Ensîklopedî

Ensîklopedî, ji zimanê yewnanî enkyklios paideia, ango daîreya perwerdehiyê, yan jî zanistname hewla berhevkirina hemû zanîna ser mijarekê an hemû zanîna cîhanê ye.

Brockhaus Lexikon
Zanistnameya Brockhaus Lexikon

Dîrok

Di dîrokê de gelek zanistname hatin nivîsandin. Zanistnameyên bi nav û deng ji aliyê Arîstoteles, Ibn Sîna, Francis Bacon (Dara Zanîna), Jean Baptiste le Rond d’Alembert û Denîs Dîderot (Encylopédie) hatin weşandin.

Îro Zanistname ên Ensîklopedîa Britannica, Encarta, Brockhaus û Wîkîpediya ensîklopediyên girîng in.

Zanistnameyên kurdî

Wîkîpediya kurdî zanistnameya yekem a bi zimanê kurdî ye, derve vê Ansîklopediya Zarokan jî heye.

Li Beyrûdê di sala 2009'an de zanistnameyeke kurdî bi 10 berg û 18 beş hate amadekirin. Serokê Komîsyona Bilind a Amadekirina Ansîklopediya Kurdî Ebdullah Elyawayî bû.

Amed (pirtûk)

Navê pirtûkê Amed, erdnîgarî, dîrok, çand e û ji aliyê Amed Tîgrîs û Yildiz Ҫakar ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve hatiye çapkirin û îhaleya ҫapê jî Weşanxaneya Lîsê girtiye.Pirtûk ji du beşan pêk tê: beşa yekem navenda bajêr û gundên wê û beşa duyem jî hemû bajarok û gundên wê ne. Pirtûk 652 rûpel e û bi tevayî rengîn e.

Di pirtûkê de agahiyên dîrokî, erdnîgarî, ҫandî, aborî, civakî, demografî, etnografi, mîtolojî, perestgeh, ziyaretgeh û biyografî hene.

Di pirtûkê de bajarok bi bajarok, tax bi tax, gund bi gund , gom (mezre) bi gom hemû bi taybetiyên xwe ve bi kurtî hatine nivîsîn. Parlamenter, şaredar, nivîskar, hunermend, navdar û dengbêjên amedî ji kîjan bajerok an jî gundî ne kurtejiyana wan hatine nivîsîn û navên berhemên wan hatine destnîşankirin.

Herweha navên gund û mezreyan bi kurdî û tirkî ne. Û kîjan gund li ku ye, ҫend km ji bajêr an ji bajarokê dûr e, rewşa aborî û civakiya gundiyan ҫawa ye, ҫend kes li gund an li gomê dijin, ji kîjan neteweyî ne, ziman an zaravayên wan ҫi ne, cihên dîrokî, turîstîk, ҫem, ҫiya, deşt, zozan û ziyaretgeh hatine nivîsandin.

Çeko Amed Jiyan di sala 2013an de Pirtûka Amed, erdnîgarî, dîrok,çand ji kurdî wergerandiye tirkî. Tirkiya wê weha ye: Amed cografya,tarih ve kültür.

Azad Zal

Azad Zal nivîskar, rojnamevan, wergêr û rexnegirê wêjeyê yê kurd e.

Azad Zal di 7ê adara 1972an da li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulemîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê.

Wî li ber destê bavê xwe perwerdehiya sereke ya bi kurdî û erebî dîtiye. Şûn de li gund dibistana seretayî ya Tirkî xwendiye (1979-1984). Sala pêşî ji ber ku mamosteyê wî kurd bûye û mirovekî baş bûye, zêde bandora çanda tirkî li ser wî çê nebûye. Ji ber ku nasnameya wî tune bûye li gund pênç salên dibistana seretayî bê nasname xwendiye. Lê ji bo ku ew dibistanê berdewam bike û li bajêr perwerdebe nasname pêwist bû. Piştî dibistana sereta sê salên wî diqedin hê nasname nay derxistin. Navê wî jî diguhere dibe Mehmet.

Dibistana navîn û Dibistana amadeyî li Amedê dixwîne. Bi kutakirina dibistana amadeyiyê re di berfanbara 1992 an da ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Li ser pirsgirêkên siyasî lê doz tê vekirin û tê darizandin. Di encama darizandinê de 22 sal û şeş meh ceza lê tê birîn. Li Zîndana Amedê, li ya Dîlokê, li ya Giresunê, û li Zindana tîpa Feyê ya Sîncanê (Enqere) bi tevahî 12 salan girtî dimîne.

Di sermaweza 2004an da ji zindanê tê berdan. Piştî tê berdan li Rojnameya Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike. Li Azadiya Welat edîtoriya beşa cîhan û dîplomasiyê dike û karê wergerê dimeşîne. Şûn de derbasî Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe û di rêveberiya Enstîtuyê de wekî berpirsê kar û barê weşanê cih digire. Her wiha piştî ku Kovara W dewrê Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe; ji hejmara 13mîn şûn de edîtoriya weşanê ya kovarê jî digire ser xwe.

Di duyemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Niviskarên Kurd de ji bo lijneya rêveberiyê hate helbijartin û wekî cîgirê serokê komeleyê peywir girt.

Zal di heman demê de li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn jî kar û barê redaksiyona xebatên kurdî dike. Di derveyê vana de mamostetiya zimanê kurdî, wergera sîmultane, ya nivîskî, tîpguhezî û tîprêzî (ya erebî-latînî / latînî-erebî), grafik, dîzayn û rûpelsaziya (mîzanpaj) pirtûk, kovar û hwd., dike.

Zal, di 22yê Avrêla 2011an de bi navê Weşanên J&J weşanxaneyekê vekir û dest bi weşana J&J Ensîklopediya Kurdî kir. Ew gerînendetî û berpirsiyariya giştî ya Weşanên J&J dike.

Azad Zal zewicandî ye û du keç û lawekî wî hene.

Ferheng

Ferheng (peyvname, bêjename) pirtûkek yan qeydek dî ye ku peyv û bêje tê de hatine rêzkirin û şîrovekirin. Ev şîrovekirin dibe bi heman zimanî be yan jî bi zimanek din be. Ferheng dibe ji bilî bi peyvan, bi wêneyan jî bên dîyarkirin. Di ferhengan peyv bi piranî li gor alfabeyê tên rêzkirin lê rêzkirin dikare bi gor babetan jî bibe.

Yek cûn parvekirina ferhengan jî wiha ye: Ferhengên giştî û ferhengên taybet.

Ferheng dikarin ferhengên yekzimanî, ferhengên duzimanî yan jî ferhengên pirzimanî bin.

Wekî din ferheng dikare di wateya çandê de jî were bikaranîn, ji xwe ev gotin di zimanê Farisî de tê wateya çandê.

Mînakeke ji bo ferhengek Wîkîferheng e.

Binêre:

Ferhengên kurdî

Wîkîpediya:Ferqên nav Ensîklopedî û Ferhengan

Matsuo Bashō

Matsuo Bashō (z. 1644 li Ueno, Iga − m. 28'ê sermawezê, 1694 li Osaka), helbestvanekî japonî bû.

Murasaki Shikibu

Murasaki Shikibu(z. 978 li Kyoto − m. 1014/25), yek ji nivîskar û helbestvanek navdar ên japonî ye.

Pirtûk

Pirtûk, pertûk, kitêb an jî kitab di kurdî de gotina berhem jî jê re hatiye gotin, belgeyên bi rûpelan hatiye ser hev û yên guhêzbar in.

Psîkoanalîz

Psîkoanalîz rêmaneke grekî ye û ji du gotinan pêk tê, psîko (giyanê mirov, rewan) û analîz (dewiyandin, dahûrandin).

Yek ji rêbazên şîrovekirina nexweşiyên derûnnasiyê û dermankirina wê ye. Avakarê vê rêbazê Sigmund Freud e. Bingehên nexweşiyên derûnnasiyê pirranî, di jiyana zaroktiyê tên avêtin. Heger mirov sedaman nas bike nexweşî ji holê radibe. Mixabin dinya hundirîn a mirov pirr tevlîhev e. Nexweş bi serê xwe nikane ji bin vî barî derkeve. Pêwîstiya wê bi psîkanalîstan heye.

Psîkoanalîst rewşeke hêsan û bêalî (notr) amade dike. Bi rêbazên zîrek û plankirî pirsan li nexweş dike. Ji pirsên rojane û hêsan berî bi jiyana zaroktiyê û tarî ve diçe. Heger nêzîkayî bi sedemên nexweşiyê were, nexweş reaksiyonan nîşan dide û naxwaze bijîşk zêdetir bimeşe. Wê gavê seans tê qutkirin. Ji her seansê bijîşk gelek tiştan bidestdixe.

Psîkanalîz ne tenê bi pirsan dibe, herwekî bi hîpnotîzma (hîpnoz), bi bikaranîna hin dermanan hwd jî dibe. Bi têgîna psîkoanalîzê, bi giranî Freud tê bîra mirov.

Wîkîferheng

Wîkîferheng ango Wiktionary ferhengeke azad e. Tê de peyv bi wate, rêziman û etîmolojiya wan tên şirovekirin. Di ferhengê de wergerên bi zimanên din jî hene. Di beşa kurdî de peyvên kurdî hene, di beşa îngilîzî an giştî de peyvên hemû zimanan hene.

Projeya Wîkîferheng projeya xwişka Wîkîpediyayê ye. Wekî Wîkîpediya, Wîkîferheng jî Wîkiyek e.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.