Endemîk

Endemîk anku cureyên endemîk, ev cureyên ajal, balinde, buhik, riwekan û hwd, yên ku bi tenê di herêmeke taybet de dijîn. Anku cureyên xwecihî û herêmî û bi cihekî taybet ve girêdayî ne. Li Kurdistanê, li Qerejdaxê riwekên endemîk hene, yanê bi tenê li Qerejdaxê tên dîtin.

Mêş û mûr jî hene, yên ku dibin sedema nexweşiyên mîna lerzeta û dengue û hwd. Dema ev nexweşî li cihên taybet bilav dibin mirov jê re dibêjin nexweşiyên endemîk.

GulaResXelfeti
Gula Reş cureyekî endemîk ê gulan ê herêma Xelfetiyê ye.
Darex

Darex masiyekî endemîk e ku li ava bi karbonat a Behra Wanê dijî.

Gula Reş

Yek ji sembolên Xeletiyê bêguman Gula Reş e. Ji ber mîkro-iqlima ya ku li Xelfetiyê peyda ye, di vê herêmê de gulên reş ên ku bala meriv dikşînin mezin dibin.

Lêkolîner dibêjin ku gulên reş endemîk in û lewra bi tenê li Xelfetiyê wuha derdikevin holê. Pêwîst e ku rengê gulan vekirî be, lê ji ber ku ew gul endemîk in bi bandora mîkro-iqlima Xelfetiyê rengê xwe diguherînin û bi vî awayî reş xuya dikin. Ev gul bi taybetî di mehên buhar û payizê de mezin dibin.

Lê dema ku meriv ev gulan qut dike û li derekî din diçîne gul taybetiya xwe wenda dike û rengê taybet ê vî gulî xwe diguhêrîne. Bi çandina biziran jî rengê gulan reş nabe. Ji ber vê yekê gelê Xelfetiyê gulên reş di baxçên xwe de diçînin da ku turîst ew gulên balkêş bibînin.

Hesperis hedgei

Hesperis hedgei, navê zanistî yê riwekeke endemîk a herêma Qerejdaxê ye.

Hola Sofî Hemê

Hola Sofî Hemê yan Hola Pîlo (bi tirkî: Aşağı Çayırlı Köyü), gundekî Bismilê ye. Mezreya Girikê Fariz e. Gund li ber Çemê Caferî li ser qelaçekî bilind e û debara gundiyan bi xwedîkirina heywanan û bi çandinî ya bejî ye. Li derdora wê Meterê, Xanoserê, Kelê, Dêrbendê, Hola Hecî Qado û Girikê Fariz he ne.

Kengur

Kangrû yan jî cirdîxezal giyanewereke humbanî (marsupiyal) e ji famîleya Macropodidae ye. Macropod bi grekî tê maneya "piye fireh, linge fireh". Kangrû cureyekî endemîk î Awistralyayê ye.

Kangrû xweyî lingepaşne fireh û xurt, lingna fireh adapteyi hilpekînena, dûvekî direj bimasulkê (bihencav) jibo balansê, û serekî biçûk.

Kangrû semboleke neteweyî ya Awistralyayê ye. Kangrû giring e jibo kultura Awistralya û wêneye neteweyî.

Lathyrus trachycarpus

Lathyrus trachycarpus, riwekeke endemîk a herêma Qerejdaxê ye.

Paracaryum kurdistanicum

Paracaryum kurdistanicum, riwekeke endemîk a herêma Qerejdaxê ye.

Qaçmûk

Qaçmûk an jî şewbor (navê zanistî yê latînî: Hesperis kurdica), riwekeke endemîk a Kurdistanê ye. Qaçmûk hem li Bakur, hem jî li Başûrê Kurdistanê tê dîtin.

Qilaban

Qilaban (bi tirkî: Uludere), navçeyekî girêdayî bajarê Kurdistana bakur Şirnexê ye. Qilaban di 27'ê pûşperê sala 1957'a bûye bajar. Li gor serjimêra sala 2008'a hejmara rûniştvanê bajêr 11.030 û ya navçeyê 38.511 kes e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê

WHO (World Health Organisation) an RTC (Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê) di sala 1945an de li DYAyê hatiye damezrandin.

Destûra bingehîn a RTCê ji aliyê 61 welatî ve di 7ê avrêla 1946an de hatiye pejirandin. Her sal di 7ê avrêlê de roja tenduristiyê ya dinyayê tê pîrozkirin. Niha 191 welat bûne endamê RTCê û 2 welat jî li ber endambûnê ne.

Simbila Mezopotamyayê

Sinbula Mezopotamyayê an jî simbula Mezopotamyayê (bi latînî: Scilla mesopotamica Speta) piştî Gula Reş yek ji kulîlkên herî navdar ên Xelfetiyê ye.

Ev kulîlka ku ji famîleya simbulan (Hyacinthaceae) e tenê li Xelfetiyê mezin dibe û cara ewil berî 116 salan hatibû keşfkirin, lê piştî bin av ketina Xelfetiyê ev kulîlk wek cûreyeke tinebûyî dihat zanîn. Di sala 2004an de bi xebatên Fakulteya Wêjeya Fenê ya Herranê dîsa hat keşfkirin.

Kulîlk di sala 1888an de ji aliyê lêkolînerê giyayê yê elman Paul Sinteris li Xelfetiyê hatiyê dîtin û navê xwe ji warê xwe Mezopotamya stendiye. Herwiha, di sala 1977an de ji aliyê lêkolînereke xerîb yê bi navê Speta ji cîhanê re hatiye naskirin.

Wek Gula Reş, simbula Mezopotamyayê jî kulîlkeke endemîk e û lewra di ekosîstemên biçûk ên mîna li Xelfetî derketiye holê.

Tenerife

Tenerife girava herî mezin a Giravên Qenariyê ye. Yek ji heft giravên ku herêma otonom a Giravên Qenariyê ya Spanyayê ne. Paytexta herêmê Santa Cruz de Tenerife ye. Çiyayê herî bilind ê li giravê bi 3.718 m volkana Teide ye ku bilindtirîn çiyayê Spanyayê jî ye.

Wan

Wan (bi ermenî: Վան, bi tirkî: Van) navê navçe û bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.

Mirov ji Wanê ji ser rêya Payîzava û Elbakê re xwe digihine Gever û Colemêrgê. Her wiha ji ser rêya Geverê ya dewletê re jî mirov dikare xwe bigihîne Îranê. Termînala otobûsan bi qasî 4 km’yan dûrî navendê ye. Çûyîn û hatin bi rêya mînîbûsan pêk tê.

Îstgeha trênê bi qasî 5 km’yan ji bajêr dûr e. Çûyîn û hatina ji bo trênê bi mînîbusan pêk tê. Balafirgeh jî 7 km’yan ji navenda bajêr dûr e. Çûyîn û hatin bi mînîbûsan û serwîsa saziya THY’ê pêk tê.

Xecxecok (Neurergus)

Xecxecok an xeçxecîlk an jî selemendrê pinî pinî (navê zanistî yê latînî: Neurergus), cinsekî beqên bidûvik in, wekî qurnewêlkan, û li hemû deverên çiyayên Kurdistanê dijîn.

Xelfetî (navçe)

Xelfetî (bi tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di nava axa Mezopotamya da xwedî xweserî û mîmariyek taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihûştek biçûk tê binavkirin. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî bihûşta gula reş jî tê nasîn.

Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAP'ê di bin bendavê de ma.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.