Parîs

Parîs paytexta Fransa ye û di heman demê de paytexta herêma Île-de-France ye. Li gorî hijmartina sala 2009'an 12.161.542 milyon kes lê dijîn.[1]

Parîs di Yekîtiya Ewropayê de bajarê herî zêde kes lê dijîn e. Di hemû Ewropayê de jî piştî Moskowayê (bi Londonê re) bajarê dûyemîn e, û di cîhanê de di nav 20 metropolên herî mezintirîn de ye. Parîs di cîhanê de bi navê Bajarê Ronahiyê (la Ville Lumière) tê naskirin[2], navendeke herî mezin a tûrîstan e.

Parîs
Paris (fransî)
Paris - Eiffelturm und Marsfeld2
Parîs
Mertal Al
(Mertal) (Ala)
Parîs is located in Fransa
Parîs
Parîs
Nexşeya cihan Fransa
Kargêrî
Welat  Fransa
Herêm Île-de-France
Département Paris
Arrondissement Paris
Şaredar Anne Hidalgo
Demografî
Gelhe 12.405.426 (2013)
Berbelavî 21.196 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 105.4 km²
Bilindayî 131
Koordînat 48°51′24″Bk 2°21′7″Rh / 48.85667°Bk 2.35194°Rh
Dem (UTC) UTC+1
Agahiyên din
Koda postayê 75001 – 75020 û 75116
Malper http://www.paris.fr/

Cihên tûrîstîk ên li Parîs

Paris arc
Paris arc

Çavkanî

  1. (fransî)Aire urbaine, agahiya serjimara Parîsê
  2. "English Version of "Presentation of the City"". Retrieved 22'ê reşemiyê 2013. Check date values in: |accessdate= (help)
Birca Eiffel

Birca Eiffel, carina jî Birca Eyfelê (bi fransî: La Tour Eiffel), birca ji hesin di cîhanê de mîna sembola Parîsê tê nasîn. Navê xwe ji muhendîsê ku ew çêkiriye Alexandre Gustave Eiffel digire. Birca Eiffel her sal ji aliyê nêzîkî 6 milyon tûrîstî ve tê ziyaretkirin. Birca Eiffel di navbera salên 1887 û 1889an de ji aliyê fîrmaya Gustave Eiffel ve, ji bona pîrozbahiya 100emîn salvegera Şoreşa Fransî hatiye çêkirin[çavkanî pêwîst e].

Birca Eiffel 300 metreyan bilind e. Heft salan carekê bi 60 ton boyaxî tê rengkirin. Rengkirina bircê ji aliyê 25 kesan ve tê kirin û 15 mehan dikşîne.

Daniel Auber

Daniel François Esprit Auber (z. 29'ê reşemiyê, 1782 - m. 13'ê gulanê, 1871) bestekarekî fransî bû.

Her çiqas ku bavê Daniel bazirganek jî bû, wî ji hezkirina muzîkê xwe gihande Londonê. Piştî perwerdehiya muzîkê ya li Londonê, ew di sala 1804'an de vegeriya Parîsê û bi tevahî xwe tevlî hunerê kir. Di sala 1811'an de operaya xwe ya yekemîn a bi navê "Julie" qedand. Piştî vê re bi bestekarê navdar ê îtalî, Luigi Cherubini re xebitî.

Jiyana wî bi amadekirina operayan di didome. Ew di sala 1871'ê de li Parîsê, di dema Komûnên Parîsê de dimire.

Ferdinand Buisson

Ferdinand Edouard Buisson (* 20'ê berfanbarê 1841 li Parîs; † 16'ê reşemiyê 1932 li Parîs) pedagog û polîtîkerekî Fransî bû.

Sala 1927'î bi tevî Ludwig Quidde Xelata Nobel a aşitiyê wergirtine.

Fransa

Fransa (bi zimanê fransî: France , /fʁɑ̃s/) yan jî (République Française, Xwendin: /ʁepyblik fʁɑ̃sɛz/), Navê welat yê fermî Komara Fransî, welatekî Yekîtiya Ewropayê ye ku peytaxta wê Parîs e.

Dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra

Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.

Li gor texmînên 2004an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.

Henri Becquerel

Antoine Henri Becquerel (* 15'ê berfanbara 1852'an li Parîs; † 25'ê gelawêja 1908'an li Le Croisic, Loire-Atlantique) fizîknasekî navdar ê fransî bû. Sala 1903'î bi tevî Pierre Curie û Marie Curie, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Ew wekî kaşîfê radyoaktîvîteyê tê zanîn. Wî herwekî cihguhertina parçeyên beta di navbera rûerda elektrîkî û rûerda manyetîkî keşfkiriye. Navê wî li pîvana radyoaktîvîteyê hatiye dayîn.

Kurd

Kurd neteweyeke kevnar a Rojhilata Navîn e, ku piraniya wan li ser axa Kurdistanê dijîn û zimanine hind û ewropî xeber didin. Roja îro dewleta wan a serbixwe tine ye. Piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî gelê kurd ji hêla dewletên nû wek Tirkî, Sûrî, Iraq û welatê Îranê ve hatiye parvekirin û hikûmet û rejîmên van dewletan hebûna kurd, ziman û çanda kurdan înkar dikirin û wan dixwastin ku kurdan asîmile bikin. Hejmara kurdan a îro ne aşkira ye, lê belê li gor hin çavkaniyan li dor 40-50 milyonan e.

Ji bilî herçar dewletên navborî, kurd li Qefqazê (Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycan), Rûsya, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbekistan, Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn (Îsrael, Lubnan û hwd) jî dijîn. Li derveyî welêt diyasporayeke mezin a kurdan heye.

Louis Aragon

Louis Aragon (3ê kewçêra 1897, Parîs - 24 berfanbara 1982, Parîs), helbestvan, siyasetmedar, komunîst, romannivîsê fransî ku yek ji damezrînerê herka serberravaniyê (surrealîzmê) ye.

Lîsteya dewletên cîhanê

Li cîhanê de 193 dewletên serbixwe hene. Ji van 192 endamên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ne. Herweha Vatîkan jî dewleteke lê ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye.

Di vê lîsteyê de çend herêmên otonom jî hene yên ku bi eşkereyî daxwaza serbixwebûnê dikin û di dawiya lîsteyê de jî van dewletên ku serbixwebûna xwe diyar kiriye lê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve nehatin pejirandin an jî di riya serbixwebûnê de ne bi nivîsa xwarik (îtalîk) tên nivîsandin.

Mahmûd Lewendî

Mahmûd Lewendî nivîskar û wergêrê kurd e.

Lewendî di 1954an de li hêla Diyarbekirê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê temam kiriye. Piştî 1980ê yî ji ber darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derketiye derveyî welat. Niha li Swêdê dimîne.

Wî di amadekirina gelek kovar û rojnameyên kurdan de cih girtiye, wek: Hêvî (1980), Armanc (1979), Hêlîn (1982), Hêvî (parîs, 1983), Berbang, Kulîlk, Rojname, Mîrkut, Çira, wan, Dîdar, Çarçira, Realîte û hin gelekên din.

Parês

Parês, Parêz an jî Parîs (bi tirkî: Üzümlük), gundekî bi ser navçeya Diha Sêrtê ve ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Parîs (cudakirin)

Çend cihên bi vî navî hene:

Parês an Parîs, gundekî bi ser navçeya Diha Sêrtê ve ye.

Parîs, paytêxta Fransa ye.

Pierre Curie

Pierre Curie (* 15'ê gulanê 1859 li Parîs; † 19'ê avrêlê 1906 li heman derê) fîzîknasekî navdar ê Fransî bû.

Sala 1903'î bi tevî jina xwe Marie Curie û Henri Becquerel Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Hêj di ciwaniya xwe de li ser krîstalografî û manyetîzmê xebitiye. Di dawiya jiyana xwe de bi navê temperatûra Curie, zagonên fîzîkî yên Curie û Curie-Konstante gelek bipêşxitinan li fîzîkê zêde dike.

Bi tevî jina xwe Marie, ku ew jî fîzîknaseka navdar bû, sala 1898'î keşfa radyûm û polonyûmê dike. Ji ber wê xelata Nobel jî di nava mêr-jinê de tê parvekirin.

Tortorîk

Tortorîk an jî rûviya dawîn (bi îngilîzî: rectum) navê beşa dawî ya rûviya stûr e. Di laşê mirovan de dirêjahiya wê nêzîkê 12 cm ye. Berî ku terxê mirovan ji laş werê avêtin di tortorîkê de dimîne. Çeperê tortorîkê ya ber bi dawiyê ve xwediyê masulkeyên mîna çerm e.

Di rewşên bijîşkî de , bijîşk dikare herwisa ji tortorîka mirovan li têhna laşê wan binêre, lê divê termometre ya ku wê were bikaranîn ji zotikê heta tortorîkê 25 mm yan derbas neke.

Zeblot

Zeblot (bi latînî: colon) beşek ji rûviya stûr e, ya ku ji rûviya kor destpê dike û heta Tortorîk dikêşe. Zeblota mirovan wek tîpek U bervajî ye.

Zimanê fransî

Zimanê fransî zimanekî ji malbata zimanên hind û ewropî ji şitlê zimanên romanî ye. Ew wek zimanê zikmakî ji aliyê 77 milyon kes, bi yên wek zimanê duyem û bi tevahî 130 milyon kesan ve tê axaftin.

Émile Zola

Émile Zola nivîskarê Fransî (* 2ê Nîsana 1840ê, Parîs; † 29ê Îlona 1902ê, Parîs) yê xwedîbandor ko wekî yek ji giringtîn mînakên nivîskarên ser bi dibistana sruştîgeriyê û wekî kesahiyekê berçav di bizava azadîxwaz a Fransayê da dihê naskirin. Wî di doza Alfred Dreyfusî de rolekê mezin leyist.

Île-de-France

Île-de-France ([ildəˈfʀɑ̃ːs];Îl do Frans bixwîne) (bi kurdî: Girava Fransa) hêrema mezintirîn Fransayê ye û li li Bakûrê vî welatî ber bi navendê ve ye. Paytexta Fransayê Parîs û çend bajarên mezin li vê herêmê ne. Ev hêrem 8 wilayetên Fransewî digre nav xwe: Essonne, Hauts-de-Seine, Parîs, Seine-Saint-Denis, Seine-et-Marne, Val-de-Marne, Val-d'Oise, Yvelines. Li wir nezîkî 11 mîlyon kesî dijîn.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.