Theodosius I

Theodosius I an Theodosiusê Mezin (wekî Teodosiyo I an Teodosiyoyê Yekem jî tê nivîsandin) bi navê tam bi latînî Flavius Theodosius ( 11'ê rêbendanê 347, Spanya-17'ê rêbendanê 395 Milan), yek ji împaratorên împaratoriya Romê bû. Ew di navbera 379'an û 394'an de împarator bû û hikumdarê Împaratoriya Romê ya dawî bû. Li wî şûnda êdî împaratorî bi tunî û bi dawî bû du paran.

Di dema hikumkirina Theodosius I de xiristiyanî li Împaratoriyê bû olê fermî.

Roman empire 395
Împaratoriya Romê ya dema Theodosius I (395) mirîbû

Jiyan û împaratorî

Theodosius bi gumanî, di 11 rêbendanê 347 li Cauca, di navçeya Galîçya de hatî bû dinê. Bavê wî leşkerekî mezin ê împarator Valentinianus I bû.

Ew wek leşkerakî li bin destên bavê xwe mezin bû. Brîtanya, hembera Elmanan, Sarmatan ew bi bavê xwe re keta şêran. Di sala 374an de ew bû mîrzayê Moseien, Balkanan. Wê demê bavê wî jî hat şandina Efrîka. Dema ew li Balkanan mîrza bû li wir Sarmat bin xistin.

Di 376an de Theodosius leşkerî ber da û çû dîyara xweya ji dayik bûyî, Spanya. Gorî hin gotinan, ew ji bo bavê xwe wê salê de hatî kuştî bû vegeriya spanya. Lê ew nê vebirî ye bi çi sedem vegeriya. Ew li wir bi Aelia Flacilla re zewiciya. Ji wê de 2 lawên Arcadius, Honorius û keçaka xwe Pulcheria bû.

Di 378an de di Cenga Adrianopel(îroj, li Edirne) hembera Gotan de împaratorê Împaratoriya Romaya Rojhelat Valens mir. Gotan, li ber Romayan, hembera Hunan bin ketî bûn û Koça Qoman dest pê kirî bû. Împaratorê Roma ewna li Awûstarya bicih kirî bûn, lê ewna ji bo kêmaviyê xwarinê raperiyan û Cenga Adrianopel der ket. Gotan artêşa Roma bi piranî tune kirin. Vê sedemê wê demê İmparatorî Romaya Rojava Gratian ji Spanya de banga Thedosius kir. Li paytextê Sirmium Gratian ew wek serok generalê Illyrien, Balkanan da zanîn. Di 19'ê rebendanê 379an de jî Gratian ew wek Augustusê, ango împaratorê, rojhelat da zanîn. Ew bû împaratorê Rojhalata Roma.

Tesalonîkî (Thessaloniki) kira paytexta xwe û êrîşên Gotan li Balkanan û Trakya heta 380 rawestandin û wê salê de keta Konstantinopolis. Lê, pê re ew hembera wan bin ket. Wî ji împaratorê Rojava Gratian alîkarî xwest. Gratian alîkarî kir jî Makedonya beşdariya împaratoriya rojava kir. Wê çaxe, di demekê de Thedosius gelek nexweş bû.

Di 3. kewçerê 382an de ew bi Gotan va ji bo peymanakê li hev hat. Gorî wê peymanê Got dikir li dor Tuna bicih bina û dema şêran de jî bi leşkerê Roma bû ne. Bi wê peymanê re di dîroka Roma de Germen car herî peş de wek niştewar hat pejirandin. Balkan wek otonom û Got niştewarê dewletê bûn, lê dikir bi jinên Roma re nikanîna bizewîcin e.

Theodosius I. Roman Coin
Theodosius I li ser perikakê

Yek kirina Împaratoriyê

Di 383an de împaratorê rojava Gratian di serhildanakê de li Lyonê hat kuştin. Serhildar Maximus li rojava derve îtalya împaratorî bi tunî dest xwe xist. Li îtalya jî birayê Gratian Valentinian II derbaza textê bû.

Ji bo ew di amedekirna seferakaka Sasanî de bû, balaxwe ne da Maximus. Di 387an de Thedosius bi Sasanîyan re peymanaka aşitîye kir. Gorî wê Ermenistan navbera Roma û Sasaniyan hat par ve kirin.

Di 388an de wî bi dawî êrîşa Maximus kir. Artêşa Maximus bin xist û Maximus hat kuştin. Li serkeftina Maximus şunda wî împaratorî bi tunî dest xwe xist jî Valentinian II li rojava wek împarator hîşt. Thedosius di 13'ê puşpêrê 389an de keta Rom. Ew di 391an de çû Konstantinopel

Di 15'ê gulanê 392an de, împaratorê rojava Valentinian II. bi darda kirin hatî bû kuştin. Eugenis derbaza şuna Valentinian II.. Theodosius di 383an de lawên xwe Arcadius û Honrius wek Arcadius dane zanîn. Ji pê re Thedosius bi 100.000 leşkeran, leşkerên Got jî he bûn, çû ser Rom. Wî artêşa rojava di Cenga Frigidus de bin xist. Thedosius êdî împaratorî kira yek û bi tenê kargerand.

Xiristîyanî

Theodosius di 380an de li Konstantinopel xiristîyaniya Nicea wek olê fermiyê împaratorî da zanîn. Di 381an de wî Konsûla Konstantinopolisa yekem kom kir. Wî paganîzm li Roma qedexe kir. Ji bo wê sedemê di 393an de Olîmpîyatê Atîna jî qedexe kirin.

Bibîne

Arkadiyo

Arcadius (*377 li Spanya; † 1'ê gulanê 408 li Konstantinopolis) bi tunî Flavius Arcadius, împaratorekî împaratoriya Bîzans bû. Wî navbera 395an û 408an de împaratorî kergar kir.

Arcadius lawê Theodosius I ê herî mezin û birayê Honorius, împaratorê İmparatoriya Romaya Rojava, bû. Bavî wî ew di 383an de wek Augustus, ango împarator, da zanîn. Ew bi fermî jî di 395an de, pê împaratorî êdî vebirî bû du paran re, derbaza texta rojhelata împaratorîye bû.

Împarator Arcadius sê qîzên û lawekî xwe he bûn. Li wan qîzan de ya bi navê Aelia Pulcheria di 414an de wek împaratorbanû(şahbanû) derbaza textê Împaratoriya Romaya Rojhelat bû. Lawê xwe Theodosius II jî, ji pê Arcadius mir re di 408an de derbaza textê împaratorîye bû.

Herran

Herran an jî Heran li bakorê kurdistanê ye (bi tirkî: Harran) u yek ji navçeyên Rihayê ye.

Herêm xwedî dîrokeke gelek kevn û dewlemend e. Ev bajar weke bajarê kevnar ê Herranê tê zanîn ku gelek bermahiyên wî yên dîrokî hê jî peyda ne, bi taybetî li nêzî sînora Sûriyê. Bajar bi malên xwe yên celbî ku xwediyê xuyabûneke cuda ne - wek hêlînên mêşên hingivan - bi nav û deng e. Di sala 1270'î de Mongolan hemî dewlemendiya herêmê rûxandine û talankirine.

Herran 44 km li başûr-rojhilatê bajarê Rihayê disekine. Jimara gelheya bajêr 7'370, ya navçê jî 61'520 e (sal 2008). Pirraniya rûniştvanên Herranê ereb in. Bajar û dora xwe di sala 1987'î de bûne navçe. 76 gund û 14 mezreyê wê hene.

Honorius

Honorius (9'ê rezberê 384; 15'ê gelawêjê 423an Ravenna), bi tunî Flavius Honorius, yek ji împaratorên Împeratoriya Romê ya Rojavaê di navbera 395an û 423an de împaratorî kergar kirî bû.

Honorius lawê împarator Theodosius I û birayê Arcadius, împaratorê împaratoriya Bîzans bû.

Dema împaratoriya Honorius de German di dema Koça Qoman de êrîşa împaratoriyê dikir. Di 406an de Barbaran hin xakên Hispanya û Galya dagir kirin û Brîtanya bi tunî ji destên Roma derket.

Di dema Honorius, di 410an de bajarê Roma bi destên Vîzîgotan hat dagir kirin. Dîsa di wê demê de Honorius ji tirsên Vîzîgotan û Vandalan re paytext ji Milanê de birî bû Ravennayê.

Li der êrîşên Germanan bêtir li hundura împaratoriyê de wek Galya, Brîtanya û Efrîka jî serîhildan der diketin.

Honorius di 15'ê gelawêjê 423an de mir û ji pê wî re xwarzîye xwe Valentinian III derbaza textê bû.

Koça Qewman

Koça Qoman an jî Dema Koçê (bi ingîlîzî, migration period) Herka Barbaran (bi ingîlîzî, barbarian invasions) navekê dîrokzanan daye koçên di navbera 300anan û 700anan hatî dî bû. Bi wan koçan re li Ewropa çaxa Antîka dereng xelas dibe serdema navîn dest pê dike.

Di koçê de Got, Vandal û Frankan, û hin gelên dinên germanî û slavî hat koç kirî bû. Gorî hin dîrokzanan koç kengê hunan li Asya Navîn de dest bi koç kirinê dike şunda dest pê dike. Hunan ber bi Ewropa û Rûsya koç kirin şunda gelên din jî ji pêra koç kirin.

Wê koçê heta salên 1000an dewam kir û paş koçê re Slav, alan, avar, bulgar, macar, peçenek, kuman û tataran etnîk avahiya Ewropaya Rojava gelek hat guhertin.

Li ber hunan li Ewropaya gotan, di sedsala 2'an de ji Polonyaya îroj de ber bi Derya Reş koç kirin. Bi wê koçê re wan vandal û markommenên başûr de, Burgundan jî ber bi rojava koçê re zor kirin. Ew koçaka gelaya mezina herî pêş de bû. Li dor 290an gotan wek vizigot, ango "gotên rojavayî" û ostrogot an "gotên rojhelatî" bûn du paran. Ostrogot li dor Derya Reş li Ukranyaya îroj, vîzîgot jî li Balkanan li bakurê Danûb bicih bûn.

Nêzî dema koça gotan, langobardana ji Elbe de ber bi navbera Awûstûrya û Çêka îroj koç kirin.

Lîsteya împeratorên Romê

Di Lîsteya împeratorên Romê de hemû împeratorên Împeratoriya Romê di nava xwe de dihewînê, ji Augustusê ku di sedsala 1'an BZ de Prinzipat damezirand, heta Herakleios ku dema desthilata wî di 610–641 PZ weke dawiya Serdema Antîkê tê binavkirin. Hinek Lêkolîner weke dawiya Serdema Antîkê demên berê, weke demên Romulus Augustulus, Justinian I. anjî Maurikios destnîşan dikin.

Valens

Flavius Valens (zayîn, li Cibalae, herêma Panonniayê (îro Vincovci, li Kroatiyayê ye) 328 - mirin, 9'ê gelawêjê 378 li Şerê Adrianopolisê) yek ji împeratorên Romê yê ku li rojava di navbera 364'an û 378'an de împeratorî kargêr kirî bû.

Împeratoriya Bîzansê

Împeratoriya Bîzansê (bi yewnanî: Βασιλεία τῶν Ῥωμαίων, Basileía tōn Rhōmaíōn) an jî Împeratoriya Romayê ya Rojhelat, împeratoriyeke li Konstantinopolisê (îroj, Stenbol) hatibû damezrandin û hin deman sînorên xwe heta Maxrîb û Nîvgirava Erebistanê gêhîştibû. Mirov bi kurtî Bîzans jê re dibêje.

Ew paş împerator Konstantîn di 330an p.z. de Konstantinopolis kira paytexta Împeratoriya Romayê hat saz kirin. Gorî hin dîrokzanan jî sazkirina Împeratoriyê kengê ku di 395an de Împeratoriya Roma par ve du paran bû ye. Ew paş Împeratoriya Osmanî di 1453an de Konstantinopolis dest xwe xist şunda hilweşî ye.

Împeratoriya Romê ya Rojava

Împeratoriya Romê ya Rojava împeratoriya paş Împeratoriya Romê re li rojava dewam kirî bû. Ew di 395an, pê împeratorî Roma Theodosius I împeratorî navbera du lawên xwe Honorius(rojava) û Arcadius(rojhelat) de kire du paran re saz bû û di 476an de jî hilweşî bû. Lê hin sala hilwaşî bûna împeratorî wek 568an dibînin.

Împeratorê Romê ya Rojavayî pêşin lawê Theodosius Iî biçûk Honorius bû. Dema Honorius de bi Koça Qoman re êrîşayên Vandalanê Roma dest pê kir. Kênge êrîşên Vandalan dest pê kir Honorius di 402an de paytext ji Revenna de bire Milan e.

Di 406an de Gotan, Sueban Alanan bi bandora koça Hunanê ji rojhelat re êrîşa Îtalya kirin. Ji pê gelek cengan re di 418an de Vîzîgotan bi dawî wek federatîf li Hispanya hatin bicîh kirin.

Di 423an de Valentinian III derbaza textê bû. Dema Valentinian III de xakên li Efrîka ji destên Roma derketin, bakur rojavaya Hispanya bi destên Sueban hat dagir kirin. Galya di 436an de dest bi Hunan ket. 451an de Atilla hat bin xistin û êrîşên Hunan hatin rawestandin.

Lê êrîşên gelên germanên wek Vandalan, Vîzîgot, Burgundan dewam kir. Di 476an de serdarê Germanan Odoaker, yek ji serdarên Atilla bû, texta Roma dest xwe xist û dawiya împeratoriya Romaya rojava da. Di dawiya sedsala 5'an de xakên împeratoriyê bi piranî destên Vandal û Vîzîgotan hat dagir kirin.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.