Îdeolojî

Îdeolojî (carina jî wek zimanê îngilîzî aydiyolocî tê bilêvkirin) yan bîrdozî, coreyekî felsefeya siyasî an civakî ye ko hîmanên kiryarkî (praktîkal) zêdetir an jî bi qasî hîmanên hizirî giring û berçav in.

Dîroka peyvê

Ev peyv cara pêşîn li sala 1796'ê ji aliyê Antoine-Louis-Claude, kontê Destutt de Tracyê hat bikaranîn, dema wî dixwest "Zanistê Bîrûbaweran" şirove bikit. Piraniya saloxetên ew jibo îdeolojiyan diyar dikit, hêşta jî derheqa piraniya îdeolojiyan da rast in. Ji wan saloxetan ev in: bîrdozeka pirûtêr ya civakê û siyasetê, bernameyeka siyasî û berhevkirin jibo xebateka seba bicihkirina wê programê, û berbînî an pêdvîtiya serkêşî an rêberiyeka siyasî û hizirî.

Îdeolojî, bi rêzanî (sîyesî) û civakî hizrek were çêkirin û pê bi riya hukumetekê, rêxistinekê di nêzîkatiyê xuyên çîneke civakî de rê şanî dan bi polîtîkî, dadî, zanistî, felsefî, olî, moralî, hizrên ku hatina xamlkirin an ji xamilandin hebûna ye hemûkî ya. Di hizre îdeolojiyê de marksîzim cihekî mazin digirê. Di vê hizre de piştre weke Marks, Lenîn, Gramscî, Lukacs, Zanîngaha frankurtê û her weha hê gelekên din kar û xabatên wan bûna. Ev di demên Nûjen de bûna.

Hîmzanist

Bêja Îdeolojî, biqasî ku tê gotin di fransizî de ji bêja ´Idêologie´ hatiya afirandin. Deme ku mirov li ser bêjê bi xwe di hizirê, mirov dibêne ku bêje bi xwe ji îdea hatiya. Idea, bi serê xwe, wate wê hizirê. -olojî ji yanî zanista wê biwate dibe. Bêja îdeoloji cara pêşî di deme şoraşa Firansa de Antoine Destutt De Tracy di 1796 de bikar aniye. De Tracy di wate zanîna hizir de bikar anî. Li gor hizre De Tracy ti hizre bi serê xwe yên objektîv nîn in. Wî bawer kir ku ev wê weke biyolojî û zoolojî wê di xata xwe de hebûna pêşxê û berdewam kê. Li gor wî wî wê îdeolojî bê beşe zanistê ya herî girîng.

Hizra îdeolojiyê

Îdeolojî di hizrekê de wekhevî û fehmkirinê dike armanca xwe. Wekhevî û ji hevdû xataka wê ya girînge. Li ser têkiliyê re jiyana ku hati hevparkirin were ser ziman bi hizir, bihizir dike. Lê îdeolojî, deme ku di nav xalkê de diçê haya bine wê û di nav civakê de herkesekî weke hevdû dixweze bike, hingî, xalatiya xwe têne ser hole. Ji ber ku di civakakê de pir kom û xalk heya ku hebin. Îdeolojî rengê wê kifşe. Çawa tê ser ziman wilo dixweze xwe bi pêş bixe. Bo mînak, li Tirkiye "yek ziman, yek ol, yek civak, yek çand" (bi tirkî: tek dil, tek din, tek milet) li ser civak tê ferzkirin. Ev xalatiyaka pêşketina îdeolojiyê ya. Bi vê yekê cudeyên civakê an ji civakan têne tinekirin. Hîmê vê, li ser baweriyê û çanda komakê tê avakirin. Divir de îdeoloji ji hizir û hebûna civaknasiyê (sosyoloji) tê dûr e. Civaknasî, di nav mirov û civakê de têkiliyê lêkolîn dike. Îdeoloji di nav têkiliya mirov civakê de xatakê di vir de ava dike. Ev xat, awayê hizrê, çawa bê, li gor tê nirxandin û şîrovekirin.

Îdeolojî, awayê hizrê şanî mirov dide. Lê di vir de gelek îdeolojî bûn heya. Ew ji bi gelek hizire û ramanan diafirê û tê ser ziman. Mînak, îdeolojiyên pêlitik. Di aliyê hizrê de xata wê heya. Xataya xwe ya ku heya serdest dike. Minaq, îro îdeolojiya kaptalist serdest e. Li Sovyetê ji îdeolojiya sosyalizim hebû. Deme ku hizre wê tê ser ziman ji gelek aliyan ve tê ser ziman, Ji aliyê nirx û çandê ve û girenbuhabûnê ve ji têne ser ziman. Deme ku hizre bi awayê îdeoloji hata afirandin, ji gelek awayan ve şîrove û anîna wê ya ser ziman dibe. Xweza, mirov, hizir, zanist û hwd. Di hundurê hizre îdeolojî de gelek nêzîkati hene. Lê du nêzkati hertimî mazin dereketina pêş. Nêzîkatiya pozîtîv û ya nêzîkatiya negatîv. Nêzkatiya pozîtîv baş dîtina û ya negatîv ji ne baş dîtina. Li gor wê hizre rastiyê tê kifşkirin. Şerên di nav îdeolojiyan ve weke yê di nav kapîtalîzmê û marksîzmê de, dibe. Kapîtalîzm ji û marksîzm ji du îdeolojiyê jev cude ne, dijî hevdû ne.

Îdeolojiya Kapitalist

Îdeolojiya kapitalist, hizre xwe li gor hizre ku jê re dibêje "lîberal" ava dike. Hîmê ya deme hemdem, piştî pişketina deme ronasansê piştre pêşket. Berê wê hersê demên demên navîn, jê re dibine hîm. Bi Kirîn û firotinê re hizre mazin dike. Piştî sadsala 17 wan pêde, ku di dest de girtin bû û li hev gaha hevdû, êdî hin bi hin kapitalizime roje me awa stand. Hîmê wê di dest de girtina.

Piştî sadsala 17 wan pêde mirovên weke Adam Smith û Dawid Ricardo hizire wê ya demî afirandin. Pêre êdî pêşketin aawa bû. Pêşketiona wê ji, li ser di destê komaka ku jê re dibêjin burjuva yên de dewlemend de girtina awa ya. Ev kom pêşdikeve û serdestiya siyesî ji dike destê xwe de bi hewgirtina didestê xwe de. Bi vê yekê çanda xwe ji ava dike. Bi vê yekê serdest dike. Di vê yekê de pergalak ji tê avakirin. civak bi komên xwe re di bin serweriya wê koma dewlemende dimeşê. Ew li ser baxt û wariya wî kifş dike. Di hundurê kapatiyalizmê de du hizrên girên hene. Kapitalizm, serweriya dewlemendan rast dibîne.

Hîmê kapitalizmê li ser çinkirinê ava ya. Derketina hizre çinî û hebûnê wê, ku mirov li dîrokê meyîzenê, diçê ta deme Sumeriyan. Di wê demê de Sumeriyan de dewleteke çinî awa kirin. Bi hizre xwe ya çinî re şaristaniya xwe ava kirin. Lê bi hizre olê ev yek kirin. Pişt wan de demên koladariyê hatin, û piştre koladariyê de demên demên navîn hatin. Pişt demên navîn re deme ku jê re hata gotin kapitalizim hat.

Îdeolojiya marksizim

Îdeolojiya marksizim, di sadsaal 17 de ji dijî îdeoloji û pêşketina kapitalizmê derket. Yê ku ev îdeoloji ji çêkir û afirand ji Karl Marks bû. Pêre Friedrich Engels hebû. Herdûkan hewl da ku hizrek wan komên civakê yên di bin dest de çêkin û belav bikin. Wan hizir kir ku ci vakakê ya ya herî kifşdar komên civakî yên karkar in. Wan ji van komar got "proleterya". Di bin destê karsazekî de gelek karkar kar dikin. Lê mafê karê xwe yê ku dikin na hildin. Marks û Engles, hizre xwe li ser vê yekê ava kirin. Wekhevî anîn ser ziman.

Çine serdest, ya ku xwediyê hemû tiştî bû. Yê xwediyê kar, gelek mirov li ber destê wî kar dikin, vê yekê dikir ku di destê wî de gelek li hew bigihê hevdû. Wan ji hizirkir ku divêt ku ewqas gelek ji yekî ne mêne. Di civakî de kî çi karî dike, ku mafê xwe yê beremberî kirina xwe hilde, wê di destê yekî de wilqasî li hevdû na gihê hevdû. Wan hizre vê yekê çêkirin. Di deme wan de sadsala 18 bû deme şerên di nav karkar û karsazan de. PIştre deme tekoşîna neweteyan pêşket, pêve.

Bi vê îdeolojiyê li ser têkiliya di nav meta, kirin û bikar anîn de sekinîn. Hizre vê yekê hata avakirin. Pirtûka marks ya herî bingeh ya "kapîtal" e. Li ser vê yekê di rawastê.Li bûjenîye rastaha. Îdeolojiya alman ya ku Hegel anî ser ziman, pir ser sekinî û şîrovekir û anî ser ziman. Aboriya Îngilistanê pir şîrove kir û anî ser ziman. Pêketin hizrî bi felsefe re ku şoraşa Firansa ji di nav de şîrove kir û anî ser ziman. Felsefe demê ya hemdem afirand û weke îdeolojiya marksizmê hata ser ziman.

Zanist û îdeoloji

Haya roje me, ez hemu gelle turknim sê awayên îdeolojiyan serdest bûn. Weke ku li welatên ereban û li Îranê Îdeolojiya olî serdest bû. Li Îranê ji û li welatên ereban ji Îdeolojiya îslamê serdet heye. Weke ku li Tirkiyeyê jî îdeoloji Qawmî an ji Netewperestî serdest bû. Û weke ku ji sadsala 17 wan dest pê kir li Ewropa ku Rusya ji di nav de îdeolojiya Kapitalizim û îdeolojiya Sosyalizm serdest bû. Di naqabina zanist û îdeolojiyê de hertimî sînorek hata dîtin. Zanistên weke Biolojî, Psîkolojî û whd pir nîqaş hatina kirin. Marks bi xwe ji deme ku şîrove bike, li hevberê xalatiyan zanistê didêne. Bi vê yekê, xwest zanistiya wê hizre dêne hole. Lê di naqabîna bêja îdeolojiyê û zanistê de hertimî li ser hebûna rastteqîniyê de li serhevdû de ne çûnek bû. Felsefe weke riyaka gahandinê weyn leyist. Lê di sadsala 20 de di beşa wê ya dawiyê de zanistê derkete pêş û bêja îdeolojiyê êdî wilo zêde ne hata ser ziman. Ev yek, weke dawiyekê hata ser ziman.

Li ser vê yekê, dijîtiya zanistê ya li îdeolojiyê hata rojeve û weke zanistê ew bi binkir hata ser ziman. Di vê demê de hizrên ku weke ku ji wan dihatina gotin "post-modern" hatina rojeve. Pêşketin. û pir di rojeve de hatina hiştin. Li gor ku hata ser ziman Marks dijîtiya xalatiyan bi zanistiyê nîşanda, ev yek weke bitimî dîjiytiya zanist-îdeoloji hata şrovekirin û erê kirin.

Hizre dawiya Îdeolojiyan

Piştî ketina (xuruxandin) sovyetê, êdî hata gotin ku dawiyê hizre îdeolojiyan hat. Ev yek weke hizreke ebedî hata ser ziman. Edî wê hertimî wilo berdewam bike. Bi hizre hizre herkesekî bi bandûr kir. Li gor vê hizre siyeset tenê tekoşîneke desthilatdariyê ya. Ya deme kapitalizmê ya. Hizrên hebûnê derketina pêş. Li fransa weke komên ku mirovên ku weke Jean Paul Sartre derketin û pêşketiya wê kirin. Vî hizre, hizre teherî ji bandûr kir. Mirovên weke Fukuyama pirtûk bi navê "dawiyê Dîrokê" nivîsandin. Ev hemû ji armanca wan ew bû ku vê hizre biddine erêkirin.

Di dawiya Sedsala 20'an de zanist ji her awayî û alî ve serdest bû. Zanist û riyaka ku jiyan pê were ser ziman û nirxandin. Civaknasî û derketina pêş. Têgihiştina îktisadî derkete pêş. Hin bi hin ji raxnakirin bû. Raxnakirina îdeolojiyan bû. Di îdeolojiyan de mijaraka ku herî mazin tê nîqaşkirin ji rexnakirin û nerexnakirin e. Li ser vê yekê pir dihata sekinandin. Di îdeolojiyê de rexne heya an ji ku hebe bi çi awayî ya. Çawa rexne pê kirin?. Di dawiya sadsala 20 de û piştre weke têgihiştinekê derkete pêş, ku zanist îdeolojiyê rexne dikêt. Bi vê yekê, êdî hebûna zanistê mazin hata ser ziman. Nêzîkatiya maks ya ku li hevberê xalatiyan zanistê danîn ji i vê yekê re weke temenêkî hata dîtin û pê hat xwestin ku bê gotin ku zanist û îdeoloji jev cude li dij hevdû ne.

Di vê demê de piyasa derkete pêş. Hizre wî mazin pêşket. Êdî demeke nû her weha dest pê kir. Deme mayindakirina desthildariyê ji bo kapitalizmê dest pê kir.

Amblem

Amblem (Fransî: emblème) peyveke fransiye ku ji îdeolojî, partî û ji temsilê tiştên dewlet, parti û organîzasyon û hwd. re tê bikaranîn.

Di kurdî de "Nîşan" tê gotin.

Hinekî amblem bi ala ve çêdikin, Hinekî jî bi herfa ve.

Bîrdozî

Bîrdozî tê wateya îdeolojî.

Depresyona klînîkê

Depresyona klînîkê, asta depresyonê ya herî bilind e û wekî ji navê wê tê fêhmkirin, klînîk e ango bûye karê klînîkê. Klînîk depresyon yek ji nexweşiyên psîkolojîk e.

Xemgînî, melankolî , kelîn û keserkişandinên kûr êdî ji kontrolê derketiye û jiyana mirov xistiye astengiyan. Êdî sîmptomên organîk jî destpêkirine, wekî serêş, jarbûn an qelewbûn (stûrbûn, xurtbûn), bêxewî, bêmadeyî hwd.

Di asta klînîkê de nexweş bêî alîkarî nikane jiyana xwe birêkûpêk bimeşîne. Baweriya wê ji xwe nemaye, bextewar nîne, hêz û daxwaza wê ya jiyanê kêm bûye. Hestê wê negatîv in û têkiliya xwe bi devedorê re birriye an bi negatîv dimeşîne. Dilê hezkiriyên xwe ji xwe dihêle. Xwe bersûc dibîne, ketiye xelekên ramanên bêwate, xwe wekî sêwî an "zarokên damariyê" dibîne. Di konsantrasyon û biryardayîna wê de pirsgirêkên mezin hene, ji xew şiyarbûn dijwar bûye, înteresa cinsî kêm bûye. Nexweş pirr hêdî tevdigere. Laşê wê jar ketiye û her gav westiyabûn pê re heye. Dinya li berçavê wê reşbûye û kê behsa tişteke xweşik bike, ew bi gotin û şîrovekirinên negatîv reaksiyona xwe nîşandide.

Di klînîk depresyonê de pirr caran rîska xwekuştinê heye. Tenê li Almanya salê 12.000 mirov dixwaze xwe bikuje û diceribîne. Tê zanîn li Kurdistanê bi hezaran mirov xwe dikujin û pirraniya wan jî jin in. Gorî statîstîkan jin nêzîkî du carî zêdetir bi nexweşiya klînîk depresyonê dikevin. Wekî tê zanîn jiyana jinan di nava civakê de ji ya mêran dijwartir in. Hin şaxên klînîk depresyonê bingeha xwe ji sedemên genetîk digirin lê pirraniya wan ji sedemên rewşî tên. Li cihên wekî Kurdistanê ku şer, xizanî, pêkutî, êşkence hwd lê hene, rîska bi nexweşiya klînîk depresyonê ketin jî zêde ne. Psîkotrawma, şikestina kesayetî û kariyerê, têkçûne îdeolojî û baweriyan, rewşên awarte hwd nexweşiyê diniqurçînin, ditetikînin.

Depresyona klînîkê dikane were tedawîkirin. Psîkolog hin testên ku hêz û asta depresyonê dipîvin dikin û gorî teşhîsên xwe riyên tedawîkirinê avadikin. Heger di heman demê de nexweşiyeke din jî pê re hebe rîsk dubare dibe. Hin derman gelek bikêr tên. Psîkoterapî, psîkodrama, terapiya elektrokompûlsîv hwd gelek cureyên teknîkan û rewşeke baş dikane nexweşiyê derbibe.

Derûnnasiya komî

Derûnnasiya komî an jî psîkologiya komî, grûbî an jî sosyal wekî ji navê tê fehmkirin bi civak û pirsgirêkên civakê re bilî dibe. Psîkologî dinya hundirîn ya mirov analîz dike, nas dike û destkeftiyên xwe di nava civakê de diceribîne. Psîkologiya komî an sosyal ji sosyologiyê cûdatir e. Sosyologî prînsîp û normên jiyana civakê analîz dike, psîkologiya komî jî bandora van prînsîp û norman li cîhana hundurîn an mirov analîz dike.

Psîkologiya komî ji ber pêwîstiyên mirovahiyê derketiye. Şer, întegrasyon, cûdatiya di navbera komên civakê, nîjadperestî, xizanî, nakokiyên di navbera çandan de, pirsgirêkên jin û ciwanan, alkol, pirsgirêkên li kargehê hwd. Bi giranî li DYA xebatên psîkologiya komî hatine kirin. Lewra behaviorîzm (tevgernasî) wekî dibistaneke psîkologiyê li DYA pêşketiye.

BINBÎR A BÊKESÎ Û BINDESTÎ

Di zanistî ya psikolojiyê de binbîr gelek giringe. Binbîr û kesitî yek sedem e, yek jî encam e. Sedem a derketin a holê a kesitî aktorên jiyanêne. Mirov nikarin bi îrade yên xwe binbîra xwe ava bikin. Her bav û dê dixwazin zarokên xwe di malbata xwe û dibîstanan de baş perwerde bikin, lê çawa?

Malbat bi hezar salan demek dirêj bindestên îdeolojiya olan û îdeolojî ya fermî a devletan de bi rewşa kewneperestî de helak bûn. Çawa zarokan perwerde dikin? Her dem bi hem demî dîrok li ser sîstema koledarî dimeşe û jiyan bi ol û edetên wan her dem carî dike.

Sîstema koledarî , doh û îro li ser çerx a qedera bindestan dilîhze. Ew şervanên koledarên xwene. Mirovên di jiyanê de cîh digire, bi wî şeklê dije. Hemu malbatan de dijîn û zarokên wan hene. Pêwîste ki ew hemû zarokên xwe perwerde bikin. Zarok di mal de bingeha jiyan a xwe ava dike. Binbîra xwe jî bi vî ava çê dibe.

Ege mirov hêsîre binbîrê xwe be karê wî û azadî ya xwe rast na meşe. Dema yekemîn de mirov ger binbîra xwe pakij bike û bigihîşe cax û demsala xwe.

Mirov çawa ji xwe û ji kewneperestî ya xwe azad dibe? Kê ji xwe pirs kir ku dujminê wî kî ye? Her kes dijminê xwe di bînbîra xwe de kedî dike. Kes yê kê ye? Kes ci qas yê xwe ye, ci qas yê der e? Kes ên bindest ne yê xwe, ew an yê koledaran an jî ye zordestanin. Teybetî ya bindestî bi vî awa ye.

Rewşa mirovan çawaye? Kes yê xwe an yê der in?

Mirov bi xwe cuda bûd. Her yek cuda cuda difikire! Her yek bı tesîrên sisteman li Bakûr, li Başûr li Rojhelat û Rojava!

KESÊN BÊKES

Mirov di bûyîna xwe ê zarokî de binbîra xwe pak û zelale. Qirêc û gemarî û başî ji mezinên xwe hîn dibe. Kes û cihan eger dostane bin, hevre nekesî ne mumkun e. Kes bi mêjoyê xwe û aqlê xwe û bîr a xwe dewlemend e. Eger kes mêjo yê xwe re îxanêt neke, ew him ji bo xwe, him jî ji bo gelê xwe nîmetek mezin e. Her zarok di mêjo yê xwe de cîhanek mezin e. Jiyana koledarî de zarok di nav kesên bêkes de zelalî û mezintî ya xwe wenda dikin.

Mirov di welat ê xwe de jî dibe ki bibe kesê bê kes. Ew mumkun e.

TADE , TADEDARÎ Û AZADÎ

Di lîteratûr a siyasî de azadî û tadekarî rast nayê ser zimîn. Kî li kê tade dike? Tadekar azad in? Kî azad e? Azadî çi ye? Mirov dikare li bazarê de ji bo xwe re azadî bikire an jî ji devletan azadiyê bixwaze?

Di siyaset a mirovan de ji kesan pirs ên bi vî awa ne hatin û bersîva pirsan ne hat. Her kes fikir dike ki ji bazarê an jî ji siyasetê azadî bixwaze û bistîne.

Kes nikare ji kesî azadî bixwaze. Kes nikare kesî azad bike. Kes nikare azadî bikire.

Azadî, xewn, xeyal nayê standin, nayê kirandin û firotin, lê mirov dikare xewn, xeyal û azadî bije. Jiyana azad bi kesitî ya azad mumkun e. Mirov dikare xwe azad bike, lê nikare kesî azad bike.

Mirov an azad e, an jî tadekar ê xwe ye. Kesî tadekar ê azad di cihanê de heye? Ne mumkun e. Hemu tadekar bindest in. Bi nav ên koledaran tade dikin. Him li xwe tade dikin him jî li gel ê xwe tade dikin.

Mirov ên azad li kesî tade nakin. Zilamên azad tade li jin û hevalên xwe nakin. Tade yên di malbatan de dibe tadeyên zilamên bindest in. Zordest li zilam ên bindest dikin, zilam ên bindest jî di mabata xwe de tade li jinên bindest dikin. Jin jî tade li xwe dikin. Jin ên azad tade li xwe dike? Ne mumkun e. Tade li zilam ê xwe dike? Ew jî ne mumkun e. Tade, kar ê kewneperestan e.

Jin ên kewneperest kar û barên wan jiyan a kewneperestî ye. Ol û sîstem ên kewn û kewneperest li xwe bar dikin û bi vî rewşê de zorokên xwe perwerde dikin. Bo kewneperesti perwerde dikin. Zarok ên xwe ên keç bo bindestî amade dikin û zarok ên law bo tadekar ên mêr amade dikin.

Sistem a camêran , olên camêran her dem tadekar e. Ruh û raman ên mirov bin tade yên wî sîstema camêran in.

Gotina me ê dawî ew e ki, mirov dikare xwe azad bike lê nikare kesî azad bike. Azadî tê jiyandin, lê nayê kirandin û firotın.

Kes endamê civak e. Kes çawa nêt bike rêvabirî ya malbat a wî bi gorî wî awayî dimeşe. Azadi ya civak jî gorî nêt a xwe tê holê.

Dad û rêvabirî bingehe. Gel gorî tirs û hêrsên tadekarî ya koledaran dimeşin. Koledarî bi bingehî ya olê de derketin holê. Her dem tadekar bi tirs û batirsok ên xwe hember gel bi kar dixînin.

Ger her kes xwe bi xwe azad bike ki civak azad be.

SERHIŞKÎ

Serkevirî an jî serhişkî mirovên ne veguhertî ne. Her tişt xwe vedıguharîn e lê ew wek kevir in. Wek kevir ên hişk in. Welat ên bin tesîr a ol û derew û buxtanin mirovên serhişk gelek zêde ne.

Serkevir pir serhişk in lê mêjo yên wan nerm in. Ji rastî ya zanistî pir ditirsin. Dema ki bah ê baranî bi brusk bê, bi tirs ên xwe dilerzin. Bi fikr û ramanê wî brûsk, hember ê suçdarî ya wî bombabaran ê Xwuda ye.

Serhişk ji azadiyê jî ditirsin. Koletî û îteat bo wan pêwîst e. Bo padîşah û paşan şer dikin û dimirin. Bo wan şah ê şahan, şah ê merdan e, yanê şah ê mirovan e.

Mirov çawa bûd kevîr û serê mirov çawa bûd serkevir? Mirov bi ol û îdeolojî ya dewlet ên fermî tê xapandin. Jiyana mirovên parêzker û serhişk bi wî derewan binbîr a mirov de cîh digire. Bi wî parêzkerî ya kevneperest bi sed salan xwe nikare vebiguhere.

Azadî ya mirov û azadi ya raman ên mirov herdu girîngin. Raman ji mêjo yên mirov der dikeve. Eger mirov û mêjo yê mirav nexweş be, raman ên mirov jî nexweş e. Raman ên mîh, an jî ên parêzkeran çawa ye?

Mirov jî dixwe û vedixwe, mîh jî,dije, dixwe, vedixwe û dimire, raman ên parêzkeran çima cuda be?

Mirov çima bi vî awa şûnde dikeve? Mêjo ê mirov pewîste wek sêv ê darê bigêhişe. Sêv xam e û bo xwarinê ne amade ye. Mêjo yên xam jî bo raman ê zanistî ne amade ye. Tekamul a cihanê, tekamul a mirov e. Tekamul a mirov tekamula mêjo ye. Mirov civakê û civak jiyanê tekamul dike.

Civak doh bi şerîat a ol û derewên koledaran fikir dikirin, îro bi raman û dad a çaxê jiyan dikin.

Tekamul a mirov û tekamul a civak de dualism a zanyarî heye. Di dualismê de jiyan a kevn û raman ên kevn di tekoşîn a xwe de him hember ên hev in, him jî tevlihev in.

Dibindestî de binbîr a mirov li vî jiyanê de çiqas zelal e? Mirov nikare bi xwe re dostane bijî. Çawa bi vî kevneşop ên qirêc û gemarî jiyan bikin

Mirov di malbat a xwe de nikare aştî çêke, çawa aştî ya siyasî ava dibê?

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ, an jî DÎIŞ; bi erebî: الدولة الاسلامية في العراق والشام‎, lat. ad-Dawlat al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa ash-Shām), roja îro (2014) jî bi navê Dewleta Îslamî (DÎ; bi erebî: الدولة الإسلامية‎, lat. ad-Dawlah al-ʾIslāmiyyah) tê naskirin, rêxistineke tundîxwazên îslamî a ku bi taybetî li Iraq û Sûriyê şerê çekdarî li dijî gelê nefêrma dike. Rêxistin, di sala 2004an de li Iraqê di bin banê Elqaîdeyê de hate avakirin. Rêxistin, ji Elqaîdeya selefî, Jaysh El-Fatiheen, Jund El-Sahaba, Katbiyan Ansar El-Tevhid Vel Sunnah û Jeish El-Taiifa El-Mansoura ve pêk tên[çavkanî pêwîst e].

Dêrika Hemko

Dêrika Hemko an jî Dêrik (bi erebî navê wê al-Malikiyah lê kirin) bajar û navçeyeke Hesîçêyê ye û dikevê 90 km rojhilatî Qamişloyê. Li devera bakur rojhelatê Sûriyê li navbera Çiyayê Cudî û Qereçoxê nêzîk Ava Mezin (Dîcle) li deşta Hesinan tê binavkirin.

Bi navê Dêrika Hemko ji kevn de li serdemê Fransa weko qeza hate binav kirin bi navê qeza Dicle û ji hingî were her mezintir dibe û berfireh dibe. Xelkê wê nêzîk 20 hezar kesî ne. Navê wê ji navê dêreka filehan hatiye ko wî serdemî ber Dêrek tenê tê de bû, hemû petrola Sûriyê her ji vî bajarî tê û genim û pambû jî.

Hozan Dilgeş

Hozan Dilgeş (z. 1952 - m. 11 adar 2017) hunermendekî kurd bû ku di sala 1952an de ji malbateke êzidî li gundê Fisqîna Nisêbînê (parêzgeha Merdînê) hatiye dinê. Di 11ê adara 2017an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Hîçperestî

Hîçperestî, hîçparêzî, tuneperestî, nînperestî an jî nîhîlîzm têgehiştineke felsefî ye ku neyîniya yek an bêhtir nêrînên jiyanê yên pejirandî pêşniyar dike.

Modernîzm

Modernîzm, peyva “modern” cara ewil bi şeklê “modernus” di dema sedsala 5an de derdikeve pêşiya me. Ev peyv jî ji bo veqetana heyama Mesîhî û heyama Pagan an jî Romayî hatiye bikaranîn.Peyva modern piranî hatiye bi wateya nû. An jî tiştê ku nû yan niha dest pê kiriye. Wek mînak di wêjeya tirk de peyva “cedîde” ango nû ji bo wêjeya nûjen hatiye bikaranîn: Edebîyat-ı Cedîde[çavkanî pêwîst e]. Modernîzm, wek mêjûyî di sedsala 18an de digel geşedanên zanîstîû ramanî derketiye holê.

Modernîzm ji bo wêjeyê têgeheke estetîst e. Armanc bi tenê “huner” e.

Modernîte, serdestiya “mêjî” ye, “hiş” e. Mejiyê, digêjîne têgiha “geşedan” û “azadiyê"[çavkanî pêwîst e].

Modernîte peyva “liberation”ê ango rizgariyê pir tîne ziman. Em dibinîn ku sê bîrdozî(îdeolojî) derdikeve holê: kapîtalîzm, komûnîzm û faşîzm.

Desthilatî, ji berê zêdetir dikeve jiyana mirov. Foucault ji bo vê, têgiha bîyo-desthilat bi kar tîne. Ji desthilatê tu kes nikare xelas be.

Gava ku em dibêjin modernîzm, bêjeya “rojava” tê bîra me, ji ber ku li wir dest pê kirîye.

Modernîte ne bitenê balafir, avahî, navenda dan û standinê ye, modernîte berî her tiştê, guhertineke paradîgmayê ye, jiyaneke sekuler e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yek ji partiyên serekî û neteweperwer ên kurd li Kurdistana rojhilat e.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16'ê gelawêja 1946'an de ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve hat damezrandin. Îro serokê PDK'ê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Mesûd Barzanî ji bilî serokatiya PDK'ê serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê jî kar dike. Bingehên serekî yên PDK'ê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûr e û bi pevgihaniya (hevgirtina) YNK'ê di parlemana başûrê Kurdistanê de hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistineke sosyal-demokrat e.

Partiya Demokratîk a Gelan

Partiya Demokratîk a Gelan (bi tirkî: Halkların Demokratik Partisi), partiyeke siyasî ya Tirkiyeyê ye.

Partiya Karkerên Kurdistanê

Partiya Karkerên Kurdistanê, bi kurte PKK, partî û rêxistina siyasî ku di sala 27'ê mijdarê 1978'an de li gundê Fîs, Lîce, Amedê bi beşdarbûna 23 kesî kongreya damezrandinê pêk anî.

PKK wekî partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin. Navê PKK'ê ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin. Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKK'ê Abdullah Öcalan bû. PKK hewl dide ku li rojhilat û başûrê Tirkiyeyê, bakurê Iraqê, bakurê Sûrîyê û li bakurê rojavayê Îranê bi armanca avakirina dewleteke li herêmên erdnîgariya kurdan de dike û ji bo vê armancê li welatê re got: li dijî armancên leşkerî ji bo mayina xwedî derketina xweseriyê jî di nava sînorên Tirkiyê, cerdevan û sivîl li dijî stratejîk û qanûna rêxistina çekdarên derveyî cudaxwaz ên ku çalakiya aliyekî sansasyoniyê ye.

Wek bi navên KADEK (Kongreya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, û Kongra-Gel bikaranîne. PKK'ê, bawerî û hedefa fikrê serxwebûna Kurdistanê re hîn dan daxuyandin; “Rizgarkirina Bakurê Kurdistanê, rizgarkirina parçeyên Kurdistanê yên din e”. Piştî di sala 1974'an de PKK ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate damezrandin, ku heta sala 1990'an ve îdeolojiya PKK'ê Marksîzm-Lenînîzm bûye, lê li ser avakirina îdeolojiyeke nû ji aliyê Abdullah Ocalan ve Konfederalîzma Demokratîk ew hate barkirin.

PKK; Ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, NATO, Tirkiye, Sûrî, Iraq, Îran û bi Saziyên Navnetewîyê re wek rêxistineke terorîst tê naskirin. PKK; Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Çîn, Hindistan, Swîsre hin rêxistineke terorîstî ve ne hate qebûl kirin.

Partiya Komunîstê Tirkiye/Marksîst-Lenînîst

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê / Marksîst Lenînîst (PKT/ML – bi tirkî Türkiye Komünist Partisi/Marksist-Leninist - TKP/ML), partiya komunîstê ku di 24'ê avrêla 1972’an de ji aliyê İbrahim Kaypakkaya û rêhevalên wî ve hatiye damezrandin. Di bin rêveberiya siyasî ya Partiyê, Artêşa Rizgariya Karker û Cotkar a Tirkiyeyê (bi tirkî Türkiye İşçi Köylü Kurtuluş Ordusu – TİKKO) eniya leşkeriya Partiyê û Yekîtiya Ciwanî ya Marksîst Lenînîst a Tirkiyeyê (bi Tirkî “Türkiye Marksist Leninist Gençlik Birliği – TMLGB”) jî beşa ciwanî ya Partiyê pêk tînin.

TKP/ML, li gor nêrin û analîzên Ibrahim Kaypakkaya, hewl dike ku bi rêya şera gel li Tirkiyeyê şoreşê çêke û bi rêya desthilatiya demokratîk a gel jî bigihêşe sosyalîzmê. Bingehîna îdeolojî ya TKP/ML Marksîzm – Lenînîzm – Maoîzm (MLM) e.

TKP/ML îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, kemalîzmê, wekê faşîzma leşkerî dinirxîne û lewra diparêze ku reya şoreşê li Tirkiyeyê di têkoşina çekdar re derbas dibe.

TKP/ML diparêze ku nifûsa Tirkiyeyê ji neteweyên tirk û kurd û herwiha ji gelek kêmneteweyen ve pêk te û ku neteweyê Kurd xwediyê mafa diyarkirina çarenûsa xwe ye, ango xwediyê mafa avakirina welatekî serbixwe ye.

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) bi kurtî PYDKS Partiyek siyasî ya kurdên Sûriyê di sala 1990 de bi rêberiya Ismaîl Umer hat demezrandin û niha Mihyedîn Şêx Alî rêberê partî ye. Dirûşmeya partî Aştî, Azadî û wekhevî ye. Xebata partî wek ku ew xwe di bernameya xwe de dida nasîn:

Xebat ji bo:

Zordarî ji ser gelê me yê kurd li sûriyê rabe.

Azadiya demokrat û rêzgirtina mafên mirovan.

mafên gelê kurd yên netewî di çarçewa yekîtîya walêt de.

Yekîneyên Parastina Gel

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêza parastinê ya Rojavayê Kurdistanê ku piştî destpêka sorêşa Rojavayê Kurdistanê damezirandina xwe ragihandin 2011 ye. YPG, hêza leşkerî ya Rojavaya Kurdistanê ye. Li herêmên weke Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dirbêsî, Hesîçe û hwd, di destpêka dameziradina xwe de gurdanên xwe yên leşkerî bi fermandargehên xwe re avakirin. Hin bi hin weke artêşeke Kurdistanê pêşketina xwe çê dike. Zêdetirî 600 km. sînorê Kurdistana Sûriyê diparêze.

Hejmara hêzên şervanên YPGê 50.000 heta 65.000 in[çavkanî pêwîst e].

Di 2014an de fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo ye.

YPG wekî hêza parastina gelênli Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Navê birêxistina leşkerî wekî YPG (Yekîneyên Parastina Gel) tê binavkirin.

Zagon

Zagon, yasayên ol, îdeolojî, dewlet an rêxistinan in. Her kes mecbûre ku hurmetê bide zagonên civaka xwe.

Ziya Gökalp

Ziya Gokalp (bi tirkî: Ziya Gökalp), bi navê xwe yê dirêj Mehmet Ziya (* 23'ê adarê 1876 li Amedê, † 25'ê kewçêrê 1924 li Stenbolê), damezrênerê ramyariya neteweyî ya Tirk, întelektûelê dawiya Osmanî û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de ye.

İyi Parti

İyi Parti bi kurdî "Partiya Baş", yek ji partiyên siyasî yên Tirkiyê ye, ku di 25'ê kewçêrê 2017'an de ji aliyê Meral Akşener ve bi nûnerên ji Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) û partiyên din re hate sazkirin.

Partiya Baş di buyera gengeşiyê di sala 2017'an de, referandûma destûra Tirkiyê, piştî sîstema siyasî ya Tirkiyê ji parlemana yek serokatiyê bi piştgiriya ji AKP û MHP'ê derbasî bû hat avakirin. Hinek endamên sereke yên paşîn li ser guhertinên destûrî yên dijberî, lê an jî ji partiyê rakirin û ji aliyê rêberê partiyê ve hatibû veşartin. Meral Akşener, ku di sala 2016'an de ji rêveberiya MHP'ê nerazîbûnek berbiçav bû, di 8'ê Îlonê de ji partiyê hate derxistin. Di dawîyê de hate ragihandin, ku ew bi partiyeke nû li ser 25'ê cotmehê 2017'an de li Navenda Çanda Nâzım Hikmet ve ava bike. Di wê rojê de, bi navê logoya partiyê û dirûşmê ji bo raya giştî hate eşkerekirin.

Ji ber ku partiyên siyasî yên sazkirî yên damezrandinê, Partiya Baş di Meclîsa Niştimanî ya Tirkiyê de parlamenterê Partiya Gel a Yekîtiya Demokrat Aytun Çîre û şefê MHP'ê yê Yusuf Halaçoğlu re bû.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.