ISBN

ISBN kurtenavê "International Standard Book Number" e û wate "Jimara Standarda Navneteweyî ya Pirtûkê". Hejmareke ko ji 10 jimara pêk têt û her E-Pirtûkekê, pirtûkekê yan berhemên wekî pirtûkan ISBN'eka xweser heye. Ji roja 1'ê rêbendanê 2007 nimrê ISBN bûn 13 reqem.[1]

EAN-13-ISBN-13
ISBN'ekî 13-reqemî

Hên seke

  • ISSN – Information and documentation – International Standard Serial Number
  • ISMN – International Standard-Musik-Nummer
  • ISAN – International Standard Audiovisual Number
  • ISRN – International Standard Technical Report Number
  • ISRC – The International Standard Recording Code
  • ISWC – International Standard Musical Work Code

Çavkanî

  1. ISBN Handbuch - Die Internationale Standard-Buchnummer, ISBN Agentur für Deutschland, Frankfurt am Main, 2005, ISBN 978-3-7657-2781-8 [1]
Bêrecûk

Bêrecûk (bi tirkî: Birecik; bi erebî: البيرا‎, lat. al-Bīrā; bi asûrî: Birtha‎, bi kurdî tê wateya: "kelhe") û bi navê xwe yê herî kevn (bi yewnanî) Makedonopolîs), navçeyeke Rihayê li Bakurê Kurdistanê ye û nêzika sînora Sûriyê ye.

Cins

Cins, celeb (herwiha: Genus) di birêkûpêkiya yan sîstematîka riwek û ajalan de navê hiyerarşiyekê ye. Cins di nava xwe de cureyan dihewînin. Ji cinsê mezintir famîle ye. Herî kêm du cins dibin famîleyek.

Binavkirin ji Carl von Linné tê ku sala 1753'ê de di Species Plantarum de bo riwekan bikaranîye. Di dehem çapa Systema Naturaeyê de (sala 1758), ev binavkirin herwiha bo ajalan jî hatiye bikaranîn.

Heger cins ji gelek cureyan pêk tê û di nava cureyên wê hin cudatî hene, di nava xwe de hiyerarşiyeke nû dertîne:

Çîn(Class) an çîna cinsê. Hinekan binekom jî bikaranîne.

Seksiyon, liq, hob, beşa çînê

Bineseksiyon, binehob, bineliq, binebeşa çînê

Rêze, serî

Binerêze, bineserîMixabin li ser floraya Kurdistanê xebatên zanistî nîn an kêm in. Di bikaranîna rêmanan de carnan tevlîhevî derdikevin.

Ermenî

Gelê Ermenî, Ermanî an jî Ermen (bi ermenî: Հայեր Hayer), yek ji gelên kevn ya Rojhilata Navîn e. Ew ji nav gelên filehanê cîhanê li gelek pîrrtirin.Ermen jî 2700 salan bûyî li Bakurê Kurdistanê û başûrê Qefqazê dijî. Hem jî hewna gelê Ermenistanêne.

Famîle

Famîle (riweknasî) (bi latînî familia) di birêkûpêkiya yan dabeşandina biyolojîk a riwekan de navê hiyerarkiyekê ye. Bêje herwiha di cîhana ajalan de tê bikaranîn.

Ev rêmana han ji Pierre Magnol tê ku sala 1689'ê wî li riweknasiyê (botanîk) zêde kiriye. Riweknasên mezin Linné û Antoine-Laurent de Jussieu ji dêl vê têgînê ve, „Ordines naturales“ (=„pergala xwezayî“) bikaranîne. Lê di sedsala dawiyê de riweknasên nûjen li ser bêjeya famîle bihevkirine, bêhtir wê bikartînin.

Famîle ji cure (riweknasî) yan cins (riweknasî)ên riwekên hevpar, bînan û hevşêwe pêk tê. Famîleyên riwekan bi paşpirtika -ceae û yên ajalan jî bi -dae bidawî dibin. Binavkirinên kurdî pirranî navê xwe ji riweka herî navdar a famîleyê digirin û bi paşpirtika pirhejmariyê -(y)an bidawî dibin. Bo mînak sosin, famîleya sosinan. Ev forma han herwiha di binavkirinên êlên (eşîr) kurd de tê bikaranîn. Navê nêrza Sîn/Sîno, di çerxa demê de bûye navê êla Sînemiliyan. Ango, zarokên Sîn ê Milî/Milanî. Wekî tê zanîn Milan eşîreke mezin e.

Hewramî (zarava)

Hewramî yek ji zaravayê Kurdiya Goranî ye. Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin: oramî, maçû an jî maço.

Hindistan

Hindistan an Hindûstan an jî bi fermî Komara Hindistanê (Hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê.

Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welatê mezin e bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat jî Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbê wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.

Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demên berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê. Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (Hinduîzm, Budîzm, Jainizm û Sîhîzm) ye, herwiha Zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna Xiristiyanî û Misilmantî heta sedsala dehan gihane axa Hindistanê.Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehemîn mezin e. Bi reformên aborî yên sala 1991'ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê de artêşa mezin a çarem e.

Hindistan bi rêveberiya xwe ve komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene.

Kafro

Kafro an jî Xerabê Kefrê (bi aramî Kafro Tahtayto, bi zimanê romî Elbeğendi) gundekî navçeya Mîdyadê (di parêzgeha Mêrdînê de) ku li Tûr Abdînê de cih digre, ye. Ev gund di sala 1980an de ji aliyê Dewleta Tirk ve hatibû betalkirin lê di sala 2004an de gund ji nû ve hate avakirin. Herwiha, îro 18 malbatên aramî tê de dijîn.

Kurd

Kurd neteweyeke kevnar a Rojhilata Navîn e, ku piraniya wan li ser axa Kurdistanê dijîn û zimanine hind û ewropî xeber didin. Roja îro dewleta wan a serbixwe tine ye. Piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî gelê kurd ji hêla dewletên nû wek Tirkî, Sûrî, Iraq û welatê Îranê ve hatiye parvekirin û hikûmet û rejîmên van dewletan hebûna kurd, ziman û çanda kurdan înkar dikirin û wan dixwastin ku kurdan asîmile bikin. Hejmara kurdan a îro ne aşkira ye, lê belê li gor hin çavkaniyan li dor 40-50 milyonan e.

Ji bilî herçar dewletên navborî, kurd li Qefqazê (Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycan), Rûsya, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbekistan, Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn (Îsrael, Lubnan û hwd) jî dijîn. Li derveyî welêt diyasporayeke mezin a kurdan heye.

Kurdistan

Kurdistan (کوردستان; /kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.

Mehmed Uzun

Mehmed Uzun (z. 1'ê rêbendanê 1953 li Siwêrekê (Riha) – m. 11'ê kewçêrê 2007 li Amedê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin.

Pişika mirovî

Pişik , sî an jî siy (bi îngilîzî:lung) endama bingehin a koendama henasê ye.

Alûgorkirina gazan a di navbera xwînê û hewayê derve, di nav pişikan de rû dide.

Pulur

Pulur ango Pilûr (bi tirkî: Ovacık) yek ji navçeyên Dêrsîmê ye.

Pêjgeha kurd

Pêjgeha kurd, aşpêjxaneya kurdî, kulîna kurdî, kûxniya êzîdiyan, metbexî kurdî, xwarinên kurdî ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.

Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyariyê bûne.

Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.

Li Kurdistanê herwiha suryanî, ereb, terekeme, tirkoman jî dijîn. Dewlemendiya çanda wan a xwarinê jî tevlî ya kurdan bûye. Cure cure xwarinên sebzeyê, bi cure cure nanan tê xwarin. Seleteyên kurdî pirranî ji arûf (xiyar), fringî (bacanê sor), pîvaza heşîn, bexdenûs, kahû û biharbêhnan (biharat) e.

Taştêyên kurdî jî gelek dewlemend in. Hingiv, toraq, cureyên penîran, hêk, zeytûn, fêkî xwarinên bingehîn ên taştêyê ne. Bo vexwarinê jî pirranî çaya reş tê ser destexaneya kurdî.

Qisle

Qisle (an Qizilkilîse[çavkanî pêwîst e]) an jî Nazmiye yek ji navçeyên Dêrsîmê ye. Rûber 553 km², bilindahî ji rûyê avê 1.550 m ye. 37 km ji Dêrsîmê dûr e. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 2.840 û bi giştî jî 5.574 e. Mixabin şik di van statîstîkan de hene. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li navçeyê mermer tê derxistin. Mixabin gel xizan e.

Riwekên kulîlkdar

Riwekên bi kulîlk an jî riwekên kulîlkdar, navê zanistî yê latînî Magnoliophyta an Angiospermae, beşeke cîhana gil û giya ye û wek ku mirov ji navê fêhm (fam) dike, riwekên ku di demekê de kulîlkan vedikin in. Riwekên tovdar (bi bizir, bi toxim]] in. Nêzîkî 226.000 riwekên vê çînê hene

Suryanî

Suryanî, aramî ango asûrî (bi zimanê aramî: suroye, suryoye) gelê suryanî gelekî Rojhilata navînê ye.

Anegorî texmînan di navbera milyonek ta çend milyon suryanî li rûerdê belavbûyî dijîn. Welatê wan Mezopotamya ye ku ew jê re dibêjin Bethnahrîn. Îro di navbera dewletên Tirkî, Iraq, Sûrî û Îranê de li hev hatiye parkirin.

Piştî Şerê cîhanî yê duyem suryanî bi çar aliyên cîhanê ve belav bûn .

Îdir

Îdir an jî Reşqelas (bi tirkî, Iğdır) bajarekî li Tirkiyeyê û Kurdistana bakur e.

Beriya Serhildanên Agiriyê girêdayî bajarê Agirî bû, piştî têk çûyîna kurdên Agirî, Îdir bi Qersê ve hate girêdan. Heya 1991'î navçeya Qersê bû. Pîvana erdê navçeyê 2.424 km û û rûber, 1.650 ye. Hejmara nifûsa wê nêzîkî 75.927 e.

Îslam

Îslam, îslamiyet an jî misilmantî (bi erebî: إسلام‎, lat. îslām) navê dîn û ayîneke yekxwedayî ya Îbrahîmî ye, ku pirtûka wê ya pîroz Quran e. Li gorî baweriya îslamê Quran gotina Xwedê ye û ji ber vê hindê nehatiye guherandin. Li gorî îslamê pirtûkên Încîl, Tewrat û Zebûr jî ji hêla Xwedê ve hatine şandin, lê ew, bi destê mirovan hatine guherandin. Sunet yanê kirin û gotinên Muhemmed jî di jiyana bawermendên misilman de rolek girîng dilîzin. Piraniya hadîsan di pirtûkên Muslîm, Tîrmîzî û Sehîhî Buxarî de hatine komkirin.

Hejmara bawermendên îslamê li cîhanê 1.62 milyar kes e.

Şorbe

Şorbe, germî yan avsîr navê komekê xwarinan e. Pêjgeha kurd ji aliyê şorbeyan ve dewlemend e.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.