Ronesans

Ronesans, ronêsans demek e ku di navbera sedsalên 15'an û 16'an de ajot. Ev dem, weke dema "ji nû ve bûyîn" û ankû weke dema reformasyonê jî tê zanîn. Berî zayinê di dema antikê dema Atena de, bi felsefê re demeka pêşketî jîya bû. Piştre ku dem tê serdema navîn, wê bandûr û afirînerîya wê demê, wê weke ku ji holê ra bibe. Bi wê re, serdema navîn, ku ji sadsala 5'an û heta sadsala 13'an û ankû sadsala 14'an ku tê hasibandin, wê tenê bixwandin û fêrbûna li ser pirtûk, nivîsar û hwd ên wê dema antikî re bi buhurê. Di wê demê de awandanî û ankû mîmarîtî, felsefe, zanist û çand û hwd wê pêş bikeve. Lê piştre, ku ev dema serdema navîn b uhurt, êdî wê demeka nû destpêkê bike û jêre were gotin Ronesans. Ev dem, wê bi teybetî, wê di destpêekê de weke ku wan demên berê bibîr dike, pirtûkên wan dixwêne û ji nû ve dike ku weke wê demê bi zanebûn jî, ji ber vê yekê, jê re tê gotin ronesans û ankû bi wate gotinê vejiyan an jî jinûvebûyîn.

David von Michelangelo
Peykerê David ku di navbera 1501 û 1504'an de bi destê Michelangelo hatiye çêkirin, nimûneyeke hunera Ronesansê ye. Peyker roja îro li Galleria dell'Accademia li Floransê (Îtalya) ye.

Destpêka Ronesansê û pêşketina wê

Destpêka Ronesansê, li bajarên wê demê ên ku di rêye xwe ya pêşketinê de bûn, ên weke Floransê, Venedîgê û hwd de destpê dike û piştre hin bi hin li hemû rojava belav dike. Piştî ku paytaxta Bîzansê Konstantînopolîs hat fetih kirin, êdî hemû zanist û zaynariyên wir jî, barî rojava dikin, wê bandûra vê jî di wê pêşketina ronesansê de bibe. Ji ber ku piştî fetihkirina Konstantînopolîsê êdî ti zanist li vir ji xwe re mafê xwe hanîna ser ziman û pêşketinê nabînê.

Pirtûkên Aristo, Platon, wê weke ku ji nû ve werina kifşkirin û xwandin. Wê dibistanên bi navê wan di wê demê de ji nû ve werina vekirin. Zanyarin weke Aresmus wê derkevin. Avadanî, û ankû mîmarî, çand û huner û hwd wê ji nû ve bidest pêşketina xwe bide. Mirov, wê weke ku ji nû ve ji xewê rabê wê lê were.

Bi olê re jî, oldarên weke Martin Luther, wê destpêka protastantiyê ku weke mezhebê xiristiyanîtiyê re û li dijî keyê Şarkhan bi xwepêşandinê dest pê dike, û êdî bi wê re wê navê protastan li xwe bike wê pêş bikeve. Li ser wê re ol, wê êdî bikeve pêvajoya xwe re raformê de. Şerên Sihsalî, wê di wê demê de destpêkê bikin û mirovên weke Thomaz Munzer, wê di wê demê de weyneke xwe bileyizin. Ev hemû, wê bina temenê raformê. Piştre, êdî felsefe pêşketina xwe dike û êdî pêşşengtiya wê rewşê dike. Êdî bi aqil û mentiq, wê ji nû ve bêne ser ziman. Li ser wê re, weke ast û pîvana mirov, wê mentiq, were derxistin li holê û bi wê werênin ser ziman. Bi vê re, êdî pêşketina zanistê hin bi hin wê destpê bike. Dem, ji nû ve weke ku aqil kifş dike û bi kifşkirina wê û nivîsandina wê re, êdî xwe ji nû ve weke ku di afirêne ji her aliyê ve.

Mirovên weke Ibn Ruşd bixwe jî, ji wê pêşketina ronesansê re kedaka wan ya mazin heya. Ji ber ku Ibn Ruşd li rojava derdikeve li pêş ew li wir bi navê Averroes tê nasîn.

LGBT

LGBT (an jî GLBT), kurtkirina tîpên yekem a bêjeyên “lezbiyen”, “gey”, “bîseksuel” û “transgender” in. Ev kurtkirin carinan wekî LGBTT (gey, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel, travestî) jî tê nivîsandin û ji salên 1990î û vir ve ji bo têkoşîna mafên hevzayendan wekî navek stareyeke mezin tê bikaranîn. Her çiqas berê ev peyv wekî GLBT hatibû bikaranîn jî, ji ber ku di nav civakê de nîşaniya lezbîyen kêm e, tîpa L anîne pêşî. Dawiyê li rojava komelin ji bo înterseksuelan I û ji bo queer jî tîpa Q pêve bêjeyê kirine (LGBTIQ/LGBTTIQ).

Leonardo da Vinci

Leonardo da Vinci (wekî Leonardo da-Vînçî bixwîne) (z. avrêla sala 1452'yan li Anchiano, Floransa - m. gulana 1519 li Amboise) yek ji pêşengên ronesansê, muzîkar, dahêner, endazyar, peykervan , wênesaz, kelşînkar (anatomîst ) û geometrîkerê îtalî ye.

Tê zanîn kû wî di endezyarîyê de hewl daye Elcizîrî.

Vinci bi wêneyên xwe yên nemir Mona Lîza (1503 - 1507) û Xwarina Dawî (1495 - 1497) tê hişê mirov.

Da Vinci, lawê noter Ser Piero da Vinci û Caterinayê ye û ji ber ku zewaca fermî ya dê û bavê wî nebû, gorî zagonên wê demê mafê wî yê xwandina zanîngehê nebû. Herwekî ev yeka han dibû sedem ku Da Vinci jiyaneke dijwar bijî. Di mala bapîrê xwe de dest bi wêneyan dike. Wêneyên wî yen bala wênesazên mezin dikşîne û Da Vinci hêdî hêdî tê naskirin.

Da Vinci di sala 1482an de bajarê Floransayê diterikîne û li cem dûkê Mîlano Sforza kar dibîne. Di xizmeta dûk de berhemên bêhempa û têr zîrekî diafirîne. Dîsa li Roma û gelek cihan dijî. Pireyan, peykeran, çekan, keştiyan û hwd çêdike, li ser anatomiyê û geometriyê lêkolînan dike û di warê çandê de meziniya xwe îsbat dike.

Di jiyana xwe de rastî gelek neheqî û bovlatan jî tê û tê darizandin. Papa xebatên wî yên li ser anatomiyê qedexe dike û Da Vinci ji aliyê gelekan bi homoseksueliyê tê reşkirin[çavkanî pêwîst e]. Lê ew bi berhemên xwe yên bêhempa di dîroka mirovahiyê ya spî de ciheke girîng digire.

Li ser bûna jîra jîrê (pirtûk)

Li ser bûna jîra jîrê. , pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Pirtûk, li ser felsefe û pêşketina jîrê disekinê. Gotina jîrê weke gotina navend a ku pirtûk li ser wê tê nivîsandin. Pirtûk, di destpêkê de, dîroka felsefeyê tîne ser ziman. Piştre, pêşketina zanistê têne ser ziman. Pirtûk, ji şeş beşên cûda pêk tê. Pirtûk, di awayekî zanistî de hatiye nivîsandin. Di derbarê zanist û zanyarîyên dema me de pirtûk, mirov bitêgihiştin dike. Di pirtûkê de, bi pêşketina mirov û mejiyê mirov re li ser xêva (memory) mirov sekinî ye. Pêşketinên ên bi aqil di vê çerçoveyê de bi awayekî zanistî di pirtûkê de tên ser ziman.

Michelangelo

Michelangelo Buonarroti yan jî bi tenê Michelangelo (wekî Mîkelancelo bixwîne, z. 6'ê adara 1475 – m. 18'ê sibata 1564), di dema ronesansê de jiyaye, mîmar, peykelvan û nîgarvanekî talyan bûye.

Navê wî bi temamî jî Michelangelo di Lodovico Buonarroti Simoni ye. Michelangelo, di 6'ê adara 1475'an de, li Arezzo li nêzî Caprese tê dunyê. Hê di zaroktiya wî de malbata wî barî Floransê dike. Dayika wî ku hê ew 6 salî bûya mirovya; piştî mirina dayika xwe, heta 13 saliya xwe li Floransa li cem Domenico Ghirlandaio xwandikê dike. Di dema Bertoldo di Giovanni de, ku malbateka Medici ya, li cem wan baxçevaniyê dike ku li wir di wê demê de bi Lorenzo re ku ew jî Medici ya hevnasiyê dike.

Hê ku 6 û ankû 7 salîya peykelê dawûd çê dike. Bi wê re balê dikişêne ser xwe. Ev peykel, weke berhemeka dema ronesansê ya pirr gihanguha jî tê dîtin. di 1505'an de, ku ankû di dema Papa Julius II de, li dêrê bidest çêkirina nîgarkirinê dike. Hizrên di incilê ên di derbarê Adem û Hewa de li wir xîz dike. Di derbarê tûfana nûh jî xîzkrinê di wan nîgarên xwe yên dêrê de dike. Peykel û nîgarên ku ew çê dike, bi vê yekê re, wê êdî di temenekî pîroz de, heyîna xwe bi parêzên û barî pêşarojê bikin û wê qadrê wî jî maztir bike. Wî di hemû nîgarên xwe de, tiştên ku di pirtûkên pîroz de di buhurin xîzkirin.

Modernîzm

Modernîzm, peyva “modern” cara ewil bi şeklê “modernus” di dema sedsala 5an de derdikeve pêşiya me. Ev peyv jî ji bo veqetana heyama Mesîhî û heyama Pagan an jî Romayî hatiye bikaranîn.Peyva modern piranî hatiye bi wateya nû. An jî tiştê ku nû yan niha dest pê kiriye. Wek mînak di wêjeya tirk de peyva “cedîde” ango nû ji bo wêjeya nûjen hatiye bikaranîn: Edebîyat-ı Cedîde[çavkanî pêwîst e]. Modernîzm, wek mêjûyî di sedsala 18an de digel geşedanên zanîstîû ramanî derketiye holê.

Modernîzm ji bo wêjeyê têgeheke estetîst e. Armanc bi tenê “huner” e.

Modernîte, serdestiya “mêjî” ye, “hiş” e. Mejiyê, digêjîne têgiha “geşedan” û “azadiyê"[çavkanî pêwîst e].

Modernîte peyva “liberation”ê ango rizgariyê pir tîne ziman. Em dibinîn ku sê bîrdozî(îdeolojî) derdikeve holê: kapîtalîzm, komûnîzm û faşîzm.

Desthilatî, ji berê zêdetir dikeve jiyana mirov. Foucault ji bo vê, têgiha bîyo-desthilat bi kar tîne. Ji desthilatê tu kes nikare xelas be.

Gava ku em dibêjin modernîzm, bêjeya “rojava” tê bîra me, ji ber ku li wir dest pê kirîye.

Modernîte ne bitenê balafir, avahî, navenda dan û standinê ye, modernîte berî her tiştê, guhertineke paradîgmayê ye, jiyaneke sekuler e.

Rewşenbîrî

Di civaka Rojava de di sedsalên 17'mîn û 18'mîn de ramana aqlî dest pê dike. Bi vî rengî pêşdaraziyên kevin û tiştên ku pê bawerî hebû ku qet naguharin û kevneşopî ketin ber meqesa rewşenbîriyê. Hewildana ku mirovan ji pêşdaraziyan dûr bixin, ji bawerî û îdeolojiyan ber bi kesên azad ve bibin bi vî rengî dest pê dike.

Hinek raman hebûn ku bûne sedema vebûna riya rewşenbîriyê. Ev jî tevgerên Ronesans û Reforman in.

Mirov dikare wekî pêşengên sereke yên Serdema Rewşenbîriyê jî navê van nûneran bihejmêre: René Descartes û Gottfried Wilhelm Leibniz. Li Almanya jî Johann Gottfried Herder, Immanuel Kant, Christian Wolf; li Fransa Denis Diderot, Claude Adrien Helvêtius, Montesquieu, Jean-Jacques Rousseau, Francois Marie Arouet de Voltaire; li Brîtanya Mezin David Hume, John Locke û Thomas Paine her ew nûnerên herî girîng ên serdema rewşenbîriyê ne.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.