Qurnewêlk

Qurnewêlk, selemendir, salamandir, semender, cureyekî bejavokan (Amphibia) ji famîleya beqên bidûvik in û li hemû deverên çiyayên Kurdistanê dijîn.

Qurnewêlk
Kımkımok
Qurnewêlkê Semsûrê
Rewşa parastinê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Amphibia
Kom: Caudata
Famîle: Salamandridae
Cins: Salamandra
Cure: S. salamandra
Navê zanistî yê latînî
Salamandra salamandra
(Linnaeus, 1758)
Hevwate

Lacerta salamandra Linnaeus, 1758

Qurnewêlk an gumgumok?

Qurnewêlk bejavok (Amphibia) ye, di avê de dizê û mezin dibe û bi beqan dişibe; gumgumok jî ajalekî xijende (Reptilia) yê bejî ye û dişibe margîseyê.

Pêşangeh

Salamandra salamandra (Marek Szczepanek)
Feuersalamander schlafend1
Salamandra salamandra CZ
Fire Salamander lokomotion
Korsische Feuersalamander
Salamander Israel
Salamandra salamandra 11
Felsenmeer b Jägerfelsen
Movikdar

Di jînewerzanistî an biyolojîk da, movikdar ji wan caneweran yan lawiran a dihêt gotin ku hestiyê piştê anku movik hene. Heta niha nêzî 57,739 cureyan ji movikdaran hatine dabeşandin. Werara movikdaran 530 milyon salan berî niha li qonaxa berîkamberiyan dest pê bû. Movikdar bin-tayek ji tayê davdaran ji silsile ya lawiran in.

Movikdar mezintirîn bin-tayê davdaran in û gelek lawiran berniyas ji vî bintayî ne. masî, dujî, mirx anku balinde, xijende û guhandar (ji wan jî mirov) ji movikdaran in.

Pêndro

Pêndro, gundekî kurdî yê bi ser navçeya Mêrgesor ya parêzgeha Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê) ye. Gund dikeve nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 18 km li bakurê Barzan, xelkê wê li ser 2540 kesan e, gundekî devera Mizûrî Bala yek ji heft eşîrên Barzan. Ew dikeve çarçoveya bandavên nizm û çiyayê Bûtîn çar kîlometre dikeve bakurê rojhilata Pêndro û herweha geliyê Sardavê jî nêzîkî panzdeh deqîqe bi piyade ji bakurê gundê ye. Gundên Benan û Şîvê li bakurê, Hekarî li bakurê rojhilatê, Êdilbê û Zêt li rojhilat, Sêlkê û Stope û Gîza Wilatî li başûr, Binavyê û Navkurika li rojavayê, Dêzo û Spîndarê li bakurê rojavayê. Rûberê Pêndro zêdetir ji 10 km². Dikeve nav çiyayê Zagros de; kêmtir 10% ya erdê Pêndro bin 1225 m asta deryayê[çavkanî pêwîst e], û xala herî bilind 2534 m. Hemû nifûsa Pêndro bi kurmancî dipeyive û bi soranî wekî zimanê fermî Başûrê Kurdistanê dizane.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.