Pirtûk

Pirtûk, pertûk, kitêb an jî kitab di kurdî de gotina berhem jî jê re hatiye gotin, belgeyên bi rûpelan hatiye ser hev û yên guhêzbar in.

Pêshangeha Pirtûkan a Amedê 2012 Standa Weshanên Belkî
Hinek pirtûkên bi kurdî

Cureyên pirtûkan

Gellek awayên pirtûkan hene. Pirtûkên berîkê, ferheng, ensîklopedî, roman û hwd. Pirtûk, li ser mijarekê bê û an jî li ser gelek mijaran bê, nivîsandin e. Pirtûkên helbestî, pirtûkên wêjeyî, pirtûkên çandî, pirtûkên zanistî, pirtûkên felsefîk û hwd, bi mijarî nivîsandin e.

Dîroka çapkirina pirtûkan

Di roja me de, pirtûk, bi rûpelên wê re ji kaxizê pêk tê. Lê di demên berê de, kurdan, kevir jî, bikar hanîna. Ji wê re gotine kêvalbar. Piştre di dema Mediyan de, em dizanin ku çermê sewalan ku jê re eyar dihat gotin, hatiye bikaranîn. Tê gotin ku dar jî, bi qeşartinê re hatiye rastkirin û bikaranîn, ji bo li ser nivîsandinê û hwd. Di nava kurdan de ku nivîsên pîroz bin, nivîsên ku bi neqşkirinê bê li ser xalîçeyan jî hatiye nivîsandin û bi hêtan de hatiye daleqandin. Mînak, bi wêneyê, çêkirina wêneyê Şahmaran bi neqşî hatiye çêkirin, ev neqşîtî, mînakeke ji wê re ku ev, weke çandeke pîroz di nav kurdan de bi sadsalan domaye û heta roja me hatiye.

Di zimanê kurdî de, her demê nivîsandin bûye. Mînak, ji demên Gutiyan, heta ku tê dema me, ew çand nivîsandina pirtûka bûye. Lê dem bi dem di hêrîşên ku bûne de bin û hwd, ji holê hatine rakirin.

Anatomiya bedena mirovan (pirtûk)

Anatomiya bedena mirovan pirtûkekê ku Doç. Dr. Hüseyin Bektaş ser anatomiyê nivîsandiye. Pirtûk di sala 2004an de di Weşanên Deng de derket.

Pirtûk bingehên ilma anatomî bi 51 şikil û şanan dide naskirin. Ew pirtûka ne ji bo zaningehên li ser ilmê bijijkiye. Lê ji ber kû bi zimaneki zelal hatîye nivîsandin zarokên dibistan navberî, zarokên dibistanên jorin, beşdarên qursên kurdî li welat û derwayiyê welat û hemû kesen ku zimanê kurdî dixwazin hînbibin dikarin bi wê pirtûkê bixebitin.

Bakewan

Bakwan (bi tirkî: Belen ) gundekî girêdayî navçeya Kerboran a girêdayî Mêrdînê ye ku ji alîyê dewleta tirk ve hatîye şewitandin. Gunde eşîra alîka ye.

nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî li ser eşîra alîka pirtûk dinivîsê (Guhertina civakî di eşîrên Kurd ên li rojhilata Anatoliyayê), 1968

Ebûlfida

Ebû'l fîda (bi erebî: أبو الفداء, Abu'l-Fida ) an jî navê tam Ebû'l fîda Îsmaîl Hamawî (z. 1273 Şam - m. 1331) astronom, dîroknas û erdnasekî kurd bû.Ebûlfida gelekî pirtûk li ser dîrok û erdnîgariyê nivîsand,

Ew di navbera 1320 û 1331ê de fermandarê Dewleta Eyûbiyan bû.

Kratera li ser heyvê a bi navê Ebûlfida bi navê wî binavkirî ye. di 26ê kewçêrê sala 1331de li Hamayê wefat kir.

Emîn Fewzî

Emîn Fewzî an Emîn Fewzî Beg (z. ? , Silêmaniye - m. 1928 Stembol) zanistvanê kurd yê sedsala 19'an û 20'an e ku li ser felsefe, matematîk û fizîk xebitiye.

Evdirehmanê Axtepî

Şêx Evdirehmanê Axtepî (b. 1850 Çinar - m. 1905 Amed) felsefevan, astronom û alimekî kurd yê sedsala 19'an e.

Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî'ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.Pirtûkeke wî heye bi navê Rewdneîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên Muhemmed pêxember û mîraca wî kiriye. Pirtûk mênzûm e, û 360 rûpel in. Pirtûk di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman texlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.

Kurdîzan Aleksandr Jaba jî di pirtûka xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine.

Herkî

Hêrkî êleke kurdan a mezin e. Bi taybetî li navenda Kurdistanê dijîn. Herkî kurmancîaxêv û misilman in. Bingeha eşîra Herkiyan digehe gundê Bêdew û Herkî, Şemzînan belavî Kurdistanê bûne. Bi dûçûna gotina mezinên Herkiyan, bi navê Babekir kesek hebû û xwedî sê kuran bû. Mendo, Sîdan û Serhatî. Ji van kuran belav bûne û bi navê van her sê kuran, sê eşîr hene. Li Tirkiya, Îraq û Îranê dijîn.

ISBN

ISBN kurtenavê "International Standard Book Number" e û wate "Jimara Standarda Navneteweyî ya Pirtûkê". Hejmareke ko ji 10 jimara pêk têt û her E-Pirtûkekê, pirtûkekê yan berhemên wekî pirtûkan ISBN'eka xweser heye. Ji roja 1'ê rêbendanê 2007 nimrê ISBN bûn 13 reqem.

Mele Evdilhadiyê Comanî

Mele Evdilhadiyê Comanî (1917-2003) Nivîskar û Alim e kurê Mele Teyîb e, neviyê Mele Seîd e û di 1917an de li Comaniyê hatiye dinyayê. Comanî, gundek e ku li Herêma Xerzanê dimîne û grêdayê bi qeza Misircê (Kurtalan) ve ye. Ji vî gundî, pir kesên zana, rewşenbîr xasma jî mela rabûne. Mele Evdilhadî xwendina xwe ya medreseyê li ba dersdarê bi navûdeng Mele Mihyedînê Hawêlî temam kiriye. Wî piştre li çend gundan meletî kiriye û dersa gelek feqîyan jî daye.

Mele Evdilhadiyê pirtûkek bi navê Sêkeşan bi zimanê kurdî bi tîpên erebî nivîsiye û di 1998an de ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve bi latînî hatiye tîpguhaztin û di 1998an de ji aliyê weşanxaneya PENCINAR[1] ve

li Swêdê çap bûye. Herweha gelek helbestên seyda Comanî jî hene. Helbesta wî ya menşûr, li ser şîna Mele Seîdê Kurdî ye. Mele Evdilhadî di sala 2003an de li Misircê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Mele Nûrûlah Godişkî

Mele Nûrûlah Godişkî (1918-2003) Nivîskarê kurd yê ji Sêrtê ye. Hê sê salî bû bavê wî wefat dike. Li cem apê xwe mezin dibe. Dibe heft salî dişînin xwendinê medreseyê. Di medreseyê de dixwine.

Nûrûlah Godişkî gellekî berhem nivîsiye. Ji berhemên wî çend pirtûk evin.

1. Diwan: Kurdî, tirki û erebi ye.2. El-Cewahirurreşadiyye: Beyitên Kurdî3. El-Hemailu Fişşemail: 5569 beyitin yên Kurdî.4. Sehlül Mewrid: Mewlid.5. El-Himyan Fi Hidayetissibyan.6. El-Sebaiku Fil Menasik: Li ser umre u hec e. Bi zimanê kurdî ye.7. Çenta Yetiman: Li ser fiqihê ye.

8. Kufrul Kebair:9. Camiul Meani.10. Dilo Rabe.

Mele Sîracê Xelîlî

Mele Sîracê Xelîlî (z. 1930 Xelîla, Kerboran - m. 1983) di sala 1930'î de li gundê Xelîla, yê navçeya Kerboran a bi Mêrdînê ve girêdayî, ji dayik bûye. Xelîla di nava eşîra Erebiya de gundê herî mezin e. Mele Sîrac zaroktiya xwe li Xelîla derbas kiriye. Navê bavê wî Mele Ebdulhekîm e. Mele Ebdulhekîm jî alimekî gelekî hêja bû. Ji malbata wan gelek alimên mezin derketine. Mele Sirac di sala 1971'î de li gundê Behmûrê yê Cizîrê dest bi melatiya fermî kiriye. Di sala 1974'an de taîna wî çûye herêma Midyadê û li wê dere nêzîkî çar salan melatî kirîye. Di sala 1977'an de dîsa hatiye Cizîrê. Li mizgefta Hz. Nûh wezîfe kiriye. Di sala 1982'an de teqawîd (malnişîn) bûye. Di sala 1983'an de wefat kiriye.

Merûf Nûdhî

Merûf Nûdhî yan jî Şêx Merûfê Nûdhî (z. 1753 Silêmaniye - m. 1837 ?) zimannas, wêjevanê kurd e.

Merûf di sala 1753an de li Silêmaniyê qeza Şehrezûrê li gundê Nûdî ji dayik bûye. Navê wî yê rastî Şêx Seyîd Mihemed e.Merûf Nûdhî perwerdehiya xwe ya pêşîn li Kalakoçanê di medreseya "El-Xaziye"yê de girtiye û piştî wextan koçî Hezarmerdê kiriye li wêderê jî li cem alim Mele Mihemed el-Hacî ders girtiye li wan deran bi wêjevanê kurd Ebdullah Bîtûşî re tê naskirin û berhemên wî yên wêjeyê û helbestan xwendiye.Berhemên xwe bi zimanê kurdî, erebî û farisî nivîsiye.

Hêjmara pirtûkên wî 50iyê zêdetir in, ji van berheman 30 heb li ser îslamê, 20 heb jî li ser wêje û yê helbestan e.

Muhemmedê Mela Kerîm

Muhemmedê Mela Kerîm yê berniyas bi Hemey Mela Kerîm (bi tîpguheziya ji erebî: Muhammadi Mela Karim) (z. 1930 - m. 13 adar 2017) nivîskar û wêjevanê navdar ê kurd bû.Hemey Mela Kerîm kurê Ebdulkerîmê Muderîs e ku di 13ê adara 2017an de li Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) çû ber dilovaniya Xwedê û 20 pirtûk û bi sedan vekolîn û gotarên cuda cuda li dû xwe hêlane.

Nisêbîn

Nisêbîn (ji yewnanî: Νίσιβις, Nísivis, Nísibis) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Riya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh, pembo dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye.

Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin.

Qazîzade Rûmî

Qazîzade Rûmî (bi tirkî: Bursalı Kadızade Rumi) yek ji astronom û matematîkzanên tirk yên serdema navîn bû ku di derdora sala 1364an de ji dayik bûye û di sala 1436an de wefat kiriye. Navê wî yê rastî Selahedîn bû. Bi koka xwe ji Semerqendê bû dû re hatiye Bursayê.[çavkanî pêwîst e]

Sadiq Behaedîn Amêdî

Sadiq Behaedîn Amêdî (1918-1982) nivîskarekî kurd e ku di gulana 1918an de li Amêdiyê (Badînan) hatiye dinyayê.

Wî di 1944an de zanîngeha Bexdayê ya Dar el-Muelîmîn el-Aliye kuta kiriye. Di hin karên girîng de berpirsyartî kiriye. Çend pirtûk bi zimanê kurdî nivîsandine û lêkolîn li kilasîkên kurdî û folklora kurdî kirine[çavkanî pêwîst e].

Di 16ê hezîrana 1982an de li Bexdayê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Zerqalî

Zerqalî (z. 1029 - m. 1087) astronomekî bi eslê xwe erebê Endulusê bû.

Îslam

Îslam, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin. Sunet yanê kirin û gotinên Muhemmed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tîrmîzî û Sehîhî Buxarî de hatine komkirin.

Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1.62 milyar kes e.

Şerafedîn Tûsî

Şerafedîn Tûsî (z. 1135, Tus - m. 1213) zanyarê matematîk û astronomiyê ye ku bi eslê xwe fars bu.

Perwerdehiya xwe li Şam, Heleb, Bexdad û li bajarê Mûsilê girtiye. Perwerdehiya matematîkê wî da zanistvanê kurd Kemaledînê Yûnis

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.