Ewropaya Rojava

Ewropaya Rojava zêdetir wekî zaravekê di syaseta cihnaskî anko ceopolîtîkê da li dema Şerê Sar peyda bû. Ev zarav wan welatan bi eşkirayî ji aliyê siyasî, aborî ve ji welatên Ewropaya Rojhilat cida dikit. Tuxîbên Ewropya Rojava bi eşkirayî wan welatan vedigirit ko li dema Şerê Cîhaniyê Duyê û Şerê Sar nekevtin bin destê Yekîtiya Komarên Sosyalîstî yên Şêwirdar, aboriya wan aboriyeka sermayedarane bû.

Hindek welatên pîşesaz yên ko li dema Şerê Cîhaniyê Duyê an jî li dema Şerê Sar bêalîbûna xwe parast bû ji aliyê zaravenasiyê ve nakevin nav rêza welatên Ewropaya Rojhilat, bila ji aliyê cihnasiyê (cografiyê) ve jî li rojavaya Ewropayê bin.

Welatên ko bi awayekê rastûrast bi vî zaravî pênas dibin ew welat in ko sîstema siyasî ya wan li ser bingehê lîberalîzm û aboriya sûka azad hatiye avakirn.

Western Europe map
Ewropaya Rojava weke ku ji aliyê Civaka National Geographic ve hatiye pênaskirin.
Ewropaya Navendî

Ewropaya Navendî herêmek e di Ewropayê de cih girtî di navbera du navçeyên din yên ku bi xwe bi awayên ciyawaz dihên pênaskirin: Ewropaya Rojava û Ewropaya Rojhilat. Piştî dawîbûna Şerê Sar û Perdeya Asinî ku ji barê siyasî ve Ewropa du parçe (Rojava û Rojhilat) kirbû, peyva "Ewropaya Navendî" dîsan ket ser zimanan û hat bikaranîn.

Koça Qewman

Koça Qoman an jî Dema Koçê (bi ingîlîzî, migration period) Herka Barbaran (bi ingîlîzî, barbarian invasions) navekê dîrokzanan daye koçên di navbera 300anan û 700anan hatî dî bû. Bi wan koçan re li Ewropa çaxa Antîka dereng xelas dibe serdema navîn dest pê dike.

Di koçê de Got, Vandal û Frankan, û hin gelên dinên germanî û slavî hat koç kirî bû. Gorî hin dîrokzanan koç kengê hunan li Asya Navîn de dest bi koç kirinê dike şunda dest pê dike. Hunan ber bi Ewropa û Rûsya koç kirin şunda gelên din jî ji pêra koç kirin.

Wê koçê heta salên 1000an dewam kir û paş koçê re Slav, alan, avar, bulgar, macar, peçenek, kuman û tataran etnîk avahiya Ewropaya Rojava gelek hat guhertin.

Li ber hunan li Ewropaya gotan, di sedsala 2'an de ji Polonyaya îroj de ber bi Derya Reş koç kirin. Bi wê koçê re wan vandal û markommenên başûr de, Burgundan jî ber bi rojava koçê re zor kirin. Ew koçaka gelaya mezina herî pêş de bû. Li dor 290an gotan wek vizigot, ango "gotên rojavayî" û ostrogot an "gotên rojhelatî" bûn du paran. Ostrogot li dor Derya Reş li Ukranyaya îroj, vîzîgot jî li Balkanan li bakurê Danûb bicih bûn.

Nêzî dema koça gotan, langobardana ji Elbe de ber bi navbera Awûstûrya û Çêka îroj koç kirin.

LGBT

LGBT (an jî GLBT), kurtkirina tîpên yekem a bêjeyên “lezbiyen”, “gey”, “bîseksuel” û “transgender” in. Ev kurtkirin carinan wekî LGBTT (gey, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel, travestî) jî tê nivîsandin û ji salên 1990î û vir ve ji bo têkoşîna mafên hevzayendan wekî navek stareyeke mezin tê bikaranîn. Her çiqas berê ev peyv wekî GLBT hatibû bikaranîn jî, ji ber ku di nav civakê de nîşaniya lezbîyen kêm e, tîpa L anîne pêşî. Dawiyê li rojava komelin ji bo înterseksuelan I û ji bo queer jî tîpa Q pêve bêjeyê kirine (LGBTIQ/LGBTTIQ).

Lêkdana Şaristanan

Lêkdana Şaristanan, teoriyeke ku nasnameyên çand û dînî dê bibin sedemên ewilîn yên şerî piştî Şerê sar li dinyayê. Ev ji aliyê zanyarê polîtîkayê Samuel P. Huntington ve hatiye pêşniyarkirin di dersên xwe yên 1992an de li Enstîtûya Enterprîse ya Amerîkî yê. Paşî di nivîsara xwe ya Foreign Affairs, 1993 de pêşxist bi navê Lêkdana Şaristanan. Her wisa ev ji bo pirtûka bi navê The End of History and the Last Man ya xwendevanê wî yê berê Francis Fukuyama jî bersiv bû. Huntington paşî li sala 1996an de teza xwe fireh kir bi navê The Clash of Civilizations and the Remaking of World Order.

Ev îfade bi xwe di demek berê de ji aliyê Bernard Lewis ve di nivîsara xwe de li îlona 1990an di jimareke kovara The Atlantic Monthly de bi navê The Roots of Muslim Rage hatibû bikaranîn. Heta hêj zûtir, ev îfade diyar dibe di pirtûkeke 1926an bi Rojhilata Navîn ve têkildar ji aliyê Basil Mathews bi navê Young Islam on Trek: A Study in the Clash of Civilizations.

Ev îfade ji lêkdana çandan derketiye holê, jixwe di dema kolonî û Belle Époque de dihate bikaranîn.

Romaya Kevnare

Romaya Kevnare bajarwarî anko şaristaniyetek bû ko li derdora sedsala 9ê berî zayînê wekî civakeka cotkar li nîvgizirta Îtalyayê hat damezirandin û li dawiyê bû emperatoriyek ko tevaya herêmên Deryaya Navîn vegirtin. Li sdsala 12ê di jiyana xwe da, Rom ji keyatiyekê bû komareka ko bingehê wê li ser hîmê olîgarşiyê û demokrasiyê hatibû danan û paştir jî bû emperatoriyeka otokratîk anko yeksalarane. Wê hemî Ewropaya Rojava û piraniya deverên derdora Deryaya Navîn bi dagîrkirin û navxwehelandinê anko asîmîlasiyonê vegirtin.

Li sedsala 5ê emperatorî ber bi herifyanê çû. Aliyên rojavayî yên împeratoriyê, bi herêmên mîna Hispania, Gaul û Îtalyayê jê cida bûn û li sedsala 5ê keyatiyên xweser pêkanîn. Navê aliyê rojhilatî yê emperatoriyê ko navenda wê Konstantînopol bû ji sala 476ê û şûnda bû Împeratoriya Bîzansê. Ev sal, sala kevneşopî ya herifyana Emperatoriya Romê û destpêka Serê Çaxên Navîn e ko bi Çaxên Tarî dihêt niyasîn.

Bajarwariya Roma Kevin bi awayekê edetî digel Yewnana Kevin bi hevra wekî Kevnariya Klasîk dihên niyasîn. Yewnana Kevin hêvênê hebûna ferhengî ya Roma Kevin bû. Roma Kevin di dîroka Ewropaya Rojava da dewrekê gelek mezin lîstiye û bingehê huner, şer, qanûn, wêje, teknolojî û nijargerî anko arşîtektê li wêderê hat danîn. Dîroka wê emperatoriyê hêşta jî bandora xw li ser cîhanê heye.

Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropa, bi kurtasî YE (bi îngilîzî: European Union (EU), elmanî: Europäische Union, frensî: Union européenne), rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 28 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29'ê gulana sala 1986an de li Brukselê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4'em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9'ê gulanê ye. Yekitiya Ewropayê xwedî pasaport û ajonameya hevbeş e.

Zimanê polonî

Zimanê polonî (bi polonî: język polski) zimanekî ji zimanên lehî di mila slaviya rojavayîyê, di bin zimanên malbata zimanên hind û ewropî de ye.

Ew bi zimanên kaşûbî, çekî, slowakî û sorbî ve gelek nêzî hev e.

Polonî zimanê Polonyayê fermî ye. Ew ji aliya 38 milyon kesan ve tê axaftin û ji wan heşt milyonên xwe li der Polonyayê dijî ne.

Zimanên Ewropayê

Vê bi zimanên hind û ewropî re tev li hev neke.

Piraniya zimanên Ewrupayî endamên Malbata zimanên hind û ewropî ne. Ev malbata ji çend beşan pêk dihê; romanî, germanî, baltî, slavî, albanî, keltî, ermenî û helenîk (Yewnanî). Zimanên uralî jî, ku li macarî, fînî û estonî jê ne, bi awayekî berbiçav li Ewrupayê peyda dibin. Malbatên zimanên tirkî û moxolî jî çend endamên ewrupayî dihewînin ku li başûrê rojavaya Ewrupayê malbata zimanên qafqasya bakurî û qafqasya başûrî giring in. Zimanê baskî zimanekÎ serbixwe yê Pîrenê ye ku ti têkiliya wî bi zimanên din re tune, herwihazimanê maltî ku ji erebiya seqîlyayê tê ku ew zimanekî samî ye û ew zimanê samî tenê li ewrupayê heye ku xwedan statûyeke fermî ye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.