Galîsya

Galîsya (bi galîsyayî Galicia an Galiza), herêmeke otonom a Spanyayê ye. Serbajarê wê Santiago de Compostela ye. Zimanên fermî yên vê herêmê galîsyayî û kastîlî ne. Li Galîsyayê nêzîkî 2.771.000 kes dijîn (ji salê 2007).

Locator map of Galicia
Galîsya di navbera herêmên otonom ên Spanyayê de

Pêşangeh

Flag of Galicia

Ala Galîsyayê

Escudo de Galicia

Arma Galîsyayê

Camilo José Cela

Camilo José Cela (z. 11'ê gulana 1916 li Iria Flavia, herêma Padrón, parêzgeha A Coruña, Galîsya - m. 17'ê rêbendana 2002 li Madrid, Spanya) nivîskarekî spanî bû û di sala 1989'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtibû.

Navê wî yê dirêj Camilo José Manuel Juan Ramón Francisco de Jerónimo Cela Trulock e lê ji ber dirêjbûnê wî bi xwe jî tenê wekî Camilo José Cela dinivîsand. Wêjevan rêbaza ku wî bikardianî bi navê "realîzma tarî" binavdikin.

Empanada

Empanada cureyekê kilora Arjentînî ye. Li Spanya, welatên Amerîkaya latînî gelek navdar e. Dişibe kilorên kurdî yên toraqê. Tê gotin ji bajarê Salta ya Arjentînê belav bûye ku li hin cihan navê wî jî Salteña ye. Wekî tevahiya kiloran, ji hevîrê şikevayê (pelhevîr) tê çêkirin.

Li Arjentînê di dirûvê devdasê (heyvê) de vedikin, goştê mirîşk an dewarê dixinê. Herwiha jambon, goştê hêrayî, ananas, pîvaz, penîr ûêd jî. Di argûnê de dipijînin.

Gûlik

Gûlik (Asphodelus) navê riwek û pincarek e ji malbata riwekan a bi navê Asphodeloideae. Gelek cureyên wê hene. Li Kurdistanê biharê tên berhevkirin û xwarin.

Riwekeke xwezayî ye. Nêriyên wê, ajên wê ji bejna mirov bilindtir dibin. Pelên wê dirêj in. Zarok wekî balonan pifî hundirê pelên wê dikin, pê dilîzin. Li çiya û zozanên bilind dijîn. Bo mînak li Çiyayê Şerevdînê, Kopîl, Çiyayê Bîngolê, zozanên bilind ên Gurgum, Sêwas, Ezirgan, Erzîromê û gelek cihan hêşîn dibe.

Ji Hindistanê heya peravên Deryaya Navîn, li cihên bilind tên dîtin. Cureyê vê riwekê yê li Kurdistanê heye, niha di bin xetereya tunebûnê de ye.

Herêmên otonom ên Spanyayê

Spanya ji 17 Herêmên Otonom de pêk tê ye. Her yek herêman kargera xweya bixwe hene û wek dewletên DYA û Kanada xwe karger dikin. Ew 17 herêman nav xwe de bi tunî hatin parva 51 yek navçeyan kirine. Herêmên Spanya û serbajarên xwe wiha ne:

Endulus (Sevilya)

Aragon (Zaragoza)

Astûrya (Oviedo)

Giravên Balear ( Palma de Mallorca)

Welatê Baskî (Vitoria-Gasteiz)

Giravên Kanarya (du paytext hene Las Palmas de Gran Canaria û Santa Cruz de Tenerife)

Kantabriya (Santander)

Kastîlya-La Mança (Toledo)

Kastîlya û Leon (Valladolid)

Katalonya (Barselona)

Estremadûra (Mérida)

Galîsya (Santiago de Compostela)

La Rioja (Logrono)

Madrîd (Madrid)

Mûrsiya (Murcia)

Navarra (Pamplona)

Valensiya (Valensiya)Li wan bêtir li beravên Efrîqayê jî du bajarên Spanyayê Sebta (Ceuta) û Melilya jî hene. Ew herdu bajaran ne herêmên otonom, bajarên otonom in.

Şablon:Pages with no Item

Lîsteya dewletên cîhanê

Li cîhanê de 193 dewletên serbixwe hene. Ji van 192 endamên rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) ne. Herweha Vatîkan jî dewleteke lê ne endamê Neteweyên Yekbûyî ye.

Di vê lîsteyê de çend herêmên otonom jî hene yên ku bi eşkereyî daxwaza serbixwebûnê dikin û di dawiya lîsteyê de jî van dewletên ku serbixwebûna xwe diyar kiriye lê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve nehatin pejirandin an jî di riya serbixwebûnê de ne bi nivîsa xwarik (îtalîk) tên nivîsandin.

Mîndaugas

Mîndaguas (1203 - 12'ê Rezbera 1263) mîrê yekemîn ku tê zanîn yê Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya ye. Di 1235'a de serwerî bi dest xist û di 1251'ê de mîna Keyê Lîtvanya hat bi tackirin. Ew bi gelemperî mîna damezrînerê Lîtvanya û yekemîn serwerê yekîtiya Baltikan tê nasîn. Di navbera 1250 û 1251 de mîna bawerekî Katolîkên Romayê hat vaftîzkirin û bi saya vê yekê têkiliyek bi Mîrê Lîvonyayê re bi dest xist û di 29'ê hezîranê an jî 6'ê tîrmehê, 1253, taca Keyîtiya Lîtvanya da serê xwe. Di dema dewleta Lîtvanya de Mîndaugas vegeriya bawerî ya xwe ya berê kû mîna Paganîzm tê binavkirin. Ji ber vê yekê demeke dirêj navbera dewleta Lîtvanya û Şovalyeyên Tîtonî xera bû.

Siegfried Bernfeld

Siegfried Bernfeld (* 7'ê gulanê 1892 li Lemberg a Galîsya, wê demê girêdayê dewleta Awistriya-Macaristanê bû û îro Ûkrayna; † 2'ê avrêlê 1953 li San Francisco) psîkoanalîst, pedagogê resfirmîst û yek ji kesên bandora xwe li tevgerên ciwanan kiriye bû.

Teha Kerîmî

Teha Kerîmî (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Taha Karimi) sînemakar û derhênerekî kurd bû ku di sala 1975an de li bajarê Baneyê li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Kurtefîlmên Teha Kerîmî di gelek fîlmefestîvalan de hatine pêşandan, li Berlîn û Ourense (Galîsya, Spanya) û Goa (Hindistan) û Londonê û sînemakarê kurd tê de bi xelatên cuda cuda hatiye xelatkirin.

Derhêner Teha Kerîmî di 29ê gulana 2013an de bi sedema rûdaneke hatûçûnê (trafîkê) li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da û termê wî li goristana Silêmaniyê hate veşartin.

Di Duyem Fîlmefestîvala Dihokê ya Navdewletî ya îsal (9-16 çiriya pêşîn a 2013an) de du fîlmên sînemakarê wexerkirî dê bi awayekî taybet bên pêşandan: Çiyayên Spî (White Mountain) û Hezar û yek sêv (1001 Apples).

Zimanê galîsyayî

Galîsyayî, (bi galîsyayî: galego [gaˈlego]), ji aliyê 4 milyon mirovan ve li herêma otonom a Galîsya ya Spanya û li derveyî Galîsyayê jî li herêmên spanî yên Terra Eo-Navia (Asturias), O Bierzo (León), As Portelas (Zamora) û Serra de Xalma (Cáceres) tê axavtin.

Zimanên keltî

Zimanên Keltî ew zimanên ji proto-keltî hatin afirandin û yek ji şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li berî zayinê ew li tevayiya Ewropa dihatin axaftin. Îroj zimanên keltî li Keyaniya yekbûyî ya Brîtanya, Îrlanda û Bretanya (li Fransayê) tên peyivîn.

Zimanên proto-keltî wiha pareve bûbûn:

Gaulî an gallî û zimanên nêzî malabata wê, lepontî, norî û galatî. Ev ziman li Fransa, Anatoliya, Belçîka û Îtalyayê dihatin xeberdan.Keltîberî, li nîvgirava Îberî, li ser xakên îroyîn ên Portekîz, Galîsya û Spanyayê dihatin axaftin.Goidelî, bi zimanên îrlandî, gaeliya skotlandî û manks ve.Britonî, teva walesî an kimrî, bretonî, kornî, kumbrî û îvernî.

Herêmên Otonom ên Spanyayê

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.