Rojava

Rojava, aliyê roj lê ava dibe ango diçe xwarê.

Aliyên Erdnîgarî
Bakur rojava Bakur Bakur rojhilat
Rojava
Rosa de los vientos 12.svg
Rojhilat
Başûr rojava Başûr Başûr rojhilat
Afrîka

Afrîka, parzemîna cîhaneyê, gorî pîvana rûerdê xwe, ji pê Asyayê re duyem mezin e. Reşahiyên wê li rojhilat ji Okyanosa Hindê de dest pê dike û li rojava digihe Okyanosa Atlasê ango Atlantîkê re dawî dibe û li bakur jî ji Deryaya Navîn de dest pê dike û li başûr nêzî Antarktîkê dawî dibe.

Afrîka, li gorî nifûs û rûberê, parzemîna herî mezin a duyem ya cîhanê ye. Bi giravên ku li rex hev tê pejirandin qada wê digihîje 30,8 milyon km û ev hejmar ji sedî 24,4'ê erdên ku li ser cîhanêye digirê. Bi gelheya xwe ya 1 milyarî ve ji sedî 15ê gelheya cîhanê digire. Li parzemîn 54 heb dewletê serbixwe yê wek dîplomatîk hatine naskirin û 9 herêm heye. Di navbera hemû parzemînan de gelheya herî ciwan li Afrîkayê ye. Ji sedî 50yê Afrîkayiyan di bin 19 salî ne. Cezayîr li gorî rûberê dewleta herî mezin ê Afrîkayê ye û li gorî gelheyê jî Nîjerya dewleta herî mezin ê Afrîkayê ye.

Nifûs: 875.030.000 (sal: 2004)

Rûerd: 30 243 910 km²

Asya

Mezintirîn parzemîna cîhanê ye ku li rojhilat ji Okyanosa Pasîfîk destpêdike ta digihe rêzeçîyayên Ural li rojava û ji Okyanosa Arktîk li bakur xwe digihe Okyanosa Hindê li başûr. Kes, gel û tiştên li yan ji Asyayê asyayî ne.

Azerbaycana Rojava (parêzgeh)

Azerbaycana Rojava (bi farisî: آذربايجان غربى Āzarbāyjān-e Gharbī) beşek ji herêma rojhilatê Kurdistanê û yek ji 31 parêzgehên Îranê ye ku dikeve bakurê rojavaya wî welatî. Navenda parêzgehê bajarê Ûrmiye ye. Xelkê parêzgehê piranî kurd û azerî ne lê gelên xiristiyanî jî hene.

Bangladeş

Bengalistan (bi bengalî: Gano Projātontrī Bānglādesh), welatekî ku ji sê aliyê xwe di nava axa Hindistanê de ye. Tenê sînorekî wî yê biçûk bi Myanmar re heye. Bengalistan li bakurê Kendava Bengalê ye. Bengalistan tê wateya welatê Bengalan. Berê mîna Pakistana Rojava dihat binavkirin.

Başûr

Başûr, aliyê ku Cemsera Başûr a dinyayê lê dimîne.

Bokan

Bokan (bi farisî: بوکان‎, lat. Bukān), bajarekî Rojhilata Kurdistanê li Îranê ye û navenda şaristana Bokan (şaristan) e.

Bokan ji aliyê bakur ve digel Miyanduaw , başûr Seqiz , rojhilat Şahîndij û rojava jî Mehabad û Serdeştê hev sînor û cîran e.

Li gorî amara fermî ya Îranê Bokan piştî Kirmaşan , Urmiye û Sine mezin tirîn bajêra Rojhilata Kurdistan û 12mîn bajêra mezin a Kurdistanê ye.

Xelkê vî bajarî piranî mijulî xebat û karên hunerî ne lewma Bokan bûye paytexta hunerî ya Kurdistanê û li tewahiya Rojhilata Kurdistan ê ji bo karên hunerî berê xwe didin wê bajarî.

Zimanê gelê Bokanê Soraniya fermî û pêwere. Ola xelkê Bokanê Îslama Sunî ye û li gorî mezhebê jî şafiî ye.

Cezayir

Cezayir (wekî Aljeriye, Alcizayir, Alcizîr û Aljîr jî tê nivîsandin) an jî Komara Cezayira Demokratîk a Xelk (bi erebî: الجمهورية الجزائرية الديمقراطية الشعبية Al-Jumhūrīyah al-Jazā’irīyah ad-Dīmuqrāṭīyah ash-Sha’bīyah, bi fransî: République algérienne démocratique et populaire) welatekî li bakurê (Mexrib) Afrîkayê ye. Paytexta Cezayirê bi hevşêwe nav e.

Cezayir ji serxwebûniya xwe û vir de ye, endamê Yekitiya Afrîkayê, û Lîga Ereban e. Cezayir di avakirina Yekitiya Mexribê (UMA) ya 1988an de jî cih girtiye.

Cezayir piştî Sûdanê duyemîn dewletê herî mezin ê Afrîkayê ye. Sînorên Cezayirê li bakur-rojava Tûnis, li rojhilat Lîbya, li başûr-rojhilat Nîjer, li başûr-rojava Sahara rojava, Malî û Morîtanya û li Rojava jî bi Maroko re ye.

Cezayir welatekî ereb e. Ola Cezayirê îslam e.

Dêrika Hemko

Dêrika Hemko an jî Dêrik (bi erebî navê wê al-Malikiyah lê kirin) bajar û navçeyeke Hesîçêyê ye û dikevê 90 km rojhilatî Qamişloyê. Li devera bakur rojhelatê Sûriyê li navbera Çiyayê Cudî û Qereçoxê nêzîk Ava Mezin (Dîcle) li deşta Hesinan tê binavkirin.

Bi navê Dêrika Hemko ji kevn de li serdemê Fransa weko qeza hate binav kirin bi navê qeza Dicle û ji hingî were her mezintir dibe û berfireh dibe. Xelkê wê nêzîk 20 hezar kesî ne. Navê wê ji navê dêreka filehan hatiye ko wî serdemî ber Dêrek tenê tê de bû, hemû petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û genim û pambû jî.

Kanada

Kanada yan Keneda (bi inglîzî û frensî Canada) welatekî federal e li Amerîkaya Bakur. Kanada bi axa xwe ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Lê gelheya wê tenê nêzî 30 milyon e. Kanada li bakur digihîje Okyanûsa Arktîk, li başûr Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li rojhilat Okyanûsa Atlantîk û Grînlenda, li rojava jî Okyanûsa Mezin û Alaska. Paytexta Kanadayê Ottawa ye lê bajarê herî navdar û mezin Toronto ye.

Malezya

Malezya, (bi zimanê malayî: Malaysia), welatekî başûr-rojhilatê Asyayê ye. Ji Malezyaya rojava û Malezyaya rojhilat pêk tê. Malezya dewleteke Federal e û ji 13 dewlet û 3 herêmên federal pêk tê. Malezya bi Brûney, Tayland û Îndonêziya re cîran e.

Midyad

Midyad (bi tirkî: Midyat, bi asûrî: ܡܕܝܕ‎ Mëḏyaḏ; bi suryanîya Midyadê: Miḏyôyo) navçekî û bajarekî biçûk li Bakûrê Kurdistanê ye. li herêma mehelmiyan ne . Midyad ser bi Parezgeha Mêrdînê ye. Li rojavayê Midyadê bajarokê Hezexê heye, li başûrê wê Nisêbîn, li rojava Mehsertê heye û li bakûrê wê Kercews û Kerboran hene. Midyad navenda herêma Torê ye, ku bi taybetî di dîroka Xiristiyaniyê de cihekî girîng digire. [çavkanî pêwîst e]. Ji Midyadê re ji ber zêdebûna dêrên bajêr Bajarê heft dêran jî tê gotin.

Oman

Oman, welatekî Rojhilata Navîn li ser Nîvgirava Erebîstanê li qeraxê Kendava Omanê û di ser Deryaya Omanê re ye. Li bakur Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, li rohava Erebistana Siyûdî û li başûr-rojava jî Yeman heye. Ekonomiya Omanê bi giranî grêdayî Petrolê ye.

Rojavaya Kurdistanê

Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê (bi erebî: ‎الفدرالية الديمقراطية لشمال سوريا‎‎, bi asûrî: ‎ܦܕܪܐܠܝܘܬ݂ܐ ܕܝܡܩܪܐܛܝܬܐ ܕܓܪܒܝ ܣܘܪܝܐ‎‎), navê perçeyekî Kurdistanê ye, ku dikeve nav sînorên Sûriyê. Paytexta Federasyona Rojavayê Qamişlo ye. Navê herêmê herwiha wek Rojavaya Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê an bi kurte Rojava tê zanîn. Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê xwediyê li gor 4,6 mîlyon şêniyan e. Piştî aloziya li Sûriyê hemberî Rejîma Baasê ya Beşar Esadê tevgerandin, Şerê Navxweyî yên Sûrîyê dest pê kir. Herwiha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi tevahî Federasyona Rojavayê Kurdistanê dagirkirin. Ji ber vê yekê Hevpeymana Yekbûyî yên Hêzên Karûbar - Tevgera Biryara Gehîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk di bin rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin avakirin, bi piştgiriya Amerîkayê ve meşîyan û yek bi yek herêmên Federaliya Demokratîka Bakûrê Sûriyê rizgarkirin. Yekem rizgarkirin di roja 19'ê tîrmehê 2013'an de pêk hatiye.

Serdeşt, Azerbaycana Rojava

Serdeşt (bi farisî: سردشت‎), yek ji bajarên eyaleta Azerbaycana Rojava û bajarekî binavûdeng a kurd li Îranê ye.1546 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava .

Xelkê Serdeştê bi zimanê kurdî zaravayê Soranî Mukiryanî dipeyivin .

Piraniya xelkê Serdeşt ku pêtir ji 125.000 e kurd in.

Stembol

Stembol an jî Stenbol (bi tirkî: İstanbul) mezintirîn bajarê Tirkiyeyê ye û li ser sinorê Ewropayê û Asyayê ye. Sinorên bajêr li bakûr bi Deryaya Reş, li rojava çiyayê Tekirdağ, li başûr bi Deryaya Marmara û li rojhilat jî bi Adapazarı û Kocaeliyê ve tê girêdan.

Tirk

Tirk an carina rom (bi tirkî: Türk) navê kesên tirkîaxiv ên ku bi taybetî xelkê komara Tirkî (Tirkiye) ne. Tirk bi eslê xwe ji Asyaya Navîn in û zimanê wan bi xelkên tirk ên din wekî azerî, tirkmen, tatar, ûzbek, ûygur, yakut û hwd ve girêdayî ye.

Kurd di nav xwe de wana bi navê rom û roma reş jî binav dikin. Tê gotin ku ev ji bêjeya Roma tê û ji ber ku li rojavayê kurdan bi hezaran salan romayî û dûvikên romayiyan jiyane, kurdên ku li rojava bijiya jê rê gotine rom. Herwiha heya 100 sal berê jî peyva tirk nedihate bikaranîn û ev jî bûye sedem ku kurd bêjin rom. Rêxistinên polîtîk ên kurdan ji ber ku di bin fîlozofiya "biratiya tirk û kurd" têdikoşiyan xwastin binavkirina rom ji holê rabe û di hemî xebatên xwe de hewla wê dan.

Vîrjînyaya Rojava

Vîrjînyaya Rojava (bi îngilîzî: West Virginia) yek ji federedewletên DYE ye.

Zimanê tirkî

Zimanê tirkî, zimanê tirkan e û roja îro zimanê fermî yê Tirkiye û Komara Tirk a Bakurê Kîprosê ye. Tirkî zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.

Zimanê tirkî ji balkanan heta Deryaya Qezwînêyê de tê axaftin. 90.000.000 kes bi tirkî diaxive.

Êlasko

Êlasko(navê wê bi Tirkî; Temel Köy)girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Ev gund 30 km li alî yê Rojava ye Dêrikê dikeve. Ji gundê Koderê çar bira û pismamekî(Evdo, Salo, Ebas, Kemal û pismamê wan Sîno) wan bi hevre hatine Êlasko û ev gund bi hevre avakirine.

Li derûdorê wî gundî li Bakurê wî gundê Silamet, li Rojhilat Karsan û Bizmaro, li Rojava Xirbêreş û li alî yê Başur jî gundê Kundir hene.

Êlasko havînên pir germe, ji ber ku derûdora wî tev kevirê reş e. Di nav gund de du golê avê hene ev gol havînê diçike û ji bo heywanên gund pirsgirêka avê dertê. Ji bo vê pirsgirêkê malên gund hemu ya ji xwe re li sondaşa xistine.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.