Sercan

Sercan, serkar, çawîş, serjant payeyek di leşkeriyê de ye. Di artêşên klasîk de payeya wan ji serdeste jortir, ji efser nizmtir e. Herwiha li gelek welatan saziyên polîsan jî vê rutbeyê bikartînin.

ES-Army-OR6
Rutbeya sercanên estonî

Wateya bêjeyê

Kurdên Bakurê Kurdistanê pirranî bêjeya çawîş bikartînin lewra tirk jî wisa dibêjin. Dibe ku bi bandora artêşên rojavayiyan be ku gelek caran li Kurdistanê mane bêjeya Sergent, Sergeant kurdan jî gotibin sercan. Kurdên YKSSê, heger peyveka kurdî nebe yan hatibe jibîrkirin, ji dêl wê ve pirranî termînolojiya rûsî bikartînin

Erka çawîşan

Di sazûmaniya ferman kirinê de, sercan di navbera efser û serdeste, herwiha efser û leşker (leşkerî)an de karê ragihandin, têkilîdanîn û ferman kirinê bicih tîne. Gorî pêdiviyan hejmara sercanan kêm an zêdetir dibin.

Efser

Asûdar ,efser, serbaz di artêşekê de ji leşkerên bi paye ne rê tê gotin. Ango eskerên bi rutbe. Helbet serdeste û sercan jî xwedî paye ne lê pirranî ji eskerên ser wan re ne efser dibêjin. Di vir de standardiyekê nîne. Her artêşek li gorî xwe paye verast dike.

Efser di dibistanên leşkerî yan zanîngehên wan de perwerdeyê dibînin.

Serdeste

Serdeste di artêşên klasîk de bo fermandarê leşkeran tê gotin. Di wateya "serê deh kesan" de ye. Artêşên nûjen teknîka çekan bingeh digire. Di yekîneyên leşkerî yên nû de, hejmara tîm (leşkerî), deste (leşkerî), gurdan an hengan li gorî pêdiviyan tên sazkirin.

Deste dikarin ji deh kesan zêdetir an kêmtir bin jî. Lê ji ber ku berê wisa bûye, wisa hatiye bikaranîn, peyv nayê guhertin. Payeya sercan (çawîş, serkar) ji ya serdeste jortir e. Di artêşên nûjen de dikarin payeyên wan bên yekkirin jî.

VfB Stuttgart

VfB Stuttgart anku Verein für Bewegungsspiele Stuttgart 1893 e.V., yaneyeke futbolê ya Almanyayê ye û ligel Bayern München yaneya herî navdar a futbolê ya Almanyayê ye.

Yarîgeha VfB Stuttgart arenaya Mercedes-Benz ye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.