Bakur rojava

Bakur rojava an jî bakurê rojava aliyê navendê bakur û rojava dikeve ye. Ew alîyêka navber e.

Aliyên Erdnîgarî
Bakur rojava Bakur Bakur rojhilat
Rojava
Rosa de los vientos 12.svg
Rojhilat
Başûr rojava Başûr Başûr rojhilat
Bakur

Bakur, aliyê ku Cemsera Bakur a dinyayê lê dimîne.

Başûr

Başûr, aliyê ku Cemsera Başûr a dinyayê lê dimîne.

Cezayir

Cezayir (wekî Aljeriye, Alcizayir, Alcizîr û Aljîr jî tê nivîsandin) an jî Komara Cezayira Demokratîk a Xelk (bi erebî: الجمهورية الجزائرية الديمقراطية الشعبية Al-Jumhūrīyah al-Jazā’irīyah ad-Dīmuqrāṭīyah ash-Sha’bīyah, bi fransî: République algérienne démocratique et populaire) welatekî li bakurê (Mexrib) Afrîkayê ye. Paytexta Cezayirê bi hevşêwe nav e.

Cezayir ji serxwebûniya xwe û vir de ye, endamê Yekitiya Afrîkayê, û Lîga Ereban e. Cezayir di avakirina Yekitiya Mexribê (UMA) ya 1988an de jî cih girtiye.

Cezayir piştî Sûdanê duyemîn dewletê herî mezin ê Afrîkayê ye. Sînorên Cezayirê li bakur-rojava Tûnis, li rojhilat Lîbya, li başûr-rojhilat Nîjer, li başûr-rojava Sahara rojava, Malî û Morîtanya û li Rojava jî bi Maroko re ye.

Cezayir welatekî ereb e. Ola Cezayirê îslam e.

Deryaya Yonî

Deryaya Yonî (yewnanî: Ιóνιo Πέλαγoς, Iónio Pélagos; îtalî Mar Ionio; elbanî Deti Ion) yek ji perçeyên Deryaya Navîn e. Ew li başûra Deryaya Adriyatîk û Tengava Otranto ye. Li rojava Elbanya û Yewnanistan û giravên Yewnanî, li bakur rojava, başûra Îtalya, Sîcîlya heye. Di navbera nîvgirava Salento û Kalabria de kendava Tarent heye. Kûrayiya wê heta 4.206 m e.

Kurmancî

Kurmancî an kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye.

Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûr rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav Kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyasporayê (Ewropa) pê tê axaftin.

Kûranî

Kûranî an korûnî, zaraveke kelhûrî ye, li parêzgeha Farsê derdorê Şîrazê tê axavtin. Ev zarav wek zaravaya êla kûranî, a ku di dema Xanên Zendî de li pê wan ve ji Kirmaşanê çûne Farsê, tê zanîn. Zaravaya kûranî gelek di bin tesîra farsî de maye û ji aliye hin zimannasan ve wek devokeke farsî tê nîşandin.

Lek

Lek navê qewmekî kurd, li Îran û Kurdistanê ye. Hejmara lekan bi texmînî qasê 1 - 1, 5 milîyon e. Gorî Mînorsky Lek "tîpa eşîrên kurdan a başûrê rojhilatê" ne.

Nû Zelenda

Nû Zelenda, Zelendaya Nû, Zelendaya Teze, (bi îngilîzî: New Zealand, bi maorî, Aotearoa) welateke girav e. Ew li ser Okyanûsa Mezin de ye. Li 1.500 km bakura Nû Zelendayê Kaledoniya Nû, 1600 km li bakur rojava ji Awistralya bi Deryaya Tazmanya vediqete, li başûr jî 3000 km dûr Antarktîka heye. Nû Zelenda du giravên mezinê, girava bakur û girava başûr, û gelek giravên biçûk de pêk hatiya. Giravên herî mezin ew in: Girava Stewart, Girava Great Barrier û Girava Chatham e.

Okyanûsa Mezin

Okyanûsa Mezin, herweha bi Okyanûsa Pasîfîk û Okyanûsa Aram jî tê navandin, bi 179,7 milyon km² aqar okyanûsa herî mezin a li cîhanê ye. Kûrtirîn cih radigihe 11.034 m'yê (li Korta Mariana, bi îngilîzî: Mariana Trench), ew cihê herî kûr ê dinyayê ye.

Rojava

Rojava, aliyê roj lê ava dibe ango diçe xwarê.

Rojhilat

Rojhilat, aliyê ku roj jê hiltê ango radibe.

Saksonya

Saksonya bi fermî Dewleta Serbixweya Saksonyayê, (bi almanî: Sachsen), (sorbî: Swobodny stat Sakska) yek ji Herêmên Almanyayê ye. Ew li bakur Brandenburg, li bakur rojava Saksonya-Anhalt, rojava dewleta serbixweya Turîngiya û başûr rojava dewleta serbixweya Bavyera tê sînor kirin. Dîsa sînorên wê başûr bir Çek û rojhelat Polonya re heye. Paytexta wê Dresden e.

Bajarên wê herêmêyî herî mezin Leipzig, Dresden û Chemnitz in. Ji pê yekbûna Almanyayê re nifûsa wê nêzî 600.000 kes kêm bû.

Sersaf

Sersaf (bi tirkî: Kanarlar), yek ji gundên navçe Wêranşara ser bi Rihayê ve ye. Nêzîkî 20 mal di vî gundî de hene û derdora 150 kesî di vî gundî de dijîn. Gundê Sersafê 2-3 kîlometre dûrî Wêranşarê ye û di navbera gund û bajêr re çem derbas dibe. Gund di destê malbata Ehmedê Biryem de ye (Kanarlar), û di gund de tenê 7 bira, 3 pismam û zarokên wan dijîn. Niştecihên vî gundî ji eşîra xidrekan ji bera cemoya ne. Erdê vî gundî nêzîkî 4000-4500 donim in û debara xwe bi çandina pembo, nîsk, genim, ceh û hwd. dikin. li gund ajal pir zêde nayê xwedîkirin.

Li Bakur û li rojhilatê Sersafê Wêranşar, li bakur-rojava Duolî, li Başûr Hufdemal, li Başûr-rojava û rojava Dêlwêrîn hene.

Soranî

Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Wêranşar, Riha

Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Constantina an jî Constantia, Κωνσταντίνη, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Li Wêranşarê nêzîkî 150.000 kes dijîn. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.

Zimanê ketelanî

Ketelanî (bi ketelanî: català, wekî "ketelá" bixwîne), zimanekî romanî ji koma hind û ewropî ye. Zimanê ketelanî ji aliyê 9,5 milyon kes ve li Ketelonyayê, li herêma Otonom Valensiya, li giravên Balear, li Andorrayê (li Andorrayê zimanê fermî tenê katalanî ye, lê li vir bi fransî û spanyolî jî dipeyivin), li Roussillonê (bi ketelanî: Rosselló), li rojhilata Aragonê û li bajarê Alghero (bi ketelanî: l'Alguer) jî tê peyvîn. Zimanê ketelanî ji zimanê latînî tê. Ji sedsala 15an û vê de ew di bin bandora spanî ango kastîlî de maye. Her çiqas ev ziman biser spanî de here jî (mînak: cercar / buscar, restar / quedar, vós / vostè, û her wiha). Gerek mirov wî wek zaravayekî spanî nebîne, ji ber ku ew zimanek serbixwe ye.

Li hember kastîlî (spanî) a ku bû zimanê resmî yê dewleta spanî, ketelan bi daxwazeke xort bi zimanê xwe axivîn û li hember spanî sekinîn. Ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê herêma ketelonî daxwazeke wan a xurt hebû. Ev daxwaza wan bi mirina Franko re hat cih. Parlementoya spanyol di sala 2004an de ev daxwaz li komisiyona Ewropayê kir, bi seba ku 9 milyon kes li Ewropayê bi katalanî dipeyivin (zêdeyî maltayî û estonî).

Îro hîn ev daxwaz ne hatiye pejirandin. Têkiliyên zaravayên ketelanî ji 95% in (ji 95% hev fam dikin). Du zaravayên sereke yên vî zimanî hene. Zaravayê yekem keteloniya rojhilat e, yê ku li Barselona (Barcelona), li Girona, li giravên Balear (Illes Balears) û li Roussillon tê axaftin. Yê duyem jî keteloniya rojava ye, yê ku li bakur rojava, li Lleida û Valensiya (València) tê axaftin.

Zimanên kabardinî

Zimanê kabardinî ji du zimanan çerkeziya rojava (adigeyî) û çerkeziya rojhelat (kabardinî) pêk tê.

Bi zimanên abxazî, abazinî û ubişî ve di malbata zimanên qefqazî yên bakur-rojava de ne.

Gorî zimanzanan, di sedsala 13'an-sedsala 14'an de çerkeziya rojhelat ji çerkezî veqetî bû.

Zimanên îranî

Zimanên îranî şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li cîhanê li dor 270 milyon kes zimanekî îranî diaxêvin.

Çiyayên Qefqasê

Qefqas an Qefqasya an jî Rêzeçiyayên Qefqasyayê (bi rûsî: Кавказ, Qavkaz, bi gûrcî: კავკასიონი, Qavqasioni) rêzeçiyayeke 1.100 km dirêj e, di rojava-bakur rojava de berve rojhelatê başûrê rojhelat navbera Deryaya Reş û Deryaya Mazenderan rêz dibe ye. Bilindahiya wan çiyayan heta 5.642 m heye û geşa ser xakên Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê ne.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.