Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropa, bi kurtasî YE (bi îngilîzî: European Union (EU), elmanî: Europäische Union, frensî: Union européenne), rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 28 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29'ê gulana sala 1986an de li Brukselê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4'em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9'ê gulanê ye. Yekitiya Ewropayê xwedî pasaport û ajonameya hevbeş e.

Yekîtiya Ewropa
Flag of Europe

Alaya Yekîtiya Ewropayê
Dirûşm In varietate concordia
(Yekîtî di pirrengiyê de ye)
Marş Ode an die Freude
Oda şabûnê
EU27 on a globe
Welatên-endamên YE  28
Zimanên fermî  24
Navendên siyasî Belçîka Bruksel
Fransa Parîs
Îngilistan London
Serokê Komîsyona Ewropa Joze Manuel Duraw Barrozu
Serokê Parlemena Ewropayê Êjî Bûzek
Dewleta-serwêr Konseya Wezîran Swêd
1'ê tîrmehê 2009)
Serok Konseya Wezîran Swêd Fredrîk Reynfeldt
1'ê tîrmehê 2009)
Qad
 — Giştî
4,381,376 km2 km²
Gelhe
 — Giştî  (2013)
 — Şênî
505,665,739
116.2/km2 mirov/km²
TBH[1]
 — Giştî (2006)
 — TBH/mirov
$ 17.08·10¹² [1]
$ 39,900
Avabûn
Îmzekirin
Jîndarbûn
Peymana Maastrîxt
7 Sibat 1992
1 Mijdar 1993
Pereyên YE ewro
Demkember UTC ji 0 heta +2
(ji +1 до +3 di pêvajoya Dema havînê de)
Malpera fermî http://europa.eu/

Dîrok

Parzemîna Ewropayê bi sedan salan bû şahidê şerên gelek mezin û dijwar. Di navbera salên 1870 û 1945an Elmanya û Fransayê li hemberî hev sê caran şer kirin. Gelek mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dan. Hîn serokên welatên Ewropî ji bo ku di nav xwe de aştiyeke domdar damezrînin baweriya xwe pê anîn ku divê yekîtiyek aborî û siyasî ava bibe. Piştî Şerê cîhanî yê duyem, welatên ewropî ji bo birînên xwe yên şer derman bike û aştiyek pêk bîne ketin hewldana. Di sala 1950î de ji aliyê Wezîrê karûbarên derveyî yê Fransayê Robert Schuman ve ji bo yekkirina pîşesaziyên komir û hesinê ya welatên Ewropaya Rojava, planek hate danîn. Piştre Peymana Parîsê hate îmzekirin û di encamê de di sala 1951an Civata Komir û Pola ya Ewropayê (CKPE) (European Coal and Steel Community) bi şeş endamên ku ji Belgiya, Elmanyaya Rojava, Luksemburg, Fransa, Îtalya û Holendayê pêk dihat hate damezrandin.[2] Di van welatan de biryarên ku derbarê komir û polayê hatine girtin li saziyeke bilind serbixwe û serwelatî ya bi navê Otoriteya Bilind (High Authority) hate dewirkirin. Serokê yekemîn ya vê saziyê Jean Monnet bû. Di nava çend salan CKPE ew qas serkeftî bû ku şeş welatên endam, di derbarê pêşvebirina hevkariya di nav xwe û ji bo yekkirina beşên an go sektorên din yên aboriyên xwe biryar girtin.

Peyama Romayê, 1957

Di sala 1957an Peymana Romayê îmze kirin. Di encamê de Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (European Atomic Energy Community) û Civata Aboriya Ewropayê (European Economic Community) hate damezrandin. Welatên endam bi darxistina "Bazara Hevbeş" ya di nav xwe de, hemû astengiyên bazirganî ji holê rakirin.

Di sala 1967an, saziyên CKPE, CVAE û CAE yê hatin yekkirin. Ji wê demê pê ve, ji bilî Parlementa Ewropayê,tenê komisyonek û yek dîwana wezîran çêbû.

Di destpêkê de endamên Parlementa Ewropayê ji parlementên neteweyî dihatin hilbijartin. Di sala 1979an hilbijartin hatin lidarxistin. Bi vê riyê li hemwelatiyên welatên endam, derfeta hilbijartina li gor daxwaziyên xwe hate dayîn. Ji wê salê şûn de ji her 5 salan carekê hilbijartin hatin li darxistin.

Peyama Maastrichtê, 1992

Peymana Maastrichtê (1992) ji bo destpêkirina hevkariya di navbera hikûmetên welatên endam bû firsendek nû. Bi tevlîkirina mekanizmeya hevkariya navbera hikûmetan de li sîstema civatê ve, Peymana Maastrichtê Yekîtiya Ewropayê derxist holê.

Di destpêkê de girîngi li ser polîtikayên hevbeş yên di derbarê komir û polayê û polîtikayek hevbeş derbarê cotemeniyê bû. Armancên polîtikayên din bi derbasbûna demê û bi pêwistiyan ve derket holê. Hinek armancên polîtikayên bingehîn bi guherîna şert û mercên demê, hate guherîn.

Bi derbasbûna wextê girîngiya têkiliyên YE bi welatên din re zêdetir bû. YE, bi welatêb din re li ser peymanên bingehîn ya bazirganî û alîkariyê peymanan çêdike û polîtikayên karûbarên hevbeş yên derveyî û ewlekariyê pêşvedixe.

Ji bo ku dewletên endam astengiyên bazirganî yên di navbera xwe de ji holê rakin û ji bona avakirina bazareke ku tê de gerîna kes, xizmet, mal, sermayeyan serbest be, gelek wext derbas bû. Di dawiya sala 1992an de "Bazara Hevbeş" bi şêweyekê fermî hatibû darxistin.

Euro banknotes
Euro li 13 welatên Yekîtiya Ewropayê bûye diravek hevbeş

Di salên 90î de bi rakirina kontorolên gumruk û pasaporta di nav sînorên YE yê hindurîn, li Ewropayê hatin û çûyîn hêsantir bû. Bi vî awayî xwendina zaningehê ya li derveyî welêt jî hêsantir bû. Yekîtiya Ewropayê, di sala 1992an de ji bo derbasbûna li cûreyek diravê ku ev yek wê ji aliyê Banka Navendî ya Ewropayê ve bihate birêvebirin û ji bo Yekîtiya Aborî û Diravî pêşvebixe, biryaran girt. Di 1'ê rêbendanê sala 2002an ji nav 15 endamên Yekîtiya Ewropa 12 welatên endam ji bo bikaranîna dirava hevbeş ya Euro yê dev ji diravên xwe yên neteweyî berdan. Ev 12 welat Belgiya, Almanya, Yewnanistan, Spanya, Fransa, Îrlenda, Îtalya, Luksemburg, Holenda, Austriya, Portûgal û Fînlenda ne. Piştre bi endambûn Slovenya yê hejmara van welatan gihîşt 13 yê.

Dewletên endam

UE-EU-ISO 3166-1
Nexşeya Yekîtiya Ewropa:      endam      berendam

Yekîtiya Ewropayê, bi endambûna gelek welatan roj bi roj fireh û mezin bû. Almanya, Belgiya, Fransa, Holenda, Îtalya, Luksemburg di 1951ê wek damezrêner, Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin di 1973an, Yewnanistan di 1981ê, Spanya û Portûgal di 1986an, Austriya, Fînlenda û Swêd di 1995an, Komara Çek, Estonya, Kîpros, Letonya, Lîtvanya, Macaristan, Malta, Polonya, Slovakya û Slovenya di 1'ê gulana 2004an, û Bulgaristan, Makedonya û Romanya di 2007an bûn endamê Yekîtiya Ewropayê. Di dawiyê de di 1'ê tîrmeha 2013'an de Kroatya bû 28'êmîn endama Yekîtiyê. Ji bilî van Tirkiyê berendamekî Yekîtiya Ewropayê ye. Ji bo bi 28 endamên xwe re pergala ku Yekîtiya Ewropayê li ser ava bûye çalaktir bixebite, divê mekanizmeya biryargirtinê baştir bihata lidarxistin. Ji bo vê yekê Peymana Nice li ser xebat û meşandina YE yê zagon û fermanên nû xist xebitandinê. Ev peyman di 1'ê reşemîya sala 2003'an xebitî.

Pêvajoya firehbûnê

Enlargement of the European Union 77
Pêvajoya Firehbûna YE, ji 1957 heta 2007

Damezrandina Yekîtiya Ewropayê bi îmzekirina Peymana Parîsê (1951) ya ji bo avakirina Civata Komir û Pola ya Ewropayê û bi îmzekirina Peymana Romayê (1957) ya ji bo avakirina Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (EURATOM) û Civata Aborî ya Ewropayê, bi îmzekirina ji aliyê şeş damezrêneran ve pêk hatibû. Hejmara welatên endam piştî şeş welatên damezrêner yên Belgiya, Fransa, Almanya, Îtalya, Luksemburg û Holenda bi pêkhatina 6 pêvajoyên firehbûnê gihîşte 28'ê:

  1. 1973 Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin
  2. 1981 Yewnanistan
  3. 1986 Portûgal û Spanya
  4. 1995 Awistriya, Fînlenda û Swêd
  5. 2004 Kîpros, Malta, Macaristan, Polonya, Slovakya, Letonya, Estonya, Lîtvanya, Komara Çek û Slovenya
  6. 2007 Bulgaristan û Romanya
  7. 2013 Kroatya

Sazî û organ

Saziyên YE

  1. Parlemena Ewropa
  2. Dîwana Wezîran ya YE
  3. Komîsyona YE
  4. Konseya YE
  5. Dîwana Dadê ya Ewropa
  6. Dadgeha Bilind

Saziyên aborî

  1. Banka Nevendî ya Ewropayê
  2. Banka Ramedan ya Ewropayê
  3. Komîta Aborî û Civatî
  4. Komîta Herêman

Herwiha binêre

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. Têrbûna berhemên hundurîn
  2. 1945 -1959 A peaceful Europe – the beginnings of cooperation
Almanya

Almanya (/ˈɑːlˈmɑːnjɑː/; bi almanî: Deutschland, bilêvkirin: [ˈdɔʏtʃlant]), bi fermî Komara Federal a Almanyayê an KFA (bi almanî: Bundesrepublik Deutschland, Guhdar bike ),, dewleteke federal e û cihê xwe di navenda Ewropayê de girtiye. Tixûbên wê digihên Danîmarka, Polenda, Komara Çek, Awistriya, Swîsre, Fransa, Lûksembûrg, Belçîka û Holendayê. Li bakurê Almanyayê Deryaya Bakur û Deryaya Baltik digihine Almanyayê.

Paytext û cihê rûniştina hikûmetê Berlîn e, lê berê wezareta federal li Bonnê bû. Sîstema polîtîk federalî ye û ev sîstem bi şiklê demokratiya parlemanî hatiye organîzekirin. Li gorî benda 20'emîn a destûra bingehîn, Almanya dewleteke federal, demokratîk û sosyal e. Ev dewleta federal ji 16 dewletên federe (dewletên herêmî, federedûgel) pêk tê. Dewleta Federal endamê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, NATO û G8ê ye.

Berendamên Yekîtiya Ewropayê

Berendamên Yekîtiya Ewropayê welatên dike di Yekîtiya Ewropayê kevine an jî ji bo ketine werê beraftin e. Welatên Pîvanên Kopenhagê temam kirîn dikanin endama YE bin. Li wan Bulgaristan û Romanya ve berafî hat temam kirin û di 1'ê sermawezê 2007an de dike endama YE'yê bine. Bi Tirkiye û Xirvatistanê re jî beraftin dewam dikin.

Bruksel

Bruksel (bi flemenî: Brussel, bi fransî: Bruxelles) paytextê Belçîkayê ye û di heman demê de paytexta Yekîtiya Ewropayê û navenda rêxistina NATOê ye jî. Piraniya biryarên Yekîtiya Ewropayê li vî bajarî tên wergirtin. Li vî bajarî sê ziman weke zimanên fermî tên axaftin: flemenî (zaravayekî nederlendî), fransî û almanî.

Bulgaristan

Bulgaristan (bulgarî: България Bǎlgarija) dewleteke li başûr-rojhilatê Ewropayê ye. Li wir nêzîkî 7.200.000 kes hene (2006). Peytextê wê Sofiya ye.

Ewro

Ewro (bi kurdî carina wekî Euro[çavkanî pêwîst e] tê nivîsandin; nîşaneya wî €, koda wî jî EUR ye) diravê hevpar ê pirraniya welatên Yekîtiya Ewropayê ye.

Herêma endamên pereyê hevpar di sala 2015'an de ji van welatan pêk tê:

Almanya

Awistriya

Belgiya

Estonya

Fînland

Fransa

Holand

Îrland

Îtalya

Kîpros

Letonya

Lîtvanya

Lûksembûrg

Malta

Portûgal

Slovakya

Slovenya

Spanya

Yewnanistan

Fransa

Fransa (bi zimanê fransî: France , /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, Xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/), Navê welat yê fermî Komara Fransî, welatekî Yekîtiya Ewropayê ye ku peytaxta wê Parîs e.

Dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra

Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.

Li gor texmînên 2004an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.

Grînlenda

Grînlenda an jî Gronlenda (bi zimanê grînlendî Kalaallit Nunaat, ango "Welatê Grînlandiyan", zimanî danî jî Grønland, ango "Welatê Kesk") girava herî mezina cîhanê ye. Ew navçeyeka Danîmarkayê otonomê teva parzemînê Amerîkaya Bakur e. 1979'a de otonomiya xwe dest xwe xist û di 1985an vir de jî na endama Yekîtiya Ewropayê ye. Grînlendayê di hûndur de bi temamî xweser e, di polîtîkayê derve jî bi Danîmarkayê ve girêda ye.

Komara Îrlendayê

Îrlenda an jî Komara Îrlendayê (bi îrlendî: Éire, bi îngilîzî: Ireland) dewletek Ewropayê ye. Îrlenda endamê Yekîtiya Ewropayê ye. Beşek ji axa Îrlendayê (bakurê welêt) ji sala 1921'ê ve di encama şerê îrlendî-înglîzî ji başûrê welêt hatiye qutkirin û weke Bakurê Îrlendayê di bin desthilatdariya Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlendayê de ye.

Kroatya

Kroatya an Xirvatistan an Kriwatya an jî Kirwatya (bi xirvatî: Hrvatska), welatekî Yûgoslavyaya kevn e. Li Bakur-rojavayê wê çiyayên Alpê dixuyin, li bakur-rojhilatê wê deştên Panonî bi hetanî ku li başûr bighine deryaya Adriyatîk. Welatên ciranê wê Slovenya, Macaristan, Sirbistan, Bosniya û Herzegovîna, û Montenegro ne.

Serbajarê Xirvatistanê Zagreb e. Bajarên mezin ên din ev in: Split, Osijek, Rijeka, Zadar, Slavonski Brod, Dubrovnik, Šibenik, Varaždin û Vinkovci.

Di 1'ê tîrmeha 2013'an de Xirvatistan bû 28'emîn welatê Yekîtiya Ewropayê.

London

London paytexta Ingilîstan û Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlandê ye û herwiha mezintirin bajarê vî welatî û yek ji mezintirîn bajarên Ewropayê ye. Ew li başûra rojhilta Ingilîstanê li ser çemê Thames hilkevtiye. Navenda bajêr gelek kevanar û dêrîn e û weke yek ji bajêrên dîrokî yên cîhanê tê zanîn. Di çaxa navîn de, London bajarekî biçûk û pêkhatî ji çend mehelan bûye, lê di sedsalên berê de, ji ber hatinûçûnên firewan dewrûpişta wî hatiye avakirin û hêdî hêdî bûye bajarekî mezin. Îro London giringtirîn bajêr e di Ingilîstanê de û xwedî pêkhateyeka rêveberî ya berfireh û berbelav e.

Nifûsa Londonê li gor serjimariya sala 2007an, 7,556,900 kesan e û pirnifûstirîn herêma bajarî yê Yekîtiya Ewropayê ye.

Bajarê London ê kevnar ku îro zêdetir ji 2 mîlyon kesan li xwe de cihdike, ji aliyê Romiyan ve hatiye avakirin.

Makezagona Yekîtiya Ewropayê

Makeqanûna Yekîtiya Ewropayê anku Qanûna Bingehîn ya Yekîtiya Ewropayê anku Destûra Yekîtiya Ewropayê qanûnek e di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de lê hê nehatiye pejirandin.

Malta

Malta an jî Komara Maltayê (bi maltayî: Repubblika ta' Malta, bi îngilîzî: Republic of Malta), giraveke li Deryaya Navîn ye. Ew jî di Yekîtiya Ewropayê de ye. Ser nexşeyê me re Malta li başurê Ewropa dibîne. Erdê Maltayê nêzîkî 246 km² ye. Li wir dora 400.000 (di sala 2005an de) kes dijîn.

Parîs

Parîs paytexta Fransa ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye. Li gorî hijmartina sala 2009'an 12.161.542 milyon kes lê dijîn.Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde kes lê dijîn e. Di hemû Ewropayê de jî piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyemîn e, û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezintirîn de ye.

Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin, navendeke herî mezin a tûrîstan e.

Tûnis

Tûnis (bi erebî: الجمهورية التونسية‎, al-Jumhuriyat at-Tunisiyyah) dewletek li Afrîkaya Bakur ye. Li wir nêzîkî 10.982.754 (sal: 2014) kes hene. Paytextê xwe Tûnis e.

Tunisia nûnerê nîv-serokatiyek yekîtiya komara demokrasiyê ye. Ew tenê demokrasî di cîhana erebî de tête dîtin. [21] [22] Lîsteya pêşveçûna mezin a mirovî ye. [17] Peymana peymana ku bi Yekîtiya Ewropayê heye; Endamê La Francophonie, Yekîtiya Ewrûpa Mediterranean, Yekîtiya Lîberê Ereb, Lîgar Ereb, OIC, Zeviya Bazirganiya Azad ya Erebî, Civaka Sahel-Saharan, Civaka Yekîtiya Afrîkayê, Tevgera Niştimanî ya Niştimanî, Koma 77 û helwesta ne-NATO-yê ya Dewletên Yekbûyî qebûl kir. Ji bilî Tunisia jî endamê Neteweyên Yekgirtî û partiyek Dewleta Yekîtiya Rûmetê ya Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ye. Têkiliyên nêzîkî bi Ewrûpayê-taybetî bi Fransayê re [23] û bi Îtalyayê [24] [25] - bi rêya hevkarîya aborî, pispor û pîşesazîkirinê têne kirin.

Di demên kevnar de, Tunisia bi sereke ji aliyê Berbers ve hatibû rûniştin. Koçberiya Phoenician di 12-a Sedsala BZ de destpê kir; Ev koçberan Carthage ava kirin. Hêza mercantileya mezin û dijberiya leşkerî ya Komara Romayê, Carthage ji hêla 146 BC di Rûsyayê de hate şewitandin. Rûsyayê, ku ji bo heşt hezdeh salan ji Tunisia dagir kir, xiristî kir û ji mirinên architectural ên mîna El Djem amphîthevan derket. Piştî ku gelek hewldanên 647-ê dest bi dest pê kir, misilman tevahî Tunisia ji hêla 697 ve hat serkeftî, piştî şoreşa Ottoman di navbera 1534 û 1574. Ottomans ji bo sê sed salan vekişîn. Dabeşkirina fransî ya Tûnis di 1881 de bû. Tûnisî bi Habib Bourguiba re û serxwebûna Tunisî ya di sala 1957 de ragihand. Di sala 2011 de, Şoreşa Tunisî di encamê de serokwezîrê Zine El Abidîn Ben Ali hilweşand. Welat ji bo 26ê cotmeha 2014ê de, ji bo [26] û parlamentoyê li 23ê çiriya paşîna 2014ê de parlamentoyê.[çavkanî pêwîst e]

Zimanê îrlendî

Îrlendî zimanekî ji malbata zimanên hind û ewropî ji şitlê zimanên keltî ye. Li Komara Îrlendayê, Îrlendaya Bakur, ji aliyê hêjmarek kesan li Kanada û Arjentînê tê axaftin. Zimanê fermî yê Komara Îrlendayê, Îrlendaya Bakur, Yekîtiya Ewropayê ye.

Li cîhanê ji aliyê derdora 1.000.000 kesan tê axaftin.

Endamên Yekîtiya Ewropayê û Berendamên Yekîtiya Ewropayê
Endamên yekîtiyê
Berendam

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.