Têrbûna berhemên hundirî

Têrbûna berhemên hundirî[çavkanî pêwîst e] (kinbûn: TBH[çavkanî pêwîst e]; înglîzî Gross Domestic Product, GDP) hemû mal, berhem û xizmetan bihayê giştî yê bar dike, ên di nava salekî de di nava sînorên neteweyî yên aboriya neteweyî dikin. Bi vî awayî tenê dikarî hemû mal ên dawî ango mal ên li ser asta bikaranîna-dawî, wek encama aborî tomar bikin. Di nav bikaranîna hesaba malên ne bi rasterastî de, lê hema di Wargehê de danînê dikin, wek guherandinên di Pişkên hesibandin.

Li hember Têrbûna Hatina Salê ya Neteweyî hesaba TBH'ê bi tenê ji bo alîkariyên alîyê Nîştecîhan de pêk tîne, ku di bin navê prensîba navxweyî serî ye. Têrbûna Hatina Salê ya Neteweyî li aliyê din jî li ser rêgezên prensîba navxweyî dadmend e. Eger ji TBH'ê amortîsman were dabirîn, wê ji Berhemên Net Neteweyî (BNN) were dayîn.

TBH'ê di pîvana encama aborî yên di warê aborî de di demeke dayîn e. Rêjeya guhertina di TBH'ê raste ku wek nîşana mezinbûna aborîyê de bikarhênerên netewîyên ji faktora herî girîng bikar tînin.

Têrbûna berhemên hundirî dikare ji bo Dewletan û bi Yekîneyên Îdarî yên cografîk de were wergirtin. Bi qismî warê Têrbûna Berhemên Herêmî, Têrbûna Berhemên Bajar, Têrbûna Berhemên Cîhanê û yên din jî têne bikaranîn.

Parçeyên Kurdistanê Têrbûna berhemên hundirî (USD)
Bakurê Kurdistanê 56.315.366.221,89 USD
Başûrê Kurdistanê 23.600.000.000,00 USD[1]
Rojhilata Kurdistanê 20.034.364.910,00 USD[2]
Rojavaya Kurdistanê 6.000.000.000,00 USD
Bi tevayî 105.949.731.131,89 USD
Countries by GDP (Nominal) in 2014
Welatên li ser asta Têrbûna Berhemên Hundurîn ya binavkirî.

Berhevkirina daneyên û Hesab

Berhevkirina daneyên

Bi naskirina zêdebûna buhayê ji ber ku sala basîs, dikare TBH rast bikaranîna hesabkirinê ji formula TBH'ê binavkirî bîne:

TBH-Deflator

TBH û BNN

Têrbûna Hatina Salê ya Neteweyî li aliyê din jî li ser rêgezên prensîba navxweyî dadmend e. Eger ji TBH'ê Amortîsman were dabirîn, wê ji Berhemên Net Neteweyî (BNN) were dayîn.

+ Têrbûna Berhemên Hundurîn
− Amortîsman

= Berhemên Net Neteweyî

TBH'a bernîşane

Têrbûna Berhemên Cîhanê û Hêza Aborî

Têrbûna Berhemên Cîhanê (TBC), jî Têrbûna Berhemên Hundurîn-Cîhan binav kirîye, di sala 2007 de bû bi 54.274 Mîlyar US$. Li Welatên endustrîyel parmenda ji 70,8 % ye, ev dike 38.400 Mîlyar US$. Welatên pêşxistin ku ji 25,9 % e û ev dike 14.100 Mîlyar US$. Ji 3 % parmend li ser Başûrrojhilatê-Ewrûpa ye.

Dewletên bi bilindtirînên TBH – Yekbûyî yên Dewleta Amerîkayê, Japon, Almanya, Îngilîstan û Fransa – bi tenê bikarhênerên hesibandinên ji 50,7 % hilket. Ev gorî 27,5 Trîlyon US$. Tenê Dewletên di „Top Ten“ de parmenda TBH'a bilindtirîn ji 67,1 % ya TBH-Cîhan (36,4 Trîlyon US$).

Têrbûna Berhemên Herêmî 2007
Herêm TBH li US$ ji % TBC (Têrbûna Berhemên Cîhanê)
Amerîkaya Bakur 15.242 Mîlyar 28,0 %
Amerîkaya Navîn û Karîbîk 1.156 Mîlyar 2,1 %
Amerîkaya Başûr 2.378 Mîlyar 4,4 %
Ewrûpa 17.589 Mîlyar 32,4 %
Rojhilata Navîn 1.407 Mîlyar 2,6 %
Afrîka 1.253 Mîlyar 2,3 %
Başûr-Rojhilatê Ewrûpa û
Cîvata Welatên Serbixwe
1.782 Mîlyar 3,3 %
Asya 12.392 Mîlyar 22,8 %
Okyanûsya 1.074 Mîlyar 2,0 %
Têrbûna Berhemên Cîhanê (TBH) 54.273 Mîlyar 100,0 %

TBH ji her Serî û Dewlemendbûn

Têrbûna Berhemên Hundurîn ji her Serî wek. TBH ji her Gelhe dide ber hev, ji hev cuda:

Têrbûna Berhemên Hundurîn her Serî 2013
Rêz Welat TBH her Serî
Welatên di warê aborî de pêşketî 41.520
Welatên di warê aborî de paşketî 7.284
0. Yekîtiya Ewropayê 31.947
1. Flag of Qatar.svg Qatar 103.401
2. Flag of Luxembourg.svg Lûksembûrg 77.935
3. Flag of Singapore.svg Singapûr 62.428
6. Flag of the United States.svg DYA 52.839
8. Swîsre Swîsre 45.999
11. Awistriya Awistriya 42.553
18. Almanya Almanya 39.468
21. Flag of the United Kingdom.svg Keyaniya Yekbûyî 37.299
22. Flag of Japan.svg Japonya 37.135
24. Flag of France.svg Fransa 35.680
92. Flag of the People's Republic of China.svg Çîn 9.828
186. Flag of the Democratic Republic of the Congo.svg Komara Demokratîk a Kongo 382

Çavkanî

  1. http://investingroup.org/review/236/determined-to-grow-economy-kurdistan/
  2. http://www.miyanali.com/altay2010/47
Japon

Japon an Japonya an Japan an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Ohotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.

Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.

Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e. Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.

Çîn

Çîn, her wiha Çînistan, bi navê xwe yê fermî Komara Gel a Çînê (bi çînî: 中华人民共和国, lat. Zhōnghuá Rénmín Gònghéguó), dewletekî unîter û serwer e li Asyaya Rojhilat. Ji avakirina wê ya 1949ê vir ve ji aliyê partiya komunîst a Çînê ve tê rêveberin. Çîn di cîhanê de; bi nifûsa xwe ya dora 1,404 mîlyarî re, welatê ku xwediyê nifûsa herî pir e û her wiha ji aliyê rûerda xwe ya 9.596.960 km2 re duyemîn welatê herî mezin e û ji aliyê tevahiya qadê ve jî sêyemîn an jî çaremîn welat e. 22 parêzgeh, 5 herêma otonom, 4 şaredariyên ku bi rasterast tê birêveberin û 2 herêmên taybet (Hong Kong û Makao) ên Çînê hene; jê pêve daxwaziya wê ya serweriya Taywanê heye.

Çîn; wekî yek ji şaristaniyên cîhanê li deşta bakurê Çînê di tejaneya çemê Zer a berhemdar de derket holê. Sîstema polîtîk a Çînê li ser xanedanan an jî monarşiyê ya ku bi xanedana Xia destpê kiriye ya ku bi navûdeng e û hezaran sal berdewan kirine. Ji xanedanên ewil de Çîn gelek caran fireh bûye, ji hev belav bûye û car din gihiştiye hev. Di 1912a de komara Çînê (KÇ), li şûna xanedana dawî ketiye ser rêveberiyê û heta 1949a li ser karê bûye û Çîna Parzemînê rê ve biriye ku di vê salê de di şerê Navxweyî yê Çînê de ji aliyê artêşa rizgariya gel ve hat têkbirin. Partiya Komunîst di 21ê Îlona 1949a de di Pekînê de, dewleta Komara Gel a Çînê (KGÇ) ava kir; hikûmeta KÇ jî xwe vekişiya Taywanê û wekî de facto bajarê Taipei ji xwe re kir paytext. Him KÇ û him jî KGÇ diparêzin ku yekane xwediyê hemû Çînê ya meşrû ew in. Lê belê KGÇ di tevahiya Cîhanê de ya herî naskirî ye û li ba KÇ, rêveberiya xwe li ser erdên mezin û nifûsa pirtir didomîne.

Ji peyitandina reformên aboriyê ya 1979a vir ve aboriya Çînê, aboriya herî bi lez a Cîhanê ye ku mezin dibe. Di 2016a de aboriya Çînê; ji aliyê têrbûna berhemên hundirî ve aboriya duyemîn a herî mezin a Cîhanê û ji aliyê parîteya hêza kirînê ve aboriya herî mezin a Cîhanê ye. Bi ser de di hinardekariyê de ya herî mezin û di hawirdekariyê de ya duyemîn mezin e. Çekên nukleer ên Çînê hene û ji aliyê hejmara leşkerên çalak ve di cîhanê de yekemîn e û ji aliyê budceya parastinê ve duyemîn mezin ê cîhanê ye. KGÇ endama Neteweyên Yekbûyî ye û di sala 1971ê de li konseya ewlekariyê ya NY wekî endama timî ket şûna KÇyê. Her wiha Çîn endamê gelek rêxistinên fermî û nefermî ne yên mîna rêxistina bazirganiyê ya cîhanê (WTO), BRICS, APEC, rêxistina hevkariya Şanghayê, G20 û hwd. in. Çîn, bi taybetî li Asyayê hêzeke girîng a herêmî ye û di salên dawiyê de her diçe rolekî mezintir hildigre ku wekî hêze super tê binavkirin. Bi 14 dewletan re sînorê wî heye: Viyetnam, Laos, Bîrmanya, Hîndistan, Bûtan, Nepal, Pakistan, Afxanistan, Tacikistan, Qirgizistan, Qezexistan, Rûsya, Mongolya û Koreya Bakur.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.