Kelem

Kelem, kelemî an jî kelerm (Brassica oleracea var. capitata f. alba) pincareke belgîn e, girover dibe û jê re "serî" yanî seriyek kelem tê gotin. Belgên wê li hev dilefin û weke topê girover dibin, rengê belgan sipî ye, hinek texlît rengzer in, tê de demareke qalind û pehn heye.

Çandina kelemê, bi şitlan çêdibe. Tovê wê bizrekî hûr e, di destpêka biharê de wek tovê bacana sor li deverekê direşînin û dema hêşîn bû, wek şitl radikin û dibin di zeviyekê de, li nava baxçe di mişaran de diçînin, av didin heta ku mezin dibe û dibe serî. Seriyên kelemê mezin dibe û eger erda ku tê de hatiye çandin rind be, her ku diçe mezintir dibe heta ku hinek serî 10, 15, 20 û zêdetir kg dibe.

Belgê herî li derve yê li ser seriyê kelemê, bi rengê şînekî vekirî ye. Ji belgên kelemê, gelek xwarinên cuda têne çêkirin, xasma aprax ango "sarme", şorbe û tirşîn. Lê di van salên dawîn de ku xwarina "piza" ji aliyê Îtaliyan ve ku derketiye holê, pê re tenê seleta keleman tê xwarin.

Li Kurdistanê, ji bo xwarina zivistanê li herêmên sar, her malbateke Kurd bi dehan seriyê keleman di mala xwe de diparêze û di zivistanê de dixwin.

Kelemên ku li Deşta Mûşê çêdibin, pir menşûr in.

Kelem
Seriyên kelemê ji herêma Diyarbekrê
Arinc

Arinc (bi tirkî: Çamtaşı) gundekî bi ser navçeya Hawêla Sêrtê ve ye.

Gundê Arinç girêdayê Xana Hawêl e Xana Hawêl jî girêdayê bajarê Sêrtê ye.Arinç ji navçeya Xana Hawêl 14 km, ji bajarê Sêrtê 62 km dûr e. Gund navbera çiyayên bilind de ava bûye.Bilindayiya wî 1.170 mêtro ye. Bakurê gund de Motka ,rojavayê wî de Weysel Qeranî,başûrê rojhilata gund de Milo û Şikarim,başûrê rojavayê wî de Xana Hawêl Bakûrê rojhilata gund de Çiyayê Qelemsê heye . Bilindayiya Çiyayê Qelemsê 2.710 mêtro ye. Dora gundên Xana Hawêl de çiyayên herî bilind e. Demên berê de gundî vî çiyayê heybet wek zozan bi kar anîne. Bi hatina biharê re pez û dewarên xwe dibirin, dema payîz dihat dizivriyan malen xwe. Hêja jî bihar û havînan diçin zozanên vî çiyayê û soryask,loxîn,rimbêz, kîdark û pincarên jihev cüda cüda didine hev û xwarina xwe yê rojane jê çêdikin.Ku gelekî berhev kiribin dibin sûka Xana Hawêl difroşin.Xelkê navçeyê wisa bawer dike ku ev pincar ji bo tenduristiyê gelek baş in.

Gundê Arinç binê zinara de ne,dora wî hemû çiyayi ye. Ji bilindbûna gund zivistan gelek dijwar derbas dibin. Hewayên cemidî ji çiriya pêşîn dest pê dike heya avrêl û gûlanê berdewam dike.Bûyerê cemede gelekî diqewimin.Demsala havînê ne tê da demsalên dîn de li Çiyayê Qelemsê berf xilas nabe.Zivistana bakurê gund de her tim mij heye û pîranî berf dibare.Demsala biharê re baran xweş dibare û havîn ziwayî derbas dibe.Demsala zivistanê de gavê berf dibare, daristana gund dîmenekê pir xweş dide mirov.Bi hatina biharê re zevî ,daristan û erd hêşin dibin û pîvok , qîqacok ,beybûn û pirpêzêk dora gund wek bûkekê dixemlînin. Bihara gavê ku berf dihele li serê gund de şilavekê (şelale) zev delal dertê gavê berf xilas dibe ew jî diçike.Havîn çiqas ziwayî jî derbas bibin dîsa jî goriya derdora xwe gund honik e.

Gund de kaniyekî mezin û çend ciyan de jî kaniyên piçûk hene. Kaniya mezin li taxa jorî de ji nava şikeftekê de derdikeve. Gundî vî şikeftê wek sarinc diemlînin ,tiştê wekî penîr û hwd. dixine nava vê şikeftê ku xira nebe .Ava vê kaniyê zelal e lê kirêca wê zêde ye. Demsala biharê de ava vê kaniyê gelek zev e lê havînê av kêm dibe. Ji bo vewxarin ,paqijayî û zevî avdanê ava vê kaniyê tê emilandin. Ava vê kaniyê, havîn ne tê da, demsalên dîn de nawalê ve diheriqe ji Milo û Şikarim derbas dibe û digihije ava Çemê Bilîsê.

Gund aliyê avê û zeviya ve zêde dewlemend nebe jî dîsa fêkî û hêşinahî datînin û telebê zeviyên xwe dikin.Nava fêkiyên Arinç te ê herî navdar gûz e payde hinar û tirî tên. Gundî ji van fêkiyan henekî wan dibin sûka Xana Hawêl difroşin ; henekê wan jî dibin gundê dora Mûşê bi genim diguhrînin. Sala ku mêwê wan baş tirî bide dims û mewij jî çêdikin.Cûre cûre hêşinahî û zerzewat têra xwe datînin. Pîvazter, bexdenûs, xiyar, biber, sorik, bacan, binerd, silq, dolmik û kundir ji vana henek in. Nava van de binerdê Arinç gelekî navdar e. Havîna xwarina xwe yê rojane ji van zerzewatan çêdikin ê ku zêde dimîne jî hişk dikin û zivistana diemlînin. Henekî gundî dexil datinin , nava dexlê wan de ê herî navdar gilgil e.Bi gilgilê, xwarina vî herêmê , gebolê çêdikin.

Gundî pez, dewar ,mirîşk û mêşê hingivê xweyî dikin. Demên berê de gundiyan bi gelemperî pez şxweyî dikirin, lê idî ê ku pez xweyî dikin sê çar malbat in. Hemû gundî têra malen xwe dewar xweyî dikin. Ji bo pêdiviya xwe şîr û mast peyda dikin.Henê caran ku zêde dimine jî dibin sûka Xana Hawêl difroşin. Ji bo pêdiviya xwe yê hêkan jî mirişk û dîkan xweyî dikin.Çend hebek malbat van salên dawiyê de mêşê hingiv xweyi dikin ,hingivekê ku tema wê delal û xweşik bi dest dixin. Gundê Arinc ji bo xweyikirina heywanan ciyekî pir delal e û têra heywanan çêregehê wî hene.

Gund de jiyan bi mêja şeveqê destpêdike. Ku li derve hewa xweş be heywanên xwe didoşin û derdixin çêregehê ku rewşa derve ne xweş be heywanên xwe axûra de alif dikin û bernadin derve. Ê ku nanê wê nemabe hevîr dike û tenûrê de nan çêdike.Behna nan ku here pozê mirovan êdî kî xewê de dimine hemû malbat şiyar dibin û taştê dixwin.Ku dibistan vekirî bin zarok diçine dibistanê, ku betlane be piştê taştêyê zarok diçin listikê. Bermalî hemû karûbarê malê didine hev .Demsala payîzê be ji bo zivistanê xwe amade dikin pejik û êzinga bi cih dikin û ji bo alifê heywanan xebat dikin,demsala zivistanê be henek mêr diçin nêçîrê,demsala biharê be mêr û jin diçin zevî û letkê xwe serûbin û derdora wan didine hev, demsala havînê be diçin nava zeviyên xwe hem bêhna xwe derdixin hem jî fêkî û zerzewat didine hev an jî zeviyên xwe av didin. Gavê banga nîvro bide firavin dixwin.Piştî banga êvarê jî şîv tê xwarin.

Mêrê gund cil û bergê rojavayî li xwe dikin.Ê ku ciwanin şale kot û tîşorta; ê ku nav sala ve çone şalê qûmaş an şalwar,li ser jî işlîk û çakêta li xwe dikin.Henek mêr şavqe, henek mer jî kûmik didine serê xwe. Jinên gund, ê pîr û ciwan etekê fireh li serde jî tişört,fanile û bilûza li xwe dikin.Ê ku fîstanê dirêj jî li xwe dikin hene.Li ser cil û bergê xwe de porê xwe jî bi yazme an jî tirhî dipêçin.Karê xwe yê nava gund de pêlavên lastik dixine piyên xwe,ku diçine navçê an bajêr qûndire an jî pêlavên werzişî diemlînin.

Mêr ,roja înê naçine ciyekî ji bo ku xûtbe kêm nemine,Nava gund de çayxane tinne. Mêrê gund , henek rojên ku zêde berf dibare ne tê de , awê dînê kengê bixwazin dikarin biçine sûka Xana Hawêl . Jinên gund dewet, nexweşî ,şîn an jî karekî wanê fermî hebe diçin navçê.

Cîh û warekî taybet ji bo dewetan tinne,dewetên xwe bi piranî li ber dibistanên kevin dikin. Gundî , dewet û şahiyên xwe de kilam û stranên heremî dibêjin,dewetan de jin û mêr jihev cuda dileyzin. Dema gund de yek biçe rihma Xwedê mêr bihevre diçin ber mizgeftê heya mirî tê şûştin ,heman demê de ciwanê gund jî diçin menzel vedidin.Çend ciyekê de goristan hene lê îdî nayin bikaranîn.Goristana ku vêga tê bikaranîn :navbera Harran û Şamaşê de ye.Menzelê Şêx Bazidê Qorêyî jî li vê goristanê ye.Piştî ku mirî bi gor dikin, ciyê sersaxiyê amade dikin ,mêr li mizgeftê jin jî li ba mala mirîyê sersaxiya qebûl dikin.Sersaxiyên wan sê-çar roj berdewam dike ,mêvanê xwe re çay an jî tiştekî cemidi tinin û fatîhe dixwinin.

Arincî derdora xwe de gundekî bêzirar, halê xwe de tê nasîn.Ê ku Arinciyan hiz dikin derheqê Arinciyan de vê gotine dibêjin :

Arincî rincî rincî

Savar xwaro

Pişt qolincî…

Malên wanên kevin ji herî û kevira hatine çêkirin serê banê wan li ser kêrana de bi axê hatine tijî kirin û ji du oda ava bûne ,ciyê destavê li derve çêkirine.Xaniyên wanên vê paşiyê çêbûne de pireket ,çimento û hesin hatine emilandin destavê wan nav malê de ne:Lê belê dîsa jî plansaziya xaniyên wan kêm in .

Malbatên wan nava hev de ji malbatên mezin ava dibin:lê hêdî hêdî malbatên piçûk jî xwe didine nişan.Serê malê heft-heşt zarokên wan hene.Têkiliyên wan ên cînartiyê baş in ,kar û barekî giran hebe alîkariya hev dikin.

Girêdayê Îslamîyetê ne,misilman in û sûnnî ne mezheba wan şafiî ye.Zarokên xwe yê piçûk ji bo fêrbûna Qûranê dişeynin mizgeftan.Piştî qedandina Qûranê ,mewlûda Melayê Bateyî dixwinin.Rêzekê mezin didine melayên xwe gavê pirsgirikekê wan hebe bi melayên xwe dişêwêrin.Ji bo sersaxiyê gavê biçine ciyekî melayê wan dikeve pêşiya wan û bi hev re diçin.Gundî bi hev re kurmancî xeber didin.

Goriya hêjmara nifûsê ya 2012yan de ev agahî destê me de hene:Gund de 674 kes dijî ji van 318 jin û 356 jî mêr in.Navbera salên 1985-2012yan de nifûs her tim navbera 600 û 700a de bûye.

Aboriya gund bi piranî girêdayê çandinê û xwedi kirina heywanan ve ye. Van xebatên xwe de pêwistiyên xwe hildidin ê ku zêde jî dimine difroşin.Demsala payîzê de ji dora Serhedê kartol ,kelem ,goz,sêv û hwd. tiştan tinin wan difroşin. Ev xebatên wan têra wan nake ji ber vê sedemê berê xwe didine bajarê Anadolê û ji xwe re dixebitin.Stenbol,Îzmîr,Edene,Manîsa û Mêrsîn ji van bajaran çend hebekê ne.Henek mirov ji bo xebatên demsale diçin dixebitin ,henek jî bi malbatî diçin û bi cîh dibin .Gund de wek karekî nû milîsî jî dikin.

Gund de dikanekê piçûk, sê-çar dolmîş, pîqap û otomobîl hene. Ji ber ku ciyekî çiyayi ye,der û dora zeviyan de riya wesaîta nehatiye çêkirin ji vê sedemê karê xwe ye zeviyan de traxtorê bi kar naynin. Cota zeviyan ga an jî bi histiran dikin , vê dawiyê de patpatê jî bi kar tînin.Pêşerojê de pêwistî heye ku ji traxtorê îstîfade bikin.

Malên hemî gundiyan de herî kêm televzonek ê henekan jî du televzon hene. Televzonê wan bi pîranî dijital in û girêdayê çanaxa ne. Telefonên mala îdî kes naemlîne.Heft saliya bigire heya heftê saliya hemî telefonên desta diemlînin ,ev telefonên wan dijital in û sîstema dawiyê ne. Sê aboneyên telefona jî gund de dikişine ,çawa stasyana bazê li Şamaşê bi cîh kirine şebeka turksellê çêtir dikşine.Gund de înterneta telefona û ê çend hebekan jî modemê seyyar hene lê înterneta biqablo hêj nehatiye.Vê dawiyê de înterneta biqablo heya medresa Milo hatiye çend hebekî Arincî jî ,ji bo ku înternet were gundê wan jî ,serî li saziya dane .Dibistanê de înternetekê biûydî heye lê baş nakişine. Gund de elektrik hemî malan de û kolanan de heye ,henê caran pirsgirek derkevin jî zêde nadomin.

Gund de sê heb dibistan hene li taxa jorî pêşdibistan tenê heye ,zarokên Harran ku nû dest bi dibistanê dikin diçine vê dibistanê.Navbera Şamaş û Mezrê de jî du dibistan hene :dibistana kevin ku sê polê wê hene vêga weka şûna sersaxiyê tê bi kar anîn.Ba vê dibistanê de malekê ji bo mamosteyan hatiye çêkirin .Dibistana nû di sala 2011yan de vebûye ev dibistan sê qat e: qata yekem pêşdibistan ,labaratuwar,pola teknolojiye;qata duyem dibistana pêşîn ;qata seyem dibistana navîn e.Dibistan bi kalîroferê germ dibe û ava wê her dem tê.

Nêzikê 250 xwendekar vê dibistanê de dixwinin.Panzde mamoste li vê dibistanê dixebitin.Gundî qedrekî mezin didine mamosteyên xwe.Derdora dibistanê paqij e lê ji bo ku xwendekar bi hêsanî bileyzin ,ciyê lestikê tine ne.Nava dibistanê xirab nîne lê dervê wê goriya usil û plansaziyekê baş nehatiye çêkirin.Dora dibistanê de nêzikê 20-25 heb darên çama hene.Xwendekarên Şamaş û Mezrê çonûhatina dibistanê peyati dikin;ê Harranê îsal bi dolmîşa tên û diçin.Mamosteyên dibistanê navçê de dimînin,her roj bi dolmîşê tên û diçin,tenê ez li gund dimînim.

Dibistana lîseyê li gund tine ne ,jiber vê xwendekar Xana Hawêl,Weysel Qeranî û Sêrtê de dixwinin.Henek zarok rojane bi ereban diçin û tên,henek zarok jî serê heftiyê diçin û dawiya heftiyê dizivirin malen xwe.Heya vêga keçên xwe ji bo xwendinê nedişandin ciyekê dervê gund lê îdî çend hebek malbat ji bo pêşeroja zarokên xwe wan dişeynin. Çend hebekê ciwan jî zanîngehê de dixwinin lê hêjmara wan zehf kêm e. Henek malbat zarokên xwe dişeynin medreseyê : ev zarok ji derve ve dibistanê jî dixwinin.Van salên dawiyê de gundî ji bo ku zarokên wan bixwinin çî ji deste wan bê dikin.

Çar aliyê gund çiya,zinar û daristan in.Nava vê daristanê darê mazî,berû,gorîj,belalûk,kizwan û hirvêz hene. Gavê gorîj û belalûk çêdibin zarokên gund dora van dara de wekanê moza dizivrin. Gundî çiloyê darên mazî û berûyan dibirin, li serê çiyê lod dikin ,gavê zivistan tê ji wan lodan rojane an heftiyane ji bo heywanên xwe tînin.Belgê wan çiloya didine heywanên xwe bi pejikê wan jî tenûra xwe germ dikin û tifikên xwe pê dixin. Ji van darên navdar ji bo germ bûna zivistanê têra xwe tinîn û ber mala xwe kom dikin henê caran difroşin jî.Ê ku komirê diemlînin zehf kêm in.

Daristana derdora gund bi her awayê kêrê gundiyan tê.Vê daristana hêşîn û delal de kew,kivroşk,sivorî,sixûr û rovî hene. Henê caran gundî diçine nêçîrê, bêhna xwe derdixin û xwarina xwe peyda dikin. Nava daristanê de heywanên wehşî jî hene.Gavê çiyayê Qelemsê zêde berf dibare beraz û gur heya nizîkê gund xwe diberdin. Daristanê de darmêş hene ,ê ku rastê darmêşekê bê bi hostayî hingîvê ji darê derdixe.Ev hingîv wekanê derman pir biqîmet e û bihayê wê jî giran e.

Navên zarokên xwe bi gelemperî navên olî datînin lê, ê cûda jî hene.Navên kura Beytullah,Muhammed,Îsmaîl,Baran ;navên keçan Eyşe,Zeynep,Fatma,Berfîn û hwd.

Gund de nexweşxane an jî ji bo tenduristiyê ciyekê tine. Gavê nexweşek hebe,nexweşiya wî/wê zêde giran nebe lê dibin nexweşxaneya Xana Hawêl,ku nexwaşiyekê giran be dibin nexweşxaneyên Sêrtê,Êlîhê an jî Fakûlteya Amedê.

Gund de qûrsekê ber û xalîçeyan heye,salekê hat vekirin lê vêga girtiye ,ez vê qûrsê de bi cîh bûme û ez û malbata xwe tê de dimînin.Ev qûrs ji bo bêhn derxistina keçen gund û ji bo aboriya wan gelek baş bû.Qûrs navbera Şamaş û Mezrê de li ba mizgeftê ye,derdora wê xweş e .

Gund de hebekê aş heye,demên berê de gundî dexilên xwe li wir dihêrandin,lê çawan kargehê arvan vebûn , ev aş jî xebatên wan sekinin.Aş li Şamaşê ye û bi elektrikê dixebite,lê vêga girtiye.

Gundî sersala de xwarinê xweş çedikin û zarok malên cinaran digerin û ji xwe re şekir û tiştan didine hev.Yekê çileyê de tu pirozahî tineye 13yê çileyê de sersala xwe wekanê heremê pîroz dikin.Mîladî teqwîm tenê karê fermî de tê bikaranîn, hatina demsal û mehan goriya teqwîma Rûmî tê hesêb kirin.

Ji bo çûnehatinê riya ereba heye, rê biasfalt e ,lê fitlanokê wê pir zêde ne. Nizîkê gund behr tinin, gola herî nêzîk gola Wanê ye ,ew jî 75 km ji gund re dûr e .Navbera gund û Balafirgeha Sêrtê 52 km ye. Navbera gund û herî nêzîk Stasyona rêhesinî stasyona Misircê (Kurtalan) ye.Dûrahiya wê 52 km ye.

Gund de kesayetên mezin jî hebûn e,ê ku hêja jî behsa wan bihûrmetî dikin ev kes in.Şêx Aqil,Şêx Bazidê Qorêyî û Şêx Eliyê Arincî.Menzela Şêx Eliyê Arincî li Milo ye.

Navê gundê Arinc ji ku tê û wateya wî çiye gundî nizanin.Min ji çend hebekan pirs kir ka gelo navê gundê we ji ku tê? Bersiv hemî wekî hev bûn.Digotin : Em dizanin nizanin bavûkalê me ji vir re Arinc dibêjin. Bi Kurmancî wateya Arinç:kêm girtin yanî apse ye.Bi Farisi wateya Arinc: ênîşk e.Zimanê dîn de wateya Arinc heye an tine ez baş nizanim lê lêkolînekê pêwîst e.Serdema Osmaniyan de jî ev gund ava bûye û tê de rûniştî hebûn e,çî qewimiye kes nizane gund vala bûye .Henek dibêjin çend malbat ji alîyê Bedlîsê ve çend malbat jî, ji aliye Hezo (Kozluk) ve hatine û bicîh bûne.Gund de ciyekî dîrokî ,berhem an jî saziyek tinne.Lê evê ku zêra digerin çend carekê rastê kûp û perê kevîn hatine.Ev kûp û perê kevin ji kîjan serdemê maye kes nizane. Derhekê dîroka gund de zêde agahî tinin.Agahiyê ku hene jî gotinên bavûkala ne û bêbelge ne.Ev nivîsên hanê bêlêkolîn goriya çavnêriyê û mijûlayiya hatine nivîsin,sedemê nivîsandina min ew e ku derheqê Arinc te henekê agahiyên nivîsandî hebin,dibe ku min kêmasî hiştibe an xeletiyekê kiribe,helbet Xwedê çêtir dizane.

Cewadê Merwanî

Cewad Merwanî hunermendekî kurd e.

Cewad Merwanî di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê(Silîva) di nava malbateke hunerhez û Kurdperwer de hat dinê. Cewad xwîndina xwe ya destpêk û navemdî li xwîndingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de fakûlteya perwedeyê ji bo mamostatiyê xwînd. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwîndinê berde. Ji ber ku ew zû pêhesiya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin.

Evîna Cewad ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Husêyinê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û ...hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Cewad ji bona ku di nava deriya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevaniyê bike, bi dilekî xweş beşdariyê di dewat û şahiyên gel de dike. Bavê Cewad (nemir Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mêimariyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahiyên olî û der û dîwarên mizgeft û xaniyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgariyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwediyên hunerekê ku di xizmeta gelê Kurd de be. Cewad di bin teisîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe. Lê carna desthilatdariya adet û orfên civaka feodalîzimê li ser rêya wan kelem derdixistin û nedihişt ku di vê rê de li gor xwestekên dilê xwe pêş bikevin. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkîyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji aliyê radyoya Diyarbekirê hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelat kirin û demekê jî di radyôya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkariya karbidestên radyôyê di konservatora bajarê Izmîrê de mijûlî xwîndinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê Kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyôyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê( Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gortir dibû û zimanê Kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi Kurdî distirî. Herwiha ji hunermendên ku bi esla xwe Kurd bûn û bi Kurdî nedistirîn dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbaziyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran rû bi rû ma. Di sala 1989´an Cewad ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebetê xwe yê Kurdayetiyê de bi îsrar bû; du caran ji aliyê Kontorgerîla ve rastî hêrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetir ji heşt salan ceza zindanê jêre hatibû diyarkirin, neçarma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê Sûriyê ma di dawiya sala 1992an de hat Ewropa û ji wê demê heya roja îro di akademiya çand û hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne.

Cewad Merwanî heya niha albûmeke xwe ya bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkirîye. Herwiha di Orkêstra Senfoniya Kurdî de jî bi xwîndina strana Derwêşê Evdî beşdarî kiriye.

“DEM” albûma Cewad ya duyemîne ku bêgoman di vê serdemê de berhemekî dewlemende.

Cewad di pêşerojê de yê li ser çend berhemên folklorîk(kasêt û CD) û komîserhev kirina stranên Kurdî yên resen(pirtûk) jî bixebeite. Em tev bi dilxweşî li benda xebat û berhemên hozanê xwe yê dengxweş Cewad Merwanî ne.

Mîr Muzîk

Dîroka kurd û Kurdistanê

Dîroka kurd û Kurdistanê, destpêka wê, diçê hate deme sumeriyan û hwd. Piştî sumeriyan re, deme Babil û aqadiyan û pişt wê re deme duyemin ya sumeriyan li ber Diclê û Firatê dijî. Piştî wan deman re, birêzê li dûv hevdû, demên urî, hûrî û mîtaniyan, gûtî û naîriyan ditêne jîn kirin. Piştî deme naîriyan re, wê dem, were deme Medya û ji wê demê jî wê were piştî zayînê dema şedadiyan, merwaniyan û deme eyûbiyan û hwd. Ev dem, bi rêz li dûv hevdû demna dîroka Kurdistanê yên dewletî na.Dîroka Kurdistanê, li herêmê bi pêşveçûn û pêşketinên xwe re dîroka herêmê jî ji binî ve kifş dike. Ji ber vê yekê, fahmkirina wê, wê ji aliyê ve bê temenê baş û qanc fahmkirna herêmê.

Edene

Edene (bi tirkî: Adana) bajarekî Tirkiyeyê ye. Di Tirkiyeyê de, yek ji 5 bajarên herî mezin e.

Pîvana erda bajêr 14.256 km² ye. Tevahiya nifûsa parêzgehê (gorî hejmêra dawî) 2.125.635 e. Nifûsa navenda parêzgehê (bi tevî 5 navçeyên navendî) 1,747,589 e (2012). Ji navbera rojava û rojhilatê bajarê de Çema Seyhanê diherike.

Ji rojhilatê heya rojavayê, herêma ku 100 km dirêj e Herêma Bajarên Mezin yên Edene-Mêrsîn e û nêzikî 3 milyon nifûsa wê heremê he ye. Di Tirkiyeyê de, ev herêm herêma metropolîtana herî mezin a çaremîn e û navendekî bazirganî û çandeyariye.

Ev herem alî kanan (madenan) jî pir dewlemend e. Qrom, hesin, manganez, sirb(qurşûn) û tûtya (çînko) di heremê de pir tê dîtîn. Parêzgeha Edenê j'alî çandin jî pir giring e.

Di Çukurovayê de gellek zadên wek; genim, gukberojk, zeytîn, hinar, lazût(garis), narinc(purteqal, mandarîn, lalengî û lîmon), mûz, kîwî, hawêcan, şekirlewen, kartol, firingî, îsot, kaho(marûl), kelem, pîvaz, soya, riz(birinc), pembû, tirî, fisdeq, maş, xiyar, behîv, zebeş, gindor tên hilberandin. Lê belê, ji nav van zadan yê ku heri giring e pembû ye. Niha avdana van zadan bi avdana dilopî tê çêkirin.

Famîleya selketûran

Famîleya selketûran, famîleya pelxaçan, famîleya palxaçkiyan, famîleya tevran (Brassicaceae yan Cruciferae), famîleyeke riwekan e, di desteya Brassicales de cih digire. Di vê famîleyê de bi qasî 336 (heya 419) cins 3.000 heya 4.130 cure hene.

Dejnika qanzan (Arabidopsis thaliana), Nivîştîlok (Capsella bursa-pastoris), nivîştîloka hevanê şivan (Thlaspi arvense), mînakên ji vê malbatê ne. Gelek endamên vê malbatê li Kurdistanê jî digihên. Kelem (Brassica oleracea var. capitata f. alba), kelema sor (Brassica oleracea convar. capitata var. rubra L.), Brokolî (Brassica oleracea Italica), kelerim (Brassica oleracea botrytis), kelema brûkselê (Brassica oleracea Gemmifera), selketûr an tevrik/tevir/tivir (Brassica oleracea var. gongylodes L.), roka (Eruca sativa) ûêd gelek endamên vê malbatê bo xwarinê tên çandin.

Famîleya Cruciferae sala 1789'ê ji aliyê Antoine-Laurent de Jussieu ve di Genera Plantarum, rûpel 237'ê de hatiye binavkirin. Navê Brassicaceae sala 1835'ê ji aliyê Gilbert Thomas Burnett ve di Outlines of Botany, rûpel 854, 1093 û 1123'yê de hatiye bikaranîn.

Goştekelem

Goştekelem, çortiya Rûsan, kapûsta, kelemok, tûtû navê xwarineke ji keleman e. Tê gotin ev xwarin ji rûsan derbasê Kurdistanê bûye. Qada navneteweyî de bi navê kapûsta yan kapûska wekî xwarineke slavan nav daye.

Gulaş

Gulaş xwarineke quşxaneyê ye. Mirov dikare wekî hêyavk an şorbeyekê jî binavbike, lewra gelek cureyên wê hene.

Gulaş di pêjgeja gelek gelan de heye. Kurd jî dizanin û ji xwe paşpirtika +aş bi kurdî wateya xwarinê pê dixe. Peyv ji xaşandinê tê lewra bi kelînê goşt dixaşe. Di zimanê macarî de navê wê gulyás e û ew jî tê wateya gavan. Rojavayî bingeha vê xwarinê bi Macaristanê ve girêdidin, dibêjin ji wir belavbûye.

Standardeke wê nîne. Ji goştê pez an dewarê tê çêkirin. Goşt tê tîkekirin, pîvaza hûrkirî jî di nav de, tê biraştin. Sîra kutayî, reşke (kîmyon), îsota dirêj, kartol û fringî (bacanê sor, tomatos) jî dikeve navê. Li Macaristanê bi navê székely gulyás cureyekê wê yê din jî heye ku bi kremaya tirş tê çêkirin. Mirov dikare wê wekî xwarineke cuda jî binirxîne, lewra kelem, goştê berazê û biharat tê de heye.

Heşîna bêrîvanan

Heşîna bêrîvanan, sifreya bêrîvanan, dolmeha bêrîvaniyê, kutilkek (dolmeh) e kurdî ye. Di pêjgeha kurd de dolmeh ne tenê bi îsot û pelên rezê tên çêkirin, kundir, bacanreşk, fringî, pîvaz ûêd gelek zebze tên bikaranîn. Li tevahiya herêmên Kurdistanê dolmehên wiha tên xwarin.

Kortareş

Kortareş yan jî Kortireş, yek ji şeş gom (zom)ên gundê Kupikê Dêrsimê ye. Kortireş navê xwe ji çala ku têde hatiye ava kirin werdigire. Ji ber ku ji derdora Kortireş yan jî Kortareşê wekî "Kort" tê binav kirin. "KORT-A-REŞ" yan jî "KORT-Î-REŞ" her du jî heman manê didin.

Du êhtîmal va nava afirandin e. Yêkemîn îhîtmal ev e ku herd yan jî bi gotineke din axa vir sindorê navbera axa spî û reş de ye û axa kortê jî ji ber ku reş e dibe ku ji vir wergirti ye.

Ihtîmala duyemîn jî, qasê ku pîr û kalên gund bexs kirin e, kelem yan jî daristana vê herêmê ew qas xût ê bê ser û ber bûye ezman xuya ne kiriye. Di nava vî kelemî de hemû sewal (heywan)ên kovî hebune û nava daristanê ji ber ku tavê nabîne ji daran reş û tariye. Ji ber vê sedemê jî jêre gotine Korta reş.

Cihê Vê gomê, li bin rêya Kûpik-Moxindî yan jî Kûpik-Şowagê de ye. yanê KOrtireş, li vê derê hatiye ava kirin. Li Rojhilatê Kortîreşê Mezela Spî û her wiha gundê Şowagê, li Rojava-Zimagê Gundê Lodekan, li başûr Tat û Heyderbawa li bakur jî çiyayê Cûrnikan Gaza gund çih digirin.

Kortîreş, Li cîyekî gelek xweş hatiye ava kirin. Runiştvanê vê gomê tevahî ji ezbeta Seynûriyan'in. Ezbeta seynûriyan jî yêk ji wan ezbetên Bamasûrî ye. Rûniştvanên Kortîreşê, wekî Mala Sey Bêpîr (Bapîr), Mala Sey Mistefê, Mala Sey Riza Û Mala Delusên in. Lê di salên 40î-50 yan de hin malan ji ber sedemên cûr bicûr bar kirin e û berê xwe dane welatê dûr.

Kî ji wan wekî pîr li nava elewiyên Varto, Erzirom-Têrcan, Erzingan yan jî Sêwazê ku bicîh dibin têkiliya xwe dîsa jî heta salên dawî jî didomînin. Lê hatina dibistanê gund, zêdebûna şêniya gund, destpêkirina memûriyeta xort û ciwanên gund, bayê şoreşgerî û hwd gund kir wargeha terikandinê.

Kortireşê jî, ji van sedeman par(Hês)a xwe, bi zêdeyî wergirt û gelek zêde koç da.

Piştî Derba Leşkeri ya 12ê Îlonê ya 1980 ê gom, ketê pêvajoya mirin ê. beşek jî Seynûriyan jî nava gund de ciwar bûne. Mala Seyîd, Mala Nesîmî, Mala Elikê (Hamedê Elikê) Mala Seyheyder yan jî bi gotineke din Mala Bako ne. Taybetiyeke Ezbeta Seynuriyan jî ew e ku bervajî Ezbeta Seydawasan li gundê Qurqurikê kesê wan tune; lê meri(v)yên wan jî li Mezrê ku girêdayî gundê Seyîdan ê cîwar bûne. hejmara wan ji yên li Kupikê zêdetir e. Hin malan ji van him Kupik û him jî Mezre Wekî Havînge û Sarînge bikar anîne.

Li gorî zanînê Kortîreşî li gelek başarên Tirkiyê belav bûne. Xarpit, Meletî, Edene, Bursa, Enqere, Stenbol û hin deverên din ji van bajaran in. Her wiha hinek ji wan jî bi awayekî belvê derveyî welêt bûne. Li Elmanya,Hollanda, Belçîka û hwd bicîh bûn e.

Kortireşiyan di salên dawîde gelek însanên xwende derxistin. Ji wan piranî hînkar, mamost endazyar derxıstın e.

(Nıvîs wê dom bike)

Pêjgeha albanî

Pêjgeha albanî yan pêjgeha Albanyayê ji xwarin, vexwarinên gelê alban, ji cure û awayên amadekirin, hilberîna xwarin, vexwarinên wan re tê gotin. Pêjgeha albanî şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di xwarinên-vexwarinên albanan de nan, fringî, masî, kartol, kelem, lovî (lobiye) û şîranî cihekê sereke digirin.

Dema Osmanî tên herêmê, bandoreke mezin lê jiyana wan dikin. Xwarin, vexwarinên wan dikevin bin bandora yên erebî, farsî û romî (tirkî). Xwarinên Anatoliyayê li Albanyayê jî serdest dibin.

Bo albanan dana herî girîng navroj e. Navrojên wan rengîn in. Miheqeq divê selete hebe li ser destexaneyê (sifre). Arû, fringî, zeytûn, sirke, xwê û rûnê gulberojê ji seleteyên wan kêm nabin. Dîsa bo xwarinê jî xwarinên quşxaneyê, riz, kartol, masî û mezeyê pirr dixwin. Kafêya tehl û çayê jî gelek vedixwin.

Pêjgeha balkanî

Pêjgeha balkanî pirranî ji bo xwarin, vexwarin, cure û dewlemendiya herêma Balkanê tê bikaranîn. Pêjgeha Tirkiyeyê, pêjgeha albanî, pêjgeha Romanyayê, pêjgeha yewnanî jî bi giştî ya qismen dikevin vê komê.

Pêjgeha balkanî jî di çerxa dîrokê de derketiye holê. Gelek di bin bandora xwarin-vexwarinên rojhilata navîn û peravên Deryaya Navîn de maye. Herwiha xwarin-vexwarinên slav, romî (tirk) û fransîyan jî muhra xwe li pêjgeha balkanî dane.

Beriya ku Osmanî werin herêmê pêjgeha balkanî homojen bû lê di nava sedsalên 14 û 19em de, homojeniya xwe winda dike û bêhtir dewlemend dibe. Lazût, riz, kuncî, kelem, bacanreşk, îsot, sîr, genim, goştê spî (elok, mirîşk ûêd), masî, mast, fringî, sirke, sos gelek tên bikaranîn.

Pêjgeha laz

Pêjgeha laz ji xwarin û vexwarinên lazan re tê gotin. Li Tirkiyeyê ji ber siyaseta pişavtinê, demekê dirêj hebûna lazan jî dihate înkarkirin, ji wan re Karadenizli - ji xelkê Deryaya Reş digotin. Niha jî bêjeya Karadenizli pirranî bo lazan tê bikaranîn û ji xwarin-vexwarinên lazan re jî herwiha Karadeniz Yemekleri - xwarinên Deryaya Reş dibêjin.

Welatê lazan Lazistan di peravê Deryaya Reş de ye û gelê laz ji aliyê etnîkî, ziman û çandî ve parek ji qefqazê ne. Xwarin vexwarinên wan jî bi qefqazê re hevpar in. Bandora xwarinên romiyan (tirk), ango bandora pêjgeha Tirkiyeyê jî li xwarinên lazan bûye.

Masî, bi taybetî kîlke cihekê giring digire, di xwarinên lazan de. Xwarinên ji hevîrê, berhemên şîr, tirşîn, hêyavk, şorbe, kilor, tiyanên curbecur ûêd pêjgeha laz dixemilînin. Kelem, lazût, lovî (fasûlî, lobiye), îsot gelek tên bikaranîn.

Pêjgeha îrlendî

Pêjgeha îrlendî, bi pêjgehên gelên cîran re gelek hevpar e. Goştê berxê, mirîşk, hêk, rûnê nivîşkî, berhemên şîr,mîdye, hêyavk pirr tên xwarin.

Di nava salên 1846 - 1851'ê de li Îrlendayê xelayeke mezin rû dide. Zêdetirî milyonek kes jiyana xwe ji dest didin. Salên xelayê tevahiya jiyana îrlendiyan diguherîne. Çandinî tê guhertin, 1,5 milyon kes koçber dibin, diçin Kanada, Brîtanya û DYAyê.

Heya sedsala 20em goşt kêm dihat bikaranîn. Masî cihekê girîng digire. Masî herwiha tên kelandin, biharatkirin jî. Kartol sedsala 16em tê Îrlendayê

Pênûs

Pênûs an jî qelem, alava ku pê tê nivîsandin û xêzkirin e.

Tê gotin ku gotina kalem jî ji kelemê tê ku kelem jî tê wateya darikê serê wî tûj an jî dirî[çavkanî pêwîst e]. Ji bilî va tiştan pênûs tê wateya pê nûsandinê.[çavkanî pêwîst e]

Pênûs dibe ku amûrên yekemîn bûn yê mirov bi kar anî. Danîşanên kevintirîn ji serdema kevirê ye li kû bi darên normal ve li ser axesork dihat selixandin û tim tim bi wêneyên şkeftê dihat dîtin. Bi hatina çandên bilind yê berê li şûn dara nivîsandinê çîxên nivîsandin dihatin bi kar aniyê. Ew jî paşê bi raborîna demê bi firçe û perrê nivîsandinê cih girt. Firçe û perrê nivîsandinê wekî şageste dihat dîtin û yek jî meriv dikar bû li ser kaxiz jî binivîse. Di serdema kevnara dereng tek hinek nivîsên runê û nivîsên mixî û peykersaz pênûsan bi kar anîn.

Di serdema navîn de meriv pênûsên ji zirêç , zîv an jî sêhl bi kar anîn yê ema xêzên zirav û rengavêtî davîtin Di dawiya serdema navîne de meriv destpê dikir bi çêkirina pênûsa zirêc yê bi forma darê bi parçeyek zirêç dorgirtî bû.

Di sedsala 16 ne zirêç lê hema grafît dihat bi kar anîn . Grafît xêzek daha qalind boyax dikir û ji ber ku daha hêsan di hat bi kar anîn çinkî meriv pêwîste ne dibû eyne berê li ser kaxiz bidewsîne.

Quzêrîb

Quzêrîb (navê wê yê kevn di qeydên osmanî de Quhêrîb an Qohêrîp bû, 1928: قونيريب "Konérip" (Qonêrîp) 1946: Kuzeyrip, bi tirkî: Yazır ), gundekî Stewrê yê ku navçeyek Mêrdîn e. Berê gundekî Diyarbekrê bû. Him li ser weadên Mala Qawakan yê Stewrî ku alîgirên Îsmet Paşa bûn û talibê ray(deng)ên gundiyan bûn û him jî ji ber ku di çiya re Stewrê ji bajarên din nêztir bû, gund, wek Rêzgundên xwe Dêrîş, Cirzê û Çilstûnê di encama plebîsîteke berî nuha 50-60 sal de xwe bi Stewrê ve grêda ye. Lê tu fêde û xêr û xizmet ji Stewrê nedîtiye; lewra heyta sala 2005an jî bê av mabû. Gund ji zemaniyan heyta vê dîrokê jî divêtiya xwe ya avê ji ava berf û baranê ku çile û buharan di çahlan de dihat hilanîn bicî dianî.

Tirşîn

Tirşîn, tirşî awayekê parastina sebze û fêkiyan e. Di pêjgeha kurd de cihekê wê yê girîng heye. Li Asya û Ewropayê gelek cureyên wê tên xwarin. Ji kurdan derbasê tirkan jî bûye ku bi tirkî dibêjin turşu.

Sebze û fêkî di nava şoriyê de tên sekinandin û ev rêbaza han mejûyê bikaranînê dirêj dike. Ji demên pirr berê ve ev teknîk hatiye bikaranîn ku mirov bikaribin zivistanê jî fêkî û sebzeyan bixwin.

Di dema nûjen de ji ber ku sarinc hene êdî ne ji bo dirêjkirina mejûyê bikaranînê, bo daxwazê tirşîn tên çêkirin.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.