Keyîtî

Keyîtî, şahîtî yan jî monarşî şiklekî îdarekirina dewletê ye ku dewlet ji aliyê şexsekî tenê ve tê birêvebirin. Di keyaniyê de key an jî şah ne bi rêya hilbijartinê tê serî, belkî ew di xwede qeweteka yezdanî dibîne, an jî xwe bi esl dibîne, an jî xwe serokê temamen welatiyên dewleta xwe dibîne. Di vê sîstemê de dibe ku temamê qewet û karbidestî di destê keydebe, an jî dibe ku qewet û karbidestiya wî bi zagon û qanûnên bingehîn hatibin kêmkirin.

Monarchies of the world
Keyîtiyên li cîhanê

Binihêre jî

Belçîka

Belçîka an jî Belcîka, Keyaniya Belçîkayê (wekî Beljîka, Beljîk û Beljîkistan jî tê naskirin, bi holendî (flemenî): Koninkrijk België, bi fransî: Royaume de Belgique, bi almanî: Königreich Belgien) welatek li rojavayê Ewropayê ye ku dikeve ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Lûksembûrg dikeve başur-rojhilat û Holenda jî dikeve bakurê vî welatî. Beşeke mezin ê Belçîkayê dikeve ser sinorê Fransayê. Herwisa beşeke biçûk a vî welatî dikeve ser Deryaya Bakur.

Desthilata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Belçîka ji deh parêzgehan pêk hatiye. Paytextê Belçîkayê Bruksel e ku dikeve navenda Belçîkayê. Bajarên dî yên giring ev in: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belçîkayê (holendî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne.

Japon

Japon an Japonya an Japan an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Ohotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.

Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.

Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e. Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.

Luganda

Zimanê Lugandayî Zimanekî berfireh e û herî zêde li ugandayê tê axaftin. Piştî ugandayê herîma keyîtî Buganda û hinek derdorên Afrîkayê tê axaftin. Zêdetirîn aliyê Ugandayê ziman serdest e.

Elfebe

Aa, a

Bb, bba

Cc, cca

Dd, dda

Ee, e

Ff, ffa

Gg, gga

(Hh, ha

Ii, yi

Jj, jja

Kk, kka

Ll, la

Mm, mma

Nn, nna

(NY Ny ny, nnya or nna-ya)

Ŋŋ, ŋŋa

Oo, o

Pp, ppa

(Qq

Rr, eri

Ss, ssa

Tt, tta

Uu, wu

Vv, vva

Ww, wa

(Xx

Yy, ya

Zz, zza

Malezya

Malezya, (bi zimanê malayî: Malaysia), welatekî başûr-rojhilatê Asyayê ye. Ji Malezyaya rojava û Malezyaya rojhilat pêk tê. Malezya dewleteke Federal e û ji 13 dewlet û 3 herêmên federal pêk tê. Malezya bi Brûney, Tayland û Îndonêziya re cîran e.

Maroko

Maroko, Merakeş, Meẍrib (bi erebî: المغرب al-Maghrib) an jî bi navê xwe yê fermî Keyatiya Meẍribê (bi erebî: المملكة المغربية al-Mamlaka al-Maghribiyya) welatekî ereb ye û bakurê Afrîkayê ye. Perava wê li ser Okyanûsa Atlantîk e û bi rêya Dertenga Cebel Tariq digehit Deryaya Spî. Hevsiyên Marokoyê ev in: li rojhilatê Cezayir, li bakur (bi rêya Dertenga Cebel Tariq) Spanya û li başûr Sehraya Rojava (navçeya xetxetî li ser nexşeyê) û Morîtanya. Ji tevaya welatên Afrîkayê tenê Maroko endama Yekîtiya Afrîkayê nîne. Ew ne endama Rêkxistiya Konferansa Îslamî ye jî. Paytextê welatî bajarê Rabat e. Rûniştvanên Marokoyê ereb in û welatê Marokoyê bi zimanê erebî fermî ye. Diravê wê Derhemê Mexribî ye.

Selcûqî

Selcûqî an jî selçûqî (bi tirkî: Selçuklular; bi farsî: سلجوقيان, selcûqiyan) dewleteka dîrokiya ji aliya turkmenên Oxûzan li Asyaya Navîn, Kurdistan, Îran, Îrak, Sûrî û Anatoliya hatî bû sazandin.

Swêd

Swêd (bi swêdî: Sverige) an jî Keyatiya Swêdê (bi swêdî: Konungariket Sverige) welatek li bakûrê Ewropayê ye. Tixûbên wî digihên Norwêc, Fînlenda û Danîmarka. Li Swêdê gelek kurd dijîn. Serbajarê Swêdê Stokholm e.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.