Çand

Çand[1], [2] tê wateya ferheng, torre, kultur.

Çand herwek civak, zanîn, huner, amojgarî u tendurustî di jîyana meyî civakî de gotineke bi pir maneye u di dîroka gelan de neteweke bêyî çand wek netewe nayê qebulkirin. Her Neteweyek bi rengê xwe heye u ew jî dibe piirrengiya gerdunî yê. Herweki din. Netewek bi şiklê ruh, xemilandin, xwerin bi tore û bawerî ya xwe bi xwere qerektera çande ke taybetî dıhulıqini. Çanda gelan bi nivîsandina pirtukan (pirtukên dîrokî, çandî, zanyarî, olî, çîrok), destan u sitranan u seranser di nava jîyana gel tê afirandin, bi xêzikan, wênean, şano u fîlman xurt dibe u pêşve diçe.

Lê di dîrokêde heya îro tu car çand azad nebuye u timutim di bin destê dewlemandan de ji bo meslehatin ewan hatiye karanîn. An jî di bin hukmê kevneperest u olperestande şunde maye. Hatîye qedexekirin yên ku xwestine karê çandî bikin gunehbar bûne u ew hevcedariya çande ke azad u serbixwe ji bo gelê kurd jî buye hesretekî dur u dirêj.

Ji bo kurd u Kurdistanê çandeke azad divê di gel mafên çarenusî pêk bê û pêşve biçe. Heya ku armanca yekîtiya netewî, yekîtiya ziman, yekîtiya aborî û ya çandî pêk neyê ev felatî ne mumkîne.

di gotara jorîn da li gor dîtina min hîn kêmasî he ne. ev jî ewin ku li jor qala çand û azadiya çandê hatiye kirin di vir da ez dikarim bêjim ku tu carî çand nikarîbûyê bê bindestkirin. ji ber ku ez di wê baweriyê da me ku ger gelek li çanda xwe ji dil xwedî derkeve tu carî tu kes yan jî tu desthilatdarî nikare tadeyê an go astengiyê li hember pêşveçûna çandî derxî ne. lewra di vê rewşê da mirov nikare êrîşên ku tên ser zimên û çandan bavê pişt guhê xwe belê raste ku ji aliye hêzên desthilatdarku ev di be dewletek, olek, çandek din an go kes bixwe bin. li gor dîtina min asteng û pirsgirêka herî mezin ku li hember pêşketin û dewlemendbûn a çandê kes an go civak bixwe ne.

Binêre

  1. Zana Farqîn (2011). Ferheng kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.
  2. Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd
Amed

Amed (/ˌaˈmɛd/) (1928: دياربكر / Diyarbekir; bi tirkî: Diyarbakır) bajarê mezin (metropolîs) ê bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di qada neteweyî û navneteweyî de bi sûr û zebeşên xwe bi nav û deng e.

Azerbaycana Rojava (parêzgeh)

Azerbaycana Rojava (bi farisî: آذربايجان غربى Āzarbāyjān-e Gharbī) beşek ji herêma rojhilatê Kurdistanê û yek ji 31 parêzgehên Îranê ye ku dikeve bakurê rojavaya wî welatî. Navenda parêzgehê bajarê Ûrmiye ye. Xelkê parêzgehê piranî kurd û azerî ne lê gelên xiristiyanî jî hene.

Ereb

Ereb (bi erebî: العرب‎, lat. al-ʿarab), gelekî li rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê ye. Piraniya wan bi erebî diaxivin û misilman in.

Erzîrom

Erzîrom an Erzirom (carina wekî Erzirum an Erzurim jî tê bilêvkirin, romî: Erzurum) an jî Erzêrom bajarekî bakurê Kurdistanê di tixûbên Tirkiyê de ye.

Ezirgan

Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye ku roja îro dikeve Tirkiyeyê.

Gimgim

Gimgim navê navenda Varto ye. Tirkan ev nav neguherîne. Varto li bakurrojhilatê Mûşê dikeve û navçeyeke Mûşê ye. Li bakurê Gimgimê Erzerom, li rojava Çewlîg (Bîngol), li rojhilat Kop (Bûlanik) û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.

Rûbera axa wê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 m û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 m ye.

Gurgum

Gurgum (bi romî: Kahramanmaraş) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.

Kurd

Kurd neteweyeke kevnar a Rojhilata Navîn e, ku piraniya wan li ser axa Kurdistanê dijîn û zimanine hind û ewropî xeber didin. Roja îro dewleta wan a serbixwe tine ye. Piştî hilweşandina Împeratoriya Osmanî gelê kurd ji hêla dewletên nû wek Tirkî, Sûrî, Iraq û welatê Îranê ve hatiye parvekirin û hikûmet û rejîmên van dewletan hebûna kurd, ziman û çanda kurdan înkar dikirin û wan dixwastin ku kurdan asîmile bikin. Hejmara kurdan a îro ne aşkira ye, lê belê li gor hin çavkaniyan li dor 40-50 milyonan e.

Ji bilî herçar dewletên navborî, kurd li Qefqazê (Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycan), Rûsya, Tirkmenistan, Qazaxistan, Ûzbekistan, Ewropa, Amerîka û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn (Îsrael, Lubnan û hwd) jî dijîn. Li derveyî welêt diyasporayeke mezin a kurdan heye.

Kurdistan

Kurdistan (کوردستان; /kʊrdɯstɑːn/), welatekî Rojhilata Navîn e û welatê kurdan e.

Welatê Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de hatiye perçekirin. Li gor vê perçebûnê beşên Kurdistanê wiha tên binavkirin: Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê.

Kêste

Kêste gundekî Başûrê Kurdistanê ku ser bi eşîreta Berwarî Joriyan e û dikeve rojavayê eşîreta Berwariya çemê Xabûrê ê ku ji Bakurê Kurdistanê dizê, weke gerdeneke zêrî di ber gund re derbas dibe û xweşikbûneke bêhempa dide gund.

Mamekî

Mamekî, Mamekiye an jî Kalan (1928: ماميكى / Mamiqui; 1946: Mamiki (Kalan); bi tirkî: Tunceli) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye û serbajarê parêzgeha Dêrsimê ye. Li gorî serjimara 2009'an 35.909 mirov li bajêr dijîn. Şaredara bajêr Edibe Şahin e ku ji BDP'ê hatiye hilbijartin. Mamekî dikeve navenda rojhilatê Tirkiyeyê.

Meletî

Meletî yan jî Meledî (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.

Mêrdîn

Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Mûş

Mûş an jî Mûşava (bi tirkî: Muş) bajarekî Bakûrê Kurdistanê li Tirkiyê ye.

Qereyazî

Bêraqdar an Qereyazî an jî Qeza (bi tirkî: Karayazı) navçeyêke Erziromê ye. Xelkê herêmî Qeza dibêje.

Sêwas

Sêwas (bi tirkî: Sivas) navçe û bajarekî bakûrê Kurdistanê ye. Dikeve nav sînorên Komara Tirkiyê.

Çewlîg

Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya bakurê Kurdistanê ye.

Êlih

Êlih anku Êliḧ (bi tirkî: Batman) bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.

Şirnex

Şirnex bajarrekî li bakurê Kurdistanê li Botanê û herweha navenda parêzgeha bi heman navî parêzgeha Şirnexê ye. Wate ya wî navê "Bajarrê Nûh" e . Bajarrê Şirnaxê di şerê sala 2016an de bi destê hêzên leşkerî yên dewleta tirkî bi temamî wêran bûye.

Bi zimanên din

This page is based on a Wikipedia article written by authors (here).
Text is available under the CC BY-SA 3.0 license; additional terms may apply.
Images, videos and audio are available under their respective licenses.