî ne, li rex gelên Upupî ji bilî zimanê finlendî, macarî û zimanê baskî. Her wiha zimanê rojavayî di hindir xweda dibe gelek beş:

  • zimanên germanî: (elmanî, îngilîzî, danimarkî, filenmîkî “beljêkî”, holendî û zimanên îskendenavî.)
  • zimanên slavî: (rûsî, polendî, çêkî, slovakî, yûguslavî, hwd.)
  • zimanên latînî an “romanî”: (îtalî, fransî, spanî, portekîzî, hwd.)
  • zimanê yûnanî: ev ziman zarayekî bi serê xwe ye,lê belê, her wiha zimanê ermenî û elbanî jî, ji zimanê Hind û Ewropî ne.
  • zimanên kilêtî: di nav de zimanê herî girînig zimanê Îrlendî ye.

Zimanmalbata Efrîqa û Asyayî

Zimanên Samî

Beşê zimanê gelên ku di nav herdû çemande û Çola Erebistanê û Bakurê Afrikiya cîh digrin, dibêjin peyva “Samî” ji navê Sam kurê hesretî Nûh tê.

Gelek taybet mendêyên zimanên Samî ên cuda hene, mînak: gelek tîp ên taybet hene ku tenê di wan de heye wek (ح- ط ض) her wiha piranê zimanê Samî, demê nivîsandinêda ji rat berve çep diçê;dîsa jî gelek tîpên ku di zimanên Arî de hene , gelê Samî nikarê wan tîpana bikar bînin,wek “ P- V- Ç-J- G...hwd.

Di hindir zimanên Samî de gelek ziman û Zarayên cur bi cur hene wek:

  • Perçeyê Başurî: zimanê Erebî ê kevin bi hemu devok û zaravayên kevnar,wek “Hemîrî, Qitbabî, Semudî, Sebiayî” , Erebiya bakurî ya nû û zimanê Athyûbî “Hebeşî”.
  • Perçeyê bakurî: ev perçeya bi piranî li kenara Derya Spî û Mezopotamiya tê bi karanîn.wek “ Aramî, Siryanî û Sabiî”
  • Perçeyê rojavayî “Kananî”: Fênîqî, Abrî “israîlî”.
  • Perçeyê rojhilatî: Ekadî, Babîlî û Asûrî.

Zimanên ûral û Sîtkî

Ev beşa di hindirê xweda dibe dû beş:

  • Zimanên ûralî: ê ku li derdora çiyayên Oralê tê dîtin wek Filendî, Estonî û Hingarî “mecerî”.
  • Altayî: di Asiya naverastde belav dibe, wek Tirkî, Mengolî, Tinokosî û Minanşwî.

Zimanên Asiya dûrîn

Tipîtî- zimanên Asiya dûrîn -“rojhilata dûr”( zimanên Tipîtî, Çînî, Taylandî û Bormayî....hwd.).

Heya niha bi sedan ziman hene, hîn baş nehatine lêkolîn kirin; lewra bi şewayekî rêkûpêk nahatine dabeşkirin, ne diyare ku ev zimanana dikevine kîjan beşî yan kîjan perçeyî. Nîmunê vê yekê jî li Cîhanê gelekin, wek zimanên gelek nejad û Qebîleyên Efrêqî û Ostiralî.

Rûpelên girêdayî:

Zimanên destkirî

Ew ziman bi mibesta pêwendî yên nav netevî ya gelên dinya yê bi destê mirov hatine çê kirin. Nimûneya bi navbanga wan zimanan Esperanto û Ido ne.

Çavkanî

  1. Abdusamet Yigit, Li ser rêzimanî û zimanê hûrîyan, rûpel 73
  2. Abdusamet Yigit, Li ser rêzimanî û zimanê hûrîyan, rûpel 73
  3. Abdusamet Yigit, Li ser rêzimanî û zimanê hûrîyan, rûpel 74
  4. Abdusamet Yigit, Li ser rêzimanî û zimanê hûrîyan, rûpel 74
Abdusamet Yigit

Abdusamet Yigit, di 13'ê adarê 1978'an de li gundê Xirabê Sosina yê Cizîrê hate cîhanê. Nivîskarê kurdî ye. Gundê Xirabê Sosina di neqebîna Nisêbînê û Cizîrê li ser rêya hevîrîşimê dimîne.

Ji ber ku kurd bû, weke demeke jî di zîndanê ma. Ji 1994'an haya 2004'an di zîndanê de ma. Li zindana Erzîromê, Êlihê û Giresunê de ma. Nivîskarê kurdî ye. Pirtûka wî ya pêşî bi navê Feqiyê Teyran bi kurdî derketiye. Li ser wêje, felsefeyê, dadê, civaknasîyê gelek beşên din ên felsefeyê weke vacê û hwd, wê pirtûkên ku wî nivîsandina wê hebin. Bi rêza pirtûkên xwe yên weke yên ´feqiyê teyran´ û ´çîrokên keçelok´ re wê temenekî mazin ê bo çand û wêjeya kurd jî wê çê bike. Gelek mijarên felsefîkî ên weke estetîsmê, civaknasîyê, dadê û hwd jî wê bi teorîkî û felsefîkî wê wan bînê ser ziman. Abdusamet yigit di pirtûkên xwe de wê, mijarên civakî, zimanî, çandî, wêjeyî, dîrokî û hwd, wê bi gelek mijarên din re wê hilde li dest.

Azerbaycan

Azerbaycan an jî Komara Azerbaycanê ( bi azerî : Azərbaycan an jî Azərbaycan Respublikası) welatekî li başûrê rojavayê Ewropayî-Asyayî, cîranî Ermenistan, Tirkiye, Gurcistan, Ûrisya û Îranê ye. Yek ji komarên kevn ên Sovyetîk e.

Welatî, ziman û tiştên Azerbaycanê azerbaycanî ango azerî ne. Rûbera wê nêzîkî 86.600 km² ye û li wir dora 9,5 milyon kesan hene (2013). Serbajarê Azerbaycanê Bakû (bi azerî: Bakı).

Ereb

Ereb (bi erebî: العرب‎, lat. al-ʿarab), gelekî li rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê ye. Piraniya wan bi erebî diaxivin û misilman in.

Fransa

Fransa (bi zimanê fransî: France , /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, Xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/), Navê welat yê fermî Komara Fransî, welatekî Yekîtiya Ewropayê ye ku peytaxta wê Parîs e.

Dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra

Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.

Li gor texmînên 2004an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.

ISO 639

ISO 639,sîstemeka koda navnetewîye ku ji aliyê ISO hatiye diyarkirin ji bona navê hemû zimanê dinyayê bi kurtenavên ji 2 an jî ji 3 tîpa pêk tê bê nîşandin.

Vê gavê ISO 639-1 û ISO 639-2 standardên fermîne û ji aliyê ISO bi avayeki fermî tên bikaranîn. ISO 639-3 jî tê amadekirin.

Koda ISO 639-1 ji 2 tîpa pêk tê. Koda ISO 639-2 ji 3 tîpa pêk tê.

wekok:

Lîsta ISO 639-1 û ISO 639-2;

http://www.loc.gov/standards/iso639-2/php/code_list.php

Kurd

Kurd neteweyeke kevnar a Rojhilata Navîn e, ku piraniya wan li ser axa Kurdistanê dijîn û zimanine hind û ewropî xeber didin. Roja îro dewleta wan a serbixwe tine ye. Piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî gelê kurd ji hêla dewletên nû wek Tirkî, Sûrî, Iraq û welatê Îranê ve hatiye parvekirin û hikûmet û rejîmên van dewletan hebûna kurd, ziman û çanda kurdan înkar dikirin û wan dixwastin ku kurdan asîmile bikin. Hejmara kurdan a îro ne aşkira ye, lê belê li gor hin çavkaniyan li dor 40-50 milyonan e.

Ji bilî herçar dewletên navborî, kurd li Qefqazê (Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycan), Rûsya, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbekistan, Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn (Îsrael, Lubnan û hwd) jî dijîn. Li derveyî welêt diyasporayeke mezin a kurdan heye.

Kîpros

Kîpros (bi yewnanî: Κυπριακή Δημοκρατία, Kipriakí Dhimokratía; tirkî: Kıbrıs Cumhuriyeti) girava sêyem mezinê li nav Deryaya Navîn de ye. Li wir nêzikî 1.1537 milyon mirov (2014) hene.

Serbajarê Kîprosê Nîkosiya ye.

Rojhilata Kurdistanê

Rojhilata Kurdistanê perçeyê Kurdistanê ye ku di nav sînorên Îranê de ye. Jimara nîştecihên vê perçeya Kurdistanê, zêdetirî 10.000.000 kes e ku nîzêkî 1.500.000 kurd li herêma Xurasanê dijîn.

Welat

Welat an jî nîştiman, erda ku neteweyek yan jî neteweyên cuda li ser dijîn. Bo mînak, Kurdistan welatê kurdan û neteweyên din e ku lê dimînin. Ji welatên sînorkirî re dibêjin dewlet; hikûmet û parlamen yan hikumdarê dewletê (key, dîktator, hwd) rêvebirî û sazî û dezgeh û qanûnan ava dikin û bi vî awayî welat û dewletê bi rê ve dibin.

Zimanê almanî

Almanî (yan jî German ango Deutsch) Zimanê fermî yê Welatên Belgiya, Almanya, Îtalya (Südtirol), Liechtenstein, Lûksembûrg, Nemsa, Romanya (Siebenbürgen) û Swîsreyê ye. Li gorî hîn çavkaniyan (Jacques Leclerc, Quebec 2001) hejmara kesên ku almanî weke Zimanê Dayîkê diaxifin 105 milyon e.

Zimanê erebî

Erebî (bi erebî: اللغة العربية al-luġatu al-ʿarabiyya) zimanê erebî ji Malbata zimanê Hamî−Samî ji baskê Samî ye.Qurana Pîroz bi zimanê erebî ye. Alfebeya erebî ji 28 tîpan pêk tê. Ew li welatên mîna Maroko, Cezayir, Tûnis, Misir, Surî, Îraq, Erebistana Siyûdî û din tê gotin. Di heman demê de, di van welatan de zimanê yekem fermî ye.

Zimanê farisî

Farisî an jî farsî zimanekî ji koma zimanên îndo-ewropî ye. Zimanzan farisî dixin beşa îndo-îranî û dibêjin ku farisî yek ji zimanên beşa başûrî rojavayê Îranê ye. Farisî bi kurdî re di warê ziman de ji nêz ve cîran e.

Farisî zimane gelê faris e. Hin afxanî û tacîk jî bi farisî wek zimanê duyem diaxivin.

li îranê 30 milyon , li Afxanistanê 20 milyon, li Tacîkistanê 5 milyon û li Ûzbêkistanê 7 milyon kes bi farisî diaxvin. yanî li dinyayë de 102 milyon kes farisî dizanin.

Zimanê fransî

Zimanê fransî zimanekî ji malbata zimanên hind û ewropî ji şitlê zimanên romanî ye. Ew wek zimanê zikmakî ji aliyê 77 milyon kes, bi yên wek zimanê duyem û bi tevahî 130 milyon kesan ve tê axaftin.

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene; kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Zimanê spanî

Zimanê spanî an jî, bi taybetî li Spanyayê, kastîlî, ji malbata zimanên romanî ye. Çend ji zimanên romanî jî ev in: spanî, fransî, îtalî û portugalî. Zimanên romanî jî lînkeke ji zimanên hind û ewropî ne.

Spanî di Spanya û gelek welatên Amerîkaya başûr û Amerîkaya Navîn de tê bikaranîn.

Zimanê swêdî

Swêdî ji ziman û taybetiyên gelê Swêdê re tê gotin.

Zimanê swêdî yek ji zimanên malbata hind û germanî ye. Ji şaxa zimanên germanî, koma germaniyên bakur, binekoma skandînavî yên rojhilatê ye.

Zimanê tirkî

Zimanê tirkî, zimanê tirkan e û roja îro zimanê fermî yê Tirkiye û Komara Tirk a Bakurê Kîprosê ye. Tirkî zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.

Zimanê tirkî ji balkanan heta Deryaya Qezwînêyê de tê axaftin. 90.000.000 kes bi tirkî diaxive.

Zimanê îngilîzî

Zimanê inglîzî (bi inglîzî: English) zimanê serekî yê li welatên Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Keneda, Awistralya, Zelandaya Nû û hin welatên din e. Inglîzî zimanek ji binemala zimanên hindo-ewropî ye. Li gelek welat ên din jî wek zimanê fermî û herwisa li piraniya welatên dinyayê wek zimanê duhem tê bikarhînan. Ew niha bûye zimanê serekî yên têkiliyên navneteweyî.

Zimanê îtalî

Zimanê îtalî, yek ji malbatên zimanên hind û ewropî de ye. Îtalî mîna fransî, spanî, portûgalî, romanî hwd ji şaxa latînî ye. Ev ziman li Îtalya, kantoneke Swîsreyê, Vatîkan, Slovenya, Kroatiya û San Marînoyê tê axaftin.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.