Cins

Cins, celeb (herwiha: Genus) di birêkûpêkiya yan sîstematîka riwek û ajalan de navê hiyerarşiyekê ye. Cins di nava xwe de cureyan dihewînin. Ji cinsê mezintir famîle ye. Herî kêm du cins dibin famîleyek.

Binavkirin ji Carl von Linné tê ku sala 1753'ê de di Species Plantarum de bo riwekan bikaranîye. Di dehem çapa Systema Naturaeyê de (sala 1758), ev binavkirin herwiha bo ajalan jî hatiye bikaranîn.

Heger cins ji gelek cureyan pêk tê û di nava cureyên wê hin cudatî hene, di nava xwe de hiyerarşiyeke nû dertîne:

  • Çîn(Class) an çîna cinsê. Hinekan binekom jî bikaranîne.
  • Seksiyon, liq, hob, beşa çînê
  • Bineseksiyon, binehob, bineliq, binebeşa çînê
  • Rêze, serî
  • Binerêze, bineserî

Mixabin li ser floraya Kurdistanê xebatên zanistî nîn an kêm in. Di bikaranîna rêmanan de carnan tevlîhevî derdikevin.

Biological classification L Pengo vflip ku
Dabeşandina biyolojîk

Wêje

  • Rüdiger Wehner, Walter Gehring: Zoologie. Thieme, Stuttgart 1990, ISBN 3-13-367422-6, S. 541 ff. (almanî)
Cure

Cure, çeşîd ji bo riwek û ajalên hevpar, hevşêwe û heman kana genetîkî, heman famîleyê de cih digirin re tê gotin,

Ji ber ku zimanê zanistiyê latînî ye, di kurdî de, navên latînî jî tên bikaranîn. Heger ajal an riwekeke nû bê vedîtin an bi rêbaza durehîkirinê (melezî) riwekek nû derkeve holê, bi latînî navê cins û cureyê lê tê kirin.

Ajalnas û riweknas pirranî riwek jiku belav bûye navê wê herêmê pêve dikin. Hin cure hene, di nava xwe de gelek varyasyonan dihewînin. Ji wan re riwekên pirrcure yan polîtîpîk, heger nebin jî yekcure yan monotîpîk dibêjin.

Di jînewerzanistîyê de, toxim, bizir an tuxûm jî di wateya cureyê de tê bikaranîn lê ne di zanistiyê de. Her tuxmek ji jîneweran endamwerên weha bi xve ve digire ku ji ber hindê bavkalikekê hevpişkê nêzîk heye ji aliyê ruxsar, laşkelêşî, erkzanistî, û bûmayîkzanistîyê ve xwediyên saloxetên wekhev in.

Pirr caran, navên lawiran di zimanê axavtinê da ne wekî navên wan di sinfandina jînewerzanistî de ne. Ji bo mînak, navê se bin-tuxmekê gurgan in.

Di dabeşandina zanistî yê de, navên du parçeyî û wekî peyveka Latînî ji bo navkirina cureyan tên bikaranîn. Navê nivşê li destpêkê tê û tîpa (pîta) destpêkê ji navê nivşî jî bi awayê kapîtal e. Navê cureyê bi awayê tîpên tewandî (îtalîk) li paş navê nivşê tê. Ji bo mînak gurên boz wekî Canis lupus dihên navkirin.

Dabeşandina biyolojîk

Dabeşandina biyolojîk (bi înglîzî biological classification) ango dabeşandina zanistî di biyolojiyê de, awayekî ku biyolojînsan organîzman bi riya nimûneyê biyolojîk kom û kategorî dikin wek celeb yan cins (genus) û cureyan (species).

Dabeşandina biyolojîk şaxek ji taksonomiya zanistî (scientific taxonomy) ye.

Demar

Demar, damar yan tamar ew riha ku xwîn tê re dimeşe di her cÎ di laşê mirov û ku xwînê ji dil dighîne hemî endamên lêş. Damar dagirtî ye bi oksîjênê ku rengê xwînê sor vekirî xuyadike. Damaren laşê mirov 20 % ji sercema xwînê şêwe dike.

Di bedena mirovan da du cins demar hene, xwînber u xwînwerîn. Di sordemaran da xwîna paqij, ku bi O2 hatiye barkirin, heye. Ew demarana we xwîna paqij ji dil dibin her derê bedenê. Gava ku ew demar ji dil derket, navê wê aorta ye. Paşê aorta parvedibe û ji bo her cih di laşê mirov

navekî din digre. Wekî sordemara pil, sordemara qor, sordemara serî û hwd.

Famîle

Famîle (riweknasî) (bi latînî familia) di birêkûpêkiya yan dabeşandina biyolojîk a riwekan de navê hiyerarkiyekê ye. Bêje herwiha di cîhana ajalan de tê bikaranîn.

Ev rêmana han ji Pierre Magnol tê ku sala 1689'ê wî li riweknasiyê (botanîk) zêde kiriye. Riweknasên mezin Linné û Antoine-Laurent de Jussieu ji dêl vê têgînê ve, „Ordines naturales“ (=„pergala xwezayî“) bikaranîne. Lê di sedsala dawiyê de riweknasên nûjen li ser bêjeya famîle bihevkirine, bêhtir wê bikartînin.

Famîle ji cure (riweknasî) yan cins (riweknasî)ên riwekên hevpar, bînan û hevşêwe pêk tê. Famîleyên riwekan bi paşpirtika -ceae û yên ajalan jî bi -dae bidawî dibin. Binavkirinên kurdî pirranî navê xwe ji riweka herî navdar a famîleyê digirin û bi paşpirtika pirhejmariyê -(y)an bidawî dibin. Bo mînak sosin, famîleya sosinan. Ev forma han herwiha di binavkirinên êlên (eşîr) kurd de tê bikaranîn. Navê nêrza Sîn/Sîno, di çerxa demê de bûye navê êla Sînemiliyan. Ango, zarokên Sîn ê Milî/Milanî. Wekî tê zanîn Milan eşîreke mezin e.

Famîleya baqilan

Famîleya baqilan (navê botanîk Fabaceae) famîleyeke fireh a riwekên kulîlkdar e. Di koma baqilan (Fabales) de cih digire. Piştî famîleya orkîdeyan û famîleya beybûnan sêyem famîleya fireh e.

Li gorî agahiyên fermî (binêre:Royal Botanical Gardens) 730 cins û bêhtirî 19,400 cureyên riwekan hene di vê komê de. Bi hejmara bêhtirî 2,000 cureyan cinsê herî mezin gonî, darcêwî zêdetirî 900 cure, Wesme nêzîkê 700 cure ye. Cinsekî din ê mezin heye ku Crotalaria, xwediyê 600 cure ye û giyaşîrîn jî 500 cure.

Hesp (cins)

Equus, cinsê hespan e ji famîleya hespan yan Equidae ji koma Perissodactyla ye.

Kew

Kew (Perdicinae), binefamîleykî semanî an qerqewîlan (Phasianidae)e. Kew xweciyê welatên parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê ne.

Koma kundirawayan

Koma kundirawayan (Cucurbitales) komeke riwekan e, li ser êla riwekên kulîlkdar (Magnoliopsida) tê hejmartin. Ji avhewaya tropîk û subtropîk hezdikin. Bi giştî 8 famîle, 131 cins û bi qasî 2300 cure li ser koma kundirawayan tên hejmartin.

8 famîleyên riwekan li ser koma kundirawayan in:

Anisophylleaceae 4 cins

Famîleya begonyayan (Begoniaceae) 2 cins

Coriariaceae tenê cinsek

Corynocarpaceae tenê cinsek

Famîleya kundiran (Cucurbitaceae) nêzîkî 120 cinsan

Datiscaceae tenê cinsek

Tetramelaceae 2 cins

Apodanthaceae 2 heya 3 cins

Lîmon

Leymûn an jî lîmon (latînî: Citros Limon) fêkiyek e.

Navê zanistî

Navê zanistî, rê an awayekî nûjen e di biyoloj da ku pergalê nav lêkirin a cins û cure yên canewer û riwekan serast bike gor şêwe an formên rêzimanî yê latînî.

Pîvaz

Pîvaz (latînî: Allium cepa) sebzeyek ji çîna Allium e. Di famîleya sîr û pîvazan de cih digire. Ev famîle jî binekomeke Alliaceae ye.

Qalikdar

Qalikdar, binefîlûma qalikdaran (Crustacea) ango canewerên bi qalik yan qaqilan. Crustacea sernavê binfîlûmeke gelek mezin ji hin canewerên avî yên bi qalik in.

Ji vê binfîlûmê, canewerên avî wek : kevjal (kêvjal, kêfcal, kevjar, kêvjar an kêfşing; bi pehlewî: klçng ; farsiya navîn: kyrzng ; bi farsî: xarçang, kalçang; soranî: qirjall, qirjang; hewremanî: qirjangî).

Famîle, cins û cureyên kevjalan di her avê de dijîn. Kêvjalên çêmê Ferat wek çakar in. Kevjalan di her kêlekê de çar nig hene. Li pêşiyê jî didu pêyên wan wek qisqacan hene. Li hin deran kejal tên xwarin lê kurd wan nawxin.

Zêdeyî 67 000 cure di binefîlûma qalikdaran da hene.

Qirtîş

Qirtîş navê hemû xijendeyên di binkoma qirtîşan (bi latînî, Lacertilia) e. Kurd li xijendeyî ku navê wê zanistî, (Crocodilia), re dibêjin qirtîşa avê lê bi zanistî ev ne cureyekî qirtîşan e. Li Kurdistanê gelek cureyên qirtîşan hene:

Apapik (lat. Gekkonidae) qirtîşek pir biçûk e, reşik e. Li quncên malan tê dîtin. kelmêşan dixwe. Dengî xwe wek 'niç niç niç' e.

Axwêran, qirtîşeka sût a keskengî ye, daximê reşengî li her hêlê zik hene. Axwêran qirtîşeka zirav û drêj e; yê çapik e.

Sûsmar (Agamidae) û jê cinsa Gumgumok, qimqimok ku sûsmarek e biçûk yê sorengî ya ser pan e. Tim xwe di bin keviran da dikemişîne weke gumgumoka gawiran (Lat. Laudakia stellio) sûsmarek e reş ya girniş girnişî ye. Li ser daran û keviran tê dîtin. Tim serî xwe radiku jer da û jor da hêldike.

Qirtîşê Zer, qirtîşeka sût a zerengî ye. Ji axwêranê mezintir e. Boçê xwa yê qut e. Li derê bi qûm tê dîtin. Bi taybetî li ber çemî Ferat tên dîtin.

Margîse,têrtêre an pîreka melekdas (lat. Chamaeleonidae) cureyekî qirtîşan ya ku rengî xwe diguherînî ye.Ji navên cins û cureyên qirtîşan:

Daykemar

Gumgumok

Kêlb

Marmarok

Marmaroş

Marmêlke

Meqezer

Qitik

Qitik, ketik, kurrkurr an jî qetê (Pteroclididae), famîleyeke çûkan ji 16 cureyan e ji koma dirûvê kurkurran (Pteroclidiformes) e.

Riz

Riz an birinc (bi latînî, Oryza) giyayek ji famîleya Poaceae ye.

Riz yek ji xurdemeniyên bingehîn ê gelek kulînên cihanê ye. Cara pêşîn li Asyaya Dûr hatiye nûveçandin û ji wir belav bûye.

Xijende

Xijende, xizinde, xuşende, xişok an jî kaşok, çînek e mezin ji canewerên movikdaran e. Xijende ku li ser zik an li ser piyên qutik dixuşin e. Xijende canewerên xwînsar in. Çerm û pelikên wan şûna per û pirçê bi pûlan hatiye girtin.Xijende bi gelemperî hêkan dikin, lê hinek an zayîn dikin.

Xijende li çar koman belav dibin:

Koma Cirnîsan (Crocodilia), cirnîs 23 cins.

Koma Diranpîjî (Sphenodontia), qirtîşê Zêlandaya Nû: 2 cure.

Koma Pelikdar (Squamata), qirtîş, mar: 7.900 cure.

Koma Xijendeyên qalikdar (Testudine), reqê bejî, reqesêl: 300 cure.

Çîn (biyolojî)

Çîn (bi latînî classis) di zanista biyolojiyê de rêgareke taksonomîk a di nav dabeşandina biyolojîk yan zanistî de ye wek: jiyan, sercîhan, cîhan, filûm (yan pol), kom, famîle (yan malbat), cins (yan celeb) û cure. Çîn dikeve nav filûm û komê de û rêgara jêr çîn wek bineçîn tê nasîn.

Îsot

Îsot sebzeyek e. Îsot siftê kesk paşê sor dibin. Ev di şîvan, selete û tirşo de tê bi kar anîn. Dikin aqît an jî li ber roj hişk dikin hûr dikin. Îsotên hûr bi şîvan werdikin. Îsot bi du hawiyan dibin: îsotên tûj an îsotên şîrin.

Şîrmêj

Guhandar, guhanî an jî memikdar (Mammalia), çînek movikdar in ku mêyên wan ji bo zadpêdana zaroyên xwe di memik an guhanên xwe da şîrî çê dikin. Memikdaran mû an hirî heye, sê hestiyên biçûk di nav guhên wan a hene, di mejiyê wan da çîneka nû ya korteksê heye, didanên wan taybetmend in, xwîngerm in anko germî ya laşê wan di hundir da tiraz dibit û li goreyê germiya derdorê nahêt guhartin. Piraniya wan hevalzaro heye. Mejiyê wan germiya laşê wan û gera xwînê bi rêya dilekê çar odeyî tiraz dikit.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.