Sefardî

Sefardî (bi îbranî: ספרדים, Sfaradim) ev cihûyên ku di salên 1492an û 1531an de ji welatên Spanya û Portûgalê (berê Andalusya) hatin qewitandin. Yên ku mecbûr man ji van welatan derkevin xwe li Împeratoriya Osmanî û li bakur-rojavayê Afrîkayê (Mexrib) bi cih kirin. Jimareke biçûk koçberiya Ewrûpaya bakur (bi taybetî Holand û Elmanyayê bakur), Amerîka, Hindistan û Afrîka kirin. Canda sefardiyan (wek muzîk) hê jî nêzika ya îberî ye.

Sepharadic Migrations
Rêya koçberiyên Sefardiyan

Nav

Navê sefardî ji navê herêma Sefarad (ספרד) ku di pirtûka Obadya de nivîsiye, tê. Tê gotin ku di wê dem û dewranê de deh esîrên Keyaniya Bakur li vê herêmê de jiyane. Di Çaxa navîn de ev nav gihîste girava Îberî û êdî ji boy cihûyên wê herêmê dihat bikaranîn.

Dîrok

Li ser Girava Îberî ji 1êmîn sedsala berî jidayikbûna Îsa cihû hebûn.

Expulsao judeus Olival (Porto)
Kevala bîranînê ya peyketina cihûyan (li Portoyê)

Di sala 1391 komkujiyek li ser navê Ferrand Martinez hemberî cihuyên Sevîlyayê hate mesandin. Pistî dema Reconquista yê Îspanyayê bi destûra keyê Ferdinand II û Isabella I (her du keyên katolîk) di roja 31ê Adara 1492an de peyketina yekê li hemberî cihûyan hat mesandin. Cihû mecbûr man yan bicin xerîbiyê yanjî bibin xrîstiyan. Pistî ev qewitandinê gelek cihû xwe li Afrîkayê bakur (li Mexribê) xwe bi cih kirin, bi taybetî li bajarênMarokê Fès û Kasablanka. Herwiha, jimareke din jî kocberiya Yewnanistanê (Trakya û Makedonya) kir. Lewra heta sala 1944an jimara cihûyan li Tesalonîkî gelek bilind bû. Wekî din, bajarên Stenbolê, Kudusê, Safedê, Kaîroyê, Anconayê, und Wênîsê wek navendên kocberên cihuyan dihatin nasîn.

Emanuel de Witte 002
Emanuel de Witte: Sînagoga portûgalî li Amsterdamê, sal 1680.

Pistî avakirina engizîyonê li Portûgal û Spanyayê di sala 1531an de peyketina duyem a hemberî cihûdan hat destpêkirin. Gelek cihû mecbûr man koç bikin. Dîsa gelek cihû koçberiya bajarên Fès, Casablanca kirin. Ji van bajaran pêtir cihû xwe li Bayonne, Bordeaux, Livorno, Amsterdam, Hamburg û London xwe bi cih kirin. Lê ew cihuyan zimanê xwe yê ladîno ne, yên portûgalî û spanyolî diaxiviyan.

Koçberiya mezin a dawî bi komkujiya cihûyên ewropeyî (Holocaust), ku ji aliyê nazîstan ve dihat mesandin, dest pê kir. Gelek cihû mecbûr man di Duyemîn Şerê Cihanê de kocberiya Marok yan jî Ewropaya bakur bikin.

Li Marokê gelek merivên bi paşnavên wek Ben-Chekrûn yan jî Ben-Calûn dijîn. Ew misilman bin jî, torinên sefardiyan in.

Sefardiyên nas

  • Mose ben Maimon (Maimonides), rewşenbîreke mezin ê Çaxa navîn (1135 yan jî 1138 heta 1204), ji Kordoba (Spanya) bû.
  • Barûx, ankû Benedict de Spinoza (1632 - 1677), fîlozofekî holandî, ji Portûgalê bû.
  • Benjamin Disraeli (1804 - 1881) ku ola xwe vegerande xristiyantî, nivîskar û siyasetmedareke îngilizî bû, di malbateke safardî ya îtalyanî de mezin bû bû.
  • Camille Pissarro (1830–1903), yek ji resamên împresyonîzmê yên herî girîng bû. Fransî bû, lê eslê xwe sefardî bû.
  • Amedeo Modigliani (1884 - 1920), resamekî îtalyanî bû, malbatê wî ji sefardiyên Lîvorno bû.
  • Elias Canetti (1905 - 1994) ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê stendibû ji malbateke sefardî yê Bulgaristanê bû.
  • Rita Levi-Montalcini (* 1909), norologeka amerîkî, malbatê wî ji sefardiyên Turînê bû. Di sala 1986an (bi Stanley Cohen re) xelata nobelê ya tip û fîzolojiyê stend.
  • Carl Djerassi (* 1923), kimyagerekî awistrî-amerîkî, kaşîfê Kortîzonê, dahênerê antîbaby-tabletê, dayk û bavên wî sefardî bûn.
  • Vidal Sassoon (* 1928), berberekî nas, mablatê wî ji sefardiyên Londrayê bûn.
  • Schlomo Ben Ami (bi îbranî: ‏שלמה בן עמי‎, di roja 17ê Tîrmehê 1943), dîroknasek e, ji cihûyên Marokê ye. Herwiha, ew siyasetmedarek e jî û 15êmîn wezîrê derve ya Îsraîlê bû.
  • Murray Perahia (*1947), piyanîstekî amerîkî, malbatê wî ji sefardiyên New Yorkê ye.

Çavkanî

  • Georg Bossong: Die Sepharden. Geschichte u. Kultur der spanischen Juden. München 2008. ISBN 978-3-406-56238-9
  • Sabine Kruse und Bernt Engelmann (Hrsg.): „Mein Vater war portugiesischer Jude...“  −  Die sefardische Einwanderung nach Norddeutschland um 1600 und ihre Auswirkungen auf unsere Kultur, Steidl-Verlag, Göttingen 1992, o.ISBN, 224 S. Illustrierter Katalog (s/w und color.) zur gleichnamigen Ausstellung im Jüdischen Museum in Rendsburg und im Burgkloster von Lübeck 1992/1993
  • Michael Studemund-Halévy: Biographisches Lexikon der Hamburger Sefarden. Verlag Christians, ISBN 3-7672-1293-5
  • Michael Studemund-Halévy (Hrsg.): Die Sefarden in Hamburg. Zur Geschichte einer Minderheit. 2 Bände. Hamburg 2001. ISBN 3-87548-048-1 und ISBN 3-87548-099-6-
  • Schlomo Svirsky, Devorah Bernstein, Karlheinz Schneider: Sefarden in Israel. Zur sozialen und politischen Situation der Jüdisch-Orientalischen Bevölkerung. ISBN 3-925031-02-2
Baruch Spinoza

Baruch Spinoza (24'ê Çirya Paşîn 1632'ê Amsterdam – 21'ê Reşemeh 1677'ê Lahey) feylesofekî holandî yê ko bi eslê xwe cihuyê sefardî bû.

Ev nav mezinên cihûyan li wî kiribû. Lê Amesterdamiyan jê ra digot Benedictus de Spinoza an Bento d'Espiñoza. Bi René Descartes û Gottfried Leibniz ra ji rasyonalîstên herî mezin ên sedsala 17'ê ye. Ew ji ber pirtûka xwe ya herî grîng Ethica yê wekî yek ji mezintirîn sincbaweran dihêt niyasîn. Ew bi pîşeya xwe berçaviksaz bû û nîskok (lênz) çêdikirin. Nivîsînên wî nîşa didin ko wî şehrezayîyeka mezin di warê matêmatîkê da hebûye.

Bandora wî ya mezin li paş mirina wî, dema pirtûka wî Opera Posthuma belavbûy, eşkira bû. Ew wekî rêxweşkerekê ruhnhizriyê anko enlightmentê li sedsala 18'ê û wekî rexnegirê nûdem yê Tewratê dihêt niyasîn.

Elias Canetti

Elias Canetti (z. 25ê tîrmehê 1905 li Rûse, Bulgaristan - m. 14ê tebaxê 1994 li Zürich) nivîskarekî bulgarî yê bi zimanê almanî dinivîsî bû. Sala 1981î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye. Ew bi eslê xwe cihûyê sefardî bû.

Mizrahîm

Cihûyên mizrahî, mizrahîm, ango mizraḧîm (bi îbranî: מזרחים‎, mizrahî bi wateya "rojhilatî") an Edot haMizrach (civatên rojhilatê) navek e ku ji bo civatên cihû yên Asyayê, bi taybetî yên rojhilata navîn tê bikaranîn. Fermo, mîzraxîm ji cihûyên ereb, cihûyên faris, cihûyên bûxarî, cihûyên kurd û cihûyên çiyayê (cihûyên hindî û yên Qafqasya û Gurcistanê) pêk tên.

Nicolas Sarkozy

Nicolas Sarkozy (bilêvkirina bi kurdî: Nîkola Serkozî) (28'ê befirbara paşîn a 1955'an, Parîs) siyasetvanekê Fransayê ye ko li roja 6'ê gulanê a sala 2007'an wekî serokkomarê 23'emîn komara Fransayê hat hilbijartin û roja 16'ê gulana sala 2007'an bi awayekî fermî wekî serokkomar şûna Jacques Chirac girt.

Sarkozy bi baweriyên şopparêzên xwe di warê qanûn û tenzîmatê da hatiye niyasîn. Ew sîstemeke aborî ya gelek serbesttir jibo Fransayê dixwaze. Rexnegirên wî dibêjin ko ew mirovekê demagog e û bi sanahî azadiyên bajêrwarane gorî bidestveanîna hêza siyasî dike. Ew bi tewawî dijberî çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Heta 26'ê adarê a sala 2007'an ew wezîrê Navxwe yê Fransayê bû.

Pêjgeha cihû

Ji pêjgeha cihû mirov xwarin û vexwarinên hevpar ên cihûyan fêhm dike. Ji ber ku cihû tenê li Îsraelê najîn, binavkirina pêjgeha Îsraelê wateyê teng dike, baştir e mirov pêjgeha cihû bikarbîne.

Yasmîn Levy

Yasmin Levy (di 23ê berfanbara 1975an de li Orşelîmê ji diya xwe bûye) stranbêjeke sefardî ji Îsraîlê ye.

Qîza Yitzhak Levy, lêkolînerekî li ser muzîka sefardî û cihûyên Portûgalê ye. Di stranên wê de enstrumanên wek gîtara îspanyolî, ud (enstrumaneke farsî [çavkanî pêwîst e]), viyolîn, cello, perkusyon û piyano têne bikaranîn. Bi albuma xwe ya yekê a bi navê „Romance & Yasmin“ (stranên ladîno) ku di sala 2000an de derket, Yasmîn Levy di sala 2005an de wek berendam ji boy xelata BBC World Music Awards 2005 hate bi nav kirin. Albuma wê ya duwem di sala 2005an de bi navê „La Judería“ derket. Strana wê ya bi navê„Mano Suave“ di sala 2008an de derket.

Zimanên Kenan

Zimanên Kenan (yan jî Kenanî) Kenanîyên bi malbata Zimanên Semîtîk e. Li nav vê ziman, zimanên Cihûyan ê Fenîkeyiyan û zimanê Filistîniyan jî heye.

Li nav vê zimanan îroj tenê zimanê Cİhûyan(Îbranî) tê axaftin.

Zimanê FenîkePunkî

Zimanê Ammon

Zimanê Moav

Zimanê Edom

Îbranî - Pirranî hêla Cihûyan tê axaftin.

Îbranî yê Tora - Hêla Îsraîliyan tê axaftin. Li diasporayên cûda axaftinawê jî dibi cûda.

Îbranî yê Samarit

Îbranî yê TîberyaÎbranî yê MizrahîÎbranî yê Temanî

Îbraniya Sefarad, îbraniya sefardî

Îbraniya Aşkenaz, îbraniya aşkenazî

Îbranî yê Mîşna

Îbranî yê Çaxa navîn

Îbrankî yê Haskala

Îbraniya Nûjen - Li Îbrankî yê Haskala ve hatîye çêkirin.

Îbraniyê Îsraîlê Rojane - Li Îsraîlê tê peyvîn.

Zimanên romanî

Zimanên romanî şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Zimanên romanî ji latinî de aj dane. Çiqas latinî di zimanên Îtalî de ye jî, bandora wêyê mezina li ser zimanên romanî he ye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.