Sedsala 14'an

| Ss. 12'an | Ss. 13'an | Sedsala 14'an | Ss. 15'an | Ss. 16'an |

Ciweyriye

Ciweyriye (z. 1305 - m. 1381) alimeyeke misilman a jin a kurd e. Di derbarê jiyana Ciweyriyê zêde agahî tûneye. Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya bi navê "Meşahirê Kurd û Kurdistan" de qala wê kiriye.

Ciweyriye bi koka xwe ji Hekariyê ye.

Ehmed Herîrî

Ehmedê Herîrî bijîşkê kurd e ku torinê Eşahab Ebdullah bû, Eşahab Ebdullah bixwe jî bijîşk bû. Ehmed nexweşiya Berkûk Melîk Zahir sax kir ji ber wî di gelek karan de cîh girtiye. Tê gotin ku wêjeya Ehmed Herîrî jî pir baş bûye. Di sala 1405an de miriye.

Esma

Esma, yan jî Esma Xatûn hedîsvana kurd e, Qîza Ehmedê kurê Husênê Hekarî bû.

Esma di sala 1315'an hatiye dinyayê, Hevotina olî li cem Ehmed bin Îdris el-Hamawî û Fadil Remezanî girtiye.

Lîsteya fîlozofên kurd

Ev lîsteya fîlozofên kurd e.

Mele Perîşan

Mele Perîşan yan jî Perîşan Dînewerî (z. 1356, Kirmaşan, Rojhilata Kurdistanê - m. 1416) helbestvanekî kurd bû.

Mele Perîşan ji Herêma Dînewerê ye ku bi ser Kirmanşanê ve ji dayik bûye. Ew bi Perîşanê Dînewerî jî tê nas kiirn. Ew heta niha bi helbestvanê yekê yê ku bi kurdiya goranî pesna mezhebê şiî daye tê nasîn.

Dîwana wî ya bi sernavê "Dîwana Mela Perîşanê Kurdî" di sala 1916-yê de li Kirmanşanê hatibû çap kirin. Pênasname û Saqîname du berhemên wî yên hêj neçapkirî ne. Kartêkirina rêbaza sofîtiyê »Elhirûfiye« ya şîî ya wî wextî li ser helbestên wî diyar e. Ji helbestên wî xwiya ye ku wî hem zimanê erebî û hem zimanê farisî jî baş zanîbûye.

Nîzamedîn Nîşabûrî

Nîzamedîn Nîşabûrî, matematîkzan, astronom û tefsîrvanê Quranê yê fars e ku ji dayîkbûn û mirina wî bi temamî ne kifş e lê di sedsala 14'an de jiyaye.

Bav û kalên Nîzamedîn Nîşabûrî ji bajarê Qûmê bûn lê Ew bi xwe li Nîşabûrê ji dayik bûye û

perwerdehiya xwe li Nîşabûrê girtiye piştî wexta çûye Tebrîzê.

Nîzamedîn Nîşapûrî li ser tefsîra Quranê, astronomî û matematîkê gelek pirtûk nîvîsandiye.

Qazîzade Rûmî

Qazîzade Rûmî (bi tirkî: Bursalı Kadızade Rumi) yek ji astronom û matematîkzanên tirk yên serdema navîn bû ku di derdora sala 1364an de ji dayik bûye û di sala 1436an de wefat kiriye. Navê wî yê rastî Selahedîn bû. Bi koka xwe ji Semerqendê bû dû re hatiye Bursayê.[çavkanî pêwîst e]

Zimanên kabardinî

Zimanê kabardinî ji du zimanan çerkeziya rojava (adigeyî) û çerkeziya rojhelat (kabardinî) pêk tê.

Bi zimanên abxazî, abazinî û ubişî ve di malbata zimanên qefqazî yên bakur-rojava de ne.

Gorî zimanzanan, di sedsala 13'an-sedsala 14'an de çerkeziya rojhelat ji çerkezî veqetî bû.

Îbn el-Şatir

Îbn el-Şatir (Ala Al-Din Ebu'l-Hasan Ali İbn Îbrahîm İbn-Shatir z. 1304 - m. 1375) (erebî: ابن الشاطر) Astronom, matematîkzan, endazeyar û alimekî misilman yê bi eslê xwe ereb bû.Îbn el-Şatir hîna piçûk bû, diçe Qehîreyê perwerdehiya astronomiyê dibîne, piştî demekî dîsa tê Şamê di mizgeftekî de kar dike, û di wî serdemê de li ser gerstêrkan hesabên girîng kiriye.

Îbnî Cezerî

Ebûlxeyr Mihemed el-Cezerî an bi tenê Îbnî Cezerî (b. 1350 - m. 1429) alim û dîrokzanekî bi eslê xwe kurd eLi Şamê hatiye dinyayê û di 14 saliya xwe de bûye Hafiz. Ji bo xwendina xwe çûye Misir, Semerqend û Besreyê geriya ye. Piştî demekî çûye Medînê jî û li wê derê pirtûka xwe a "En-neşr fî Qiraetîl erş"ê nivîsiye.

Îbrahîm Xelatî

Îbrahîm Xelatî an Îbrahîmê kurê Ebdullahê Xelatî di sala 1242'an de li bajarê Bedlîsê li qeza Xelatê hatiye dinyayê, kîmyager û bijîşkekî kurd bû, Ji bajare xwe pirtir 'emrê wî li Îran û Misirê derbas bûye.

Ji qeza Xelatê bûye.

Wî rengê lacîwerdê dît û ji ber wî nav gel de pir hate nas kirin.

Ji bo vî serkeftina wî siltanê Dewleta Memlûkan wî gazî saraya xwe kiriye.

Îbrahîmê Xelatî di sala 1322'an de li Misirê wefat kir.

Ûm Muhemmed

Ûm Muhemmed (Umm Muhammad), di sedsala 14'an de jiyaye. Ew hedîsvana jin bû. Keça Yûsif el-Hekarî bû bi eslê xwe kurd bûn.

Çend alimên mezin yên weke Ebû Ebdulah Muhemmed bin Omer û Ebdulatîf ji Ûm Mihemedê hedîs guhdar kirin û hildane.

Şemsedîn Xelîlî

Şemsedîn Xelîlî (z.1320 – m.1380) stêrknas û matematîkzanekî ereb yê sedsala 14'an e.Li Sûrî, bajarê Şamê jiyaye, Lê çavkanî pir kêm in ji bo jiyana wî.

Şêx Tahirê Kurdî

Şêx Tahirê Kurdî zanyarekî kurd e ku ji Bedlîsê bûye. Tê texmînkirin ku di sedsala 14an de jiyayeDi derheqê jiyana wî de agahî pir kêm e, Şerefxanê Bedlîsî jî di berhema xwe de behsa wî kiriye. Helbestvanên îranî Mewlana Nûr el-Mille û Evdirehman el-Camî jî qala wî kirine[çavkanî pêwîst e].

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.