Gelhe

Nifûs an gelhe, li welatekî, bajar, navçe an saziyekî (mina dibistan, zanîngeh û hwd) hijmara mirovan e. Her dewlet ji çend salan carê ji bona tespîtkirina nifûsa xwe hijmartina mirovan dike.

Aşqela

Aşqela yan Şoxan[çavkanî pêwîst e] yek ji navçeyên Erzîromê ye.

Di qeydên dîrokî de navê wê wekî Lokûs Basara, Şoxan, Kelê, Aşxan derbas dibe. Li Şoxanê tirk û kurd hene, kurd bi zaravayê kirmanckî diaxivin[çavkanî pêwîst e].

Bajarê Nû

Bajarê Nû an jî Yenîşehir (bi tirkî: Yenişehir) navê navçeyeke ku bi ser bajarê Amedê ve ye. Li Bajarê Nû zêdeyî 178.972 (sala 2008) rûniştvan dijîn û navçe ji 30 taxan pêk tê.

Dirbêsî

Dirbêsî (bi tirkî: Şenyurt), bajarokê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve ye.

Diyarbekir (parêzgeh)

Diyarbekir (bi tirkî: Diyarbakır), parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Amed e.

Gêl

Gêl an jî Êgil (1928: اكيل / Egîl) navçeyeke bajarê Amedê ye ku nifûsa wê 19.176 e.

Mehsert

Mehsert (bi tirkî: Ömerli) yek ji navçeyên Mêrdînê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara niştecihên navendê nêzîkî 7.000 e. Hejmara niştecihên gundan nêzîkî 9.000 e. Aborî li ser çandiniyê û bazirganiyê ye. Mehsertê him di dîroka kurdan, him jî di ya asûriyan de xwedî cihekê girîng e. Gundê Fafîtê cihekî arkeolojîk e.

Mêrdîn

Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Narman

Narman navçeya parêzgeha Erzîromê ye.

Di qeydên dîrokî de navê wê wekî Nerman, Nemiran, Nemirvan û Îdê derbasdibe. 1 nehiye, 42 gund û 4 mezreyên wê hene. Hebûna 3 mezreyan dewlet bi fermî napejirîne.

Norgeh

Norgeh (bi tirkî: Pazaryolu) yek ji navçeyên Erzîromê ye. 121 km ji Erzîromê dûr dikeve. 35 gundên wê hene. Çend mezre jî bi fermî nayên pejirandin. Di sala 1989'î de bûye navçe.

Oltî

Oltî (bi tirkî: Oltu) yek ji navçeyên parêzgeha Erziromê ye.

Di qeydên dîrokî de navê wê wekî Oltî, Oxtîk û Oltîk derbasdibe. Derbarê avabûna wê de kêm agahî hene.

Pasûr

Pasûr an jî Qulb (bi tirkî: Kulp) yek ji qezayên Diyarbekrê ye.

127 km ji Amedê dûr e. 2 bajarok (Pasûr û Cixsê), 3 nahiye (Ciqs, Aqçesîr û Bahemdan), 50 gund û 135 mezre girêdayî navçeyê ne. Gel bi tevayî ji kurdan pêk tê. Dewleta tirk statîstîkên navçeyê bi dizî digire.

Payas

Payas (1928: پاياس / Payas; 1946: Peyas; bi tirkî: Kayapınar) navê navçeyeke ku bi ser bajarê Amedê ve ye. Li Payasê pitirî 151.862 (sala 2008) rûniştvan dijîn û navçe ji 12 taxan pêk tê.

Pîran, Diyarbekir

Pîran (bi tirkî: Dicle), navçeyek çiyayî ye ku grêdayî Amedê ye. Şêx Saîd ji vî bajarî bû.

Qereçan

Qereçan navçeyeke Erziromê ye. 182 km ji Erzîromê dûr dikeve.

Di sala 1966'î de bûye şaredarî û di sala 1987'î de jî kirine navçe. 1 nehiye, 17 gund û çend jî mezreyên wê hene.

Rezik, Amed

Rezik navê kurdî yê navçeya Bağlar a bi ser bajarê Amedê ve ye.

Sûr, Amed

Sûr (bi tirkî: Sur), navê navçeya ku di nav sûrên Amedê de ye.

Tawûsker

Tawûsker (bi tirkî: Olur) navçeyeke parêzgeha Bakurê Kurdistanê, Erzîromê ye. 160 km ji Erzîromê dûr dikeve. Di sala 1958'î de bûye navçe û navên wê yî berê hatiye qedexekirin. Beriya Komkujiya Ermeniyan gelek Ermenî li herêmê dijiyan. Ji ber wê tevahiya navên cografîk Kurdî yan Ermenî ne.

Tortim

Tortim (bi tirkî: Tortum) navçeyeke girêdayî parêzgeha Erzîromê ye. 52 km ji Erzîromê dûr dikeve. 5 nehiye, 47 gund û 3 mezreyên wê hene. Hebûna mezreyan ji aliyê dewletê ve tê înkarkirin.

Çinar

Çinar (bi tirkî: Çınar), navçeyek Amedê ye. Li ser rêya Mêrdînê ye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.