Serdema Bronzê

Serdema bronz an jî Serdema tûnc, navê demekê ye ku mirov ji amêjena  bronzê amûr çêdikirin.[1]

Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye, herwiha halîtayek/pêhatiyek e ku ji sedî 90 ji paxir û ji sedî 10 ji qilê pêk tê. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera  salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.[2] Heya wê demê, mirovahî aletên xwe yên metalî ji metalên wek zêr, zîv û paxir/sifir çêdikirin û ew metal bi awayê xwe yê xwezayî dihatin bikaranîn.

Serdema bronzê dewra navîn a Sîstema Periyodîk a sê beshî ye ku ji aliyê dîroknasê çaxa kevnar Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye amadekirin. Li gorî vê sîstemê dîroka zûkayî ya ewropî û medîteran‘ ji sê beshan pêk tê ku navên wan ‚çaxa kevirî‘, çaxa bronzî û çaxa hesinî ye.

Navê „serdema bronzê“ di sala 1836ê de cara ewil di rojnameyeke muzeyan de ji aliyê dîroknasê danîmarkî Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye bikaranîn.

Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir bûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.

Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn.

Urnenfelder panoply
Hin amûrên giştî yên ku heta domahiya serdema bronzê hatine çêkirin.

Çandinî

Tomb of Nakht (2)
Dîmenekê çandinî ya xelkê misirê.

Di serdema bronzê de xwirdeyên yawanî (direwîn) êdî parçeya girîng a diyetê nebûn. Çandinî di wexta sumeriyan de dest pê kiri bû.

Çandinî ji nêçîrvanî pirtir ji mirovan re destek didan.diramet, ji bo dan û standin û bikaranîna zivistanê, dikaribûn bên veşartin.

Xelkên mezopotamyayê ji bo axên çandinî yên kêrhatî di navbera xwe de şer kirin û bi vî awayî jî şahînşahî derketin holê. Piştî demeke kin xelkê misirê ku li geliyê Nîl ê berdar de dijîyan, gelheya xwe zêde kirin. Bi vî awayî jî ew hejmara şervanên xwe jî zêde kirin û ev hejmar ji bo berfirehkirina şahînşahê sê qat ji şahînşahê sumeriyan zêde bûn. 

Li Sumerê ceh dirameta yekem bû. Li ber ceh genim, sêv, tirî û xurme jî dihatin gihandin. Çandiniya mezopotamyayê ji aliyê çemên dîcle û firatê ve dihatin sînordarkirin û destekirin. Sêlav ji berfên ku di serê bihar û havînê de li ser çiyayên bakurê kurdistanê dibariyan, pêk dihatin.

Mêşin û bizin bi giştî ji bo goşt, şîr, rûn û pênîrê hatin kêdîkirin. Bajerê mezin yê bi navê Ur qadekê nêzîkî 50 hektarî cih digirtin.Ew xwediyê 10.000 ajalê bûn. Gelheya bajarê 6.000 kes bûn û hêza karkirinê ya 3.000 kesî yê wê jî hebûn. Digel vê jî xakeke 3.000 donimî ya şarê Ur çandî bû.

Galerî

Gefuding Gui

Kaseyekê meyê ya ji serdema bronzê ya Çînê.

Çavkanî

  1. Childe V.G. 1930. The bronze age. New York: Macmillan.
  2. Pernicka E. et al 2003. Early Bronze Age metallurgy in the northeast Aegean. In: Wagner G.A., Pernicka E. and Uerpmann H-P. (eds) Troia and the Troad: scientific approaches, natural science in archaeology. Berlin; London : Springer, 143–172.ISBN 3-540-43711-8
Hesin

Hesin an jî Asin (bi latînî: Ferrum) metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye. Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çarem e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e.

Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker (îng: reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena (îng: alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn.

Hinga hesin bi karbonê re heta germahiya 1420–1470K tê kelandin di hundirê şileya helînek a ku pêk tê de, 96,5% hesin û 3,5% karbon heye ku av amêjen weke hesinê darêjtî tê binavkirin. Lê berî ku ev amêjen were bikaranîn divê reaksiyona dekarburasyonê pêk were, ji ber ku ev amêje hê jî gelekî qurfok e.

Serdema hesinî

Serdema hesînî, heyna piştî serdema bronzê ye. Hilberiya hesinê di salên 1200î yên beriya zayînê de li Anatolyayê dest pê kiriye lê hin berjeng nîşan didin ku ew ji vê dîrokê zûtir dest pê kiriye.Li Mezopotamyayê, di herêmên Sumeriyan, Asûriyan û Akadiyan de, dibe ku hesin di sala 3000î beriya zayînê de dest pê kiribe. Yek ji berên hesinî yên helandî yên herî kevin ên ku ji aliyê me ve tê zanîn, xencerek bû ku li nav mezelekî hattiyan ê bi tarîxê 2500î BZ hatiye dîtin. Bikaranîna giştî ya çekên hesinî yê ku cihê çekên bronzî girt, di destpêka sedsala 10em a BZ de li Rojhilata Nêzîk belave bû.

Ji beriya vê demê, mirov amûrên bronz an berheste û qir û qaf bikaranîn. Ew çotkarî dikirin û bi awayekî kombûyî dijiyan. Wekî serdemên berê, di heman demê de li her cih serdema hesinê dest pê nekiriye. Gelên Ewropayî, Efrîkayî û Asyayî heta sala 500î BZ derbasî serdema hesinê kirin.

Dîtina hesinê asayî bû lê çêkirina amûrên hesinî zor bû. Sedema wê jî, germahiya helînê ya hesinê ji bronzê zêdetir bû. Wexta ku mirovan fêrî çêkirina amûrên hesinî bûn, pîşeyeke bi navê hesinkerî derket holê. Bi van amûrên baş û zêde, cotkar karibûn berhemenên zeviyê zêde bikin. Digel vê yekê, hinek mirov hebûn ku pereyên daringî dahênandin da ku ew ji bo danûstandinê bibe alîkariyek.

Hesin, tesîrê qadên şerî jî kir. Mirovan zirxên baş û zexm çêkirin. Her wiha hawîşên ku amûrên hesinî çêdikirin, li ser qada şer bi ser diketin.

Şûr

Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzîşê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.

Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.

Şûrên kurdan gelek navdar bûne, bi qasî tê zanîn li Kurdistanê li bajarên Mûsil, Riha û Amedê şûrxane hebûn. Bav û kalên kurdan mediyan û mîtaniyan bi tîr û gurzên xwe navdar bûn. Şûrê mediyan dişibiyabûne nikulên qajan, pozçanqil bûn. Şûrên Merwaniyan mezin û pirr biqîmet bûn. Debanên wan li gorî dewlemendiya xwediyê xwe, carnan ji zêr û zîvê bûn.

Standardeke wê nîne. Pirranî dirêjiya wan 50-200 cm ye, lê siwaran şûrên heya 5 m dirêj jî bikardianîn.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.