Dawid

Dawid di ayînên cihû, mesihî û îslamî de pêxemberek e. Ew li gorî Zebûrê [çavkanî pêwîst e] di sedsala 10'an a berî zayînê de jiyaye. Lawê herî biçûk ê Boaz û Yeyê bû. Li seraya keyê Îsraêlê Şawûl bû û bi keça wî re zewicî. Piştî ku derbasî Filistînê bû, li wira keyaniyek ji xwe re ava kir. Paşê keyaniya Îsraêl jî xist bin destê xwe. Di dema keyaniyê de bû pêxember. Wehiyên Xwedê jê re jî hatin. Wehî di pirtûka pîroz Zebûrê de hatin civandin. Dawid Pêxember di sala 962'ê berî zayînê de wefat kir.

Peter Paul Rubens David Slaying Goliath
Dawid Calûtê dêw dikuje li gorî Peter Paul Rubens

Girêdanên derve

Bajarê Dawidî

Bajarê Dawidî an bajarê Dêwid (bi îbranî: עיר דוד‎ Ir David) herêma arkeolojîk a ku beşa sereka ya Orşelîma kevn e. Ew li quncika başûrê-rojhilatê dîwarên Orşelîmê ye. Di nava bajêr de qesrek heye ku li gorî hin arkeologan dibe ku qesra padîşah Dawid be, û çendek tunelên avê yên ji hêla key Hezekiah ve hatine çêkirin, hene.

Cihûtî

Cihûtî, cihûdîtîyan jî mûsewîtî ola cihûyan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên Peymana Kevin tê avakirin, bi taybetî, Pirtûkên Mûsa, yên ku ji pênc pirtûkên pêşîn pêk tên: pirtûka Destpêkirinê (Genesîs), pirtûka Derketina Îsraêl ji Misrê (Eksodus), pirtûka Lêwiyan (Levîtîkus), pirtûka Hijmartinê (Numerî) û pirtûka Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom). Pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat e. Zebûr an Zebûrên Dawid jî wek pirtûkeke pîroz tê pejirandin. Di cihûtiyê de Talmûd û şirovekirinên maliman jî giring in.

Cihê ayîna cihûyan kinîşt e.

Dawid Bilax

Dawid Bilax, Dawid Biłax (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Dawid Bilakh), gundekî bi ser Navenda Silêmaniyê ya navçeya Silêmanî ya parêzgeha Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) ve ye.

Dêrawid

Dêrawid an jî Dêra Dawid, gundekî grêdayî navçeya Sêrtê Dihê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Dînewerî

Dînewerî an jî Ebû Henîfe Dînewerî (z. 820 Kirmaşan − m. 24'ê Tîrmehê 895 Dînewer) riweknas, astronom, erdnas, matematîkzan û dîroknasê kurd e.

Holokost

Holokost, şoah, nîjadkujiya Cihûyan, rehqelana cihûyan, genosîda/jenosîda cihûyan, rehkolana cihûyan ji nîjadkujiya ku ji aliyê sazûmaniya Nazîyan ve li Almanya û seranser Ewropayê hatiye kirin re tê gotin.

Keskesor

Keskesor, kevana Dawid, qozeqer, heftreng an bûka baranê rûdaneke hewayê ye. Wextê baran tê û tav derdikeve nîvçembereke rengîn li esmên xuya dibe. Keskesor heft reng e (sor, porteqalî, zer, kesk, hêşîn, çivîd û mor), ji bo vê yekê mirov dibêjinê "heftreng".

Mela Dawid

Mela Dawid (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Mala Dawid), gundekî bi ser Navenda Silêmaniyê ya navçeya Silêmanî ya parêzgeha Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) ve ye.

Orşelîm

Orşelîm yan Quds (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם‎, lat. Yerushaláyim; bi erebî: القُدس‎, lat. al-Quds; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum, bi zimanê asûriyan ê kevin Urusalim an jî Urisalimmu; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî pêwîst e]) bajarrekî dîrokî li Filistînê ye. Hem Filistîn û hem jî Îsraîl îdia dikin ku Quds paytextê wan e.

Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).

Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe [çavkanî pêwîst e], Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.

Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma[çavkanî pêwîst e].

Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.

537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.

Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi ordiya xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.

Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) ordiya romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna[çavkanî pêwîst e]. Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.

638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz"[çavkanî pêwîst e].

Pêxember

Pêxember, ango pêẍember, kesên dînên îbrahîmî ne ku li gorî pirtûkên pîroz ên van dînan ji mirovan re ji Xwedê xeber didin.

Quran

Quran an jî Qur'an ‎(bi erebî: القرآن‎‎), pirtûka pîroz a olê Îslamê ye.

Çar pirtukên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin.

Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wahîy ve ji Muhemmed re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leyletûl qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Sad

Sad sûreyek ji Quran a Pîroz e. Di bajarê Mekkê hatiye hinartinê û ji 88 ayetan pêk tê. Sûre navê xwe ji ayeta yekemin ji tîpa elîfbê ya erebî "Sad" girtiye. Di vî sûreyê da çîvrokên Hz. Dawid, Silêman, Eyûb, Îbrahîm, Îsmaîl, Îshaq, Zul-kifil û Elyes'e derbaz dibin. Dûra sûre qala yekbûna Xwedê û nebawermendan dike, ku yê ji bona înkarî û neheqiya xwe hatî bûn tune kirinê.

Seba (sûre)

Seba an jî sûreya Sebayê sûreyek ji Qurana Pîroz e. Li gorî baweriya îslamê li bajarê Mekeyê hatiye hinartînê û ji 54 ayetan pêk tê. Sûre navê xwe ji ayeta 15'em ji peyva Seba girtiye. Sebe navê şindekî yan jî komalekî li welatê Yemen ê ye. Sûre qala nebawermendan dike, ku yên roja exiretê bi zanayî înkar dikin. Dûra çîvrokên Hz. Dawid û Silêman û hinek gumanên nebawermendan ji bona pêxambertiya Hz. Mihemed jî di sûreyê da derbaz dibin.

Silêman

Silêman padîşah, kurê Dawid

Siltan Silêmanê Qanûnî, sultanekî osmanî

Silêman gundekî Xinûsê

Zebûr

Zebûr pirtûkeke Peymana Kevin e ku tê de 150 stranên ruhanî (Zebûr) hatin berhevkirin.

73 Zebûr ji aliyê Dawid (li dor 1000 B.Z.) ve hatin nivîsandin.

Navên nivîskarên din ên naskirî ev in:

Asaf (12 Zebûr)

Kurên Korax (10 Zebûr)

Mûsa (1 Zebûr)

Silêman (1 Zebûr)

Heman (1 Zebûr)

Etan (1 Zebûr)51 Zebûr bê navê nivîskar hene.

Zebûra herî kevin Zebûra 90 e, nivîskarê wê Mûsa ye.

Zebûrên herî nû Zebûra 126 û 137 in (li dor 500 B.Z.).

Li gor dabaşên wan çend cûreyên Zebûran hene:

Zebûrên ku pesnê Xwedê didin, an jê re şikir didin

Zebûrên tobekirinê (mirov di wan de ji Xwedê afûbûna gunehan dixwaze)

Zebûrên hîndariyê

Zebûrên dîrokî (ji bo karên Xwedê yên dîrokî pesnê wî didin)

Zebûrên ji bo padîşah

Zebûrên ji bo cejnanZebûra 23 belkî ya herî bi nav û deng e:

Zebûra Dawid

1 Xudan şivanê min e,

Tiştek ji min kêm nabe.

2 Ew min li nav mêrga nû dide mexel,

Û li ber ava rihet rêve dibe.

3 Ew dilê min nû dike,

Û di ber navê xwe de, di riya rast de rêberiya min dike.

4 Erê, ez di geliyê siha mirinê de bigerim jî,

Ez ji xerabiyê natirsim, çimkî tu bi min re yî.

Gopal û şivdarê te, dilgeşiyê didin min.

5 Li pêş dijminên min, tu sifrê datînî ber min.

Tu dohn li serê min didî.

Fincana min tije ye, ser re tavêje.

6 Erê, di hemû rojên jiyana min de

Qencî û kerem wê hevaltiya min bikin

Û di hemû rojan de ezê di mala Xudan de rûnim.

Çar pirtûk di îslamê de

Di îslamê de çar pirtuk an Çar pirtukên pîroz ya pêşîn Tewrat e ku ji Mûsa pêxember re hatiye, ya dûyamin Zebûr e ji Dawid pêxember re hatiye, ya sêyem Încîl e ku Îsa pêxember re hatiye, ya çarem Quran e ji Mihemed pêxember re ji aliyê Xwedê ve hatine.

Li gorî îslamê Tewrat û Zebûr ji aliyê Cihûyan ve, Încîl jî ji aliyê Xristiyanan ve hatiye guhertinlê Quran heta Qiyametê Xwedê diparêze.Ji misilmanekî pêvûste ku bawerî bi van her sê pirtûkan ên ne guhertî jî bawerî bîne.

Îsa

Îsa (z. 8-1 BZ – m. 24–36 PZ[çavkanî pêwîst e]); bi yewnaniya kevn: Ιησούς Χριστός; bi asûrî: Yeşu‎ an Îşo; bi erebî: عيسى‎; bi fransî: Jésus Christ; bi îngilîzî: Jesus Christ), li bajarê Dawid Beytlehemê hatiye cîhanê[çavkanî pêwîst e] û ji aliyê dûgela Romayê ve hatiye kuştin[çavkanî pêwîst e]. Li gora hinekî xiristiyanan, Îsa kurrê Xwedê ye. Jê re Îsa Mesîh dibêjin. Lê li gorê Qur'an û misilmanan, jî Îsa pêxemberekî Xwedê ye û pêxemberekî girîng e.

Mana peyva "Îsa" (bi Îbranî: ישו , Yêşûya) ev e: "Xudan xilas dike"[çavkanî pêwîst e]. Mana peyva "Mesîh", bi Îbranî ev e: "yê rûnkirî / yê dohnkirî / yê meshkirî"[çavkanî pêwîst e].

Dema yek dibû key, an pêxember, an serokkahîn, ew dihat meshkirin, yanî rûnekî taybetî li serê wî dihat dan.

Şawûl

Şawûl (bi îbranî: שָׁאוּל ango Šāʼûl; erebî: Ṭālūt) (kêmzêde 1079 B.Z. – 1007 B.Z.) keyê cihûyan ê pêşî bû û bi destê Samûêl pêxember hatiye tayînkirin.

Ji ber ku wî zû guhê xwe neda peyvên Xwedê û Samûêl pêxember, ew ji aliyê Xwedê ve hat redkirin. Xwedê Dawid ji xwe re hilbijart û çaxê Şawûl pê hesiya, gelek salan tengahî dida Dawid. Şawûl di şer de hat kuştin û Dawid di cihê wî de bû padîşah.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.