Wîkîferheng

Wîkîferheng ango Wiktionary ferhengeke azad e. Tê de peyv bi wate, rêziman û etîmolojiya wan tên şirovekirin. Di ferhengê de wergerên bi zimanên din jî hene. Di beşa kurdî de peyvên kurdî hene, di beşa îngilîzî an giştî de peyvên hemû zimanan hene.

Projeya Wîkîferheng projeya xwişka Wîkîpediyayê ye. Wekî Wîkîpediya, Wîkîferheng jî Wîkiyek e.

Wîkîferheng
Wiktionary-logo-ku
Wiktionary Main Page ku

Ziman bi 172 zimanî
Xwedî Weqfa Wikimedia
Dirûşm Ferhenga azad
biguherîne

Binihêre

Adar

Adar (avdar an jî axlêve), meha sêyem a salnameya mîladî ya gregoryen e.

Asya

Mezintirîn parzemîna cîhanê ye ku li rojhilat ji Okyanosa Pasîfîk destpêdike ta digihe rêzeçîyayên Ural li rojava û ji Okyanosa Arktîk li bakur xwe digihe Okyanosa Hindê li başûr. Kes, gel û tiştên li yan ji Asyayê asyayî ne.

Başûr

Başûr, aliyê ku Cemsera Başûr a dinyayê lê dimîne.

Duşem

Duşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Duşem anegorî Îslamê roja sêyem a hefteyê ye; lê li gor Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî roja duşemê roja pêşîn a destpêka hefteyê ye.

Gulan

Gulan meha pêncem a salê ye. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn.

Yekê gulanê roja karkerên cîhanê ye.

Nîsan

Nîsan (an jî avrêl) meha çarem e. Nîsan 30 roj diajo.

Paytext

Serbajar an paytext, ew bajar yê ku pirraniya rêveberiya dewletê lê ye, bi taybetî perleman, hikûmet, serokdewlet û hwd.

Her waha Paytexta Kurdistanê Amed e.

Pêncşem

Pêncşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Pêncşem anegorî Îslamê roja şeşem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî çarşem roja çarem a hefteyê ye. Navê rojê ji gotina pènc û şemî tê. Zimanzan didin zanîn ku gotina şemî jî dibe ku ji gotina "şems" a erebî tê, ku tê wateya rojê[çavkanî pêwîst e].

Rojava

Rojava, aliyê roj lê ava dibe ango diçe xwarê.

Sibat

Sibat (şiwat an jî reşemî) meha duyem e.

Sêşem

Sêşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Sêşem anegorî Îslamê roja çarem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî roja sêşemê roja duyem a hefteyê ye.

Tebax

Tebax (an jî gelawêj), meha heştem e.

Tîrmeh

Tîrmeh an temûz an coxînan navê meha heftem e. Meha tîrmeh 31 roj diajo.

Tîr naveke ji bo Sirius e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê 'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve[çavkanî pêwîst e].

Yekşem

Yekşem (li hin herêman lehd an bazar jî dibêjin), rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Yekşem anegorî Îslamê roja duyem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî yekşem roja heftem a hefteyê ye.

Çarşem

Çarşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Çarşem anegorî Îslamê roja pêncem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî çarşem roja sêyem a hefteyê ye. Navê rojê ji gotina çar û şemî tê.

Çiriya paşîn

Çiriya paşîn (sermawez an mijdar an teşrîn an jî çiriya duwê), meha yanzdehem a salnameya gregoriyen e. Çiriya paşîn 30 roj dajo.

Îlon

Îlon (rezber an êlûn an jî gelerezan), meha nehem e. Îlon 30 roj diajo.

În

În an înî yan cume, (bi soranî heynî, zazakî îne) rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Roja înê anegorî Îslamê roja heftem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî în roja pêncem a hefteyê ye.

Şemî

Şemî (bi çend devokan sebt an jî paşînî jî dibêjin), rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Şemî anegorî Îslamê roja pêşîn a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî şemî roja şeşem a hefteyê ye. Gotina şemî li gor hinek zimanzanan dibe ku ji gotina "şems" a erebî tê, ku tê wateya "rojê"[çavkanî pêwîst e].

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.