Anatomî

Anatomî an jî bedennasî, ew zanista ku laşê mirov û lawiran lêkolîn dike.

Lateral head anatomy detail
Anatomiya serê mirov

Bêjenasî û dîroka anatomiyê

Bêjeya anatomiyê ji zimanê yewnanî ji gotin "anatemnein"e tê û wateya wê perçekirin e. Anatomî jî dibe ilme percekirine.[1] Lê îro mirov ji beja anatomiye, ilma tevhevkirina perceyen bedene ji bo avakirina organizmayeki bi fonksiyon fêhm dike. Anatomî ilmeki gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiye xebitîne. Li Mezopotamya yê mirovan mih serjedikirin û gor şikle kezeba reş, nexweşiyan teşhîs dikirin. Dîsa li mitolojiya Yewnan da tê gotin ku, Xwedaye mezin Zeus, ji bo cezakirine, lawe xwe Prometeus davêje ser ciyaye Qaf û li ser zinareki da girê dide. Eylo her roj tê û parcekî ji kezaba wî ya reş jê dike û dixwe. Lê kezeba wî heta roja dine careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yanî ta ji we çaxê ji mirovên him şikle organên him jî hindek fîzyolojiya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nas dikirin. Ji bo vê yekê ji mirova dikare li Mezopotamyayê berê bi hezarên salan nişdarîye çavên û yê kisika mize çebikin. Wek tê zanîn ew nişdarîana di dîroka mirovahiyê da yên ewilî bûn.

Pêşangeh

Female template with organs

Nîgara laşê jin

Male template with organs

Nîgara laşê mêr

Binêre

Çavkanî

Girêdanên derve

Balinde

Balinde, çûk an teyr û tû (Aves), çîna ku hemû canewerên bi per yên ku difirine. Di gelek devokên Kurdî de ji bo belindeyan çûk an teyr tên b kar anîn lê bi rastî çûk balindeyên biçûk in. Navê xwe ji biçûkiyê xwe tê. Teyr balindeyên mezin in. Ji wan gelek cure yên neçîrvan in. Pê ra dibêjin balindeyên dirende an teyrên seyfî.

Bronş

Bronş (bi latînî: bronchus), boriya keşê ya di pişikê de ye. Ew borrî wek çeqên daran di pişikê de belav dibin. Têde veguhastina gazên henaseyê nabe, lê têde keş tê borandin heta beşên ku veguhastinê gazan têde dibe. Ev pergala ji borriya keşê jê re dara bronşî tê gotin.

Demar

Demar, damar yan tamar ew riha ku xwîn tê re dimeşe di her cÎ di laşê mirov û ku xwînê ji dil dighîne hemî endamên lêş. Damar dagirtî ye bi oksîjênê ku rengê xwînê sor vekirî xuyadike. Damaren laşê mirov 20 % ji sercema xwînê şêwe dike.

Di bedena mirovan da du cins demar hene, xwînber u xwînwerîn. Di sordemaran da xwîna paqij, ku bi O2 hatiye barkirin, heye. Ew demarana we xwîna paqij ji dil dibin her derê bedenê. Gava ku ew demar ji dil derket, navê wê aorta ye. Paşê aorta parvedibe û ji bo her cih di laşê mirov

navekî din digre. Wekî sordemara pil, sordemara qor, sordemara serî û hwd.

Dest

Dest, bi qatek ji laş e, ku bi her jîndî re heye. Mirov, xwediyê du destan e. Mirov karê bêje ku her jînda jî xwediyê du destan de. Bi alikariya destê xwe kar û xabetên xwe dike û pêdiviyên xwe dibîne.

Destê mirov xwediyê pênc teliyan e. Ji navika destra kefadest tê gotin. Li ser dest û wan xat û qaytankên têde, li gor ku di demên berê de di nav kurdan dihate berdewam, ku bi "wan xat û qaytankan baxtê mirov karê were xwandin."

Endamên zayendî

Endamê zayendî, ew beşên anatomî ji laşê ku erka wî di pirbûna zayendî ye. Nimûneyê endamên zayendî li ba riwêkan ew e, kulîlk.

Gede

Gede, made, aşik, meîde, mîde (bi îngilîzî stomach), endama herisê ye. Dişibe kîsekî (tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de. Gede di binê navpençikê (diyafram), li aliyê çêpê, li jorê zikekelênê (abdomen) de cih digire.

Girêçikpê

Girêçikpê an Artropod (Arthropoda) ango, filûma Arthropoda, ji zimanê grekî ἄρθρον arthron, "girêçik" û ποδός podos, "pê") mezintirîn filûma heywan yan caneweran e û mêş, pîrik, pezpezok û gelek girêçikpiyên din dikevine vê filûmê, gor zanyaran ku der dorî %80 ji Artropodan e.

Gurçik

Gurçik (bi latînî:Ren), endam an organekî anatomî ji sîstema mîzê di laşên mirov û canewerên din (movikdar û nemovikdaran) ciyek pêwîst û bingehî digre.

Karê gurçikan ne tenê çêkirina mîzî ye; gurçik alîkariya bedenê ji bo regulasyona tansiyonê jî dike. Heke di beden de pir av hebe, tansiyon derdikeve jor. Wê gavê, gurçik wê avê wekî mîz ji bedenê bavêjin der û bi wî awayî jî tansiyon cardin dadikeve jêr.

Gîyanê mirovî

Gîyanê mirovî - Human body. Wênêt gîyanê mirovî û navêt nexoşya navê pirtûkeke anatomiyê ku Dr. Ezîz Reşîd Akreyî di sala 1978an de derxist. Bi zimanên kurdî (bi tîpên latînî û erebî), erebî û îngilîzî tê nivîsîn. Li çapxaneya Kora Zanyara Kurdî ya Kurdistanê çapkirî ye.

Hestî

Hestî (carina jî, hestû) an hêstik (bi latînî: os) kelexê barhêl e, ko karê wî rahiştina laş e. Hestî kelexê di skeletê laşê mirov û kakerîkê de ye. Kakerîk bi dawiya hin hestûyan ve, di zengelor û di guh de ye. Hestî ji hemû kelexên din hişktir e. Ko mirov ber bi kalbûnê ve diçe hestî pûç dibin û zûtir dişkin.

hestû, bi du awayan di laş de heya. awayê ku mirov jê re karê bêje Kakerîk û awayê ku mirov hestûyê asayî yê ku heya. Hestûryê Kakerîk, ne weke hestûyê laşê yê din hişka. Lê ku mirov mirov hestû bêne ser ziman hemû hestû jî, bi çermikekî re rûgirtî ya. Ew çermik, hestû xwedî dike. Wekî din jî di xisar û zîyanên ku têde bibin di buhurîna wan de û di stûrbûn û mazinbûna wê de jî xwediyê awayekî xwedîkirinê ya. Ew mixka di hundurê hestû ya ku xwediyê çavikan a, di valahiya hestûr de di awayekî zer de ya. Di serê hestû de weke ku di awayekî sor de ya. Ev rewş hemû di temenê bûn û pêşketina wan de û di mazinbûn û hişkbûn û zexmbûna hestû de ew çermikê pergî. Nexweşiyên hestû yên weke yên helîna hestû bi jêçûna wê re dibê. Halîna hestû, ew rûpistiya ku li ser metabolîzma hestû ku heya bi halîn û ji serçûna wê re dibe. Bi wê re mirov karê vê bêje ku ew mînarale ku asta wê kêmbûna wê, wê bê sedeme halîna hastû.

Hêkel

Hêkel an hêkdank kana hêkên jinan e.

Kiloxê mirov

Kiloxê mirov, kele an kasa serî parek ji hestiyên laşê piraniya mirovan e ko mêjî di nav xwe da digirt û bi awayekî giştî serî pêkdiînit. Kilox ji du paran pêk dihêt: serkilox (cranium) û lam an erzen an jî çene (mandible).

Di jînewerzanistî da dibêjin awirên xwedî kilox kiloxdar.

Laşqolik

Laşqolik, di laşkelêşî an anatomiya mirov de, navê wan parçeyên laşî ye ko dibin arçeyên serekî û pel (anatomî) anko destûpê û ser (anatomî) dihên ser. Di laşê mirovan û piraniya lawirên movikdar da, laşqolik ji sîng, zik, piştê pêk dihêt.

Malzarok

Malzarok, pizdank, maldank, malbiçûk an rehîm (bi latînî uterus). Dema ducanîtiyê, mirov bi qasî 9 mehan di malzaroka dayîka xwe de dijî û çêdibe.

Movik

Movik hestîyekê laşê lawirên movikdar e ko masiya piştê pêkdiînin. Di laşê mirovan da bi awayekê asayî 33 movik hene.

Prostat

Prostat ew livika zayendî gelek girîng di laşê mêran ye. Prostat karê sîstema pirbûnê û organên zayendî rêzik dike.Bêjeya prostat (ji zimanê yewnanî προστάτης – prostates ku wateya wê bi tîpan "ewê pêşberiyê wî dike", "parêzer", "pasdar")

Sîstema mîzê

Sîstema mîzê, koendamekî biyolojîk e ku ji du gurçik, du mîzlûl, mîzdanik û pêşboriyê pêk tê. Bedenê mirovan her roj nêzîkî 2 lîtrên mîzê çêdike. Mîz di gurçikan de tê çêkirin û bi alîkariya mîzlûlan digihîje mîzdanikê. Di mîzdankê de qasî lîtreyekê mîz kom bibe. Mîz, ji pêşboriyê ji beden tê avêtin.

Ziman (endam)

Ziman endamek masûlkî ye, li her aliyê dev de bi hêsanî dilive. Rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Li gel lîncê, rijênên lîkê, lîk der didin ser ziman, loma ziman hertim şil e. Ziman erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne .

Çerm

Çerm kelexê ko hawîrdorê laşê mirov û organên hindurû dinixumêne û dipêçe. Ji xeynî pêçana lêş û organan, karê çerm pevguhastina keresteyî (materyalî) ye wek: birina oksîcênê û dana xwehdanê.

Ji boy ditina wêneya çermê mirov,girêdana jêr bitikîne.

Beşên çermê mirov

Çavkanî

Taybetmendiyên zîndeweran

TA 2–4:
Sîstema kakût-masulkeyî ya miov
TA 5–11:
Hinav/
endamên hindir
TA 12–16
Xwîn
(Non-TA)
Ser
Gerden
Laşqolik
Kêlek
Sîstemên endamên ajalan
Sîstema bêhngirtinê
Sîstema mîzê
Sîstema demarî
Sîstema bergiriyê
Sîstema herisê
Endamên din
Şane
Anatomî û morfolojî
Guhandar
Movikdarên din
Nemovikdar
Riwek
Mijarên din

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.