Şûr

Şûr çekeke klasîk a ji lajwerdê yan jî ji madeyeke din e. Ji bo werzîşê û wekî aksesûar jî tê bikaranîn. Cureyeke kêrên dirêj û mezin e. Bi hezaran salan çekeke sereke bû, lê niha nayên bikaranîn. Şûr li piştê di nava kalanan de tên girêdan. Li navpiştê jî dihatiye girêdan.

Beriya beriyê li Mezopotamyayê (parek axa Kurdistanê jî dikeve vê herêmê) hatiye bikaranîn. Di zimanên hind û ewropayî de navê şûrê ji heman kokê tê yan heke cuda bin jî, ev cudatî ji cureyên şûran e. Bo mînak kurdî şûr, almanî Schwert (şvert), îngilîzî Sword hwd.

Şûrên kurdan gelek navdar bûne, bi qasî tê zanîn li Kurdistanê li bajarên Mûsil, Riha û Amedê şûrxane hebûn. Bav û kalên kurdan mediyan û mîtaniyan bi tîr û gurzên xwe navdar bûn. Şûrê mediyan dişibiyabûne nikulên qajan, pozçanqil bûn. Şûrên Merwaniyan mezin û pirr biqîmet bûn. Debanên wan li gorî dewlemendiya xwediyê xwe, carnan ji zêr û zîvê bûn.

Standardeke wê nîne. Pirranî dirêjiya wan 50-200 cm ye, lê siwaran şûrên heya 5 m dirêj jî bikardianîn.

Middelaldersværd
Cureyên navdar ên şûrê

Dîroka Şûr

Derketin û pêşketina şûran li ser bingeha xenceran pêk hatiye. Çekên şer ên dişibine şûr cara pêşî li Kurdistanê bajarê Meletiyê hatine dîtin ku dîroka wan digihîje salên 3300 ên berî zayînê.[1] Di serdema bronzê de bi pêşketina bikaranîna bronzê û lajwerdên mîna wê, pêvajoya çêkirina şûran pêk tê. Li Ewropa çêkirina şûrên ji bronzê li bermahiyên giravên Brîtanya û Îrlandê diderkevine holê. Di serdema bronzê de çêkirina şûrên Çînê ji bermahiyên Xanedana Şang mane.[2] Lê pêşketina şûrên Çînê yên ji bronzê di dema Xanedana Qîn de pêk tê.

Bi destpêka serdema hesin (ku di sedsala 13'an de pêk hat), hesin bi awayekî pêşketî ji bo çêkirina şûran hate bikaranîn. Bermahiyên şûran didine zanîn ku li Rojhilata Navîn, Hîtîtiyan û Misiriyên kevnare ji bo çêkirina şûran hesin bikaranîne.

Di serdema kevnare de li Îranê, şaristaniyên Sasanî û Partî şûrên ji hesin pirr bikaranîne. Di vê demê de yewnaniyan şûrê xiphos û Romayiyan jî şûrê şimşûr ango gladius bikaranîne.[3][4] Herwiha li hêrêma Împeratoriya Romê şûrê spatha hatiye bikaranîn.

Di serdema navîn de pêşketina çêkirina şûran digihîje asta herî bilind. Şûr di vê serdemê de gelekî hatiye bikaranîn. Cureyên şûran yên weke şûrê eceman, seyfe û qilîc di vê serdemê de derketine holê û bikaranîna wan belavbûye. Di artêşên Xaçperestan de şûr dibe parçeyek ji zirxa şervanan. Dema şervanekî nû dibû şovalye, merasîma wê bi şûran pêk dihat. Piştî serdema navîn bikaranîna şûran di dema nûjen de hêdî hêdî kêm dibe. Di roja me de şûr mîna aksesûaran tên bikaranîn.

Hin ji cureyên şûran ên kurdan jî bikaranîne

Acinacifer
Şervanekî medî bi şûrê Akîneke
  • Debanmertal, şûrê zadeganan, îng. Épée
  • Şimşûr, dûdevî ne, nava devan stûr e (bi almanî Gladius)
  • Şûrik, an jî Akîneke kurt in, Mediyan[5] bikaranîne
  • Şûrdas, dişibe dasê (îng. kopis)
  • Şûrbel, timtêla wê bel e, îng. sabre
  • Şûrbadok, nêzîkê îng. Flame-bladed sword e, lê ne ew e
  • Şûrê bacgiran, timtêlmaqûl in, dûz in, îng. katzbalger
  • Şûrbanokî, îng. khopesh
  • Şûrsingo, nêzîkê îng. Estoc e lê ne ew e, kurttir e
  • Parsû (şûr), dişibe îng. mortuary sword
  • Şûrcozan, îng. falchion
  • Makare, îng. Makhaira
  • Dudestik, almanî Zweihänder
  • Penco, dişibe îng. cinquedea
  • Spatha, îng. Spatha
  • Xiphos
  • Hûrêj, îng. longsword
  • Şûrê dirêj, arming sword
  • Şiyavon. îng. broadsword
  • Qilîc, kilij, îng. kilij, pirranî devxwar in
  • Kincele, cure şûrên kin, almanî Kindjal
  • Seyfe, almanî Saif, ji ereban
  • Şimitok, îng. scimitar
  • Şûrê eceman, şûrşimşîr, îng. lion's paw
  • Şaşke, şûrê ûris, îng. shashka
  • Şûrê romiyan, îng. yatagan

Çavkanî

  1. Dîtina şûrê herî kevn ê cîhanê
  2. Chang, K. C. (1982). Studies of Shang Archaeology. Yale University Press. pp. 6–7. ISBN 0300035780.
  3. http://books.google.com.au/books?id=K0LMLn_CA08C&lpg=PP1&pg=PA25#v=onepage
  4. http://books.google.com.au/books?id=55KE-nNtTRUC&lpg=PP1&pg=PA217#v=onepage
  5. Blair, Claude and Tarassuk, Leonid, eds. (1982). The Complete Encyclopedia of Arms and Weapons. p.17. Simon & Schuster. ISBN 0-671-42257-X.
Akîneke

Akîneke, kinik (?), şûrik (?) navê cureyeke şûran e ku ji mediyan belav bûye.

Debanmertal

Debanmertal, cureyeke şûrê ye ku ev şûr demekê di destên zadeganan de bû. Pirranî wekî aksesûar dihate girêdan. Niha di şûrbazîyê (eskrîm) de tê bikaranîn lê forma berê hatiye guhertin. Ango debanmertala di eskrîmê de tê bikaranîn, bo eskrîmê ji nû ve hatiye sazkirin.

Dudestik

Dudestik, şûrê mezin, şûrê Beraziyan, Berazkî, qirro (li Ewropa pirranî: Zweihänder ango dudestik) yek ji şûrên sereke ye ku kurdan jî bikaranîne. Şûrekî kurdî ye. Di wêjeya devkî de navê wê pirr derbas dibe. Ji ber ku lêkolîneke zanistî li ser lîteratûra şûrbazî û dîroka şer a kurdan nehatiye kirin, pirr dijwar e ku mirov pê derbixe ka çend cureyên vê şûrê li Kurdistanê hatine bikaranîn.

Agahiyên de destan de hene, yên ewropayiyan in. Gorî tomarkirinên Ewropayê ev şûr beriya beriyê li herêma ku Kurdistan jî di nav de ye, Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Egîptiyan (misir), keltî û yewnanan ji wan girtine û derbasê germanan jî bûye. Li Kurdistanê çima jê re şûrê Beraziyan an qirro gotine ne diyar e, nayê zanîn.

Li Ewropayê cara pêşîn di sedsala 15em de navdar bûye. Şûrê şervanan bûye, giran e. 2-4 kg giran, heya 5 cm biber, heya 180 cm dirêj e.

Hevwate

Bi îngilîzî "synonymous".

Gotina "Hevwate" di kurdî de [rengdêr]ek e. Ji bêjeyên ku tên heman wateyê tê bikaranîn. Mînak ev gotinên jêrîn hevwate ne:

Roj û Tav

Pir û Gelek

Zar û Zêç

Gede, Zarok, Mindal û Zar

Westan û Betilîn

Pirtir û Zêdetir

Kevir û Ber

Fikr û Raman

Werê, Wanî û Halo

Wilo û WisaDi kurdî de hevwate gelek in. Ji ber ku zimanê kurdî heta sedsala 20'an jî di warê nivîskî de ji ber qedexeyan pir lawaz bû, li her herêmekê zimanê kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî girtî pêşve çûye. Ji ber vê yekê gotinek ku li herêma Mêrdînê bi awayekî hatibe bikaranîn, li herêma Şirnexê bi awayekî din hatiye bikaranîn. Li bajarên din jî bi awayên din.

Hûrêj

Hûrêj, şûrê giran ê siwariyan, cureyekî ji şûrên serdema navîn e. Di sedsala 14em de derhatiye, serdama 17em de hêdî hêdî ji holê rabûye. Bi du destan dihatiye bikaranîn, lewra him manewraya bazîna vê şûrê dijwar e, him jî hinekê giran e. Niha di werzîşkariyê de tê bikaranîn.

Dirêjiya wê 100–140 cm, berayî 5–6 cm, giraniya wê 800-1800 gr bûye. Li Asyayê derhatiye, li Ewropayê navdar bûye. Gelek cureyên wê hebûne. Debana wê bê mertalok e. Mirov dikare bêje şûrekî çorsane û sade ye.

Bi qasî ji wêjeya devkî ya kurdî tê fêhmkirin, di artêşên kurdan de, siwariyan hûrêj bikaranîne. Lêkolînek li ser şûr û şûrbaziya kurdan nehatiye kirin. Agahî ji çanda gelêrî û şîrovekirina wan e.

Kalan

Kalan navê qalika parêztin û hilgirtina kêr, şûr û xenceran e.

Qiyamet

Qiyamet an jî roja piştdawiyê (bi erebî: يوم القيامة‎‎, lat. yom al-qiyamah) wekî bêje tê wateya "nûvejîn" û bi ola îslamê ve derbasî zimanê kurdî bûye.

Hema di hemî baweriyên olî de baweriya qiyametê heye.

Şaşke

Şaşke, şûrê Ûris (bi rûsî: Шашка, şaşka) cureyekî şûran e ku ji rûsan derbasê Kurdistanê jî bûye. Di wêjeya devkî de hatiye bikaranîn ku wextekê di nava kurdan de pirr hatiye xebitandin.

Bi eslê xwe dibêjin ev şûr ji Qefqaziyan belav bûye. tê gotin ku di zimanê adîgeyî de şaşke tê wateya kêra dirêj. Siwariyan hez ji vê şûrê kirine.

Dirêjiya 80 cm, kêra wê ango cihê wê yê bira (tûj) 68 cm ye. Gelek cureyên wê hene.

Şimşûr

Şimşûr (li cîhana rojava Gladius) cureyek ji şûran e. Mediyan gelek bikaranîne. Dudevî ne û nava wan stûr e. Dişibe nikulên qajan. Formên berê hinekê din jî stûr bûne. Taybetiya vê şûrê ew e ku bi giranî û zexmbûna xwe, lêdana hedefê baştir dike.

Ji kurdan û mezopotamyayiyan derbasê romayiyan bûye, wan bipêşxistine. 50-80 cm dirêj e. Forma mediyan bikaranîne kurt bûye, 40-60 cm dirêj bûye. Gladyatoran gelek bikaranîne. Li Ewropayê jê re gladius dibêjin.

Şêx Eskerî

Şêx Mihemed Eskerî (1898-1952) nivîskarekî kurd e.

Ew di sala 1316 an (1898/99) de li gundê Axtepe ji dayîk bûye û di sala 1952 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, li gundê Çolê jî di wargeya xwe ya timî de veşartî ye. Şêx Mihemed Eskerî, kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye û piçûkê birayê xwe Mihemed Kerbelayî ye. Eskerî destpêka xwendina xwe, pêşî li nik bavê xwe di xwendegeha Axtepê de kiriye. Di pey dilovaniya bavê xwe de jî, li nik birayê xwe M.Kerbela xwendîye. Di hin deman de bi malîtî li gundê Hiler (Çêrmûk) û Bîrsinê (Egil-Dîyarbekir) jî maye. Di salên 1964-1968 an de, dema ku bavê min li gundê Bîrsinê meletî dikir, mala me û mala zarûkên Şêx Eskerî cînar bûne. Cînartiya me bi hevdu re pir xweş dibihurî. Du kur û du jî keçên wî hene. Navê kurê wî yê mezin Kerbela ye, navê yê piçûk jî Evdirehman e. Şêxê me yê hozan û nivîskar, li paş xwe sê pirtûkên hêja bo me diyarî hiştine. Yek DÎWAN e, ya din jî IQDÊ DURFAM û Keşkol e. Şêx Eskerî bi xwe gotiye ku wî pirtûkek li ser feleknasiyê nivîsiye û yek jî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ji ber çend nusxeyên cuda ji nû ve amade kiriye.

Iqdê Durfam jî wek Dîwanê helbest in, lê bi naveroka xwe çîrokên Kurdî ne. Yanî çîrokên Kurdî bi helbestkî nivîsîne. Helbestên pirtûkê, tev bi kêş û qafîye ne û bi yazde kiteyan dikişin. Her du rêzên malikan jî, bi yek tîp qafiye ne. Jimara wan, 2584 heb in. Şêx Eskerî, wê pirtûka çîrokan, bi daxwaza kurapê xwe Behcet nivîsîye û di sala 1938 an de li gundê Bîrsinê dest bi nivîsandina Iqdê Durfam kiriye. Lê piştî ku dest pê kiriye, kurmamê wî miriye. Îcar dest ji nivîsandina pirtûkê berdaye. Lê piştî ku demek dirêj bi serve derbas bûye, birayê wî M.Kerbela û hinek dostên Malbata wan, çûne cem û lê doza kutakirina Pirtûkê kirine. Ew jî bêçare maye û xatirê wan girtiye, dîsa dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye, di sala 1942an de kuta kiriye. Dema ku Eskerî dest bi nivisandina bi zimanê Kurdî kiriye, temenê wî 39 sal bûye. Şêxê nemir di wan demên teng û tarî de ku "Komar"a Tirkiyê, Bakûrê Kurdistanê wêran dikir, bizav kiriye û di şûna şûr de xameya rengîn hejandiye û ji me re çîrok nivîsîne. Lê mixabin ji bêçareyî heta vê gavê yek ji wan jî çap nebûye. Lê mele Zeynulabidîn Amedî di sala 198Oyî de, her yekê ji wan nusxeyek bi destxetên xwe dîsa bi tîpên Erebî, ji nûve nivîsîye.

Zeynelabidin Zinar wan herdukan jî, ji tîpên Erebî veguhaztin tîpên Latînî. Dîwançeya Şêx Eskerî hêj nehatiye çapkirin. Lê Iqdê Durfam (5) li Swêdê di 1989an de ji aliyê weşanxaneya APC Tryk ve çap bûye. Nivîsa pirtûka Iqdê Durfam a bi tîpên Erebî 2O3 rûpel û tev 13 beş in. Her du rêzên malikan jî bi yek tîp qafiye ne û bi yazde kiteyan dikişin. Çîrok ji beşa heftan dest pê dikin û heta beşa dawiyê, kuta dibin. Çîrok bi awayekî wisan xweş hatine gotin, dema ku meriv wan dixwîne, meriv navê ku dev jê berde. Li ser derwêşekî û lawikekî sêwî û qijikekê û roviyekî hatine gotin, heta ku digîje ser nêçîrvanekî û dawî lê tê.Me van çend malikên li jêr, wek nimûne ji Iqdê Durfam jêderk kirin û ji xwendevanan re li jêr nivîsîn. Dizanim vî zemanî pare nake Ji vî derdê mi re kes çare nakeGelek şêrîn e ev ezmanê Kurdan Derîxa! me ji dest yekcarî berda...Pesindîde nîne kurmancî ye safXuya ye ne huner tev gotin û laf. Hîkayeçêkirin ba nezm û eş'arGelek zor e me xame nade îş'ar.

Şûrbadok

Şûrbadok cureyek ji şûran e. Bo bihevçûn û êrîşên taybet dihatin bikaranîn. Ev şûr hinekê giran e, 3-4 kg. Hin formên wê yên ku bi herdu destan tên girtin jî hene. Ewropayî dibêjin ev şûr ji Swîsreyê belav bûye.

Hesinê wê badokî, buxrîkî ye. Bo bihevçûna bi rimbazan ve bikêr e. Li Kurdistanê kêm hatine bikaranîn, lewra di artêşên kurdan de rimbazan di mercên awarte de tîr jî bikardîanîn. Ango heger îhtîmala êrîşeke taybet û pisporî heba, rimbazan tîr jî amade dikirin.

Dijminên bi şûrbadokê ye, li dijî riman gelek caran biserdiketine, lê dijî tîran na. Şûrbadok herwiha rimşikên e. 170-180 cm dirêjî, 3-4 kg giraniya wan e.

Şûrbanokî

Şûrbanokî, şûrekî dişibe banokiyên gurzgirtinê yên cotyaran. Banokî yan kêr û şûrên wiha, di bihevçûnên pozpozî de her hatine bikaranîn, lê di artêşên bipergal de kêm.

Bingeha vê şûrê pirr kevn e. Egîptiyan (misir) jê re kepeş gotine. Li Mezopotamyayê derhatiye. Hin cureyên wê li ser milan dihatine girêdan. Îro jî banokî li milê tê daleqîn. Di artêşên birêkûpêk ên împeratoriyan de kêm hatine bikaranîn. Li Ewropayê di bedqestiyan de (suîqest) bo pekîna kiloxa dijber, gelek hatine bikaranîn.

Şûrbel

Şûrbel, cureyek ji şûran e. Pirranî siwariyan bikardianiye. Niha di şûrbazîyê de û li hin artêşan jî wekî aksesûar tê bikaranîn. Cureyên nûjen bi kalan in.

Tenê devekê wê bira (tûj) ye. Lê aliyê ko jî carnan hatiye birakirin. Li Ewropa tê îdiakirin ku ev şûr ji macaran belav bûye. Di sedsala 17. di artêşan de bo siwariyan hatiye belavkirin. Li Kurdistanê jî navdar bûye.

Şûrcozan

Cozan kêra traşê ye. Ev şûr, ango şûrcozan jî navê xwe ji cozanê digire, lewra dişibe wê. Şûrekî giran e, pirranî bo birrîn, şîkênandin, pekînê ye. Mirov dikare bêje wezîfeya das, bivirê dibîne. Lê di şeran de, şûrên wiha jî pirr hatine bikaranîn. Yekdevî ye, ango denê aliyekê wê bira ye, dibirre.

Bi îngilîzî jê re Falchion, almanî Malchus dibêjin. Di serdema navîn de li Ewropayê hatiye bikaranîn, lê pirr berê jî hebûye. Şûrekî biber e. Gelek cureyên wê hene. Dibêjin ji romayiyan belav bûye, lê ev îdiaya ewropayiyan e. 80-95 cm dirêj, 900 gr giran e.

Şûrdas

Şûrdas, cureyek şûran e, ji demên antîk ve hatiye bikaranîn. Ji mezopotamyayê derbasê yewnanan bûye. Li Ewropa jê re kopîs dibêjin.

Devên wê asîmetrîk in, ango naşibin hevûdu. Giran e, bo şikestina mertalan bikêr e. Siwariyan jî gelek bikaranîne. Di bihevçûnên pozpozî de, avantajên wê hene. Şûrên din dikarin ji dest bipekin, lê şûrdas zûbizû napeke.

Aliyê vê şûrê yê neyînî ew e ku giran e û li dijî dijminê di dest de şûrê dirêj heye, bêçare dihêle.

Dîroknasên rojavayî dibêjin ku ev şûr ji grekiyan belav bûye û Alexander Kopis navê xwe daye wê. Zanistên ewropayî her deranderî û pêşketinekê dixin para xwe, ev jî baweriyê kêm dike.

Şûrsingo

Şûrsingo, mertalşikên (herwiha zirx jî) şûrekî navdar ê artêşên bipergal bû. Ji serdama 14em heya 18em li Ewropayê pirr hatiye bikaranîn.

Li Kurdistanê şûrsingoyên hinekê kurt (kin) hatine bikaranîn. Di êrîşa ser barîkatên parastinê yên mertalgêran, peyadar an siwariyên zirxlêkirî de kêrbar bûye. Di bihevçûnên peyadar, siwariyan de, di yên pozpozî de, herwiha hatine bikaranîn. Zanayên ewropayî vê şûrê dikin para xwe, lê li seranser cîhanê, pirr berê jî hatine bikaranîn.

Xwerû bo kunkirin, şikênandina mertalan bûne. Formeke wê ya standard nîne, pozê şûr divê bizmarkî ango tûjikokî bin.

Şûrê bacgiran

Şûrê bacgiran (bi îngilîzî Katzbalger dibêjin), cureyek ji şûran e. Li Kurdistanê karmendên key û mîran, bi taybetî bacgiran, girêdane. Sedemê wê rindî û kêrbariya vê şûrê ye. Timtêla wê dûz, sîmetrîk e.

Di bihevçûnên pozpozî (ango gelek nêzîkê hevûdu) de gelek kêrhatî ye. Li Ewropayê wekî şûrê pêşbaziya şûrbazan jî hatiye bikaranîn. Di sedsala 16. de li Ewropayê nav daye.

Dirêjiya wê 50-55 cm ye, hinekê kurt e. Pozê şûr bira ye, ew jî kêrbar e. Debana wê ne standard bû. Bi qasî 1 kg giran bû. Li Ewropa wekî çekeke sereke di sedsalên 16. û 17. de hatine bikaranîn.

Şûrê eceman

Şûrê eceman, şûrşimşîr cureyeke ji şûran e. Herdu nav jî di kurdî hatine bikaranîn. Çima gotine şûrê eceman nayê zanîn. Dibe ku di demên dawiyê de ev şûr li Îranê hatibe çêkirin.

Şûreke xwar, serpan, daskî ye. Serê wê bira ye (tûj). Kêmber e. Li Îran, Kurdistan, Hindistan, Balkan, Rûsya, Anatoliya û Afxanistanê gelek hatiye bikaranîn.

Dirêjiya wê 90-98 cm, devê wê yê bira (tûj) 74-86 cm ye.

Şûrê romiyan

Şûrê romiyan, şûrbelê biçûk (bi îngilîzî Yatagan) cureyek ji şûran e. Mirov dikare bêje ku şûrbelê biçûk e. Li Ewropa ji ber ku osmanîyan bikaranîne jê re şûrê osmanî, şûrê romiyan (tirk) dibêjin.

Forma wê dişibe şûrdasê jî, kelkot e. Biber an kêmberî dihatin çêkirin. Ji osmaniyan derbasê Ewropayê bûye. Osmaniyan jî ev şûr ji ereban girtine. Bi texmînî ereban jî ji grekiyan. Dirûvê tîpa S, ango şûrên wiha li Afrîkayê jî navdar bûye. Ewropayiyan di sedsala 16. de ev ji osmaniyan dîtine.

Dirêjiya wê 96 cm, cihê bira 48-76 cm ye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.