Aborî

Aborî, (bi yewnanî: oikos, bi fransî: economie, bi îngilîzî: economy), zanista hilberan, belavkirin, xeritan, bazirganî û beşên xizmetê ye. Hemû dan û standinên grêdayî bazirganiyê dikeve nav ev şaxa zanistê.

Saziyên aborî ên kurdan

  • Karsaz
  • Kurdewari Firoşgeha Kurdî ya li ser Înternetê ye. www.kurdewari.com
Axvanîs

Axvanîs (bi tirkî: Gölova) navçeyeke girêdayî Sêwasê ye.

Navê wê di salên 60'î de hatiye qedexekirin û kirine Gölova. Beriya Komkujiya Ermeniyan gelek ermenî li vir dijiyan. 28 gundên wê hene. Gelek mezre bi fermî nayên pejirandin.

Bilindahî ji rûyêavê: 1.300 m

Rûber: 308 km²

Azort

Azort (bi tirkî: Uzundere) yek ji navçeyên Erzîromê ye. 84 km ji Erzîromê dûr dikeve.

Navê wê ji dema Ûrartû yan Medan tê û beriya Komkujiya Ermeniyan gelek Ermenî jî li vir dijiyan. 10 gund girêdayî Azortê ne.

Aşqela

Aşqela yan Şoxan[çavkanî pêwîst e] yek ji navçeyên Erzîromê ye.

Di qeydên dîrokî de navê wê wekî Lokûs Basara, Şoxan, Kelê, Aşxan derbas dibe. Li Şoxanê tirk û kurd hene, kurd bi zaravayê kirmanckî diaxivin[çavkanî pêwîst e].

Erxenî

Erxenî (1928: ارغنى عثمانيه / Erẍenî Osmaniye), yek ji navçeyên Diyarbekrê ye. Gorî hejmartinên sala 2008'an hejmara niştecihên navendê 62.300 î bi giştî jî 122.000 e. 81 gund, 2 bajar û 103 mezre girêdayî navçeyê ne. 57 km dûrî Amedê ye. Rûber 1.489 km², bilindahî ji rûyê avê 955 m ye. Aborî li ser çandiniyê ye. Daristanên mayî ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye rûxandin. Li navçeyê fabrîkayeke çementê, yeka ard û yeka jî şîr heye.

Dîroka herêmê digihîje heya b.z. 7000'î. Di qeydên dîrokî de wekî Erxenî, Ekranya, Arkanîn, Erkanîkana, Ekanîna, Ûrxana, Aşat hatiye binavkirin. Hin kes dibêjin navê navçeyê ji zimanê hîtîtan tê.

Gimgim

Gimgim navê navenda Varto ye. Tirkan ev nav neguherîne. Varto li bakurrojhilatê Mûşê dikeve û navçeyeke Mûşê ye. Li bakurê Gimgimê Erzerom, li rojava Çewlîg (Bîngol), li rojhilat Kop (Bûlanik) û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.

Rûbera axa wê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 m û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 m ye.

Hezro

Hezro (bi tirkî: Hazro) yek ji navçeyên Diyarbekirê ye. Rûber 419 km², bilindahî ji rûyê avê 1.030 m ye. 24 gund girêdayî navçeyê ne. Gelek mezre hene, lê dewleta Tirk wan li ser gundan dihesibîne. Wekî Pasûr (Qulp) statîstîkên dewletê yên ji bo Hazro bi dizî tên girtin, bawerî pê nabe. Gorî dewletê nifûsa navçeyê bi giştî 23.931 e. Di sala 1943'an de bûye şaredarî, sala 1954'an de bûye navçe û bi Amedê ve hatiye girêdan. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li axa navçeyê madenên binerdî gelek in. Fîrmayên dewletê kukurt, hesin û petrol dertîne. Mixabin gel xizan e.

Hênê

Hênê (bi tirkî: Hani) şaroçka (bajarok-qeza) Amedê ye, dikeve bakurê Amedê. Ji ser riya Licê ve 97 km û ji ser riya Têrkanê ve jî 60 km ji Amedê dûr e. Ji rojhilat ve ji aliyê Licê, rojava ve Pîran, bakur ve Çewlîg û Elezîzê ve tê dorpêç kirin. Şaroçke di nav zincîreçiyayên Torosan de ye. Navenda bajarê Hênê di navbera sê çiyayên paralel de ye. Li navrasteke zirav û dirêj e ku ji Pasûrê û Licê heta Hêne dom dike.

Mehsert

Mehsert (bi tirkî: Ömerli) yek ji navçeyên Mêrdînê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara niştecihên navendê nêzîkî 7.000 e. Hejmara niştecihên gundan nêzîkî 9.000 e. Aborî li ser çandiniyê û bazirganiyê ye. Mehsertê him di dîroka kurdan, him jî di ya asûriyan de xwedî cihekê girîng e. Gundê Fafîtê cihekî arkeolojîk e.

Narman

Narman navçeya parêzgeha Erzîromê ye.

Di qeydên dîrokî de navê wê wekî Nerman, Nemiran, Nemirvan û Îdê derbasdibe. 1 nehiye, 42 gund û 4 mezreyên wê hene. Hebûna 3 mezreyan dewlet bi fermî napejirîne.

Nisêbîn

Nisêbîn (ji yewnanî: Νίσιβις, Nísivis, Nísibis) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Riya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh, pembo dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye.

Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin.

Norgeh

Norgeh (bi tirkî: Pazaryolu) yek ji navçeyên Erzîromê ye. 121 km ji Erzîromê dûr dikeve. 35 gundên wê hene. Çend mezre jî bi fermî nayên pejirandin. Di sala 1989'î de bûye navçe.

Norxan

Norxan (bi tirkî: Yıldızeli), navçeyeke parêzgeha Sêwasê ye. 47 km ji Sêwasê dûr dikeve.

Patnos

Patnos an jî Panos yek ji navçeyên Agirîyê ye. Di sala 1936'î de bûye navçe. Bingeha navçeyê digihê dema Ûrartûyan. Ûrartûyan wekî Aladrî, Romayiyan Patûsîs binavkirine. Gelê herêmê bi tevayî ji Kurdan pêk tê. Dîroka wê wekî ya Kurdistanê ye. Rûber 1.421 km², bilindahî ji rûyê avê 1.650 m ye.

Navçe li ser xeta erdhejê ye. Di salên 1891, 1903, 1907 û 1919'î de erdhejên mezin pêk hatine. Di demên dawî de hemî daristanên herêmê ji aliye dûgela Tirk ve hatine rûxandin. Axa herêmê ji aliyê giya ve xizan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Deşta Panosê 20 km dirêj e. Çemên Baxdîşan û Avzer, girên wekî Eznewir, Giresor, Ziyaret û Kevirspî balkêş in.

Qereyazî

Bêraqdar an Qereyazî an jî Qeza (bi tirkî: Karayazı) navçeyêke Erziromê ye. Xelkê herêmî Qeza dibêje.

Sêgiran

Sêgiran (bi tirkî kirine: Diktepeler) , gundekî navçeya Gimgima Mûşê ye. Sêgir, Dewa Sêgiran jî tê gotin.

Tawûsker

Tawûsker (bi tirkî: Olur) navçeyeke parêzgeha Bakurê Kurdistanê, Erzîromê ye. 160 km ji Erzîromê dûr dikeve. Di sala 1958'î de bûye navçe û navên wê yî berê hatiye qedexekirin. Beriya Komkujiya Ermeniyan gelek Ermenî li herêmê dijiyan. Ji ber wê tevahiya navên cografîk Kurdî yan Ermenî ne.

Tortim

Tortim (bi tirkî: Tortum) navçeyeke girêdayî parêzgeha Erzîromê ye. 52 km ji Erzîromê dûr dikeve. 5 nehiye, 47 gund û 3 mezreyên wê hene. Hebûna mezreyan ji aliyê dewletê ve tê înkarkirin.

Yekîtiya Ewropayê

Yekîtiya Ewropa, bi kurtasî YE (bi îngilîzî: European Union (EU), elmanî: Europäische Union, frensî: Union européenne), rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 28 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29'ê gulana sala 1986an de li Brukselê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4'em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9'ê gulanê ye. Yekitiya Ewropayê xwedî pasaport û ajonameya hevbeş e.

Çêrmik, Erzîrom

Çêrmik (bi tirkî: Aziziye an jî Ilıca) yek ji navçeyên parêzgeha Erzîromê ye. Jê re herwekî Karnek an Karêza Jor jî dibêjin. 16 km ji Erzîromê dûr dikeve.

Di sala 1990'î de bûye navçe. 49 gundên wê hene. Hebûna 13 mezreyan jî bi fermî nayên pejirandin. Di qeydên dîrokî de navê wê gelek caran Karloî Karnak derbasdibe. Li Çêrmikê berê gelek Ermenî jî hebûne. Di Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qirkirin. Dîsa dest dane ser hemî dewlemendiyên wan û dane Azerîyan yên ku dewletê anîne bicihkirine. Gelek dêrên Ermeniyan hatine rûxandin an kirine mizgeft.

Îtalya

Îtalya an jî Komara Îtalyayê welatekî Ewropayê ye. Îtalya bi cografî dikeve başûrê kîşwerê Ewropayê. Welatên bi Îtalya re sînorên xwe hêne wiha ne: Slovenya li bakurê rojhelat, Awistriya li bakurê, Swîsre li bakurê û Fransa li bakurê rojava. Herwesa beşê herî mezin yê vî welatî di kevite ser derya ya spî ya navendî. Giravên Îtalya yê herî mezin: Sîcîlya û Sardinya ye. Ev herdu giravan jî di derya Navîn de ne.

Sîstema Îtalya ya deshelatê: komareka demokratik û perlemantî ye.

Roma gorî nifûsa xwe bajarê herî mezin e û paytextê vî welatî ye.

Herwesa bajêrên dî yên girin ji ev in: Mîlano, Napolî, Turîno û Vênedîk e.

Ji layê dirokî ve ji ciwantrin welat li cîhanê, ji berko welateke pire ji şûnwarên kevin. Welatê padişahê fela ye (hizretî Îsa), welatê muzexaneyan e, welatê muzîkê ye. Welateke xodan dîrokeke herî kevne di warê şaristaniyetiyê da. Çunkî Împeratoriya Romayî bi dirêjahiya çerxan deshelatdarî li wê deverê di kir. Bi taybetî di warê bînasazî da ya aktîv bu.

Ji ber ku li cihûya erdnîgarî ya navîn li Ewrûpayê Başûr û Mediterranean, Îtalya dîrokî ji bo xerîb û gelan xanî bûye. Ji bilî gelên pirrjimar, di tevahiya rojavayê Îtalyayê de belav kirin, pir girîng e ku mirovên Italya-Ewrûpayê ye ku navê nîvrojava wê, ji destpêka klîmîk ve, navê Phoenix û Carthaginîyan piranî kolonyayên Îtalyayê ava kirin, Yewnaniyên rûniştinên li navê navê Magna Graecia ya başûrê Îtalyayê ava kirin, lê belê Etruscans û Celts bi navendî û bakur Îtalya rûniştin. Eşîra Îtalî tê zanîn ku Latins di Padîşahiya Romayê de, di sala sedsala 8'an de, ku ji dawiyê ve dewletek Senator û Gel e. Komara Rûsyayê dest pê kir û cîranên xwe li seranserî li seranserê cîhanê, piştre dirêjkirin û parçeyên Ewropayê, Afrîka Bakur û Asyayê. Bi sedsala BZ ya yekemîn, Împaratoriya Romayê wekî hêza serdestî ya Mediterranean bû û navenda çandî, siyasî û dînî ya Rojavayîbûna Rojavayê bû, bûye Pax Romana, di dema 200 salan de, ku qanûniya Îtalya Îtalya, teknolojî vekir , aborî, huner û edebî pêşxistin.

Îtalya li welatê Romayî û metropolê ya împaratoriyê dimîne, ku mîrateya di belavkirina globala çand, hikûmetê, xiristî û lîpîteya latînî de tê dîtin. Di dema Agahiyên Navîn ên destpêkê de, Îtalya di hilweşîna sosyalopîtîk û êrîşên berbiçav de, lê ji hêla sedsala 11-ê, bajarokên pirrjimar û welatparêzên maritime, piranî li herêmên bakur û navendî yên Îtalya, bi rêya bazirganî, bazirganî û banking, ji bo kapîtalîzma modern modern. Ev piraniya dewletên serbixwe wekî Asyayê û Rojhilata Navîn, pir caran demokrasî yên feedsal ên ku li seranserê Ewrûpa çêtir bûne demokrasî mezintir dikin. Lêbelê, parçeyek navendî ya Îtalyayê di bin kontrola Dewleta Papal a Nukleer a Nukleer, di dema sedsala 19emîn de, di encamê de bi encama serkeftina serkeftî ya Byzantine, ereb, Norman, Angevin, Aragonese û xelata din ên biyanî yên mezin herêmê.

Renaissance di Îtalyayê de dest pê kir û li dora Ewropayê belav kirin, ji berjewendiya nûjeniyê di însanîzm, zanist, lêgerîn û hunerî belav kirin. Çanda Îtalî dihêle, pisporên hunermend, hunermend û polymediyan çêbikin. Di dema Agahiyên Navîn de, lêgerînên Îtalî ji rêyên nû yên Rojhilata Navîn û New World-yê, ji bo alîkariya ku di Rengdêriya Rûsyayê de Ewrûpa de alîkar dikin. Lêbelê, hêza bazirganî û biyanî ya Îtalya bi veguhestina rêyên bazirganî ya ku li Mediterranean ve hatibû avêtin.

Di heman demê de, sedsala ku di navbera bajêr-Îtalya-Îtalî de, wekî Şerê Îtalî di 15-ê û 16-ê, 16-ê de, dora herêmê veşartî derketin, û wê paşê hatibû vekişandin û ji hêla hêza Ewrûpayê, wekî Fransa, Spanyayê û Awustrîs belav bû. Bi sedsala 19'emîn de, neteweperweriya Îtalyayê bilind dibe û ji bo kontrola biyanî ji berevajoya demokrasî ya sîyasî ya sîyasî yên sîyasî digotin. Piştî sedsala dagirkeriya biyanî û parçebûna sîyasetê, Îtalya bi temamî yekîtî bû 1861-ê, desthilatdariya Îtalya desthilatdariya hêzek mezin.

Ji destpêka sedsala 19'emîn heta sedsala 20'emîn zûtirîn, Îtalya li bakurê zûtirîn pîşesazî kiriye, û împaratoriya kolonyaliyê wergirtiye, dema ku başûrê başûr xurt kir û ji hêla pîşesaziyê ve tê vebirin, dihêle mezin û bandorek mezin.

Tevî ku di yekemîn Şerê Cîhanê de, li Îtalya di demeke krîza aborî de û astengiya sosyal ketibû, di sala 1922ê de dîktatoriya faşîst ketin. Di beşdarî Şerê Cîhanê II de li ser Axa Şerê dawî, têkçûna aborî û Şerê Şerê Îtalî. Piştî azadiya Îtalya û zêdebûna berxwedanê, welatekî padîşah derxistiye, Komara demokrasiyê ava kir û ji bo pêşkeftineke aborî ya welêt dixwest, welateke mezin xurt dibe.

Îro, Îtalya tête welatên yekbûyî yên çand û aborî yên cîhanê tê dîtin, bi rêjeya aborî ya cîhanê ya cîhanê û sêyemîn li Eurozone ji aliyê GDP ve tê navnîşkirin. Îtalya şeşemîn-dewlemendiya netewî ya cîhanê ye, sêyem-herî banka zêrîn ya zêrîn ya navendî ya navendî, û jiyanek mezin e. Welatekî aboriya herêmî û global, aborî, leşkerî û karûbarên dîplomatîk dike. Ew hêzek herêmî ye û desthilatdariyeke mezin e, û leşkerî ya herî mezin a heştê cîhanê ye. Îtalya yekînamek û rêberê sereke ya Yekîtiya Ewrûpayê ye û endamê gelek saziyên navneteweyî, di nav de NY, NATO, OECD, OSCE, WTO, G7, Yekîtiya Ewrûpayê, Giştî, Konseya Ewropayê , Yekbûyî ji bo Consensu

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.