Kinîşt

Kinîşt (bi aramî: kenîshtâ, aramiya nuh a bakurê rojhilat: knishtâ, bi soranî: kenişt an kenişte) cihê ayîna cihûyan e.

Köln synagoge pano
Kinîşta bajarê Kölnê (Almanya)
Tolede.Santa Maria la Blanca.intérieur2
Dîmenek ji kinîşta Santa María la Blanca li bajarê Toledoyê (Spanya)

Kinîştên Kurdistanê

Kinîştên Kurdistanê gelek kevn in. Yên herî kevnar kinîşta Mûsilê, di sala 1210-î de avakirî bû û kinîşta Amêdiyê ji sala 1228-an.

Çavkanî

  • Encyclopaedia Judaica, 10 (1971). Keter Publishing House Ltd, Jerusalem.
Cihûtî

Cihûtî, cihûdîtîyan jî mûsewîtî ola cihûyan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên Peymana Kevin tê avakirin, bi taybetî, Pirtûkên Mûsa, yên ku ji pênc pirtûkên pêşîn pêk tên: pirtûka Destpêkirinê (Genesîs), pirtûka Derketina Îsraêl ji Misrê (Eksodus), pirtûka Lêwiyan (Levîtîkus), pirtûka Hijmartinê (Numerî) û pirtûka Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom). Pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat e. Zebûr an Zebûrên Dawid jî wek pirtûkeke pîroz tê pejirandin. Di cihûtiyê de Talmûd û şirovekirinên maliman jî giring in.

Cihê ayîna cihûyan kinîşt e.

Sînagog

Sînagog, Bi Kurdî: Kinîşt weke Mizgefta Misilmanan cihê duakirin û pêdivîyê olî bicih hanînê a Cihûtiyê ya. "Gog", di kurdî de di wateya civîna ku levcivîtî jî hatîya bikarhanîn di demên berê de. Lê bi teybetî, cihê ku pêşî û hêtên tihêlan vekirî, ji cihê wilo re dihat gotin. Lê di kurdî de ku bi awayekî vekirî bahse sînagogê dike, jê re tê gotin "Kenîşt".

Di Cihûtiyê de Sînagog, cihê ku lê dicivin û lê pêdivîyên xwe yên vbawerî û olî bicih cihênin a. Weke Ku di mizgeftan de Mele û di dêran de Keşe heya û sekinîya, di Sînangogan de jî Haham hena û sekinîna û rêya olî şanî mirovên cihû didin. di Sînagoê de şeklê duakirinê bi teybetî di tijbehê yê Filahan. Hundurê Sînagogê, weke hundurê Dêrê, bi rêzên rûniştinê rêzkirîya û li pêşîya wan, cihê ku lê haham di sekinê heya.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.