UNESCO

UNESCO anku United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization (Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) rêxistinek e ya ku piştî Şerê Cîhanê yê duyem (1945) hat damezrandin.

Navenda rêxistinê li Parîsê (Fransa) ye. Sê organê wê hene: Konferansa Tevayî, Konseya birêvebir û Sekreterî. Bi hevkariya welatê endam, li gelek welatan xebatên ji bo perwerde û zaniyariyê dike. Armanca wê ya serekî berfirehkirina aştî û dadperveriyê ye, bi rêka ferhengî û zanistî û perverdeyiyê, li nav welatên dinyayê.

191 welat endamên vê rêxistinê ne.

UNESCO flag
Ala rêxistina UNESCO
Asyaya Navendî

Asyaya Navîn navçeyeke di navenda parzemîna Asyayê de ye. Gorî UNESCO Qazaxistan, Ûzbêkistan , Tacîkistan , Tirkmenistan û Qirgizistan, hin navçeyên Çînê, wek Xinjiang û Tibet, bi tunî Afxanistan, bakur rojhelat Îran û Pakistan di Asyaya Navîn de ne.

Dîrokî ji bo gelên Tirk lê dijiyan wek Turkistanê tê navendin.

Besta binavî ya mezin

Besta Mezin a Mercanî yan Girebesta Mezin a Mercanî yan jî Resîfa Mezin (bi îngilîzî: Great Barrier Reef) navê kome-besteke binavî ya peravên Awistraliyayê ye. Resîfa herî mezin a erdê ye. Sala 1981ê ji aliyê UNESCOyê ve wekî mîrasê xwezaya erdê hate binavkirin. Carnan wê wekî "yek ji heft nuwazeyên cîhanê" jî binavdikin. 11'ê pûşperê 1770 deryavanê brîtanî James Cook vedîtina vê bestê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, navê fermî yê xwermenda herêma Kurdistana Îraqê ye. Mesûd Barzanî serokê Konseya Serokatiya Kurdistanê ye û bi vê boneyê vê demê "Serokê Herêma Kurdistanê" ye.

ISOCARP

International Society of City and Regional Planners (ISOCARP) Komeleya navneteweyî ya mirovî ye ku di nav [[plankirina bajarî] de dixebite. Ew di sala 1965 de hate afirandin. Niha ji wan welatan ji 80 welatan hene. ISOCARP ji aliyê [[Neteweyên Yekbûyî] û Encûmena Ewrûpayê ve tê naskirin. Ew bi UNESCO kar dike. Ew di bin kontrola dewletê de ne.

Kelepora Cîhanê

Kelepora Cîhanê an jî şûnên Kelepora Çandî yê Cîhanê, ev şûnên ko ji layê Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wek Kelepora Cîhanê tên parastin. Li gorî lîsteya UNESCOyê 851 şûnên parastî hene li 140 welatan. Ji wan, 660 şiwînên çandî ne û ji aliyê mirovî ve hatin avakirin û 166 jî şiwînên xweristî ne. 25 ji wan him şiwînên çandî û him jî şiwînên siruştî ne.

Kolik, Adiyeman

Kolik (bi tirkî: Kahta) yek ji navçeyên Semsûrê ye. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 60.700 û bi tevî gundan jî 115.000 e. Rûerdê xwe 1.854 km² ye. Navçe 30 km li rojhilatê Semsûrê ye. 3 şaredarî, 4 nehiye, 84 gund û 115 mezre girêdayî navçeyê ne. Di sala 1954´î de bi Semsûrê ve hatiye girêdan. Li bakûre navçeyê girê navdar Nemrûd heye. Unesco yê ev gir kirîye nav lîsteya mîrasa cîhanê. Her sal bi hezaran mirov ji ciye cûda yê cihanê û bajarên din yê Tirkîye û Kurdîstanê ji bo temaşekirina rojhildanê, rojavayê û peykerên devasa tên bajêr.

Dîroka herêmê wekî ya Kurdistanê ye. Aborî piranî li ser çandiniyê ye. Çandiniya nîsk, ceh, genim, nok, pembo, lazût, kuncî, titûn tê kirin. Herwekî xwedîkirina ajalan û karê mêşhingivê jî heye. Li navçeyê fabrîka tekstîl û keramîk heye mixabin hilberîn kêm e û gelê herêmê xizan e. Li herêmê lêgerînên petrolê û çend jî bîrên petrolê hene. Gel gilîdar e ku li kargehên petrolê tenê Tirkên ku ji rojavayê Tirkiyê didin xebitandin. Ango Kurdan nadin xebitandin.

Machu Picchu

Machu Picchu (wekî Maçû Pîkçû tê bilêvkirin, dibe ku di zimanê kevnexwediyan de bûbe wateya şêwra kevn) yek ji bermahiyên bêhempa yên cîhanê li Perûyê ye. Ji şarezayiya înkayan ye.

Li ser Çiyayên Andê di bilindiya 2.360 m de hatiye çêkirin. Li deşta Urubamba ye û 88 km dûraniya bajarê Cusco de ye. Navê bajêr ê orîgînal nayê zanîn. Piştî hatiye vedîtin, navê lûtkeyek Andê lêdikin. Tê texmînkirin ku di salên 1400'î de hatiye avakirin. Ji ber ku di cihekê asê de ye, dagirkerên spanyolî û çermespiyên din nekarîbûne bibînin û xerabikin.

Bajar di gerekê zanistên Zanîngeha Yale de di 24'ê tîrmehê 1911'î de hatiye vedîtin. Li ser damezrandina bajêr agahiyên sedî sed rast nîn. Tê texmînkirin ku wextekê giregirên oldarên Înkayan li vir jiyane û bajar ji bo parastina wan ji xeterayan hatiye avakirin. Hin angaştên din jî hene lê rastî kes nizane.

Sala 1983'î de kete bin parastina UNESCO û bû yek ji bêhempayên cîhanê. Rojê bi hezaran tûrîst serîlêdana herêmê dike. Bajar wekî pêpelûkan di qûntara çiyê de hatiye avakirin û lê çandiniyeke nûjen hatiye kirin. Pirraniya avahiyên bajêr hêj jî li ser lingan e.

Meksîk

Meksîk (bi spanî: México, bilêvkirin: [ˈme.xi.ko] ( Guhdar bike), bi fermî Dewletên Yekbûyî yên Meksîkê (bi spanî: Estados Unidos Mexicanos, guhdar bike ), welatekî komara federal a Amerîkaya Bakur an Amerîkaya Navîn e. Sînorên Meksîkê ji aliyê bakur ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê; li başûr û rojava ji aliyê Okyanûsa Pasîfîk; li başûr ji aliyê Guatemala, Belîze û Deryaya Karîbê; û ji aliyê rojhilat Kendava Meksîk re cîran in. Roşana nêzî du milyon çargoşe kîlometre (li ser 760.000 sq mi), Meksîk şeşemîn afirandina welatê li Amerîkayê ji aliyê herêma giştî û 13'ê mezintirîn neteweya serbixwe di cîhanê de ye. Bi gelê texmînkirin yên li ser 120 milyon, ev yazdehmîn welatê gelê herî tîrbûnê û welatê spanî-dipeyivî dinyayê de ye, di dema girtinê ya duyemîn welatê herî tîrbûnê de li Amerîkaya Latîn e. Meksîk pêkanîna federasyonê ya ji 31 dewletan û navçeyên federal e, ku bi paytexta xwe ye û nifûsa bajarê herî mezin e. Metrepolên din wek Guadalajara, Monterrey, Puebla, Toluca, Tijuana û León in. Ji %60 nifûsa Meksîkê melez in, ji sedî 10 spî û yên di jî xwediyê axa Meksîkê ne.

Berî Kolombiyayî ya Meksîkî ji gelek şaristaniyên pêşketî wek Mezoamerîkan, wek Olmec, Toltec, Teotihuacan, Zapotec, Maya û Aztec berî têkiliya yekem bi Ewropiyan malê bû. Di sala 1521'an de, di Împaratoriya Spanî ve bi ser ketin û herêmê ji bingeha xwe ya li Meksîkî-Tenochtitlan, ku wekî Cîgirkeyitiya Spanyaya Nû bi rêve kirin hate dagirkirin. Sê sedsalan paşan, ku piştî naskirina ev xaka Meksîkê ya di sala 1821'an de, piştî koloniya Şerê Serxwebûna Meksîkê bû. Dema koza serxwebûnê ji aliyê aboriya nearamî û gelek guhertinên siyasî yên naskirî bû, veguhestin. Şerê Meksîkî-Amerîkî (1846-48) ya li herêmî yên sînor ên bakurê berfireh kirin, yek ji sisyan ji erdê xwe, ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vekişî bû. Şerê Pastry, Şerê Franko-Meksîkî, yek şerê navxweyî, du împaratorî û dîktatoriya malê ya sedsala 19'an de qewimiye. Dîktatorîya Şoreşa Meksîkê ya di sala 1910'an de, ku bi pêşketina Makezagona 1917'an de û derketina holê ya sîstema siyasî ya niha li sertaca welat xistin.

Meksîk ji pazdehmîn afirandina TBH nomînal e û yazdehmîn afirandina ji aliyê parîteya hêza kirînê ye. Aboriya binkategorî bi tundî ji bo hevalbendên xwe Peymana Bazirganîya Azad a Amerîkaya Bakur (NAFTA), bi taybetî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve girêdayî ye. Meksîk cara yekem endamê Amerîkaya Latîn ya tev di sala 1994'an de Rêxistina Aborî ya Hevkarî û Pêşxistinê (OECD) ye. Ev jî weke welatekî asta-navîn ji aliyê Banka Cîhanê û welatekî nû ji pîşesazîya ji alîyê çend analîstên nepenî bû. Ji aliyê sala 2050'an de, Meksîk dikarin bibin pêncemîn an heftemîn aborî ya cîhanê. Li welatê navborî ve hem hêzekî herêmî û hêzekî navîn, û gelek caran wek hêzekî gerdûnî ji holê diyarkirin. Ji ber ku çanda dewlemend û di dîroka xwe de, Meksîk di rêza yekem de li Amerîkayê heftemîn di cîhanê de ji aliyê hejmarek ji Malperên Mîrateyên Cîhanê yên UNESCO ye. Di sala 2015'an de, ew 9'emîn welatê herî serdana di dinyayê de bi 32.1 milyon kesên nûhatî wek navnetewî bû. Meksîk endamê Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Bazirganiya Cîhanê, di G8+5, di G20, di Hevparkirina Tewafiqî û bi awayekî çavdêrên ji sala 2014'an de Rêxistina Navneteweyî ya Frankofonîayê bûye hatiye dîtin.

Mîreteya cihanê

Mîreteya cîhanê, bi ingilîzî; "UNESCO ("United Nations Education, Science and Culture" weke sazîyeka ku cihên li cihanê ên çandî û kûîtûrî kişf dike ji bo parastinê. Ji bo ku mîreteya cihanê were parastin, 175 welatên cihanê mohra xwe da. Bi vê yekê, mîreteya cihanê ji nifşên pêşîyê re bê hiştin. UNESCO, di sale 1972´an de bi konferansekê 38 amede kir û 175 welatan mohr kir. Bi wê, hat binxatkirin ku bi navê "cihane xweza û parastina mîreteya çand" çêkir û da morhkirin. Bi vê yekê, wê dewlemendîyên çandî û xw3ezayî yên cihanê bêna parastin. Ji wan welatan 21 welatan komîtîya " komîtîya parastina mîrase cihanê"(ICOMOS ("International Council on Monuments and Sites) ava kir.

Mîtanî

Mîtanî, anku dewleta Mîtanî yan Xanîgalbat, li gorî dîrokvan Spayizerî[çavkanî pêwîst e], Mîtanî beşek ji sobariyan in. Sobarî jî beşek ji gelên arî û kalikên Kurdan in[çavkanî pêwîst e]. Angorî rojhilatnas Gens, navê Mîtanî ji bo xanedanên dewletê hatiye bikaranîn, qewmekî sobarî bûne û navê welatê wan Xanîgalbat bûye. Beşek ji dewleta Mîtanî li Kurdistana îroyîn e.

Neteweyên Yekbûyî

Neteweyên Yekbûyî (Neteweyên Hevgirtî, Neteweyên Yekgirtî; bi îngilîzî The United Nations) anjî bi kurtî NY mezintirîn rêkxistina navneteweyî ye. NY di sala 1945 hate damezrandin.

Pereira, Kolombiya

Pereira li bajarê Risaralda ya paytexta kolombî ye. Ew di çarçoveyên Andesê de li qada Kafombiya hilberîna Kolombia, li fermî wekî "Axaftina Kafî" tê zanîn. Pereira, li dijî Rest Rest of Coffee Axis, parçeyek Mîrata Cihana Cîhanê ya UNESCO ya ku "Lîneya Çandî ya Kolombia" tê zanîn tê zanîn. Ew bajarokê herî mezin yê li Coffee Axis û bajarokê duyemîn-ê li herêma Paisa, piştî Medellín. Pereira jî parçeyek Navenda Rojhilata Navîn ya Navendî ya Mezin, ku xwedî 709,322 niştecîh hene û ji Pereira û bajarên cîran Dosquebradas û La Virginia de pêk tê

Roma

Roma (bi îtalî: Roma) navê paytexta Îtalyayê ye. Herwekî ji Împaratoriya Romê yan Rom re jî bi kurtî Rom tê gotin.

Bajarê Romayê yê ku paytextê îtalî ye, li navenda welêt dikeve. Ji rûyê avê 37 m bilind e. Bi tevî devedorê xwe hejmara niştecihên bajêr nêzîkî 3,5 milyon e. Rûbera parêzgeha Romayê 1.285,306 km² ye. Bajar b.z. 753'î de, di dema keyê Împaratoriya Rom Romûlo (latînî: Romulus) de hatiye avabûn û navê xwe ji wî digire. Ji sala 1871'î heya niha paytextê îtalî ye.

Rom xwedî arkîtektiyeke bêhempa ye. Navenda bajêr Dêra Petrusê Pîroz (bi latînî: Basilica Sancti Petri) û wargeha Vatîkan ji aliyê UNESCO ve tê parastin.

Zimanê erebî

Erebî (bi erebî: اللغة العربية al-luġatu al-ʿarabiyya) zimanê erebî ji Malbata zimanê Hamî−Samî ji baskê Samî ye.Qurana Pîroz bi zimanê erebî ye. Alfebeya erebî ji 28 tîpan pêk tê. Ew li welatên mîna Maroko, Cezayir, Tûnis, Misir, Surî, Îraq, Erebistana Siyûdî û din tê gotin. Di heman demê de, di van welatan de zimanê yekem fermî ye.

Çemê Seine

Seine (keltî: Sequana) çemekî li bakura Fransayê ye. Ew ji herêma Burgundê nêzî Dijonê dizê, ji rohelat de berve rojava diherike û li Le Havre jî teva La Manche dibe. Bi 776 km dirêjahiya xwe ew sêyem dirêjtir çemê Fransayê ye.

Ew çemên girîngên ko li ser rûbarî wî çêbûnî Paris, Troyes û Rouen in.

Beravên wî yên di Parîsê de ji hêlê UNESCO de wek Mîratên Dinê tê hesandin. Hin milên wêyên girîng li rojhelat Aube , Marne û Oise û li başûr Yonne û Eure ne. Hin çemên dinên ko teva wî dibin Loing, Essonne, Epte, Andelle, Risle ne.

Ew bi kanalan Schelde, Maas, Rhein, Saône û Loire ve hatiye girêdane. Ew xwe li ser Normandie bi rûbarê xwe pir badida. Di rûbara wî de heta 560 km mirov dikare bi keştiyan here.

Seine heta 1968ê navê Departmaneka bû jî lê ew ji pê re wek Paris (75), Hauts-de-Seine (92), Seine-Saint-Denis (93) û Val-de-Marne (94) hate kirina 4 paran.

Çiyayê Nemrûdê

Çiyayê Nemrûdê (bi tirkî: Nemrut Dağı, bi ermenî: նեմրութ) çiyayekî li parêzgeha Adiyemanê li başûr rojhelatê Anatoliyayê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolîkê ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Torosê de ye û bilindahiya wî 2.150 m ye.

Li ser tapika wî parêzgeh û gora keyên Komegene hêne. Ew ji aliyê keyê Komegene Antiochos I (69–36 b.z.) û bavê wî Mithradates I ve (109–69 b.z.) hatî bû çêkirin. Ew ji bo wek nîşana aşitiya êzidokên yewnan û persan hatî bû avakirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir.

Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881'an de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953'an dewam kirî bû.

Di 1987'an de UNESCO ew têxiste Kelepora Cîhanê.

Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûdê sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene . Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.