Nîvgirava Îberî

Nîvgirava Îberî an nîvgirava Îberyayî li başûrê rojavayê parzemîna Ewropayê ye. Rûerda wê nîvgiravê 582.860 km² ye. Spanya û Portûgal herdu dewletên li ser wê nîvgiravê ne. Andorra li sînorên Fransayê û Gibraltar (Cîbraltar), kolonîya Îngilterê jî li pozikê Tengava Cîbraltarê bakur e.

Di latînî de û di Împeratoriya Romê de ew reşahîye wek Hispania dihat navandin û ji wûşe de jî España û Spanya hatiye afirandin. Ji bo şûna Portûgal îroj li ser di împaratoriya Romayî de wek Lusitania dihat navandin, navê Portûgal di latînî de Lusitania ye.

Di 711'an de Tariq bin Ziyad di tengava Cîbraltarê re derbaza nîvgirava Îberî bû û li wir dewleta Endulusê saz kir. Misilman, bi gelemperî berberî û ereban, heta 1492an li nîvgiravê dewleta Endulusê dewam kirin. Ew ji pê re derbaza dimatiyên îroj bû.

Iberian peninsula
Dewletên li nîvgirava Îberî
Cîbraltar

Cîbraltar an jî Gîbraltar navçeyeke Brîtanyayê ser deryayî ye. Ew li beravên başûra nîvgirava Îberî bakura Tengava Cîbraltarê ye. Rûerda weyê 6.543 km² ye û sînora navbera Spanya û Cîbraltarê 1,2 km û ew sînora dewleteke yê herî teng e. Nifûsa Cîbraltarê nêzî 28.000 kesan e.

Endulus (dewlet)

Endulus (bi erebî: الأندلس‎, lat. el-Endulus) navê dewletê ku li girava Îberî ji aliya misilmanan hat ava kirî û navbera 711an de 1492an serwerî ajotî bû.

Di 711an de ereb û berberîyan ji Fasa îroj de ser tengava Cîbraltar re êrîşa keyaniya Vîzîgotan a di wê demê de nêvxwe de ceng kirin. Di serdariya Tarîq îbn Zîyad de artêşeke ji 500 mirovan de pêk dihatî keyî vîzîgotan bin xist.

Tarîq di salên pêş de bi Mûsa bin Nûsayr, parêzgerê Afrîkaya bakur, ve tev jî dewama dagir kirina nîvgirava Îberî kir. Di 714an de lawê Mûsa bin Nûsayr Ebdulezîz bû parêzgerî Endulus û Sevilla jî bû paytexta dewlet e. Ebdulezîz Egilona, jina biya keyî vîzgotan ê dawî Roderich, kira jina xwe.

Di 716an de Eyyub bû paşwerî Ebdulezîz û Kordoba kira paytexta Endulusê. Di 718an de Endulusiyan li nîvgiravê derva hin xakên li bakur rojavaya êdî bi tunî serwerî dajot.

Dema xelîfe Sahm de, di 720an de çiyayên Pîrenê derbaz kirin û berê çerxa Narbonne û Toulouse kir. Lê bi peymaneke navbera dûkê Frankan ê Eudo re peyman kir şunda vegerî bû.

732an de bi pêşengiya Xafikî de misilmana dîsa çiyayên Pîrenê derbaz kirin û bajarên Arles û Bordeaux dagir kirin. Lê kênge wî berîyî xwe çerxa Tours kir bi artêşa frankan re ceng kir û di wê cengê de jiyan ji dest de û artêşê xwe vegeriya nîvgirava Îberî.

Lê di 735an de artêşa misilmanan di serdariya Ûkbe de şunda derketa sefereke ser Fransayê der xistin. Di wê seferê de wî bajarên Arles, Avignon, Lyon dagîr kirin. Lê Karl Martell nêzik şunda misilmanan dehifandina nîvgirava Îberî. Derve bajarê Narbonne tenê dest misilmanan de ma.

Parêzgerên Endulusê demên pêşin xwe wek emîrî xelîfeyên Umeyeyên Şamê diditîn.Lê kênge di 755an de kargera Umeyayan ji aliya Ebasiyan ve hat valakirin, Ebd er-Rahman I reviya Endulusê û li wir bi kêfxweşîye hat pergînîkirin û ji pê re jî xwe wek xelîfe da zanîn û Emîratiya Kordoba saz kir.

763 de xelifetiya Ebasiyan ji bo wan deran dagîr bike artêşek şande Endulusê. Lê Ebdurrehman ew artêşa bin xist.

Di 785an de frankan Girona, dagîr kirin. Di wan deman de frankan û misilmana ser Pîrenê re êrîşa hev dikirin. Misilmanan di 795an de Narbonne dagîr kirin, lê di 801an de frankan Barselona, 811an de jî Tortosa dagîr kirin.

Di dema Ebdurehman II de, yê di 822an de derbaza textê bûyî, Endulus çendayî hunerî dema xweya herî rind dît.

Di dema xelîfe Ebî Emîr el-Mensûr de, generalekî Hişham II bû, Endulus şunda demake xweya baş dît û wî di 985an de Barselona şunda hundura dewletê kir. Kênge El-Mensûr mir Xelifetî keta cengeke hundur û dewlet bû 12 paran û ew dema wek keyaniya Taifa tê zanîn.

Di 1085an de "El Murabitan" ji Afrîkayê de hatin û kargerî dest xwe xistin. Lê di sedsala 12'an de kargerî derbaza Mûwahhîdan bû. Di 1212an de Cenga Las Navas de Tolosa de hevalbendiyên portekîz, kastîlya û hin dewletên din ve Mûwahhîdan bin xistin şunda Endulusê di bin xanêdanê Nasridiyan ji bajarê Granada tenê de ma. Di 1492an de ew dera jî ji aliya kastîlyan hat dagîr kirin û dema Endulusê ya li Spanya dawî bû.

Got

Got, qewmeke german a skandînavî bi gumanî li Gotlandê, îroj di xakên Swêdê de, dijî bûn. Di sedsala 2'an de wan dest bi koçê kir û ji Skandînavyayê de derketin û li Scythia, Dakya û Pannonia, ango bakura Deryaya Reş bicih bûn. Di sedsala 3'an de got wek gotên rojhelat (ostrogot) û gotên rojava (vîzîgot) bûn du paran. Di sedsala 3'an de vîzîgotan êrîşên mezin li ser Împaratoriya Roma kirin. Lê ewna ji aliya Aurelius Claudius û Gallienus hatin rawestandin. Di sedsala 4'an de him vîzîgot him jî ostrogot çendayî bin bandora Romayan de man. Di wê demê de ewna bi çendayî wergera aryanîzmê bûn.

Di 370an de ji rojhelat de êrîşên hûn dest pê kir. Van êrîşan li ser qewmên german bandora domîno kir û wan jî rojava de koç û êrîşa romayiyan kirin. Di wê demê de di 376an de keyê vîzîgotan Fritigern ji Împaratorê Împaratoriya Romaya Rojava Valens ji bo li başûra Tuna bicih bûnê destûr xwest. Valens destûr da ewna li başûra Tuna bicih bûn. Lê sal venegeriya di 377an xela peyda bû û navbera Împaratoriya Romaya Rojava û gotan de Cengên Gotî derketin û heta 382 dewam kirin û bi peyamaneke navbera Roma û gotan re xelas bû. Çiqas bi dawî Romayê got bin xistin jî di wan cengan de di 378an de di Cenga Adrianapolisê de împarator Valens hat kuştin.

Vîzîgotan di serdariya Alarik I de di 410an de bajarê Romayê dagîr kir. Honorius vîzîgot li Galiyayê bicih kirin û wan di 475an de vandal li wir bin xistin û li Nîvgirava Îberî serwerî ajotin. Ji pê re ew keyîtiyê li îber ji aliya Justinianus I hat hilweşandin. Got bi xwe jî di nav qewmên din de heliyan û zimanê xwe gotî ji bîr kir.

Komara Katalanî

Komara Katalanî yan jî Komara Katalonya (bi katalanî: República Catalana, bi oksîtanî: Republica Catalana, bi spanî: República Catalana), wek Katalonya jî tê zanîn, dewleteke serbixwebûyî ye ku di 27'ê cotmeha 2017'an de li Nîvgirava Îberî bi awayekî yekalî hate îlankirin. Parlamena Katalonyayê danezana serxwebûnê di navbera krîza destûrî ya li ser encama Giştpirsiya Serxwebûna Katalonyayê, 2017 ji Spanyayê girt.

Portûgal

Portûgal welateke li Ewropayê ye. Portûgal di keve başûrê Ewropa. Ev welate dikeve ser nîvgirava Îberî. Rêja 16% nîvgirava Îberî ji axa vî welatî pêk tê. Spanya bi tenê dibe hevsûyê (drawsê) Portûgal herwesa giravên Azor ji yên vî welatî ne.

Serbajarè Portûgalê Lîsabon e.

Serdema Kevnare

Serdema Kevnare an Serdema Antîk an Antîk (ji latînî Antiquus) serdemeke dîrokzanên Ewropayê ji bo dor Deryaya Navîn salix da ye. Ew ji sedsala 8'an b.z. de dest pê dike û heta sedsala 6'an paş zayînê diajo. Di dema Antîkê de bi gelemperî Helen û Împeratoriya Romê serwerî ajotî bû.

Serdema Navîn

Serdema Navîn çaxeke di dîroka Ewropayê de ye. Dîrokzanên ewropî dîrokê Ewropayê wiha parve sê çaxan dikin:

Serdema Kevnare, ji destpêka mirovahiyê de heta Împeratoriya Romê ya Rojava 476an de dawî dibe diajo. Serdema Navîn dest bi Serdema Kevnare dike û bi vedîtina Krîstofor Kolumbus a Amerîkayê di 1492an re jî dawî dibe. Serdema Nû an jî Serdema Modern jî ji pê Serdema Navîn re dest pê dike û heta îroj dewam dike ye. Ji bo Ewropayê di wê demê Serdema Navîn de di tevliheviyê de bû, Serdema Navîn wek Serdema Tarî ya Ewropayê jî tê navandin.

Di dema Serdema Navîn de Ewropa ji Împeratoriya Romê de bû gelek par û dewletên biçûk ên wek Brîtanya, Fransa (ya frankan), Almanya (ya germaniyan) û Macaristan.

Împeratoriya Romê ya Rojhilat bi dûv Împeratoriya Romê ya Rojava dawî dibe re êdî wek Împeratoriya Bîzansê tê navandin. Împeratoriya Bîzansê hin deman gelek lawaz bû jî, ji bo Konstantînopolîs, paytexta Bîzansê, sûrên xwe ya tendurist hebûn heta dawiya Serdema Navîn li piya ma. Ew bi dagirkirina Konstantînopolîsê ya di 1453an de, ji aliyê osmananan ve dawî bû.

Xiristiyanî di wê demê de pêşanî li Romê, ji pê re jî li tevahî Ewropayê belav bû. Lê di sedsala 13'an de wek katolîkên romî û ortodoksên yewnanî bû du paran.

Îslamiyet di Serdema Navîn de derket û vajiya Ewropayê, misilmanan di wê demê de him belavbûna ser xakan, him çandeyî, him aborî dema xweya zêrî dijî dibûn. Afrîka, Asya, Anatoliya, Endulus (nîvgirava Îberî) dest xwe xistî bûn û ji bo dagirkirinê re gefa didana Konstantînopolîs û Ewropayê. Xiristiyanan di wê çaxê de bi pêşenga dêra katolîk ji bo misilmanan ji wan xakan, bi taybetî ji xakên pîroz derxin seferên Xaçiyan derxistin. Ya pêşin di 1095an de, ya paşin jî di 1291an de ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin neh sefera xaçiyan hat sazkirin.

Spanya

Spanya an jî Keyaniya Spanyayê (fermî bi spanî Reino de España, katalanî Regne d'Espanya, galîsyayî Reino de España, baskî Espainiako Erresuma) dewleteke, li başûr rojavaya Ewropa, li nîvgirava îber ye. Paytexta Spanya Madrid e.

Zimanên keltî

Zimanên Keltî ew zimanên ji proto-keltî hatin afirandin û yek ji şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li berî zayinê ew li tevayiya Ewropa dihatin axaftin. Îroj zimanên keltî li Keyaniya yekbûyî ya Brîtanya, Îrlanda û Bretanya (li Fransayê) tên peyivîn.

Zimanên proto-keltî wiha pareve bûbûn:

Gaulî an gallî û zimanên nêzî malabata wê, lepontî, norî û galatî. Ev ziman li Fransa, Anatoliya, Belçîka û Îtalyayê dihatin xeberdan.Keltîberî, li nîvgirava Îberî, li ser xakên îroyîn ên Portekîz, Galîsya û Spanyayê dihatin axaftin.Goidelî, bi zimanên îrlandî, gaeliya skotlandî û manks ve.Britonî, teva walesî an kimrî, bretonî, kornî, kumbrî û îvernî.

Zimanên îberoromanî

Zimanên îberoromanî zimanên romanî yên ku li nîvgirava Îberî têne axaftin. Zimanên ku dikevine vê şitlê zimanê romanî ev in: spanî, portûgalî, galîsyayî, aragonî, katalanî û astûrleonî ne. Zimanê ladînoyî yê ku ji hêla cihûyên sefarad ên li Tirkiye û Îsraîlê têye axaftin jî yek ji zimanên îberoromanî ye.

Rewşa zimanê katalanî di nav zimanzanan de bi niqaş e. Hin wî zimanî yek ji zimanê îberoromanî dibînin jî, hin jî wî di nêv zimanên galoromanî de bişûn dikine. Dîsa mirov dikare wî wek zimaneke derbasî, yanê zimaneke navbera herdu zimanên de jî bibîne[çavkanî pêwîst e].

Ziryab

Abu'l Hesen 'Elî ibn Nafî anjî bi navê naskirî Ziryab (z. 789, Mûsil – m. 857, Endulus), stêrnas, erdnas, helbestvan, stranbêj û hunermendê kurd e. Ziryab xwendekarê Îsheq Mewsilî yê kurê Îbrahîm Mewsilî bû. Piştî ku jêhatîbûna wî di muzîkê de ji ya mamosteyê wî buhurî, neçar ma ji Bexdayê veqete.Wî jî berê xwe da başûrê Spanyaya îroyîn Kordobayê. Li wir melîkê mîrîtiya emewiyan a Ebdurehmanê II. Ew girte cem xwe. Bi vî awayî jîrbûna muzîkjenên kurd bi Ziryab dewam kir û tesîreke mezin li muzîka Spanyayê kir.Ziryab têla 5an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî tesîreke mezin li muzîka spanî kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn.

Evdirrehmanê II azadiyeke mezin dabû Ziryab û Ziryab bi vê azadiyê dibistaneke muzîkê saz kir.

Ziryab her weha tar û sêtar jî anîn Kordobayê û ev amûr paşê veguherî gîtara Spanyayê. Muzîk û reqsên Kurdistan û Rojhilata Navîn paşê bi tekiliya muzîk û reqsên qereçiyan veguherî flamenkoya spanî.

Li gorî gelek çavkaniyan Ziryab bandora xwe her weha li mode, xwarin û mîmariya welatên nîvgirava Îberî û Ewrûpayê jî kiriye.

Ziryab di sala 857an de dimire.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.